• Li ÇİYAN DENGÊ KENÊ AZADİYÊ BİLİND DİBE

    26 كانونی دووه‌م, 2023

    Zeyneb Xoresan

    Kêliyên dîtina Rojên azad, li gel te kom civîna hebûna bedewiyan diafirînin e. Te di hemû jiyana xwe de, hawara hevaltiya bi heqîqeta rojê re, dineqişande. Tu caran roj di teyîsîna çavên te de, şewqa xwe winda nedikir û di kenê çavên te de, şevên reş û rojên reş ên bê çaretiyê nebûn.

    Viyana jiyana bi wate

    Di hemû kêliyan de, berê eşq û evîna te li deryaya şîn bû. Tu di nava lêgera bê veger bû. Te hemû kelem û astengiyên heyî, bi evîna di dilê xwe de, derbas dike. Belê rêheval, destan wêjî ya winda bûyî, bi teyisîna gelawêja te re, kete ser riya xwe ya winda bûyî û dît. Bi qasî navê xwe, tu dibû Viyana jiyana bi wate. Bi her berbanga sibehê re, bi dayik bûna rojê re, ji bo gihandina tîrêjên rojê, te hilbesta jiyana Edûl û Derwêşan, li ber dengê bilora şivanan dixwand. Belê rêheval, te di şexsê xwe de, azadî ku bûye bingeha serhildanên bi qêrîn berz dikin û ji hemû cîhanê re meydan xwande. Te eşkere nîşan da ku, hizr û ramanên Rêber APO, çawa di nava dil û mêjiyê hemû gelan û Jinan de, şewqa vejîna xwe dide, rehên xwe kûr berdide dîrok hebûna Gelê Kurd.

    ‘Heskirina ji jiyanê re’

    Bizane can hevala heqîqeta rojê. Sal borîn, gelek caran berf û baran barîn, lê pêlên dîtina evîına we her mezin bû. Dîtina we ji bo me bû çavkaniya deryayan û herkî nava jiyam me. Dema ku ez destpêkê dibêjim Şehîd Viyan, tişta ku destpêkê tê bîra min, heskirina we ya ji jiyanê re ye. Heval Viyan, herdem di nava jiyanê de bi jiyan re dikeniya, ji ber vê jî beriya ku roj çavên xwe vekira, sibehan zû Viyan çavên xwe ji jiyan re vedikirin û hetana derengiya şevê li pêyî tekoşîn û nîqaş kirina bi jiyanê re dibeziya. Di hemû sekin û rêbazên xebata xwe de, ev dida diyarkirin ku, çima şev tê û rojê ji me didize dibe? dipirsî. Ew herdem bi demê ra di nava pêşbirkê de bû. Ne zivistana bi berf û baran, ne şevên tarî û ne jî germa havînê, ne dikî kelcana tekoşîna wê kêm bike. Heval Viyan keseke wisa bû, mêjî, rih û hestên xwe bi rojê re xwe nû dikirin. Ji dûr ve şewqa fikirên wê li peravên hestên mirovan, dida û berê hestên mirovan dida ramanên dibistana Girava Îmraliyê. Li peyî gihiştina sira fêmkirina hevaltiya rast û heqîqeta jiyan bû. Mînak, di hemû gotinên xwe de wiha digot: “Ezê çawa bikaribim li hemberî hevaltiya xwe ya kêm rexnedayînek rast, bidim Rêber Apo. Mirovan di hemû kêliyên jiyan heval Viyan de, lêgera heqîqetê didîtin. Dema ku di perwerdeyê de radib û dest bi nirxwandinên xwe dikir, di destpêkê de bi rexnedayîn dest bi axaftina xwe dikir. Gelek caran rexnedayîna heval Viyan, em matmayî dihiştin. Bi hevokên nû û bi qasî deryayan kûr, bi hîskirin û bi wijdan û dayîna hîskirin, rexnedayîna xwe dida. Teybetmendên hevala Viyan yên xwazayî û xwe berpirsiyar dîtinê li pêş bû. Bi teybat dixwast bibe zimanê dayîna fêmkirina pareznameyên Rêber APO. Ji bo vê jî gelekî ked dida. Weke di nameya xwe de jî tîne ser ziman û dibêje: “Min ji silavên Rêber Apo, Îlhama azadiyê digert û wiha tevlî hemû kar û xebatan dibûm. Di dema herî zor de xet fedayî û Felsefeya Apoyîzmê ji bo min dibû siya jiyana rasteqîn.” Kesyeta xwe derbas kiribû, ji xwe zêdetir bi rêxistin, bi azadiya gelê Kurd dihizirî û li hemberî hemû paşverûtî û koltiyan, têdikoşiya.

