• تاگەکان: , ,

    TOLHILDANA FERMANÊ RÊXISTINBÛNE

    3 ئاب, 2021

    HEWLÊR ŞAHÎN

    Belê berî ku ez dest vegotina fermanê bikim, dixwazim hinek behisa rewaş Şengalê ya berî fermanê bikim ku rewşa şiniyan bi çi rengîbû. Şengal wek erdinegarî cihekî ji bo xwe paristinê cihekî dest dayîbû, lê ji ber ew civak xwedî çandekî kevnar û dewlemendibû, hêzên destiladaran her dem ji xwe re li ser vê civakê hesabên cuda dikirin. Bi ketina amrîqa ya xaka Başurê Kurdistanê re bandorekî xwe yê neyênî li ser Şengalê kir. Ev civak ji gelek aliyên civakbûna xwe ve bê par ma, ji ber her dema derbasbû rewşa wan ya aborî xirabû ev civak bi birçîbûnê re ru bi ru hat hiştin. Tişên wek sotemenî ku civak rojane pêdeviyên xwe yên jiyanê pêk tinin peyda ne dikirin û ev civak di aliyê aborî de zehmetiyên cidî jiyan dikirin. Gel neçar ma ji bo debara jiyana xwe bikin li çiyan daran jê bikin, lê belê mirov dikare bêje ev polîtkayekbû li ser wê civakê didan meşandin, ji bo vê civakê bixin bin serwariya xwe. Zexitên li ser civakê pir zêdebûn yên herî zêde para xwe ji vê yekê digirt jin bûn. Ji bo debar kirina jiyana xwe bi tu awayî destûr ne dihat dayîn ku jin cihê xwe di saziyekê de bigirin, teybet tirsek mezin ji pêşketina jinê hebû. Jin tenê bi malê ve hatibû sînordar kirin û xeleka jiyanê li jina hatibû teng kirin. Lê belê tiştê ku herî zêde di serê mirovan de dibe nakok û dihêle ku mirov pirs bike, gelo çima ev civak bê paristin hihat hiştin. Qaşo Şengal cihekî di nava xaka îroqê deye gelek hêzan di gotin em di Şengalê de wek hêzin û em paristina vê civakê dikin em li vir serwerin, çûk bîle nikare li ser Şengalê re fir bidê. Bê goman dema ku mirov li encamên fermanê meyze dike, ev gotên ku dihatin kirin ji bo civak teselî bikin. Lê mirov dikare viye bêje bi teybet hêzekî wek pdk ê ku qaşo di got ez li wir serwerim, ez paristina vê civakê dikim, lê dema ku çeteyên daîş êrişî Şengalê kirin wan berî her kesî reviyan wê civakê bê paristin hiştin. Dema ku daîş kete Şengalê qêrîna mirovanê 7 salî û 70 salî ji hev ne dihat derxistin qêrîn û nalîna dayîkan li deşt û çiyayên Şengalê belav dibû. Li ber çavê zarokê bûçûk malbata wê dihat qetil kirin, li ber çavê jinekê zarok û hevjinê wê dihat kûştin yan jî li ber çavê zilamekî dest dirêjî li ser hevjina û keçên çêdibû, bi hemû cûreyan êrişên hovane li ser wan didin meşandin. Bi hezaran jin hetin kûştin ji bo bi saxî nekevin dest wan hovan xwe di zinaran de avêtin dawî li jiyan xwe anînin, bi sedan jin ji aliyê daîş ê ve li bazaran dihatin firotin û heya niha jî çarûnûsa bi hezaran ne diyare. Dest dirêjî li ser zarokên keç yên biçûk çêdibû, ji bo ola wan bi wan bidin ji bîr kirin hemû rêbaz bi kar di anin. Lê tiştê herî sosret ku goştê zarokan bi dayîkan wan dida xwarin, di virde mirov bi tu awayî nikare qala pîvan yan jî exlaq bike, mirov ji bo pênesakirina vê hovîtiyê nikare hevokek saz bikê. Ji bo vîna jina lewaz bike her tişt bi wan dikirin, ji ber gelek kesan vê bê rumetiyê li ser xwe qebul ne dikirn dema ku derfet didîtin dawî li jiyan xwe di anîn. Bê guman hinek tişt anîna ziman zehmete, lê ji bo ku mirov bikaribe vê hovîtiyê parve bike divê ku mirov hinek tiştan bêje. Dema ku ez jî vê hevokê di nivîsinim ez bi xwe jî zehemtî jiyan dikim, ji ber gelek jina dest dirêjî li ser xwe qebûl ne dikirin çeteyên li ber çavê dayîkan dest dirêjî li ser keçên temen bikûk dikirin. Armanca hêzên desthiladar ew bû ku vê civakê ji her alî ve lewaz bikin û dawî lê binin, ji