• تاگەکان: ,

    EMÊ Bİ YEKİTİYA JİNAN QİRKİRİNÊ DAWİ BİKİN

    20 ئازار, 2021

    8’ê Adara 2021 bi hêvîyeke mezin a azadîyê ve hat pêşwazî kirin. Di her salvegera xwe de biryarbûna têkoşîn û ji bo siberojan hêvîyên mezin ê azadîyê tê avakirin. 8’ê Adaran, bi heybeta jinên ku bi vê hêvî û xwestekê qadan tijî kirin re hat pêşwazîkirin.

    Wekî rojeke herî bi wate ya ku jinên hemû cîhanê dibin yek, di dîrokê de cîhê xwe digre. Bi sekna şoreşê wê her cihê xwe bigre jî. Ango wekî ku tê gotin feraset û wateya wekî ku 364 rojên salê ji zilam re, 1 roj jî jinê re ye dernakeve. Wateya vê rojê; carekî din di sala 2021’an de sekna bihêz a têkoşîna jinê û hevgirtina wê hîn bêhtir mezin dibe û ber bi konfederalîzma demokratîk ve diçe. Sekna wê ya girseyî ya di asta şoreşê de û xwedîderketina wê girêdayî vê yekê ye. Bi heybeteke sînoran derbas dike di her parzemîneke cîhanê de derketin qadan. Wekî hêzên azadiyê, carekî din nîşandan ku di guhertina bingehîn a cîhanê de xwedî rol in. Ji zayendperestiyê, netewperestiyê, olperestiyê, zanistperestiyê re carekî din gotin “raweste”. Xala yekemîn û sereke ya taybetiya vê rojê; jin vê rojê veguhertiya roja berxwedan û têkoşînê. Dîsa bi awayekî bihêz danîn holê ku wê teqez rê nedin xeta zilamsalarî. Me dît ku pêşengtiya jiyaneke azad, ne tenê li çar perçê Kurdistanê, li hemû cîhanê pêş dikeve.  Cîhan bi şiyarbûyineke mezin a jinê ber bi şoreşa jinê ve dimeşe. Tevgera Azadiya Jinê bi bandoreke mezin û asta pêşengtiyê ji sedsala 21. re pêşengtî dike. Em deyndarê Rêber APO ne ku ew vana giştî bi me da pejirandin û jiyankirin. Li qadan bi milyonan jin di pîrozbahîya 8’ê Adara 2021’an de, azadîya Rêber APO bi rihekî mezin ê tekoşînê danî holê. Fikrê Rêber APO yê li ser jinê, paradîgmaya jinê astekî gerdûnî qezenç kiriye.

       8’ê Adara 2021’a jî ji aliyê jinên ku pêşengtiya vê paradîgmayê dikin ve li gorî kevneşopiya 8 Adarê bi çalakiyan hate pîrozkirin. Pêşketina paradîgmaya azadîya jin, di 8’ê Adara îsal a bi heybeta şoreşê de bi giştî derketiye holê. Jin, nûnerê rastî ya têkoşîna kedê û çalakvana wê ye. Têkoşîna di pêşengtiya jinê de ya li hemberî rastîya eqlê zilam yê herî paşverû, kûjer, nijadkûj, zayendperest û tecawûzkar, di serî de li Bakûrê Kurdistanê, li çar perçeyê Kurdistanê pêş ket gihîşte lûtkeyê.

    Di roja me de nûnertiya herî sade û mêrokî ya zilamê paşverûyê rejîma Îranê dike. Li her dere cîhanê jin rabûne se lingan. Rejîma Îranê vê heqîqeta jinê tine hesiband û di pîrozbahiya 8ê Adara îsal de carek din ev feraseta paşverû xwe da der. Ev hişmendîya zilamê serwer, ji alîyê gelên Îranê yê qedîm û jinan ve nayê qebûlkirin. Êrîşa ku li dijî jinên li Sine 8ê Adarê pîroz dikirin hate kirin wekî şênber encama vê hişmendiyê ye. Em sekna berxwedêr a jinên Sine ya ji bo 8’ê Adarê û sekna dayikên aşitiyê silav dikin. Em ji demeke ku li Rojhilatê Kurdistanê yekitiya jinên rêxistinî û hevgirtina wan herî zêde bihêz dibe re derbas dibin. Dengdayîna jinên Rojhilatî ya ji bo kêlecan û meşa şoreşê ya jinan pir girîng e. Pêwîst e em giştî rengê jiyana jinan, hevparî û yekîtiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê bikaribin rêxistin bikin. Sekna azadiyê ya 8’ê Adara 2021’an, asta şoreşê ye. Di perçeyê Rojhilatê Kurdistanê de jî em dikarin, rêxistinbûna yekitî û demokratîk a jinê pêş bixin û ji şoreşa jinê re bibin bersiv. Em çawa dikarin bi hincetên din van kiryarên kûjer, nijadkûj û tecawûzkar, polîtîkayên mêtîngeh û êrîşan bidin sekinandin.

