• تاگەکان: , ,

    RAMANÊN AZAD DI GIRTIGEHAN DE Û DESHILATDARÊN DI ZINCÎRÊN DESTHILATDARIYÊ DE DÎL!

    27 ئاب, 2022

    Carinan hewce ye ku em di hişê xwe de ravekirineke nû ya peyvên ji berê diyarkirî bikin; Ji ber ku kiryar wateyek hêjatir û binirxtir û di heman demê de wateyek nû dide van peyvan. Çalakiyeke ku wê her peyvekê bike hilgirê wateyêk giran ku wêjeyek,ramanek û çandek biafirîne! Rewşa van rojên zindanê û berxwedana girtiyan bi taybetî jinan mînaka hevoka xweş û navdar a “Berxwedan jiyan e” ye. Lê çima û çawaniya êrîşên rejima dîktator a Îranê û  şêwaza nêzîkatî û helwesta jinan li hember êrîşên fikrî-ruhî û fizîkî yên ku diqewimin, mijareke ku hewl hatiye dayîn di vê gotarê de bê lêkolînkirin.

    Zîndan lekeyeke reşe li ser eniya dewletê…

    Zindan encama plan û kiryarên pergala desthilatdar e ku hewl dide cihêrengî, piralî û pirrengiyê bitepisîne û li şûna wê xeniqîn, bêdengî, tirs û herî dawî jî  tiştên  ku neyên gotinê, pêş bixîne. Dîwarên bilind û mîleyên hesinî yên girtîgehê ji aliyekî ve, û ramanên cemidî û îşkenceyên cor bi cor ên kesayetiyên desthilatdar û kesên girêdayî rejîmê li dijî girtiyan ji aliyekî din ve, hemû bi vê armancê tên kirin. Lê çawa?

    Beriya her tiştî divê bê gotin ku polîtîkayên îcrayê yên desthilatdariya li hundirê Îranê – kîjan sazî be – hemû ragihandina şer a li dijî civakê ne! Şerê ku pergala zilam-navendî li mal, kolan, cihê kar û  li zindanê daye meşandin, hemû xelekên vê zincîra îşkence û çewisandinê ne. Di heman demê de girtîgeh navenda şerê taybet e ku ji aliyekî ve pêşî li ramanên dijber digre û ditepisîne û ji aliyê din ve jî hewl dide van ramanan ji civakê dûr bixe û bi vî awayî teslîmiyetê jî di mejiyê gel bide runîştandin. Weke ku  bêje tenê ewe ku di meydanê de heye û kes weke hevrikê xwe nabîne û yên din hemu teslîmê wî ne. Ji ber vê yekê cihê sûcdar û bêguneh tê guhertin. Li Îranê zilamê tecawizkar azad e û jina ku êrîş lê tê kirin jî di girtîgehê de ye. Yê ku behsa mafê xwe yê cewherî bike dê bê darvekirin û yê ku hikmê wê dide  dê bi azadî fermanê bi cih bîne. Kesê ku nasnameya xwe ya rastîn bixwaze dê bikeve girtîgehê, yê ku teslîmê biryara nasnameya sexte ya dewlete dê biaxive. Yê ku îtîraz dike neçar dikin ku îtîraf bike û mîna ku bibe dersa ibret nîşan didin, yê çaplûsî dike, wî dikin nimune û bi nav u bang dikin. Di van çend salên dawî de gelek jin bi navên curbecur ketin zindanan, jinên ku aktîvîstên mafên mirovan, jin, kirêkarî û jîngehê bun . Jinên ku ji bo avakirina civakek azad û bê cudahî ji bo parastina mafên xwe û yên weke xwe bûn pêşengê hemû serhildan û xwepêşandanan. Lê Îranê li hember wan çi kir? Yê ku îtîraz kir, weke Moharib û dij bi nirxên nîzam pênase kir, û bi girtina wan û sepandina siyasetên wekî nedîtina  malbat û parêzerên wan, veguhestina bo hucreyên takekesî, heqaret û  biçuk xistin, lêdan, vekirina dosyayên nû, derxistina hukmên nû, sirgûnkirin ji bo girtîgehên dûr ji bajara wan û veşartina rewşa wan wek şerê taybet li hember jinên girtî, malbatên wan û hemu civakê tê meşandin. Bêguman van mijaran beşek biçuk ji pirsgirêkên jinan di girtîgehê deye ku pêre tekoşîn dikin. Wek mînak girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku niha di zindana Yezdê de ye, ev nêzî 1000 roj in ku agahî jê nayê girtin, di van salan de rejîmê gelek caran hewl da ku îradeya Zeynebê bi rê û rêbazên cuda bişkîne û nehîle berxwedana wê pir biteyse, lê li hember vê yekê hîç ku rejîm nikarî bigihîje armanca xwe, belku bi tekoşîna ku zeyneb di van salan de pêş xist bu mînakek mezin ji bo hevalên xwe.Di rastî de, bi berxwedana Zeyneb û jinên din ên çalak re hem polîtîkayên hikûmetê hatin wala derxistin û hem jî planên kontrolkirina fikir û ramanên jinan bu lekeyek reş li ser eniya hakimiyet ku qet ji holê ranabe.

