• Dem dema Gerîlatiyê ye

    3 ئاب, 2022

    Berfin Rêbaz/Gerîla

    Ev rojên ku em têde derbas dibin, rojên tije berxwedan û dîrokî ne. Ji bo Kurdan diruşim û helwesta herî bi bandor, bê guman dirûşma ‘Berxwedan jiyane ye.’ Berxwedan jiyane, ji bo Kurdan ji av û xwarinê zêdetir girîngiya wî heye. Rêheval Şehîd Mazlûm Doxan, di zindana Amedê de li hemberî faşîzma dewleta Tirk, li hemberî qirkirin û eşkenceya li dijî mirovahiyê, faşîzma dewleta Tirk çalakî li dar xist û got: ‘Berxwedan jiyan e.’ Erê raste berxwedan jiyane. Îro tevahî gelê Kurd, tevahî Gerîlayên modernîteya demokratîk, Gerîlayên azadiya Kurdistanê, li ser vê felsefeyê, bi vî rihî, bi paradîgmaya Rêber Apo, bi fikir û ramanên Rêber Apo ve, di tevahî çiyayên Kurdistanê de û di heman demê de gelê me yê welatparêz û berxwedêr, li ber xwe dide û li hemberî vê faşîzmê disekine.

    Em dibînin ku îro, êrîşeke pir mezin, pir dijwar li ser gelê Kurd tê pêk anîn. Tevahî gelê Kurd, pêwîste ku wê yekê bizanibe. Li her çar aliyên Kurdistanê, ji Bakur heta Başûr, ji Başûr heta Rojhilat û Rojava, ev yek tê pêk anîn. Bi taybet wek Rojhilatê Kurdistanê binirxînin, pêwîste ku em bizanibin ku ev êrîş li hemberî tevahî gelê Kurde. Ev êrîş ji bo tune kirina gelê Kurde. Ji ber vê yekê pêwîsre ku tevahî gelê Kurd, li ku derê dibe bila bibe, yê ku ji xwe re dibêje ez Kurdim, yê ku ji xwe re dibêje ez welatparêzim, pêwîste ku li hemberî vê faşîzmê, li hemberî vê qirkirin û mêtîngeriyê rabe ser piyan. Li hemberî tune kirina hebûna gelê Kurd, rabe ser xwe. Çawa ku îro li her derê, bi diruşma ‘Berxwedan jiyane.’ tekoşîn tê kirin, pêwîste ku tevahî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, jinên Rojhilatê Kurdistanê û tevahî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, bi vê diruîmê rabin ser piyan û şerê heyî hîs bikin. Li gorî vê yekê pêwîste ku di nava tekoşîna ji bo azadiyê, cîhê xwe bigrin.

    Raste em dibînin, îro Gerîla ev 50 salin parazvanên gelê Kurdin û ji bo gelê Kurd têkoşîn dike. Bi fedayî tekoşîn dike, canê xwe dide. Bi rihê fedaî yê ku ji 14’ê Tîrmehê girtiye, îro di çeperên şer de, li Zap, Avaşîn û Metîna, li her devereke Kurdistanê, bi rihê fedayane şer dikin û li ber xwe didin. Îro yên ku hebûna gelê Kurd diparêzin, yên ku ji bo nasnameya gelê Kurd şer dikin, ji bo çanda gelê Kurd tekoşîn dikin, ji bo Kurdistanê şer dikin, Gerîlayên azadiya kurdistanê ne. Îro gelê Kurd diparêze, Kurdistanê diparêze. Îro hebûna gelê Kurd, ya ku bi saya Rêber Apo derketiye, îro Gerîla bi fikir û ramanên Rêber Apo ve, van deskeftiyên ku derketine, ev rihê ku derketiye, hebûna gelê Kurd ya ku îro di cîhanê de belav bûye, îro herkes bi gelê Kurd hesiya ye û Gerîla vê yekê diparêze. Gerîla tenê gelê Kurd na, gelê Rojhilata Navîn, mirovatiya cîhanê diparêze.

    Gerîlayên jin, îro tevahî jinên Kurdistanê, jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê diparêze. Îro jinên Kurd li hemberî vê faşîzmê disekinin, ew tenê ji bo parastina xwe nîne. Îro Gerîlayên jin, di çeperan de li ber xwe didin. Di heman demê de jinên Rojhilatê Kurdistanê jî diparêze. Ji bo hebûna wan şer dike, ji bo pêşeroja wan şer dike. Gerîla her tişte, Gerîla jine, gelê Kurde, mirovatiye, ciwane, çande, zimanê.  Gerîla bi hemû îradeya xwe, ji bo mirovahiyê şer dike. Gerîla, nûnertiya tevahî gelên cîhanê dike. Ji ber vê yekê jî, îro di Rojhilatê Kurdistanê de jinên ku, niha li ber xwe didin û tekoşîn dikin hene. Jinên li hemberî zihniyeta zilam salarî ya rejîma Îranê derdikevin. Yên ku li hemberî wê sîstemê derdikevin, jinên berxwedêr yên welatparêz, tekoşer û her wiha yên ji bo azadiya tekoşîn dikin dîsa jinin.

