• تاگەکان: , ,

    Îro roja tekoşînê ye

    22 تشرینی دووه‌م, 2021

    Rojnamevanên azad Roşna Dibistanî, pêşkêşvana bernameya Ravîn. Pêşkêşvanê bernameya Hêlê Sê ya telefizyona me Aryen Tv Pêşewa Zagros û her wiha rojnamevan Rûheyv Botan bûn mêvanê bernameyeke taybet a telefizyona me Aryen Tv. Li ser mijara 25’ê Mijdarê, roja tekoşîna li beramber şîdeta li ser jinê nirxandin.

    Awyer Sine

    ‘Tekoşîna Xwişkên Mîrabêl, hê jî berdewame’

    Rojnameyevana Azad Roşna Dibistanî di despêka nirxandinên xwe de tevahî jinên şoreşger ku di vê rojê de canê xwe feda kirine û her wiha jinên ku rêya van tekoşeran berdewam dikin bi bîranî û tevahî jinên ku di roja îro de li berxwe didin silav kir û wiha dest bi nirandinên xwe kir: “ Roja 25’ê Mijdarê roja tekoşîna li beramber şîdeta li ser jinê ye. Ev roja dîroka wê ji çar jinên tekoşer ku bi Xwişkên Mîrabêl, tên nasîn ve despê dike. Sê ji wan xwişkên tekoşer û berxwedêr, di salên 1960’an de bi destê deshilatdaran tên qetilkirin. Xwişkên tekoşer ji ber ku her dem li beramber neheqiyê radiwestiya û daxwaza azadiya jin û tevahî civakê dikirin, deshilatdaran xwişkên Mîrabêl ji xwe re dike hedef û qetil dikin ta ku bikaribin deshilata xwe bidomînin. Ruxmî ku ev xwişk dikarîn ku jiyanek hê rehetir û takekes ji xwe hilbijêrin, lê tu carî serî li vê jiyanê nedan û her dem rêya tekoşîn û berxwedanê hildibjêrin. Çiqas tên girtin û îşkencekirin jî, lê tu carî li beramber deshilatdaran serî ne tewandin û li berxwedan. Eger em îro roja 25’ê mijdarê nas dikin û dinirxînin, berhema Xwişkên Mîrabêle û jinên tekoşere. Ji ber ku bi tekoşîna xwe ev roj ji bo jinan qezenc kirin û êdî ev roj li tevahî cîhanê tê qebûlkirin. Roja 25’ê Mijdarê êdî kete nava dîrokê de û di sala 1999’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek roja tekoşîna li beramber şîdeta li ser jinê hat qebûlkirin. Bi qetilkirina her sê xwişkên Mîrabêl, hêzên deshilatdar negihiştin armanca xwe. Ji ber ku ji wê rojê ta roja me ya îro her dem jinan dan ser vê şopê, li berxwedan û tekoşîna xwe berdewam dikin. Li kêleka vê yekê em dibînin ku deshilatdar ji bo ku wateya vê rojê vala derxin, di vê rojê de jinan qetil, tecawiz û tacîz dikin. Ta ku vê rojê ji dîroka jinan winda bikin û serde bigrin. Ta ku li şûna ku wek roja tekoşînê were pênasekirin, roja şîdet û komkujiyê were nasîn û wateya xwe ya dîrokî ji dest bide.”

    ‘Ev roj pêwîste ku ne tenê roja tekoşîna jinan be’

    Pêşewa Zagros, rojnamevanê azad ku pêşkêşvanê bernameya Hêlê Sê ya telefizyona me Aryen Tv ye. Di despêka nirxandina xwe de da diyarkirin ku eger roja 25’ê Mijdarê tenê wek roja tekoşîna jinan were pênasekirin, şaştiyek herî mezine û wiha dewam kir: ev roj pêwîste ku ne tenê wek roja tekoşîna jinan were pênasekirin. Ji ber ku di kesayeta jinê de li ser tevahî civakê şîdet tê meşandin. Di despêkê de pêwîste ku ev roj weke roja navber ketina di navbera jin û zilam ango qutbûna wan were desgirtin. Bê guman ev jî di dîrok de bi zihniyeta zilam salarî ve despêdike û ta roja me ya îro tê. Ev roj bi xwe di despêkê de li dijî zihniyeta zilam salar ve birêve diçe. Ev zihniyet jî ne girêdayî jine, ne jî girêdayî zilame. Dema ku mirov li dîrokê temaşe bike, dibîne ku bi avabûna sîstema dewletê ve despêdike. Di heman demê de eger em roja îro binirxîn, Rêber Apo di nava nirxandin û şîroveyên xwe de her dem dibêje, ‘Ji bo ku ev zihniyet û sîstem hê zêdetir kûr bibe malbat dane avakirin, ku malbat bi xwe dewleta biçûke.’ Di nava malbatan de bi tayîbet di roja îro de di asta herî jor de zihniyeta dewletê tê meşandin û li ser vê bingehê perwerde tên dayîn. Ev yek jî bê gumna di nava malbatê de li ser zarokan bandoreke pir mezin derdixe holê. Ew bandor jî vedigere û di nava giştî civakê de bi awayekî bi bandor xwe bi cih dike û belav dibe. Eger di nava civakekê de xwedîderketinek li felsefeya jiyana azad nebe, her ku dem derbas bibe zarokên wê civakê bi vî şêweyî tên perwerdekirin û vê zihniyeta zilam salarî dewam dikin. Ev sîstem û zihniyet bi xwe, qirkirina civakê ye. ji ber vê yekê bi qasî girîngiya tekoşîna jinan di vê rojê de ew qas jî girîngiya tekoşîna mêr jî heye. Ji ber ku di nava civakekê de, di erka xwedîkirin û perwerdekirina zarokan de rolê jin û mêr bi yeksanî xwedî rolin.”