    ‘Ev sê kes bûn, lê yek dil bûn’

    Hevaltiya rast her dem jiyanê xweşik û dewlemend dike. mirovan di hîskirin û heskirin. Hevaltiya sê jinin pêşeng, ên ku ji çavkaniya ava Rêber Apo, ava azadiyê vedixwarin, şewq û şemala xwe belav dikirin. Van hersê hevalan li cihên xwe, konê heqîqetê vedabûn. Navê wan bi hevdu re di dilê mirovan de şopên xwe heştin. Dilên ji bo azadiyê lê didan, ger navê wan bi lêdana dilê xwe neneqişîne, wê ji dîtana jinên ji keviyên Zêrîn ên cîhana dayik xwedawendan bê par bimîn e. Belê ji sê bajaran lêgera jiyanê, ji Kobanê, Wan û Silêmaniyê, evîna azadiyê rêsandin. Her sê rêhevalan Viyan Soran, Şîlan Kobanê û Nûda Karker, temsîla xeta Serkeftinê bûn. Ev sê kes bûn, lê yek dil, yek hişmendî û yek bawerî bûn. Xeta PKK’ê ya rast di kesayet her sê hevalan de, ji zû ve bi serxwestibû û bibû deryayeke bi lez diherikî nava evîna Zeryayên Rêber APO. Di meydana cengê de, ala xwe rakirbû û weke deryayan diherkîn. Gotinek Rêber APO heye, dibêje: “Mirovên dîrokî di demên dîrokî de biryarên dîrokî digirin. Ewan miletanên serdema heqîqetê bûn. Kesayetên kamil bûn. Yek ji van jî hevala Viyan ya di şexsê xwe de ji nûva jiyan diafirand û ji pêlin pîroziya agir îlhama gîhandina rastiyan digirt. Bizane hevala Rojê, di şeva dudî şubatê tê de, tavhîvê ji ber xweşikiya te ji hebûna xwe şerm kir bû. Agir dibin barîna Berfê de, ji ber dansa agir azadiya dilê te li ser hebûna şewqa xwe ponijî hevala Rojê. Jiyan ji zuda navê te li xwe kir bû û gotibû vaya Viyana jiyanê ezim. Mirina bê wata jî, li hebûna wata xwe gerîbû. Bi zan be hêza xwe te perda rû re şeya Cîhan çiran de. Belê hemû rêhevalên te bi hesreta tavhîvê re û bi eşqa Rojê re ketin toran heqîqeta te rêheval. Navê te bû sonda serkeftina riya rast. Keçên Silêman li ser Şopa te bûn ref bi ref û berê xwe dan riya heqîqete. Îrojî bûne lehengên axa pîroz, wekî Berfîn bûn awaza li Metînan û bûn Delala destan evîna li Zapê. Bûn Hilmet li Avaşîn tolhildan. Eva îrojî ji hemû deman bîtir gerdun buye û buyî parçeyek ji jiyana mirovtiye û buye çavkaniya hêz û morala jinin dilbiêş.

    Li hemberî vê heqîqet yên ku di agirê azadiya gelê Kurd de wê di dîrokê de nên afokirin û wê gelê Kurd wan di nava agire xwe de wan bişewîtin. Belê rêheval li pê serfermanderên rumeta heqîqetê. Karwên namirin û ji serkeftin Govend digerîn diwam dike û berê me li serkeftine.



    KJAR