• Kêliyên ji jiyana hebûn û azadiyê

    12 ئازار, 2022

    Gerîlaya Bêrîvan Hêja Demhat. Li ser hinek kêliyên ji jiyana Gerîla, ji malpera me a KJAR’ê re nivîsand.

    Bêrîvan Hêja Demhat

    Gerîla li çiyan jiyan dikin. Di heman demê de bi taybet jinên Gerîla girêdanbûna xwe a bi xwezayê re parastine. Rêber APO, PKK ava kir ta ku em wek jin bi taybet, bikarin xwe li ser piyan bigrin û hebûna xwe nas bikin. Em wek jinên şoreşger li van çiyan de jiyan dikin, ji her milî ve em li hember dijminê hov tekoşîn dikin. Gerîla di van çiyayên bedew de, di nava gul û gihayan de, di nava xwezayek pênaseya wê ji xweşikbûn û bedewiyê zêdetir de, dijîn.

    Di nava PKK’ê de em wek hevalên jin û xort, ango jin û mêr bi hevaltiyek di asta herî bilin de, ku tu kesek ji derveyî PKK’ê nikare bi vî rengî jiyan bike. Em bi fikir û felsefeya Rêbert Apo, bi hev re rêhevaltî dikin. Tekoşîna xwe di her kêliyekê de xurtir dikin, li ser şopa şehîdan dimeşin û mil bi mil li dijî dijminê mirovahiyê şer dikin. jin û mêr di Gerîlatiyê de li ser çiyayên kurdistanê bi seknekî Apogerî xwe perwerde dikin û li ber xwe didin.

    Bê guman jiyan bê zehmetî nabe, ji ber ku her tiştek di nava jiyanê de ked û bedel dixwaze. Bi heman awayî li çiyayên Kurdistanê, em wek Gerîla jî bi zehmetiyên jiyanê re rû be rû tên. Lê ji ber ku em ji jiyanê hez dikin, her yek ji me bê navber di ber jiyanê de, bê rawestan ked dide. Bi taybet em wek jin di çiyayan de hêz, îrade û hebûna xwe dibînin û bi xwesertiya xwe jiyan û tekoşîn dikin. Em di çiyayan de nû bi nû wek jin, dikevin ferqa wê yekê de ku, me di nava civakê de çiqas koletî jiyan kirye û di rastiyê de di tu warî de hebûna me nedihat dîtin. Di nava civakê de jin, di her warî de rastî serkutkirineke di asta herî jor de tê. Cihê wê di jiyanê de tenê di pêjgeh (mutfex) û di nava malê de, li ber zarokan mayîn tê dîtin. Bê guman ev jî tê wateya wê ku tenê cinseke ji bo zilam hatiye dinê tîtin, ku tenê xizmetê ji zilam û ajoyên wî re bike. Jin ji her alî ve koletî li ser tê ferzikirin. Ji aliyê zilam, dewlet (deshilatdarî), kapîtalîzim û ji aliyê pir milên din ve tê kolekirin û hebûna wê ji destê wê tê standin. Lê di çiyayan de bi herikîna ava kaniyekê ku em di rêwîtiyên dirêj de rastî wan tên û piştî westaneke mezin, dema ku em ava wê vedixwin û ruxmî hemû westana xwe kêfxweş dibin re, yek bi yek van pêkanîna fam dikin û gav bi gav di meşîna xwe de tê dighêjin û derbas dikin. Bê guman ev jî pir bi hêsanî nayê kirin, di her kêliyeke jiyanê de ji me tê xwestin ku em xwe bi xwe, bi kesayeta xwe re şer bikin. Ta ku em bikaribin xwe ji bin bandora sîstema kapîtal derxin û vegerin cewherê xwe.

    jiyana Gêrila li ser  rêka Şehîdan berdewam dike. Ji ber vê yekê her sal rêxistina me, berxwedan û tekoşîna me hê mezintir dibe. Di nava vê yekê de jî yê ku di herî pêş de pêşengtî dike jî dîsa Jine. Em wek jinên Gerîla li ser şopa pêşengên xwe ên jin, Şehîd Sara (Sakîne Cansiz), Bêritan, Sema, Zîlan û Şêrînan dimeşin û kêlî bi kêlî xwe xurt û bi hêz dikin. Em jiyana xwe ji dîrokê qut nagrin dest. Di roja îro de, dîroka derbasbûyî tînin ber çavên xwe, jê ezmînan digrin û tekoşîna xwe berdewam dikin. Ji bo ku em dîroka jin a ku hatiye berovajî kirin, vegerînin rastiya wê û di şexsê xwe de zindî bikin, têdikoşin. 