    ‘Mirovahî rastî şîdetê tê’

    Rojnamevan Rûheyv Botan di berdewamiya guftugoyê de îşaret bi cûre û rêbazên şîdetê kir û nirxandinên xwe wiha anî ziman: “ Mixabin ku em nikarin bi kurtî behsa vê mijarê ango cûreyên şîdetê bikin. Ji ber ku di roja îro de bi awayekî pir sosret cûre û rêbazên wê derdikevin pêşiya me û berfireh dibe. Di roja me ya îro de şîdet bi pir cûreyên xwe ve tên meşandin. Him di hêla fîzîkî, cinsî û him jî di hêla derûnî de mirovahî rastî şîdetek pir mezin tê. Çi jin be çi jî zarok anî zilam û mirovên temen mezin bin. Îro bi giştî civak rastî şîdetê tê. Bê guman şîdet bi zihniyeta dewletê re ava bûye, şîdet tiştekî girêdayî ango ayidê civak û miravahiyê nîne. Heya mirov dikare bêje ku ayidê tu zindiyekî li ser gerdûnê jî nîne. Bi vê yekê re her ku diçe pîvanên exlaqî yên civakê û hevjiyana wê têk diçe. Mirov temaşe dike, dibîne ku zilam û jinek temen mezin ku bi salane hevjînê hevin. Bi rehetî bê ku ew zilam bihizire û jiyana xwe ya bi salan bi hevre bîne ber çavên xwe, ji ber sedemeke herî biçûk ku koledariyê li ser wê jinê ferz dike û ew jin qebûl nake wê jinê qetil dike. Bi rastî ev bûyerên bi vî rengî ku bûyerên sosretin em rojane pêre rû be rû tên. Bi taybet di roja me ya îro de rojek ango kêliyek nîne ku jinek neyê qetilkirin, tecawiz kirin, tacîz kirin an jî li ser wê şîdetek di asta herî jor de neyê meşandin nîne. Dema ku mirov baş temaşe dike dibîne ku yê vê yekê teşwîq jî dike engo berê civakê dide van kiryaran dewlet bi xwe ye. Dewlet pir bi eşkere jî van di qanûnên xwe de derdixe pêş. Mîna zilamek pir bi rehetî dikare telaq bide, di bin navê namûsê de jinê qetikil bike û pir bi rehetî jî vê yekê bîne ziman. Di vir de yên ku bi navê dadgeriyê anjî yên ku xwe parêzerên mafên mirovan pênase dikin, bi tu awayî tu helwestekê raber nakin û li himber van kiryaran tu hesabî napirsin. Dibêjin eger zilamek jinek kuştibe jî ew zilam mafdare, ji ber ku ew jin qetilkirin heq kiriye. Di temenekê herî biçûk de keçan didin zewcandin û bi vî rengî jî îradeya wan binpê dikin. Bi vî rengî civakê qir û qetil dikin, ji ber vê yekê pêwîste ku her kesek di nava civakê de li himber van kiryaran hişyar be.

    ‘Şîdet şopa xwe li ser derûniya zarok dihêle’

    Pêşkêşvana bernameya Ravîn ya telefizyona me, Roşna Dibistanî bal kişand ser bandorbûna derûniya zarokan di warê şîdetê de û wiha got: “ di roja îro de ji ber ku her diçe şîdet di nava malbat û civakê de zêde dibe, zarok ji vê yekê pir bandor dibin û heya mezinbûna wan şopa xwe li ser derûniya wan zarokan dihêle. Îro dema ku jin û zilamek di nava malbatê de şer dikin û ango şîdetê bikar tînin, zarokên di wê malê de bandor dibin. Bi vî şêwazî perwerde dibin. Êdî wisa dizanin ku di nava jiyanê de her tiş bi riya şîdetê tê bi rêve birin. Ji ber vê yekê jî mirov temaşe dike, dema ku ew zarok mezin dibe bi heman awayî ew jî di nava malbat û derdorê de şîdetê di asta herî jor bikar tîne. Ji ber vê yekê jî bi rastî pêwîste ku malbatên me vê yekê bixin zanebûnê de û li ser pewerdekirin û deroniya zarokên xwe hişyar bin. Îro eger em Rojhilatê Kurdistan û Îranê binirxînin, bi rastî şîdet di asta herî jor de tê meşandin û domandin. Êdî ne tenê di nava malbatê de, zarok li dibistanan de jî nikarin bi rehetî nîrîn û hizrandinên xwe bînin ziman. Ji ber ku di nava dibistanan de jî zarok ji hêla mamosteyan ve rastî şîdetê tên. Ji ber vê yekê derûniya zarokan jî têk diçe. Li kêleka vê dema ku qala şîdetê tê kirin dest rakirin tê ber çavên mirov,lê şîdet ne tenê eve. Ji xwe şîdeta herî kûr şîdeta derûniye. Ku ev şîdet li ser tiştê herî zirav yê mirov tê kirin û mirov tu carî nikare ji bîr bike. Eger dayik û bavek bi awayekî rast zarokên xwe perwerde bikin û wan li bi riya şîdetê terbiye nekin, ew zarok dema ku mezin bibe hevjîn, xwişk anjî keça xwe qetil nake û şîdet li ser wan nade meşandin. Ji ber vê yekê bi rastî jî perwerdeya malbatê ji bo zarokan û derûniya wan pir girînge û pêwîste ku bi vî rengî lê were temaşekirin. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne.

