• ASÎD DI IRANE DA BUYE ŞEWAZÊ ÎNTIQAM KIRTINÊ LI JINAN

    28 ئایار, 2017

     Îran dixaze bi asîdê jinan di malan da hebs bike u ji hemu mafe insaneti qut bike ,rejima iranê ku tu car maf bu jinan nas nekiriye tene pirojê wan ewe ku bi çi şêwazî serkob bıke u bedeng bıke ,qeşre ku herı zede dıbe qurbanıî vê zêhniyeta nîjadperest , her roj rastî zext,îşkence , be mafıye tên jının ,di şexsê jın da nirxê cıvakê têk dibin dıxazin cıvakê durpêç bikin u teslimî zehniyeta xwenî bêmafî ,bê edaletî bikin.

     

    sıyaseta komara dîktator ya îranê dı asta herî jor da dijî jın, dıjî demokrasî, dijî gelê azadîxaze,ji bu wê her roj dı bajarekî îranê da xebera asîd rijandina ser rûyê jina belav dibe ,asîd bûye tehdîdekî cidî li hember jinan ,hemu şêwazê dijî mırovatıyê dı îranê da li ser jın birêva diçe,bê guman ev siyasetekî bi sîstematîk yê dewleta îranê ye li ser jinan ,ji saziyê dewletê bıgre heta di nav malbatê da asîd buye şewazê çav êtirsandina jinan ,bê hîcabî kırne behane ku çawa bixazin êrîşî jinan bikin ,ji ber ku dervayı qanunê wan derketiye qanunê ku tu mafekî jın têda nine ,belku qanunekî dijî jine ,zagonên ku tenê xizmetî zêhniyeta nijadperest dike ,ji bu wê dema her car îmam cumey bajarê îranê dı xutbeyê xweda gef ji jinan dixun, êrîşê weke asîd u cur be cur ser jinan tê meşandin ,ji ber ku sîxorên wan ku di nav gulan u sazıyada cîh digrin van gutınên îmaman bu xwe weke telîmat dibînên.

     

    dema li îsfehan hemleya asîd rijandinê ser jinan dest pêkir ev qanunekî taze yê dijî jin lı piranî bajarê îranê belav bu, ev jî bi başî dide diyar kirin ku yek zêhniyete ku di sertaserê îranê dijî jin birêva diçe ,ew kesê ku asîd rijandin ser rûyê jinan ne ku nehatin ceza kirin belkû hatin xelat kirin u serbest digerin ji ber ku ew kesana zagunên îranê pêk anîn ,ji bu wê car din îmam Cuma yê îsfehan di xutbeya ev hefteyêda dibêje eger hukumet jî nikaribe pêşiya serbest gerandin u hîcaba jin bigre ,gel bi xwe qebul nake , car din peyama çi dixaze bide jinan,ev heman îmame ku 2015 piştî gutinên wî zencîra asîdê dest pê kir ,gelo ev gelê ku dıbêje kêye sîxorê wanin ku di nav golan u sazıyan da cîh kirine ,heman 7,hezar hêza polîsên exlaqî yê veşartî ku resmî hate îlankirin ev polîsana bi cilên şexsî digerın u li ser navê ku çi dijî exlaqê zagunên îranê bibînên heqê wanî êrîşê heye , bi taybetî ev hêza ser esasê ku jinan di kolananda kontrol bikin di seyaran da bê hîcab bibînin êrîş bikin .

     

    rêjîm dixaze terzê asîd rijandinê bi destê mêr têxe nav malbat u hemo sazıyên civakê,ev terzî jî pir reaa dide nîşandan,heta teşvîq dike,ji bu wê pêwîste hemo gelên îranî li hember van êrîşênan bê bertek nemînin, ne tenê jin dibe qurbanî , belko hemo gel dibe qûrbaniyê vê siyasetê, kesê ku rastî êrîşê van tên,jinên ku dixazin bıbın xwedî îrade u serî rêjîma desthilat ra natewinin , jinên ku dıxazın rolê wan hebe di hemu beşê civakê da ,jinên ku bu edalet ,wekhevî u mirovatiyê îsrar dikin ,rêjîma desthilat jî tirsa ku ji vê potansiyêlê jiyan dike heta ji destê wan tê di zîndanan da îşkence rohî u fizîkî ser wan bi rêva dibe ,zext u şîdeta ku di nav malbat da ser jın tê meşandin tu car curm nabine ji ber ku herema takekesi ya baviksalarî ya mêr dibîne , bi madê hoşber di mekteb u zanguyan da dixaze mêjiyê wan poç bike dijî nirxê civakê bikar bîne,dema ev jî nikaribin di kolan u îdarên dewletîda asîda ku zêhniyeta wan derdixe ber bi çav her kesî dirijînin ser çavên jinan, nimunê herî dawî jina bi eslê xwe azer, roya dîbvend, li bajarê ûrmiyê ku rastî ev kiryarên dervayi mirovatiyê hat ev jî bi başî dide diyar kirin ku di îranê da ferq nake tu ji kêjan netewî bî ,jin bî xwedî îrade bî bi asîd u zextê cur be cur te perçiqandin .

     

    her wiha evsal jin pir zêde bi şelaqa tên cezakirin ev jî pir bi vehşiyane zêdetir ser keçên emrê wan biçokin tê meşandin,dixazin jin bi şelaqa tembîh bikin.ev êrîşanan jî bı gurî qanunên îranê birêva diçin, ev jî netehemolkirina rêjîmê hember hêza jina ye .

     

    ji bu wê pir zeroriye ku heza jin di nav gelê îranîda bibe yek bi yek dengî rêxistinên xwe xwert bikin bi yek rihî em tekoşana jinan dijî zêhniyeta desthılat bilintir bikin,derdê jin hevbeşe ,êrîşên ku jin rastî tên ferq nake kurd,bî fars bî azer bî her yek zêhniyete ,bu wê pêwîstî bi tekoşanekî hevbeş yê jinan îranî heye ,her çiqassî em dengê xwe yek bikin tekoşîna azadiyê bilintirr bikin.

     

    emê dawî ji zêhniyeta baviksalar ya jin kûj bînin, jinên îranî ji her demê zêdetir xwedî hêzin u ji bu mafê xwe bigrin bi îdiane,ji bu ku mafe were kirtin pêwistî bi yek dengî u xwe birêxistin kırın heye.



    KJAR