    Têkîliya hevalê xort û jin, di Gerîlatiyê de li hemberî hev, li ser xeta jina azad tê meşandin û domdar kirin. Ev têilî bi seknekî Apogerî li beramberî hevdû didin meşandin. Jiyana Gerîla, her dem di çiyayan de û bi soza tolhildana Şehîdan bi rêve diçe. Sekna Gerîlayên Kurdistanê û berxwedana wan, heya niha di dîrokê de nimûneya wê pir kêm di asteke ku nebe de, tê dîtin. Ji ber vê yekê îro çand, exlaq, pîvan, berxwedan, sekin û milîtantiya Gerîlayên Kurdistanê, li giştî Rojhilata Navîn û cîhanê tê naskirin û her kes ji bo jiyana xwe weke nimûneyekê digre dest. Bê guman ev jî bi ked, fikir û felsefeya Rêber Apo gihiştiye vê astê û hê jî kêlî bi kêlî mezintir dibe.

    Jiyana Gerîla, bi hemû zehmetiyên xwe ve, pir bedewe û li tu derê nayê dîtin. Em ji çirûska çavên hevalên xwe, hêviya jiyanê digrin, ji kenîna hevalên xwe hêz digrin, ji cesareta hevalên xwe bawerî û îradeyê digrin. Di jiyana Gerîlatiyê de, madiyeta ku îro cîhanê ber bi hilweşînê ve dibe, tu wateyeke xwe nîne. Di jiyana Gerîla de manewiyat, di asta herî bilind de ye. di her kêliyekê de, em dewlemendên cîhanê ne. Di şevên tarî de dema ku em dimeşin û rastî çemekî kûr tên, dema ku hevalên me dest xwe dirêj dikin û dibêjin: ‘Heval destê xwe bide min, em bi hevre derbas bibin.’ Cîhan tev dibe ya me. Dema ku yek ji me tî be û hevala/ê din qurta ava xwe dide, bê ku ew heval wê qurtê jî vexwe, tîna wê/î dişke. Dibe ku pir caran rû û destên me ji sermaya berf û baranê biqelişe, dibe ku pir caran cilên me di nava zinaran de biqetin (bidirin) û bi rojan birçî û tî jî bimînin, lê dema ku em rêwîtiya xwe a ku her dem berdewama, ji bo çend seatan rawestînin û dighêjin gel hindek hevalên xwe ên din û bi kelecaneke mezin pêşewaziya me dikin. Di reşo (çeyîdana reş) de çayeke li ser agir çêbûye didin destê me, hemû westan, birçîbûn û tîbûna me li bayê diçe û dengê kenîna me çiyayan dadigre.

    Dibe ku ev ji jiyaneke berfireh û bedew, kêliyên herî biçûk bin. Ji bo ku mirov bikaribe vê jiyanê nas bike, enceq mirov bi xwe di nav de bijî û kêlî bi kêlî ji kûrahiya dilê xwe ve hîs bike. Pir zehmete ku mirov hemû xalên vê jiyanê bi lêv bike. Ji ber ku hê jî elfe dayek jê re nehatiye dîtin û bi tu şêwêweyî nayê pênase kirin. Her jinek ku ji azadiyê hez dike û dildara azadiyê ye, ev jiyan layiqê wê ye. pêwîste ku her jinek, ji nan û avê zêdetir, pêwîstiya xwe bi azadiyê bibîne û ji bo azadiyê di her qadeke jiyanê de li ber xwe bide û tekoşîn bike. Jiyana Gerîlatiya ku bi fikir û felsefeya Apogerî bi salane, ruxmî hemû êrîşên fîzîkî û derûnî li ser tê meşandin. Her dem bi rihê Apoyî, hevaltî û fedayîtiyê her li ber xwe da û ta roja me ya îro hatiye ku êdî ne tenê Kurd û Kurdistanî beşdarî vê rêxistina azadiyê dibin. Ji her welat, netew û baweriyan ev felsefe û jiyan bala wan dikşîne û tên serê çiyayên Kurdistanê û ji bo azadiyê tekoşîn dikin. Ji ber vê yekê dijminê hov hemû cûreyên cekan bikar bîne jî nikare vê vîn û eşqa jiyana azad dawî lê bîne. Ji ber ku jiyan rast herikbare û dawiya wê nîne.



    KJAR