    Ev girtîgeh ne cihê poşman buyinê ye û ne jî cihek ji bo jiyana normal, ev girtîgeh cihê xuliqandina fikir û  piratîkê ye…

    Tevî hemû pênaseyên reş ên ku dewleta Îranê ji bo zindan û girtiyên siyasî pêşkêş kirine, lê girtiyên siyasî di dîroka têkoşîna xwe de nîşan dane ku ji bo rumeta xwe, canê xwe jî didin. Em dizanin jinên ku di dîrokê de sêdare bune, îdamkirina wan ji bo xwe nasînê û mezinkirina têkoşîna jinên din bûye tetik, çirûsk û pencereyek! Di van salan de sîstemê bi xwe jî fêm kir ku bi çewisandin, cezakirin û îşkenceyê êdî nikare fonksiyona xwe ya astengkirin, çavdêrî, serdestî û kontrolê zêde bike. Ev mijar bi lêkolînkirina serpêhatiya a jinan hem di girtîgehê de hem jî piştî derketina ji girtîgehê baştir tê fêmkirin. Jinan girtîgeha Îranê veguherandin cihê perwerdekirina xwe û  hem nowên xwe û cihê fikir û çalakiyan. Her jinek ku dikeve girtîgehê hêviyê ji girtiyên din digire û li ber xwe dide. Helbet Îran jî vê yekê baş dizane, ji ber wê jî hewl dide girtiyan reş bike da ku kesên din nekevin dewrê. Ji ber ku haya wî jê heye ku civak li girtîgehê dinêre! Civaka ku pêşengên xwe mînak digire, asta daxwazên xwe bilind dike û qet bêdeng namîne. Civaka ku ji asta tekoşîna pêşahengên xwe haydar be û jê bawer be, ne tenê ji girtin, îdam û îşkenceyê natirse,  belku bi zarokên xwe jî serbilind e, ji ber ku dizane ku ew bêdengî ye ku wan ber bi mirinê ve dibe ne lêgerîn li pey nasnameyê xwe! Dizane ku divê ji bo mafê ku ji destê wê hatiye standin têbikoşe. Ji bo civakek ku haydar buye veşartin û red kirina tekoşinê şerme neku ketina girtîgehê! Civaka ku zana bûye baş dizane ku teslîmbûna li girtîgehê mîna mirinê ye û hazire were li sêdare dan ku jiyanek azad bixolqîne. Ji ber vê yekê malbatên gelek girtiyên siyasî jî li kêleka çalakvanên din di qadên cuda de tekoşîn dimeşînin. Jibilî wan mijaran, girtîgehên Îranê jî bûne cihê yekitiya jinan û hevnasîna têkoşîna hev. Jinên ku bi hev re êşên hevpar ên xwe û civaka xwe fêhm kirin û li dijî ew weşartin û wenda kirina ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye ferzkirin bûne qêrîna hevpar a hemû jinan. Ew jî vê yekê baş dizanin ku daxwaza gel ji pêşengên xwe, erkek giranbuha  ser milê wan ku piştî vê jî divê ji berê bi wêrektir û were pêk anîn.

    Rozerin Kemanger



    کژار