• تاگەکان: , ,

    ZEWACA KEÇÊN TEMEN BIÇÛK, QIRKIRINA JINÊ YE

    31 ته‌مموز, 2021

    Bi ketina sedsala bîst û yekem re, nakokiya herî bingehîn ku pêş ket nakokiya cins bû.Dîsa nakokiyên ku li ser jinê şikil digrin, wek çandî, civakî, siyasî dibin bingehê qirîzên mezin yê civakî. ji vê sedemê, nêzîkatiya li pirsa jin jî li her perçeyê, di eksena qirkirina siyasî de tê jiyan kirin. Wek Rêbertiya me dibêje: “Sedsala 20’mîn sedsala jinan e”. Ev  pêvejoyek birdozî ye.  Ji ber vê yekê pergala desthilatdar a zilam, polîtikayên xwe bi aweyekî sîstematîk li ser dijminatiya jinan pêş dixe.

       Ev nakokiyê civakî hemû li ser  hebûna jinê ava bûne. Windakirina  jinê  di vê wateyê de pir bi kok  û hebûniye. Berdewamiya pergala zilamsalarî ya desthilatdar bi rewşa jinê ya wek çin û netew û cinsê yekem ku hatiye metîngeh kirin û perçiqandin re  bi berdewamiya vê rewşê re dikare xwe li ser piyan bigre. Dîroka desthilatdariya zilam, ku li ser esasê milkirina hilberîn û berhemdariya jinê re pêş ket. Ji bo berdewamiya pergalê diyardeya milkiyeta taybet pêş xist. Ji bo perdewamî û pêşxistina pergalê  pêwîstî ditin ku jinê, di bin kontrola pergala- dewletgerayî-cinsiyetgarayî de bihêlin.Bi vî awayî li ser jinan meknizmeyên xeternak ên kontirolê hatin avakirin. Bi vê yekê bedena jinê û cinseltiya wê, malbat, perwerde, huqûq, tib(bijîşkî), ziman û ol di serî de bi riya hemû saziyên civakê re her tim dibin venêrî û denetimê de hate hiştin. Bi vê hişmendiyê, jinan komkujiyên mezin jiyan kirin. Heta niha jî ev feraset û pêve girêdayî pergala ku pêş ket bi berdewamî niha jî jinan qetil dike. Feraseta hezar salî a zilamsalarî û netew dewlet ku temsilciyê wî ye, jin girtiye nav dorpêçeke çandî û civakî. Jina ku ji bedena wê bigre heta giyana wê, ji giyana wê hata hestên wê, ji hestên wê bigre heta fikrê wê bi torên desthilatdaran hatiye dorpeç kirin û di nav cendereya mirinê de hatiye hiştin. Avahiya dewlet netew bi vê yekê  jinê aniye halê nasnameyekî bi qirîz. Di roja me ya îro de sedemên qirîzên civakî ku mirovahî jiyan dike û bingehê hemû tengazariyên heyî, rastiya nasnameya jin a bi qirîz e ku ji aliyê pergala desthilatdar, dewletgerayî û cinsiyetgerayî ve hatiye avakirin. Ev rastiya nasnemeyê bi qirîz di civakê de dibe sedem ku di asta cinet de buhranê mezin ên ahlakî bên jiyîn û hilweşîna exlaqî pêk were. Ev torên desthilatdar ku jinê dorpêç kirine rojane jî jinê li gor menfeatên zilam, bi istismarê re rû be rû dihêlin, di jiyan û têkiliyan de jî bi şexsiyetê tacîz û tecawûzkar re jî dixwazin jinan bitirsînin.

            Êrîşên ku li hemberî jinan pêş dikevin di pêvejoya modernîteya kapîtalîst de hatiye rewşekî sîstematîk. Bi rêbazên bê axlaq li hemberî hemû jinan, bi şêwazên cûr be cûr şîdetê bi riya tirs û xofê didin meşandin. Dixwazin cinseltiya wan bixin bin kontirolê û sitû bi wan bidin tewandin.

