• تاگەکان: ,

    Hemû Kêliyên Bi Xeyal Kirina Te Min Jiyan Kirin

    18 ئایار, 2019

     

                Nalîn Bêrîvan

    Ji bo bîranîn salvegera şehid Nalin Karker re.

    Gelek kêliyên ku min dixwest bi te re  jiyan bikim û ez dereng dimam.  Ji bo ku ez negehiştim te her tim dilê min xemgîn bû.  Dema ku min xwest ez dayîka xwe fêm bikim wê demê dayîka min nebû di jiyana min de.  Dema ku em zarok me her tim digot; “dayîka me ji me hez nake, ji bo wê tevlîbûye.”  Me wê demê ew dewlemendiya di dilê dayîka xwe de keşîf nekiribû.    Ji ber ku ne dixwest tenê bibe dayîka Nalîn û Xeyrî.  Dixwest bibe dayîka giştî zarokên Rojhilatê Kurdistan’ê.  Lê me bi wê hêstên xwe yên zaroktîve dayîka xwe tenê ji bo xwe dixwest.  Tenê me xwe difikiriya.  Me nedizanî ku pêwîstiya zarokên din jî bi keyfxweşiyê heye.  Tenê me dixwest rûyê me şa bibe û tenê bila em bi coş bin li gel dayîka xwe. 

     

    Sala 2002’yan dayîka me ji bo tedawî hat Wargeha Şehît Rustem a Mexmûr ê.  Tendurustiya dayîka min nebaş bû û ji bo wê hatibû Mexmûrê.  Ji bo min jî fersendeke baş çêbû ku ez xwe bigihînim dayîka xwe.  Bi hêstên xwe yên zaroktî ve min ji xwere senaryo avakir ku ezê çawa dayîka xwe birevînim.  Min bi rojan mejiyê xwe diteqand.  Ka ezê bi çi awayê dayîka xwe birevînim.   Ji ber ku min pir dixwest dayîka min nêzî min be lê viya bi çi awayî pêk nedihat.

    Ez wê demê 9 Salî bûm lê di fîzîk de 7 salî dîyar bûm.  Min wê demê dizanî şaşe ji bo wê jî tirsek mezin di dilê min de hebû.  Piştî ku min di mejiyê xwe de seneryoya revandina dayîka xwe çêkir ez bi meşeke gavên giran ku serê min ji laşê min girantir bû ez çûm li gel dayîka xwe.   Wê demê ji serê xwe heta lingê xwe ez direciviyam ku ezê çawa ji dayîka xwere bibêjim wî derdê bê derman.  Piştre ez bi hemû hêza xwe ve derbasî hindir bûm.  Dayîka min ber bi min ve hat.  Dema ku ez dîtim weke ku bêje tiştek heye li min mêzand.  Ez çûm min wê himêz kir û li kêleka wê rûniştim.  Min nedikarî ez çavên wê temaşe bikim.   Li ser esasê ku ezê dayîka xwe birevînim min ji aliyê xwe de mijar cidî girte dest.    

    Lê aliyekê din jî wijdanê min di êşiya.  Dema ku ez rûniştim hevalên din derketin û gotin; ‘karê me heye.’ Min jî cihê rûniştina xwe hîn xweştir kir û min got fersende ku ez bêjim. Ya din jî min got dayîka min herî zêde xwe aciz bike û ji min re bêje; ‘li gel min biçe’ Ez dikarim van gotinên dayîka xwe bipejirînim. 

    Min hemû hêza xwe kom kir û ji dayîka xwe re got; ‘dayê ez dixwazim te birevînim.’  Li ser van gotinên min dayîka min ewqas kenek bilind kir ku ez şaşwaz bibim.  Ji ber ku ez li bendê bûm ku ew xwe li ser min aciz bike.  Dema ku kenê dayîka min xelas bû ji min re got; ‘tûyê min di kûderê de birevînî.’ Min jî cidî cidî got; ‘di pencereyêde.’ Dayîka min got; ‘çima şûna tu min di derî de birevînî tu yê min di pencereyê de birevînî?’  Welhasil di wê demê de dayîka min ewqas keniya rengê wê sor bû.  Min dîsa ji xwe re got; ‘dayîka min dîsa ez cidî negirtim lê dîsa jî ez bi xwere axivîm û min dilê xwe rehet kir. ‘dayîka min dilê min nahêle dê bi minre were ku em birevin.’ Di vê navberê de pencere ewqas biçûk bû ku tenê ez dikarîm têde biçim.  Dayîka min nedikarî.  Ango tenê serê wê di pencereyê de diçû.  Ji min re got; ‘deriyekê ewqas mezin heye tu çima min di derî de na revînî tu min pencereyek wisa biçûk de dixwazî birevînî û dîsa kenek ket ser rûyê wê û rûnişt keniya.’

     Piştî wê heval hatin.  Dayîka min ji wan re behs kir ew jî keniyan û derbas kirin.  Dîsa ew tirsa di dilê min de dûbare bû ji ber ku ez hê difikirîm ku dê heval min bigirin. Lê wan destê xwe xist di nava porê min de porê min tevlîhev kirin û çûn. 

    Belê bîranînek min û dayîka min wisa hebû.  Carna tê bîra min û ez jî niha dikenim.  Dayîka min Nalîn him ji bo min dost bû  him hewrê him jî dayîk bû.  Wexta min ev bîranîn dinivîsî min hîs dikir ku ew li min mêze dike û keyf xweş dibe.

                        

     



    KJAR