             Niha emê çawa polîtîkayên zext û tundî yên ji aliyê rejîma dagirker a Îranê ve ji bo bê vîn kirinê li dijî hemû jinan tê meşandin bidin rawestandin? Bi xwedîderketina rih û berxwedaniya 8ê Adarê teqez em dikarin ji jinên Rojhilatê Kurdistanê re pêşengtî bikin. Di sala 1857an de 129 jinên ku têkoşîna ked, maf û nirx meşandine zindî zindî hatin şewitandin. Îro bi awayekî hîn bi organize û bêperwa li ber çavê hemû cîhanê li dijî jinên Kurd dijminahî tê kirin. Îro li dijî kesên ku li Rojhilata Kurdistanê li dijî qetlîama jinan bêdeng dimînin û dibin hevparê vê qetlîamê jin dikarin bi yekitiya xwe ya rêxistinî zilamê serdest biguherînin. Tu kes nikare li hemberî vîna rêxistinî ya jinan bisekine. Dîroka 8ê Adara tê zanîn û li ser wê pir tişt hatine gotin. Lê jin ne cara ewil e ku bi qetlîaman re rû bi rû dimîne. Di sala 1857an de bi awayekî bêrehm qetilkirina 129 jinan jî ji bo van qetlîaman nûmûneyek e. Dîroka mirovahiyê li ser qirkirin, qetlîam, şewitandin û birina jinan a giyotine hatiye înşakirin. Dîroka zilamê serdest, dîroka sûcên li dijî jinê hatiye kirin, mirin û gorên ku nehatine qeydkirin e. Di vê manê de dîrokeke ku rastî û heqîqetê îfade nake ye. Pir car tê îfadekirin ku yên dîrokê çêdikin jin in, yên dinivîsînin jî feraseta zilamê serdest e. Jin xwedî li dîroka ku feraseta zilamsalarî nivîsiye dernakevin. Ji ber ku ev dîrok dîroka ku jinê tine dihesibîne, qir dike û keda wê xesp dike ye.  

    Jinên ku 8ê Adarê wekî roja berxwedan û têkoşînê îlan kirine, carek din di sala 2021an de ji bo dîroka heyî biguherînin û ya heqîqî binivîsinin û ji bo sedsala 21. bibe sedsala jinê di vê 8ê Adarê de dîsa li qadan bûn. Di jinên Rojhilatê Kurdistanê de jî, potansiyeleke mezin a jinan a di ferqê de ne ku pêwîstî bi pêşengtiyeke rast, hişmendiya azadiyê, polîtîka, hevgirtin, rêxistinbûn û çalakiya hevpar heye. Eşkere ye ku ji bo ev potansiyel derkeve di 8ê Adarê rojeke pir girîng e. 8ê adarê li ser ked û hevgirtina jinan nasname qezenc kiriye û di sala 2021an de êdî hîn bêhtir wate û naverok qezenc kiriye. 8ê Adaran ji rojekî wêdetir xwedî wate û girîngiyekî ye. Ji ber ku, êdî pêvajoyeke şoreşa jinê tê jiyîn. Di rojhilat kurdistanê de bingeha vê wê di pêşengtiya jinan de bê pêşxistin. Dewleta Îranê, bi pêkanînên xwe yên faşîst, militarist, zayendperest polîtîkayên qirkirina jinê hîn bêhtir kûrttir dike. Îdama jinan her diçe li Îranê zêde dibe. Şîrîn Elemhûlî wekî şervaneke azadiyê ji ber ku li dijî pergala faşîst, militarist û zayendperest derket hate sêdarekirin. Îro ne tenê sembola jinên Rojhilatê Kurdistanê sembola hemû jinên Îranê ye. 2021an de jinên Rojhilatî li çiyayên Aviyer daxwazên xwe nivîsandin. Ev qîrîna jinên ku dixwazin azad bibin e. Ji ber vê lazim e em rehenda gerdûnî ya berxwedana jinê li Rojhilata Kurdistanê lêkolîn bikin, berhev bikin û li ser wê zemîna hevgirtin û têkoşîna hevpar ava bikin. Li dijî van politikayan em wekî KJAR ji xwe re esas digrin ku li Îranê şoreşa azadiya jinê pêş bixin, pergala jinê ava bikin û bi vî awayî hêza jin a xweparastinê ava bikin. Li dijî hemû êrîşên pergala zilamê serdest û dewletê (hêza wî ya rêxistinî) avakirina pergala demokratîk a jinan û mayîndekirina têkoşîna zayendî şêwazê me ya bingehîn a xweparastinê ye. Qetlîama jinan û tundiya li dijî jinan qirkirin e û em di bin êrîşa zilamê serdest de ne û jiyana jinê her kêlî di bin gefê de ye. Ji bo vê di her qada jiyanê de zanabûyîn, rêxistinbûyîn û têkoşînkirin pêwîstiya herî bingehîn e.

