• تاگەکان: , ,

    ÎXANET QIRKIRINE

    8 كانونی یه‌كه‌م, 2020

     

    Gelek cûreyên qirkirinê hene wekî. Qirkirina netew, çandî, siyasî, fîzîkî û qirkirina cins. Netewek heger li nirxên xwe xwedî dernekeve, dîroka xwe di jiyanê de her tim zindî neke, bi zimanê xwe ne axivê û rengê çanda xwe di jiyanê de nedê teysandin, bi demê re ew ê bê jibîrkirin. Jibîrkirin bi xwe jî qirkirinê tîne. Qirkirin rêbazeke kû xwe dispêrê bîrkirinê. Pergalên  qirker, diz, sermayedar û dagiker ji bo kû civakekê êsîr bigirin bin serweriya hişmendiya xwe ya netew dewlet gelek polîtîkayên zirav didin meşandin, bê kû civak bikevê ferqa wê. Bi hişmendiya yek ziman, yek al, yek welat û yek netew ferz dike bê kû bertekên civakê derkeve. Îro di kurdistanê de ev bi rengek pir dijwar tê meşandin, me bi zimanê me qirdike û bi vî rengî di Kurdistanê de xiyanetê rewa dike û dide pecrandin. Mînak îro ji milê MIT’ê ve rêverbirina hin qenalên qaşû ji xwere dibêjin qenalên kurdî wekî TRT6, RUDAW…h.w, di van qenalande heta dawî çanda kurd tê inkarkirin biçûk kirin, ji dervî xizmetkirina pergal qirker û şiştina hişê civakê û pişaftina wê tiştekî dî tune.

    Wekî tê zanîn ziman çande, ziman nasnemeya netewekê îfade dike. Lê tevî vê jî hin rêxistin kesayetên kû qaşo xwe kurd hesab dikin lê bi destê xwe kurdan û çanda wan qirdikin mirov dikarê bêje kû ew jî bi qasî mînaka beriya vê xizmet ji dijminan û pergala sermeyedar re dikin. Piştî têkoşîna bi salan û bedelên giran yên kû hatin dayîn, ev têkoşîna kû di oxira parastina çand û zimande bi rêve çû yên wekî ENKS dibêjin ziman û dibistanên kurdî ne gerekin. Ev nêzîkatî di nava xwe de vê rastiyê îfade dike. Bila zarokên kurdan zimanê xwe nizanibin, bila çanda xwe jibîrbikin. Ev tê weteya  bila kurd zarokên xwe fêrî xiyanetê bikin. Lê pêwîste neyê jibîrkirin kû jibîrkirin îxanete.  Dixwazin zarokên kurdan li ser destê dijminê xwe mezin bibin û fêrî jiyanê bibin. Bê goman ev ji nêzîkatiya îxaneta hin begên kurdan kû di dîrokê de xwe daye nîşan ne qute. Dema kû Yavuz Selîm dibêje bila erkdarekî mina begê began muxatebê min derxin, birsiva kû ji milê begê kurdan ve tê dayîn û dibêjin. Em nikarin vê pêkbînin, ti ji bo me pêwîstî, anceq tu dikarê li ser me desthilatdarbe. Ev asta kurbûna îxanetê di kurdistanê de dide nîşan. Îro PDK heman tiştî nîşan dide. Xaka Kurdistanê bi rengekî pir hişker difroşe dijminê kurdan. Ax firotin tê weteya çand, ziman û nirxên gel firotinê û dîroka wî inkarkirin. Ev rêxistinên xwedî bercjwendiyên malbatî û eşîretgerî dixwazin kû netewa kurd bi temamî xwe bispêre dijminê kû qirkirina wî armanc dike. Wekî yê kû xwe bavêje himbêza celadê xwe. Li himber vê qirkirinê heger kû îro ew têkoşîna gelê kurd û tevgera azadiyê wekî kêmasî dibînin wê demê ew jî sûc ( tawan ) dikin li himber gelê kurd û mirovahiyê. Ji ber ew bi vê inkara kurd derî li pêşiya dagirkirinê û qirkirinê vedikin, ji bo wan dibin çeka herî aktîf.

    Qirkirina heyî li ser çand û ziman di Kurdistanê de dilê vê pergala şoven û nûkerên wan rehet nake, têra dirêjkirina temenê wan û xwedîkirina berjewendiyên wan nake, lewra îro berê xwe dane rêbazên qirkirina fîzîkî, roj nîne kû di Kurdistanê de bi dehan jin, zarok, ciwan û kal nayên qetilkirin û ya ji vê girantir û bi êştir bê dengiya hêzên qaşo kû xwe wekî parezvanên mafên mirova didin nîşan. Di rastiyê de bê dengiya van hêzan rastiya hişmendiya wan ya sermayedar û deshilatdar rastiya kû ji vê qirkirinê re erê dike nîşan dide, di serî de rêxistinên wekî PDK û ENKS. Heger kû îro li ser yek mase bi dijminê Kurd re dirûnin û xwarin dixwin, pêşengiyê ji tangên wan re dikin li ser çiyayên Kurdistanê, ji bo hilweşandina gundinên Kurdan ji dijmin re agahiya didin, ji bo razîkirin û dilxweşiya dijminê Kurdan biryarên bi darvekirina ciwanên Kurd dide û jiyana gel çember dike û zindanî dike. diçin ser gorê çeteyên kû zarokên Kurdan li ser destê wan hatin şehîdkirin û wan bibîrtînin û li ser wan fatîhan dixwînin. Heger di Kurdistanê de Kurdin wiha hebin wê çawa Kurd neyên qirkirin, wê çawa hemû rojê li Kurdistanê komkujî neyên jiyankirin, wê çima dijmin cesaret negire ji bo kû bi ser Kurdan de bê. Ev kiryarana hemû ji qirkirinê û tinekirinê re dibine zemîn.

    Hêvî Dêrik

     



    KJAR