xwe her dem hêzên ku para xwe ji mirovatî ne girtine xwestine di şexisê jinê de civakan tûne bikin. Dema ku em li dîrokê tevahî meyze dikin, her dem jin wek tiştek lewaz hatiye dîtin, bi her awayî kirêtiyan li ser jin didin kirin. Bi saya şervanên azadiyê gelek kes ji destê wan hovan hatin rizgar kirin, dema ku mirov li wan gehdar dikir bi rastî xwîn di demarê canê mirovan de di sekinî, ji ber gelek kiriyarên dervey mirovatiyê li ser wan hatibûn meşandin. Her yekî ji wan rizgar dibû di çavê wan de hin ew êş û tirsa fermanê hebû, lê belê hêviya wan ya herî mezin jî ev bû ku hemû êsir ji destê wan zaliman werin xilas kirin. Lê daxwaza wan ya sereke ew bû ku vegerin li ser xaka xwe bi awayekî aram jiyan bikin û carek din kerasetek din weha jiyan nekin. Lê belê çi kesên ku rizgar bûbûn, çeteyên hov  ji wan re gotibû pêşmergan hûn firotine me ger ku wan rê nedaban me ne dikarî ku em bikevin Şengalê. Lê her dem ev di dîrokê de hatiye jiyan kirin, hinek hêzên ku dijminitiya deskeftî û gavên azadiyê dikin bûne hevkarê dijminê mirovahiyê. Dema ku em dîrok jî dixwînin vê yekê dibinin, ku çawa jin ji bo paristinê li berxwe daye. Ev lehingiya jin ya ji bo paristinê li Şengalê jî derket holê. Ez dixwezim di vir de qala serpêhatiya dayîka bi nav Gulê bikim, dema ku çeteyên daîş êrişî Şengalê dikin li navçeya Sûnûnê ya girêdayî Şengalê dayîka Gulê, li hinberî çeteyên daîş haya guleya dawî şer dike, dema ku cebilxana wê xilas dibe dayîka Gulê ji aliyê çeteyan ve tê qetil kirin û bi maşinê ve tê giriêdan di nava Sûnûnê de tê gerandin, her dem jinên mina dayîka Gulê mora xwe li dîrokê daye, bi cesaretek mezin li hinberî dijminê mirovahiyê berxwedane. Lê belê dema ku mirov qala fermanê kir pêwiste ku mirov viye jî bînê ziman, gelo ev gel çawa ji feramê rizgar bû. Dîsa ewledên gelê Kurd xwe ji bo gelê xwe kirin siber, wek 12 siwariyan berê xwe dan cihê ku qêrîn û hewên dayîkan heya ezman diço. Bê ku tirs û zehmetiyan bizanibin bi cesaretek mezin û rihek sivik berê xwe dan wan xakan, her guleyekî ku di teqadin tolhildana wan dayîkanbû. Van şervanên azadiyê ne tenê wê xakê ji çeteyan rizgar kirin di her alî de bûn pêşnegê ji nû ve avakirina wê civakê. Civak me ya Êzidî bi demê re di her alî de xwe bi rêxistin kirin, wê êdî tu hêz bi hesanî nikaribin dest dirêjî li ser wê xakê bikin, yan jî wê axê sor bikin ji xwîna mirovan. Bi teybet niha jinên Şengalê di her alî de xwe bi rêxistin kirine, ji bo mezin kirin û ava kirina pergala jiyan û rêxistinî jin pêşengitiya vê yekê dikin. Her çiqas jî 7 sal ser fermanê re derbas jî bûbin, lê hin gelek şopên wê fermanê mane, bi teybet dema ku ew roj tê birîna wan dayîkan ferman carek din di hiş û bîra wan de zindî dibe. Dayîkên me yên Êzidî bi xwe dibêjin ji bo ku em carek din vê kerasetê jiyan nekin, divê em xwe di her alî de bi rêxistin bikin. Bê guman ev rêxistibûn bê berdel nehat ava kirin, ji çar parçên Kurdistanê ewladên gelê Kurd berê xwe dan Şengalê, ji bo paristina nirxên civaka ma ya Êzidî. Kesên wek fermandar Nujin Amed Agîd Civyan, ji bo bi rêxistin kirina vê civakê pêşengitî kirin û her weha Şehîd Nujiyan Erhan ku li peya şopa heqîqêbû, bi pênûs û wênekêşa xwe êş û azarên jina ji raya giştî re parve kir. Roja me ya îro jî jinên Êzidî xwe li ser van nirxên ku bi berdelên mezin hatine ava kirin xwe bi rêxistin dikin. Bila êdî baş werê zanin civaka me ya Êzidî wek berê bê paristin nine, wê êdî bi hesanî kes nikaribe êrişî nirxên wê civakê bike.



    KJAR