    ‘Dayik ango jin, jiyanê dide’

    Rûheyv Botan da diyarkirin ku bi tayîbet li ser jinên ku bi karên ragihanidn û siyastê dimeşînin, zextên pir mezin tên kirin ta ku jinê sînordar bikin û wiha bi lêv kir: “ jinên ku di karên siyasî û ragihandin de cih digrin rastî şîdeteke di asta herî jor de tên. Ev çi di warê derûnî de be çi jî di warê fîzîkî de be. Mixabin ku di roja me ya îro de ku qaşo em di sedsaleke pêşketî de jiyan dikin, jin bi rehetî nikare di nava siyaset û ragihandinê de cih biger. Ji ber ku dema jinek di van qadan de cih digre êdî dibe amaca deshilataran ku wê jinê qetil bikin anjî bi şêwazên cûr be cûr ve îradeya wê bitepisînin. Di roja me ya îro de dewlet bi riya gef xwarin, zindanî kirin û qetilkirinê dixwazin jinan ji van qadên xwe têde deng û rengê xwe derxe dûr bixe. Ev yek pir bi zelalî li pêşiya çavê cîhanê derdikeve pêş. Ji ber ku jina ragihandin kar kiryarên dewletê ango deshilatdaran derdixe pêş û ji cîhanê re radighîne, dibe hedefa dewletê û tê qetilkirin û zindanî kirin. Ev yek jî di demên dawiyê de di şexsê hinek jinên ku di van qadan de cih digirin û niha di zindanan de ne û hindek ji wan hatine qetilkirin de derdikeve holê. Ji xwe zihniyeta deshilatdar karên mîna siyast û ragihandinê wek karê jinê nabîne. Gotinek hey ji bo jin tê gotin: ‘Destê xwe yê bi hevîr nexe nava karê zilam de.’ Heye ev gotin jî ji bo biçûk kirin û heqaretkirina jinê tê bikaranîn av jî zihniyeta zilam salar daye avakirin ku jin tenê ya mal û xizmeta zilame û tu mafekî wê nîne ku di nava karên derveyî malê bike. Îro dema ku jinek ragihandinkar nûçeyekê di derbarê kiryarên dewletê de dinvîse, tu roja din nûçeya wê rojnamevanê bi xwe dixwînî ku tê dibêje ew rojnamevan li kolanê hatiye qetilkirin,tecawiz kirin an jî zindanî kirin. Mirov vê yekê bi zelalî dibîne ku bersiva deshilatdaran ji nûçeya wê jina ragihandin kar eve, bi vê yekê jinan didin tirsandin ta ku ji van qadan dûr bimînin û wek karê xwe nebînin. Lê di roja me ya îro de bi derketina ragihandina azad re ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo saz kiriye. Dibînin ku hejmarê herî zêde di nava ragihandina azad de, hejmarê jinan e. Ji ber ku jin hebûn û îradeya xwe di nava vê qadê de dibînin û bi vî rengî deng û rengê xwe li cîhanê belav dikin.”

    ‘Deshilatdar, jinê ji qadên siyaset û ragihandinê dû dixe’

    Rûheyv Botan di dawiya vê guftugoyê de bang li tevahî jin û ciwanan kir ku xwedî li hebûna xwe derkevin, xweparastinê bixin zanebûnê de. Ta ku bikaribin xwe ava bikin û bi xwe jî civakê rakin ser piyan. Ji xwe ku jin û ciwan hêz û pêşeroja civakê ne. Di warê exlaqî de tiştî ku exlaqa civakê bin pê dike, li himberî wê tekoşîn bikin û li berxwe bidin. Di roja me ya îro de mirov dikare ciwanên Kurd weke nimûneyekê binirxîne, ji ber ku îro ciwanên Kurd li ser çiyayên azad. Li Zendûra,Heftanîn,Metîna,Avaşîn û her wiha li her derê li ber xwedidin ta ku azadiya xwe bidest bixin. Pêwîste tevahî ciwan vê yekê ji xwe re esas bigre û di hemû qadan de li berxwe bidin li himber şîdetê rawestin. Îro roja tekoşînê ye.



    KJAR