         Niha li gelenperiya cihanê bi hezara jin yan şerê ku dewlet pêş dixin yan jî ji aliyê saziyê deweletê yên jêr û jor ve ku şîdeta sîstematîk pêk tîne re rû be rû diminin, li gel wê  jî ji aliyê hevjîn, bav û bireyên xwe ve lêdan dibînin û bi tûndiyê re  rû bi rû dimînin. Hin ji wan di bin navê namûsê de tên kuştin, hin ji wan jî tên tecawiz kirin û li daristana tên avêtin, sitûyên hinek ji wan  jî tê jê kirin, hin ji wan tên recm kirin, li situwê hinek ji wan werîs tê alandin, hinek ji wan jî di bin bombeyan de tên kuştin.  Hinek ji wan jî di temenê piçûk de tên zewcandin. Bi hezara jin rastî tecawizan tên, bi pêkanînê taybet tecawiz tên pêş xistin.Di bingeh de kûr kirin û  dijminahiya li hember jin, plan û stratejiya bi rêxistin kirî a dewletan e. Jin tên şewtandin, zarokê keç tên zewcandin, îşkence dibînin, di bin çavan de tên winda kirin yan jî tên revandin. Fuhuş û sixe bi zanebûn tê belav kirin û pêşxistin. Bi hezaran jin di çirava fuhûşê de asê mane û niha fuhûş di pergala şaristaniyê de veguheriye sektorek ku jina tûne dike. Bi hezara jin mahkûmê bê kariyê hatine kirin û keda wan hatiye desteser kirin.

    Dewleta Îran a ku di serdema mahşer û hovane ya pergala zilamsalarî de zilmê- zalimtiyê,  kiryarên bi hişmendiya daiş û fêlbaz, nirx nenas û hovana ku hemû vana di xwe de kom dike, bi qirkirina jinê, bi qirkirina civakê re domdariya pergala xwe pêk tînê. Cihê teror û wahşeta zilam ku di asta herî jor de tê jiyan kirin jî dewleta Îran a dagirkere ku îro nahêle jin nefesê bistîne. Dîsa rojane bi îşkenceyê, komkujî û bi her cûre êrîşan re rû bi rû dimîne. Di zindanên Îranê de îro bi hezaran girtiyên siyasî yê jin hene. Di serî de Zeyneb Celaliyan li hember hemû girtiyên jin bi hemû cûreyên îşkence û pîskolojîk ve pêkanîna şerê taybet û êrîş pêk tînîn. Em van şeş mehên derbasbûyî de li peyê xwe dihêlin, di nav van şeş mehen de  hijmara jinên yan xwe kuştinê yan jî  sûsa(xemla) intîharê lê hatiye dayîn 400 e. Di nav van şeş mehan de çarsed jin hatine qetil kirin. Ev yên fermîne. Lê belê bûyerê ku ne hatine dîtin û nayên zanîn pir zêde ne. Lewma;  zagonê rejîma faşît jinê li her qadê jiyanê qetil dike û lê dixe.

         Em dizanin ku bi hezaran jin ji ber zagonê cinsiyetgerayî û desthilatdariya zilam pêk neanîne hepsa heta hetayî li wan hatîye birîn û di aliyê din de jî ji ber bi dahan jin guh nedane hişyariyê cil û bergê ku li wan hatine ferz kirin, asîd avêtine rûyên wan. Bi dehan jin li kolana bi erdê re hatin xişikandin û bi tundiyê re rû bi rû mane. Çawa ku tundî li Îranê xistine perçeyek ji jiyanê, dixwezin vê bidin fêrkirin. Civak hîn di temenê piçûk de tê teslîm girtin. Îradeya wê tê şikandin, rêbazê wan yê herî bingehîn ew e ku pêşiya pêşketina civaka azad bigrin. Zalimtiya zilamê desthilatdar û helwesta bê exlaq a pergalê bi vî aweyî jî derdikeve holê.

    Dewleta Îran bi vê re jî sînordar nemaye. Bi pêşxistina zagonên cinsiyetgerayî re zewaca zaroka  jî rewa dike. Bi gotina“ Di temenê piçûk de zewicandina zarokên keç helal e.” Cînayetê jinan û  politîkayê qirkirina jina pêk tînê. Dibe mînakên eşkere ya bê exlaqiyê, vahşetê û tirsê. Ew tirs û êşa di çavên zaroka de, di dilê me jinan de jî hinek din tovê êşê dide çandin. Cîhana ku em tê de ne, pergal û cîhana zilamê deshilatdar e. Ev cîhan, ev pergal di her qadê jiyanê de bi berdewamî, ji her temenî  jinan qatil dike û lê dixe. Ev zagonên bê perwa, wahşî û cinsiyetgerayî yên rejîma Îranê ku dijminê jinê ye di aliyê aborî de jî herî zêde keda jinê bi mijokdariyê re rû bi rû dihêle. Jin li Îranê hêza kar a erzan tê dîtin û keda wan tê xwarin. Cihê herî zêde zarok mecbûr dimînin  ku zû mezin bibin Îran e. Zarokên keç hîn pênc-şeş salîne mecbûr tên hiştin ku kar bikin. Di serî de ked û bedena zarokê ku di çêkirina ferşan de kar dikin û di nav baxçan de kar dikin tên îstîsmar kirin û keda wan tê xwarin. Di serî de hemû keda jin a li qada çand û hûner û yetenekê(behremend) wê di bin çavdêriyê de ye.  Bi zagonên cinsiyet gerayî re jiyana jinê her ku diçe tengav, sînordar dibe.  Jin li malê, li cihê kar, li kolanan bi polîtikayên cinsiyetgerayî ve hatiye dorpeç kirin.

