• تاگەکان: , ,

    Bi tekoşîna jinan, xwebûn

    5 كانونی یه‌كه‌م, 2021

    Rûken Mihabat

    Rûken Mihabat fermandariya Hêzên Parastina Jin HPJ, ji malpera me ya KJAR re bi nivîsekê rewşa tekoşîna jinan ji dîrokê heya roja îro û girîngiya tekoşîna jinan ji bo azadiyê nirxand. Nivîs bi vî awayî ye.

    “Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartîne”

    “Mêjiyê mirovahiyê dîroke. Tiştên ku di dîrokê de tên jiyankirin, çanda civakê ava dike. Kêliyên ku em niha têde jiyan dikin, bi dîrokê ve girêdayî ye. Ji ber wê jî bûyerên ku niha tên jiyan kirin mirov bi dîrokê re negre dest wê bê bingeh be. Rêbertiya me her tim ji dîrokê ve girt dest. Rêbertiya me qeyrana ku civaka me niha têde jiyan dike bi Newlotîkêve girêda û dîroka ku nehatiye nivîsandin raxist rûyê erdê û got “Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartîne”. Ev gotin hemû rastiyan dide nîşandan. Pir lawaz jî be çanda Newlotîk heya roja me ya îro hatiye. Bi teşeyên cûr be cûr xwe da îfade kirin. Rêbertiya me wê tişta biçûkve dîrok ji nûve girt dest. Dema ku em li pareznameyên Rebertî temaşe dikin; dûbare dûbare Rêbertî bûyeran dest digire û heqîqetê ji nû ve zindî dike.  Dema em dibêjin dîrok, tenê dîroka nivîskî nabêjin. Ji ber ku dîroka nivîskî ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsandin. Bûyerên ku nehatine nivîsandin jî, em jêre dibêjin “dîroka ku dibin siya zilam de maye”. Ji ber ku dîrok dema hat nivîsandin berxwedaniya gelan, tekoşîna azadiyê nehat nivîsandin. Lê ya ku dîrok avakiriye rihê azadiyê ye, ne rihê serdestane. Di dîroka nivîskî de behsa serdema Newlotîk nayê kirin. Wekî mirovên hov tên dest girtin. Lê belê bi lêkolînên arkolojîstan ve, derket holê ku serdemek wisa heye û ew serdemek pir bi hêz têde hatiye jiyan kirin. Ev serdem bi pêşengtiya jinê ve, xwe li ser lingan girtiye. Lê li kêleka vî yekê jî zilamê serdest, ji bo ku ev dîrok dernekeve çi ji destê wî tê pêk tîne. Di vê sedsala me de li himber vê yekê, Rêber APO di şexsê xwe de zilamtî kuşt û dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin derxist pêş û ew kir malê dîroka azadiya jinê.”

    ‘Di dîrokê da destgirtina cihê jin pir girînge’

    “Civakbûyîn û dîrok di nava hev de pêşketiye. Ye ku dîrok ava dike, mirovahî bi xwe ye. Bi keda mirov û aqlê mirovan civakbûyîn pêşketiye. Dema civakbûyîn peşdikeve rola jin ya civakbûyînê û pêşengtiya jin ya ji jiyanê re şênber tê dîtin. Jin bi meyîzekirina xwe ya ji jiyanê re, xwezayê re, azadiyê re, edaletê re jiyan avakiriye û pêşengtî jêre kiriye. Li vir pirsa ”Çima jin di destpêka dîrokê de pêşenge, lê niha jî koleya herî mezin a cîhanê ye?” bikin ewê pirsekî rast û di cihê xwede be. Di heman demê de wê sedemê tekoşîneke xwirt be. Di dîrokê da destgirtina cihê jin pir girînge. Ji avabûna cîhanê ve heya roja me ya îro, jin di nava civakê de çawa cihe xwe girt û rola xwe leyîst? Newlotîk çiye? Mirov van pirsan bibersivîne Newlotîk bi aqlê jinê tê avakirin û birêveberin. Di civaka dayiksalar de newekhevî, bê edaletî, serdestî nîne. Her tişt wekheve. Her ferdekî/e civakê ji jiyanê hezdike û ji bo jiyanê hê xweşiktir bike, kar û xebat dike. Xwedawendan civak birêvedibirin û pêşengtî dikirin. Aqlê jinê yê xuliqkar, civakê di her alî de pêşdixist,mirovahî mezin dikir, parastina civaka xwe dikir. Şoreşa cîhanê ya yekemîn, şoreşa Newlotîkê ye. Di  Newlotîkê da di navbera dayik û keç de girêdanbûnek pir mezin heye. Ew girêdanbûn dihêle ku civak di her warî de di milê dayîk da were bi rêveberin.

    Mêjiyê jinê him hestiyarî him jî analitîk kar dike. Ew jî dihêle ku civak ji her du milan de pêş bikeve. 12.000 sal serdema newlotîk berdewam dike. Serdemên herî dirêj ên wek Mezolotîk, Paleotîk ,Newlotîk bi zor û zehmetiyên herî mezin re rû bi rû dimîne. Ji ber ku mirov wekî zindiyên din bi tena xwe nikare xwe biparêze, neçare ku bi komî jiyan bike. Zarok, heya xwe biparêze û bikaribe di nava xwezayê de jiyan bike, di nava civak û li gel dayikê mezin dibe. Wê demê nakokiya çînî û cins nebû ye. Civak di nava hevsengiyekê de xwe bi rêvedibir. Dayik di nava civakê de zarok tîne, hemû zarokan weke zarokên xwe dibîne, bi xwezayê re mûjil dibe. Wan taybetmendiyên dayikê, dayikê dike xwedawend. Ji ber ku her dide, ava dike û dafirîne. Ew jî dihêle ku civak li derdora jinê kom bibe.”