    Bê guman berxwedana ku tê meşandin pir mezine, lê belê dîsa jî li gorî serdema ku em têde derbas dibin ne têrkere. Em dibînin ku asta berxwedana Gerîla, di çi asteke mezin de ye. Gerîlayên jin, ango Gerîlayên YJA-STAR û her wiha tevahî Gerîlayên Kurdistanê, ji bo azadiya jin şer û tekoşîn dikin. Bi fediyane diçin ser dijminên ku, di asta herî jor de zihniyeta zilam salarî, faşîzim û metîngeriyê di wan de heye, diçin û tekoşîn dikin. Gerîlayên jin, îro li hemberî wana tekoşîn dikin, bi rihekî fedayî û coş, tekoşîn dikin. Em dibêjin: ‘Berxwedan jiyane.’ Erê raste berxwedan jiyane. Jiyanek wisa jiyan kirin xweşe. Jiyan, bi azad jiyan kirinê xweş dibe. Jiyan bi fikrekî azad, bi lêhurbunekî mezin û bi hêstê jiyan kirinê xweş dibe. Îro hebûna Gerîlayên azadiya Kurdistanê û bi taybet Gerîlayên jin, serkeftina Gerîlayên jin pêşeroja jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dide. Ji ber ku Gerîlayên azadiyê, wekheviyê bi xwere tînin. Jiyaneke sosyalîst ava dikin. Serkeftina Gerîla van tevan bi xwere tîne. Îro yên ku pêşengtiya vê yekê dikin dîsa jî Gerîla ne. Ji ber vê yekê bi serkeftina Gerîla re, serkeftina tevgera azadiya Kurdistanê, heman demê de pêşeroja jinên Rojhilatê Kurdistanê diyar dike.

    Pêşeroja ciwanên Kurdistanê, diyar dike. Ji ber ku jiyaneke nû tê ava kirin. Wê jin di vê jiyanê de, jiyan bike. Ciwan di wê sîstemê de jiyan bikin. Ji ber vê yekê, herî zêde esasên li berxwedana Gerîlayên azadiya Kurdistanê derbikeve pêş. Li hemberî vê faşîzmê bisekine, herî zêde jin û ciwanin. Ji ber ku qedera jin û ciwanên Kurdistanê girêdayî serkeftina hereketa azadiya Kurdistanê ye. Girêdayî Zap, Avaşîn, Metîna ye. pêşeroja jinên Kurdistanê jî, girêdayê şer û serkeftina Zap, Avaşîn û Metîna ye. berxwedana dîrokî ya ku di dîrokê de nehatiye dîtin, mînaka wî nîne, îro li Zap, Avaşîn û Metîna de tên jiyan kirin.

    Herkes pêwîste ku vê yekê bibîne. Tevahî jinên Kurdistanê û di nav de bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistanê, dayikên Kurdistanê, dayikên Rojhilatê Kurdistanê, dayikên ku îro ewladên wan di nava tevgera azadiya Kurdistanê de ne, li hemberî vê faşîzmê şer dikin, pêwîste ku vê yekê bibînin. Îro jinên Îranê ên ku di bin zilm, zordarî, qetikirin û kuştina zilam de jiyan dikin, pêwîste ku di vir de jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê vê yekê bibînin. Bibînin ku îro faşîzmek mezin li serKurdistanê heye. Dijmin ji bo ku Kurdan tune bike, destpêkê dixwaze ku Gerîla ango paresvanên mirovahiyê tune bike. Dixwazin ku bi vî awayî Kurd û jinan bê parastin bihêlin. Hêza wan a parastinê tune bikin. Vê yekê jî bi şêwazekî derveyî exalaqê mirovahiyê, êrîşî çiyayên Kurdistanê dike.

    Îro bi her cûre cekan û bi kîmyasalê êrîş dike. Pêwîste ku her kes vê yekê baş bibîne. Yê ku herî zêde bi kîmyasalê re rû bi rû mane gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Li Serdeş çawa kîmyasal hate bikar anîn, gelê me bi kîmyasalê hate qetil kirin. Li Helepçe kîmyasal çawa hate bikar anîn? Di cîhanê de herî zêde gelê Kurd vê rastiyê dizane û jiyan kiriye. Êşa vê yekê herî zêde, gelê Kurd dîtiye. Di asta herî jor de gelê Kurd zilm û zorî dîtiye. Gelê Kurd ji vê yekê dûr nîne û ev yek jiyan kiriye. Îro dîsa dijminên Kurdan, dijminên jinan, li çiyayên Kurdistanê heman çekan ango kîmyasalê bikar tîne. Yê ku herî zêde li hemberî vê yekê jî derbikeve gelê me yê Kurde û bê guman di nav de gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Yên ku di roja ma ya îro de bi cesaret dibêjin: ‘Ez welatparêzim.’ Jinên Rojhilatê kurdistanê ne. Îro yên ku hêviyên xwe ji vê tevgerê digrin, pêwîste ku li hemberî vê yekê bisekinin û tekoşîna xwe mezintir bikin.