    Dewlata Îran, bi kiryarên xwe yê faşîzane, milîtarîst, cinsiyetgerayî, politîkayê xwe yên qirkirina jinê hîn zedetir kûr dike. Her ku diçe idamên(sêdare) jina li Îranê zêde dibin. Şîrîn Elemhulî wek şervaneke azadiyê, ji ber li hember pergala faşîşt, milîtarîst û cinsiyet gereyî derket hat îdam kirin. Îro ne tenê bû sembola(remzê) jinên Rojhilat, bû sembola hemû jinên berxwedêr ên Îranê jî.

        Bi vî aweyî; pêkanînên rejîma qirker a Îranê yên derveyî mirovahiyê bi tu aweyî di çerçeweyeka zagonî de wek sucekî adlî em nikarin bi dest bigrin.  Di dawiya dawî de hemû sûçên ku adlî pêşdikevin jî di encamê  feraseta pergalê ya ku  her ku diçe axlaqa civakê têk dibe ferasetê  cinsiyetgerayî şîdet û tecawûz pêş dixe ye. Ruxmi ku rewş wisa ye jî pergal  rewşa ku wî afirandiye  dixweze bi jinê bide  kişandin û bi cezakirina jinê re armanca bingehîn ewe ku  polîtikayên xwe yê derveyî mirovahîyê û qirêj di bin navê hûkuqê de binixumîne. Çawa ku di pir mînakan de tê dîtin wek ‘ tu bêyî tecawiz kirin jî tu yê ji qedera xwe re razî bibî û sîstema bavik salarî lêpirsîn nekî.’ Yan jî bi nêzikatiyên wek ‘bi carekî çi dibe’  bi şîfreyên desthilatdar, faşîst û cinsiyetgerayî re dixwazin bandor li ser şaneyên civakî bikin. Ev êrîşa kirêt, cînsî û hovane wek berdewamiya êrîşê din pêş ket. Ev êrîş bi zanabûn, bi rêxistinî û bi armanc pêş dikevin. Mînaka yek ji van êrîşan jî keçekî Kirmanşanî ya ku ji aliyê birayê xwe ve tê tacawiz kirin, ew jî encamê kiryarê dewleta Îranê ku li hember jinê pêş dikevin e. Ev hemû yek bi yek bê nirxandin jî em nikarin van şexsî bi dest bigrin. Vê vahşetê pêşxistin re di bingeh de, dixwazin di nav şaneyên civakê de çi bidin avakirin divê ev şîfreyên desthilatdariyê baş bên tehlîl kirin û rastiyê ku dixwazê bi civakê bidin elimandin, bidin ferq kirin. Tenê ketina ferqê jî têr nake. Di bingeh de li hember van nêzîkatiya tiştên pêwîste bên kirin, bê pratîk kirin û bê rêxistin kirin. Wek rastiyên jê neveger li hemberî me disekinin. Di bingeh de, ev hemû neyên kirin, zihniyeta qirker a li ser jinê tê meşandin em nikarin biguherinîn. Bi sekna xwe ya tekoşînê, emê hişmendiya qirkir biguherînin.

           Pergala dewletgerayî û desthilatdar di her qadê jiyanê de li hember jinan di nav hişmendiyekî topyekûn êrîşkariyê deye. Ji ber vê yekê şîdeta ku eawqas li hember jinê tê meşandin, berpirsyarê van êrîşan pergala zilamê desthalatdar û civaka ku wê pêk tînê ye. Di vê wateyê de ji bo rizgariya jin û azadiya wê tekoşînekî topyekûn li hemberî hişmendiya desthilatdarî, dewletgerayî, cinsiyetgerayî û hemû saziyên wê xaleke bingehîne.

    Heya ku ev pergal avaniyê wê neyên guherendin, kolebûna jinê, îstîsmara wê, meta kirina wê û wek kombûyîna wan polîtîkayên qirkirina jinê wê berdewam bike. Li hember van polîtikayan wek KJAR  li Îranê şoreşa azadiya jinê pêşxistin û pergala jinê avakirin, hêza cawherî avakirin em esas digrin.  Bi vî awayî hemleya me “Li Dijî Sêdare û Qirkirına Jin Dema Parastina jiyana Azad e.” Hemle, bi mijarê cûrbecûr, pêlên şîdetê ku li hember jinê tên pêş xistin û dijmintiya ku li hember jinê pêş dikeve  wê bigrê dest û li hember wê tekoşînekî yekpare û rêxistinî  emê bilind bikin. Kampanya me ya jin; “ zewaca keçên temen zarok, qirkirina jinê ye” bi ditina van hemûyan re  wê tekoşîn pêş bixine. Girêdayî qirkirina jin, qirkirina civakê wek şerekî topyekûn tê maşandin. Bangawaziya me ji hemû  jinê Îranê re, yekîtî û hevgirtina jinan em mezin bikin. Em werin gel hev, ji bo azadiya jinê em xwe rêxistin bikin, azadiya xwe bi dest bixin. Ji ber vê yekê wek KJAR  em dibêjin ku; li hember zewaca keçên teman biçûk em bisekinin. Vê qirkirinê bi dawî bikin.