     Li seranserê cîhanê jin bi rihê rapêrîn a 8ê Adarê re pêvajoya bi heybet a şoreşa jinê li her perçeyê mezin dikin û wekî nêzîkatiyeke mirovahiyê hewil didin dinyayeke ku jin azad e biafirînin. Jin di wê hişmendiyê de ne ku ji bo jiyaneke azad lazim e pergala kapîtalîst hilweşe û bi vê hişmendiyê 8ê Adarê derketin qadan. Rojhilatê Kurdistanê jî bi têkoşîneke ku dîroka têkoşîna azadiya jinê mezin kir, zêde kir, û tevlî vê têkoşînê bû pêşwazî kir. Tevî polîtîkayên zordest a rejîma Îranê jî, 8ê Adarê bi hêz pêşwazî kirin û rêxistinî bûn. Li çar perçe Kurdistanê têkoşîna azadiya jina Kurd tevî berdelên pir mezin jî wekî guloka berfê mezin dibe û êdî pêşengtiya şoreşa jinê dike. Dîsa, rejîma mêtinger a Îranê  li dijî jinan tirseke mezin jiyan dike. Têkoşîna jina kul i Kurdistanê dimeşîne êdî tenê bi Kurdistan û Rojhilata Navîn re sînordar nîne. Asteke gerdûnî qezenc kiriye.

    Ji ber vê, berxwedana jinên Kurd ewqasî bi heybet, dîrokî û fêrker e. Ji bo ku mirovahiyê ji şerrê xirabiyê, jinan jî ji qirkirina eqlê zilamê serdest xilas bikin jinan 8ê Adarê li her derî têkoşîna azadiya jinê bilind kirin. Êdî, hêza zilamê serwer nikare şoreşa azadiya jinê bide sekinandin. Li dijî hemû polîtîkayên zordest û tund jin di serdemeke ku berxwedaneke mezin dihûnênin de ne. Her wiha li dijî dijminahî û nêzîkatiyên jinan li her derî bi awayekî serhildanê têkoşînek hat pêşxistin. Em bi kesên ku li ser navê me tevahî li ber xwe didin re bibin yek. Ji bo yekitiya jinan rêxistinî bibin. Her dema ku me vêya ser xist, emê bikaribin riya xilasbûna ji eqlê zilamê serdest ê ku jinan zindî zindî dişewitîne û qir dike vekin. Di serî de wekî jinên Rojhilatê Kurdistanê em di ferqa hêz û mezinbûna hebûna xwe de ne. Tevî hemû zextan jî em 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li rih, hest û dilê berxwedêr ên gel û jinên Rojhilata Kurdistanê  carek din pîroz dikin. Em vê biharê bi azadiya Rêber Apo pêşwazî bikin! dîsa bi îddîaya gelê ku bûye gelê newrozê re, em ber bi sedsala jinê, şoreşa jinê ve dimeşin!



    KJAR