    Îro em dibînin ku her roj çalakî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hene. Çalakiyên mamosteyan, karkeran, ciwan û jinan hene. Ev çalakî di çerçoveya aborî û zextan de ne. Raste pirsgirêkên aborî pir kûrin. Qrîzên aborî li ser gelan tên ferz kirin. Bi destê dijmin tên belav kirin. Bi destê rejîma Îranê bi xwe tê belav kirin û kûr kirin. Ev bi zanebûn tên kirin. Niha tevahiya gelê me bi pirsgirêkên aborî re mijûlin. Em îro dibînin qedera gelekî li navê de ye. Îro şereke hebûn û nemanê li kurdistanê tê meşandin.

    Îro komkujî û qirkirineke mezin li ser gelê Kurd, li ser Gerîlayên Kurdistanê tê meşandin û li kêleka vê yekê jî qirîzên aborî tên kûr kirin. Bi zanebûn tê kûr kirin. Ji bo ku gelê me vê rastiyê nebînin û bi pirsgirêkên jiyanî ên ku rejîm bi xwe ava dike re mijûl bibin, pêk tîne. Ji bo ku gelê me bi pirsgirêkên hîn cûdatir re mijûl nebin, pirsgirêkên aborî derdixin û gelê me tenê bi van pirsgirêkan re mijûl dikin. Lê li kêleka vê yekê çi şer tê meşandin, li hemberî van êrîşên faşîzane çi tên jiyan kirin, çi dîrok tên nivîsandin, fedyîtiyek çawa tê jiyan kirin, keç û xortên Kurdistanê, bi çi rihekî fedaî şer dikin, ji bo ku ev yek neyê dîtin, dijmin bi zanebûn li her derê vê yekê kûrtir dike. Raste li rojhilatê Kurdistanê herkes derdikevin kolanan û ji bo pirsgirêkên aborî tekoşîn dikin û dengê xwe bilind dikin. Dijmin viya bi destê xwe belav dike. Erê em dibînin, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, ciwan, zarok, dayik, herkes ji vê êşê dikşîne. Di nava birçîbûnê de jiyan dikin, ji xwe ev yek dewlet bi xwe ava dike. Pirsgirêkên aborî nikare bikeve pêşiya tekoşîna azadiyê de. Ya sereke pêwîste ku tekoşîna azadî û demokrasiyê were kirin. Ji ber ku îro demokrasî û jiyaneke azad nîne, ewqas gelê me bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Eger jiyaneke wekhev hebe, wê bê guman wê demê pirsgirêkên aborî û her cûre pirsgirêk ji holê rabe. Ji bo ku ev pirsgirêk ji holê rabin, ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji bo mamosteyan, karkeran, jina û ciwanan pêwîstiya herî girîng ava kirina jiyaneke azad û demokratîke. Ji ber ku cîhekî ku azadî û demokrasî hebe, jiyaneke wekhev heye. Pirsgirêkên aborî tên çareser kirin, her kes wekhev jiyan dike. Ew tebaqe ango çînên ku dewletê ji bo parçekirina civakê ava kiriye, ji holê tên rakirin.

    Tekoşîna herî bi rûmet, herî mezin û serkeftî jî, di çiyayên Kurdistanê de, di nava tevgera azadiya Kurdistanê de, bûyina Gerîlayên azadiya Kurdistanê re gengaze. Enceq bi vî şêwazî em bikaribin jiyanek hîn bi rûmetir û azad jiyan bikin. Ji ber vê yekê erka her ciwanekî/ê ye ku berê xwe bide nava tekoşîna azadiya Kurdistanê. Li hemberî vê dagirkeriya li ser Kurdistanê tê meşandin, li hemberî dijminê Kurd Rejîma Îranê, Iraq, Sûriyê, Tirk, hêzên NATO, hêzên emperyalîst Amerîka û Rûsya ku dijminê Kurda ne, qatîlên kurd û mirovahiyê ne. kujerên jin, ciwan û mirovahiyê ne. Di nava vê yekê de, dijminên herî mezin, xeta îxaneta di nava gelê Kurd de tê kirin. Xeta ku diçe bi dijmin re hevkarî dike û li ser gelê Kurd komkujiyan pêk tîne PDK’ê jî heye ku êdî îxaneta wan asta îxanetê jî derbas kiriye û bûye dijminatiya gelê Kurd. Ji ber vê yekê, em jî wek jinên kurd, Gerîlayên azadiya Kurdistanê û ciwanên Kurdistanê em dibêjin: ‘Li dijî îxanet û dagirkeriyê, îro dem dema Gerîlatiyê ye. Dem dema berxwedanê ye, ‘Berxwedan jiyane.’ Dem dema serkeftinê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin, li hemberî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê.



    KJAR