    Lewma;  Hemla me ya jin ev demeke berdewam e. Pilanê li ser gelê kurd tê meşandin li her derê heman e. Li ser esasê qirkirinê ye. Di vir de yekîtiya rêxistinî ya jin pir stratejîk e. Ev şerê qirkirinê, siyaseta ku li  hemberê jinê tê meşandin li ser bingehê katliamê ye. Di vî alî de, lingekî vê jî li civaka Îranê de ku li hemberî jina pêş dikeve, di temenê piçûk de zewaca keçan e. Ev yek qirkirina jina ye. Li hemberî hemû êrîşên pergala desthilatdariya zilam û hêza wî ya bi rêxistin kirî dewlet ku dixwazê hebûnê tûne bike, pergala demokratîk a jin û domdariya tekoşîna cins şêwazê bingehîn yê me, parastina cewherî yê. Komkujiyên li ser jinan û tûndiya li ser jina wek qirkirin ku tê tarîf kirin, em di bin êrîşên desthilatdariya zilam de ne û jiyana jinê her tim di bin xeteriyê de ye. Mînak Gilara Sinê jî ji aliyê dergistiyê xwe ve hat qetil kirin. Li hemberî vê yekê pêwîst bû refleksê civakê di asta herî jor de derketa. Dîsa li Kirmanşanê tecawûz û qetil kirina keça ciwan a 16 salî em ê çawa îfade bikin. Wekî wan bi sedan bûyer hene.  Li hemberê vê refleks, ne malbatî pêwîst e civakî û li ser bingehê azadî û sekneke îsyankar be. Divî alî de di her qadê jiyanê de xwe zane kirin, bi rêxistin kirin û tekoşîn kirin ji bo jina pêwîstiya bingehîn a sereke ye. Bi vê hêz û rêxistinbûyînê re jinên Rojhilatê Kurdistanê xwe zana bikin, xwe bînin rewşa rêxistîn bûyî.

      Pergala netew dewlet ji ber pergaleka baviksalariye di hemen demê de pergala qirkirina jinê, qirkirina civakê û ya xwezayê ye jî. Pergala netewa demokratîk pargala jinê ye. li ser bingehê nûve avakirina jiyana azad, demokratik û aşîtîxwazîyê ye. Divî ali de jin li hember desthilatdariya zilam iradeya xwe ya cewherî, rêxistinbûyîna  xwe ya cewherî û zanabûyînê bi dest bixine di haman demê de tê wateya ku civak jî zanabûna cewherî û îrada cewherî û rêxistinbûyîna cewherî bi dest bixine. Hemû jin li ser bingehê perspektifê netewa demokratîk cudabûyîna xwe, xweseriya xwe, asta zanabûna xwe hin xurtir ava bike û xwê bine asta ifadeyê û li ser vê bingehê rêxistinbûyîna xwe pêş bixe û bine hêza jiyana azad. Bi vî aweyî em pir giring dibinin ku bi aweyekî xurt her kes tevlî kampanya me ya jin bibe. Her kes çi dikarê bike wî bike. Hemû jin divê vê hemleya me ye jinê  û  yekîtiya jinên rixistinbûyî pêş bixinin û pêşengtiya jinên Îranê û Rojhilat  di asta herî jor de pêş bixînin. Em  vê pilanekê  stratejîk ya herî esasî dibînin.

    Em dibêjin ku;  Pergala Netew dewlet di şexsê jinê de qirkirina civakê pêş dixe, lê pergala Netewa Demokretîk jî di şexsê jinê de disa civakekî di aliyê ahlakî polîtîk de nû dike, diguherîne hêza jiyana azad. Pergala dewlet netew di şexsê jin de heqîqeta civakê diveşê re, heqîqetê wek heqîqeta desthilatdaran dide nîşandan. Pergala netewa demokratîk di şexsê jinê de heqîqeta civakê ber çav dike û jiyanî dike. Wek jin, di riya netewa demokretîk de civaka azad, paşerojên azad ava bikin û hemû qirkirinan bisekinînin. Di riya jiyana azad de, azadiya jinê em ê pêş bixinin.

    KOORDINASYONA KJAR  

    31.7.2021



    KJAR