• تاگەکان: ,

    îranê ji civakê re, mafê jiyanê nehiştiye

    20 ئه‌یلول, 2022

    Di vê hefteyê de Endama Koordînasyona Komalgeha jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Hev Peyîman Viyan, bû mêvana bernameya Dengê Şîlan a radyoya Dengê Gel.

    awiyer sine


    Peyîman Viyan, Endama Koordînasyona Komalgeha jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR). Di vê bernameyê de bal kişande ser mijarên girîng mîna tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo û her wiha politîkayên Îranê ên li himberî jinan û zextên heyî. Li kêleka vê yekê Viyan îşaret bi tekoşîn û serhildanên jinan kir, pîrozî û giringiya wê di vê pêvajoyê de anî ziman.

    ‘îranê Bûye navenda, şerekî bê exlaq’

    Endama Koordînasyona Komalgeha jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Heval Peyîman Viyan, di despêk aaxaftina xwe de wiha qala tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo kir û got: “Ev salek ango du sal nînin, ev 24 salin ku bê navber tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Rêbertî ji hemû mafên hiqûqî û siyasî hate qut kirin. Niha jî ji xwe konseptek pir qirêj li himberî gelê Kurd û tekoşîna Kurd tên birêve birin. Vê konseptê jî di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê, li ser tevahiya gelê Kurd tê meşandin. Şerê herî giran li Îmraliyê tê birêve birin. Çawa ku îro bi hizûra Rêbertî ve Îmralî bûye çavkaniya çareseriya gelê Kurd û gelên azadîxwaz, bi heman awayî jî bi destê dagirkeran bûye navenda şerkî bê exlaq. Çima ev yek tê jiyîn jî, em tev baş dizanin. Ev şer û êrîşên ku tên pêk anîn, li himberî fikir û felsefeya Rêbertî a azadiyê ye. ji bo ku em wek gel Kurd pêşî li vê yekê bigrin û hebûna xwe biparêzin, di asta herî jor de tekoşîn kirin pêwîste.”

    rejîma îranê Li ser zayendperestiyê hate avakirin.

    Peyîman Viyan di dewama nirxandinên xwe ên girîng de îşaret bi zext û politîkayên rejîma Îranê li ser jinan kir û wiha nirxand: “Şêwazên dewletan ji hev ne dûr û ne jî qute. Her dewlet ango rejîmek ji bo ku gelê azadîxwaz serkut bike, di despêkê de êrîşî jinê dikin. ji xwe wateya gotina dewlet bi xwe jî, serkut kirin, bê deng kirin, tecawiz, tacîz kirin û civak ji cewherê wê derxistine. Ji bo wê eger em behsa dewletan bikin jî, tu cûdabûnek di navbera wan de nîne. Her rejîm ango dewletek bi rêbazên xwe ve, vê yekê pêk tînin. Lê eger me bi taybet Îranê binirxînin, ev 43 salin ku rejîma Îslamî a Îranê hatiye ser kar. Her di despêka ku Xumeyînî hate ser kar ji xwe fitwaya (Waz) ku kir, li dijî jin û civakê bû û li kêleka vê yekê jî gelê Kurd wek kafir (bê dîn) pênase kir. Di nava van salan de li Îranê de bi her şêwazî jin û civak di komkujiyan re derbas bûn. Rejîma Îranê li ser zayendperestiyê hate avakirin. Di bin navê ol de, bi her şêweyî êrîşî jinê kirin û heya niha jî ev yek didome. Ji bo ku jin û civak nebin xwedan îradeyeke siyasî, ev yek pêk anîn. Bi vî şêwazî Îranê ji civakê re, mafê jiyanê nehiştiye. Bedelê siyaseta qirêj û qirker a Îranê, jin û civak didin.”

    ‘Sîstemekî ku jin xwe pê biparêze, di Îranê de nîne’

    Viyan Peyîman, Endama Koordînasyona (KJAR) di berdewamiya nirxandinên xwe de tekoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxad û her wiha da diyar kirin ku enceq jin bi hevgirin, yekîtî û xwe rêxistin kirinê ve bighêje armancên xwe û wiha got: “Rejîma Îranê li ser tevahî jinan û bi taybet jinên Kurd, zextek pir cidî dide meşandin. Niha ji her demê zêdetir sîstema malbat û zilamsalarî di asta herî jor de didin pêş. Ji bo ku bikaribin jinê bê bandor bikin, vê yekê pêk tînin. Di bin navê namûsê de, di van du salên dawiyê de bi taybet qetilkirina jinan her ku diçe pêş dikeve. Ev yek jî bê guman politîkayekî rejîma Îranê ye. di nava van herdû salan de bi dehan jin, bi şêwazên herî hovane hatin serjêkirin û qetil kirin, lê belê bi tu awayî di bin navê ku ew zilamê kujer namûsa xwe paqij kiriye de nayê cezakirin. Sîstemekî ku jin xwe pê biparêze di Îranê de nîne. Sîstema Îranê cesaretê dina zilaman ku jinê qetil bikin. Bûyera qetil kirina Şilêr Resûlî jî bi vî awayî ye. lê belê dîsa jî Şilêr teslîm nebû, beden û cewhera xwe radest nekir. Di vir de xwe parastin her dem ji bo jin xalek serekeye. Rêka xwe parastinê tenê xwe kuştin nîne, lê Şilêr Resûlî ji ber ku weke din tu çareyek wê nebû, xwe kuşt ango hê rastir bi destê wê ew qetil kirin. mînakên weke Şilêr pir zêdene ku, yek jî wan jî Jîna Emîniye. Jîna Emînî jî ji ber ku li ber xwe da, bi hovane hate îşkence kirin û qetil kirin. bi hincetên pûç ve êrîşî wê kirin û ew qetil kirin. ev qeteke yek kesî nîne, ev qetleke siyasiye.”

    ‘serhildan Bi pêlek pir mezin ve dest pê kir’

    Endama Koordînasyona Komalgeha jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Peyîman Viyan di dawiya axaftinên xwe de serhildanên ku bi pêşengtiya jinan, li himberî qetil kirina Jîna Emînî û Şilêr Resûl tên birêve birin, pîroz kir. Li kêleka vê yekê da zanîn ku eger di vê demê de civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê yekîtiyek xwe ava nekirin û bi hev re bi awayekî hevpar tekoşîn nedin meşadin wê rejîma Îranê bi hovîtiya xwe ve komkujiyên pir mezin pêk bîne. Serhildanên ku di nava van çend rojan de hatin kirin, bi pêlek pir mezin ve despêkir û di asta herî jor de ne razîbûna gel a li himberî vê sîstemê da diyar kirin.



    KJAR