• تاگەکان: ,

    Roja 8’ê Adara Tevahî Jinên Kedkar Ên Cîhanê Pîroz Be…

    28 شوبات, 2020

             

    Dîroka 8 Adar’ê, roja tevahî jinên kedkar ên cihanê, pir bi êşe. Roja jinên kedkar, li dijî Kapîtalîzma ku sedsala 18.’de derketî û di nava sedsalekê de li tevahî cîhanê belavbûyî û bê perva her der dagirkiriyî  wek bertekekê derketiye holê.  8 Adar’a sala 1857’an de li bajarê DYA Newyorkê di kargeha cotton a tekstîlê de 40.000 jinên karker ên raçandinê ji bo ku şert û mercên kar û xebat protesto bikin dest bi grevê dikin.

       

    Ji bo greve bişkînin û pêşî lê bigrin ku ev grev belavê qadên din nebe,  jinên ku di grevê de ne bi awayekî hovane mudaxale tê kirin. Di wê demê de bûyera ku tê jiyan kirin dide nîşandan, kapîtalîstên ku çavê wan derveyî  qezençkirina pere tişteke din nabîne, dikarin çi bikin: Kargeh des bi şewitînê dike. Hijmareke pir kêm jinên karker dikare xwe ji şewitandinê xelas bike.  129 jin nikarin barîkatên li derdora febrikayê derbasbikin û ji febriqeyê derbikevin, di encam de dişewitin û can didin.   

    Ev bûyere dûbarebûyîna modern a, ‘nêçîra pîrebokan’ ku di sedsalên pêşîde li Ewropa û Amerika  hatî jiyankirine. Her wiha  zihniyeta kapîtalîzmê a zilemsalarî  dema ku xwe di metirsiyê de hîsdike wê çi bike dide diyarkirin. Di salên piştî wê jin li dijî kapîtalîzmê dest bi xwe rêxistinkirinê dikin.  26-27’ê Adar’a 1910’an de li Kopenhagê girêdayî Enternasyonala 2. Konferansa navnetewî a jinên Sosyalîst pêk tê.  Pêşengê partiya Sosyal Demokrat a Almanya Clara Zetkin di vê konferansêde, ji bo bîranîna jinên ku 8’ê Adara 1957’an de di febrîqeya tekstîl de jiyana xwe ji destdane, ji bo ku 8’ê Adarê,  ‘’Internatinol Women’s Day- roja jinan’’ were bîranîn dixe rojevê  û ev pêşniyare bi yekbûna denganre tê qebûl kirin.

    Roja jinan di gelek welatan de her sal tê pîroz kirin.  Salên despêkê de ji ber dîrokekî nehatibû selmandin her sal di despêka biharê de di gelek welatan de tê pîrozkirin. Biryara 8 Adar’ê roja jinên kedkar jî di sala 1921’de li moskovayê  li darxistina 3. Konferansa jinên navneteweyî de di be biryar.  Di konferansa 2. a jinên navneteweyî de 8 Adar’ê wek roja jinên kedkar tê pênasekirin. Di 3. konferansa  jinên navneteweyî de biryar tê girtin ku  ev roje weke roja jinên kedkar were binavkirin.

    Pêkhateya Netewên Yêkbûyî jî 16 Kanûna 1977’an de qebûl dike ku 8 Adar’ê wek roja jinên kedkarên cihanê were pîrozkirin.

    Duh jî îro jî Jin wek însanên ji çîna dûyemîn tê dîtin, tê lêxistin, ji îşkenceyêre  rûbirû tê hiştin, tê tecavûz kirin, tê metînger kirin, wek objeyekî cinsî tê bikaranîn û tê metakirin.  Berpirsiyarê destpêkê yê vê rewşa dijmirovatiyê, yê ku tevahî hebûnan dike meta, di navbera mirovan de her cûre têkiliyên insanî tune dike û vedigerîne têkiliyên pere û bê nirx dike pergala heyî a fînans kapîtalîste.

    Em di serdemekî wisa de jiyandikîn ku, feraseta serwer li tevahî cîhanê rojevên di derbarê jinê de berovajî dike. Hindirê 8’ê Adar’ê vala dike û heta di rojek wisade jî jintiyê bikartîne û dagirkeriya xwe didomîne.  Îro ango di roja 8 Adar’ê de, di fabrîqeya cotton a tekstîlê de jinên ku hatine qetilkirin nayê bîranîn û bi zanebûn ji ber çavan dûr tên girtin; şer, îşkence û mêtîngerî nayê behskirin; berdewamkirina emperyalêzmê a bi sedan salan û di roja me ya îro de êrîş û şîddet  nayên şermezarkirin.  Saziyên hakîm ên ku jinê biçûk dibînin û dagirdikin li ser kiryarên wan tê girtin û tên parastin.  Kesên ku vana dikin mixabin, di roja 8 Adar’ê de bi sere ziman ve behsa mafên jinê dikin. Di hinek derdoran de, dema pirsgirêka jin û mafê jinê tê gotin de raste rast mijarê dibin li ser mafê giştî ên mirovan û dibin li ser pirsgirêka mirovan.  Ew kesayetên ku vê nêzîkatiyê raber dikin dide nîşandan ku dixwazin li ser pirsgirekên ku jin rûbirûne bigirin û bihêlin ku  nêzîkatiyek seranser  çêbibe.  Kurtasî dirûtî serweriya xwe didomîne.  Nêvenkek ku şer, mekanîzmayên dagirkeriyê, emperyalîzmê, avaniyên hiyerarşiyê, her cûre ferasetên antîdemokratîk, cudakarî, nîjadperestî, bîyanîkirin û newekheviyê nexîne rojeva xwe wê mafên jinan jî, roja jinan jî, cîhanek bê dagirkerî jî tenê di gotinê de bimîne.

     

    Bi hesreta cîhanek ku rastî bi tevahî sadebûyîna xweve tê behskirin,  insan di pişt maskeyan de xwe veneşartî, tevahî mirovatî li dijî dagirkeriyê, tahakkumê, emperyalîzmê, şer berxwedideve em 8’ê Adar’a hemû jinên ku li dijî dagirkeriyê disekinin pîroz dikin.

     

     

     

     

     



    KJAR