    “pêwîste hûn Sûmeran baş lêkolîn bikin.”

    “Zilamê qornaz ango xapînok û serdest, rahîp û şefên leşkerî dema tên gel hev li hemberî pergala dayikê diçin pilana rêxistinbûyîneke qirêj. Nirxê ku jin ava kiriye bi fen û fîtan didizin û li gor xwe diguherin. Dema têkiliya dayik û keç qut bû, wê demê serdema bav û kur destpê kir. Dema serdema baviksalarî destpêkir xweşikî (bedewî), wekhevî, azadî rabû û li cihê wê civakbûyîn li ser bingehê kolebûnê hat avakirin. Xweşikiya jiyanê êdî hêdî hêdî ji holê winda dibû. Hesûdiya ku zilam jiyan kir, belavî hemû qadên jiyanê kir û jiyan ji rastiya wê dûr xist û seqet kir. Jin ji bo ku tenê wek amûrekî cinsî bimîne, pêşengtiya civakê neke, tenê ji bo xirabiyê were bi nav kirin, tenê wek lanetekê were dîtin zilamê xapînok û xaîn çi ji destê wî hat kir.  Ew jî hişt nirxê ku jinê avakiriye bikeve bin deshilata zilam. Bê guman dema ku em li mîtolojiyê meyîze dikin şerekî pir bê eman dibînin.

    Înana û Enkî, Mardok û Tiyamat dibînin. Xwedawend ji bo çanda xwe tekoşînekî mezin û bê hempa didin. Le belê zilamê xiran kar û xapînok, gav bi gav çanda dayikê paş dixist. Çanda serdest û kole pêşdixin. Jin ji malên civakî derdixin û dixin nava malên taybet û yên giştî. Sûmeran xwestin bi van malan, jina ku ne ya xwe ye, ya zilame ava bike. Cihê peyva ‘xwedawend’, ‘xweda’ hat û her tişt bû xweda.  Ji ber vê yekê jî Rêbertî dibêje; “pêwîste hûn Sûmeran baş lêkolîn bikin.” Sûmeran pergala xweda-rahîp-şefê leşkerî ava kirin. Ew her sê faktor hiştin ku qeyranên mezin werin jiyan kirin. Ew tekilî heya roja me ya îro berdewame. Civak anha kawisa pergala zilamê xapînok û xaîn jiyan dike. Jiyana mirovahiyê hatiye wê astê ku jiyan wek êş kişandinê tê dîtin û jiyan kirin. Li şûna heskirinê, nefretê belav kirin. Nefret hişt ku mirovahî ber bi tarîbûnekê ve biçe, heqûdî pêş bikeve. Her ku dem derbas bû serdemên cûda hatin jiyan kirin. Di her serdemekê de, jin hîn zêdetir hat xistin û fermana mirin û tûnebûnê hat dayîn. Li şûna Înana, Îştar, Star, Nînhûrsak, Lîlît, jinên ku bê bêzin, bê zanebûn,ne yên xwe,bê çare,sitûxwar li ser jinê hatin sepandin û bi vî rengî xweşikbûyîn û hebûna jin tenê fîzîkî ma, di mejî û dil de winda bû.”

    ‘Di bin navê evîna sexte de heskirina jinê berovajî kirin’

    “Di sedsala me ya 21’an de jî  kapîtalîzim pêkanînên şamanan berdewam dikin. Kapîtalîzm di bin navê azadiyê de jinê pêşkêş dikin. Bedena jin di her alî de tê bikaranîn. Tenê wekî amûra têrkirina ajoyên zilam tê dîtin. Di bin navê evîna sexte de heskirina jin û girêdanbûna jin ya bi gerdûnê ve hat berovajî kirin. Enerjiya jin ya hundirîn ku gerdûn pê ava bûye û bi wê jî didome hat xitmandin. Bi qasî ku xitimî ewqas civak jî xitimî û di nav de fetisî. Lê ew fetisandin lêgerînek jî ava kir. Di şoreşa cîhanê de her dem jinê cihê xwe girt û li hemberî kapîtalîzmê, tekoşînekî mezin da û Pêşengtiya civakê kir. Lê belê pergala zilamê serdest her dem mafê jinê yê jiyanê jê stand. Tekoşînek mezin pêşket, lê belê qadên jiyanê ji jinê re hatin tengkirin. Hişt ku jin bê îradebûyînê qebûl bike û bixwaze her dem, di bin siha zilam de bimîne. Ji ber vê yekê jî ev dibe sedem ku pêşketinên pir mazin di demên kurt de neyîn avakirin. Di  salên 1960’an de tekoşîna jinê heya astekê deskeftî ava kir.

    Lê belê pergala kapîtalîzmê ev deskeftî di  nava xwe de heland û tekoşîna jinan marjînal kir. Pergala zilamê serdest tu caran naxwaze ku jin ya xwe be û di qadên jiyanê de rola xwe aktîf bilîze. Her tim deshilatek kûr li ser jinê ava dikin. Di Rojhilata Navîn de ev Kawis hîn xwe kûrtir dike. Ji ber ku Rojhilata Navîn û di serî de Kurdistana dergûşa mirovahiyê kiriye. Pêşketinên cîhanî yên manewî destpêkê bingeha xwe di Rojhilata Navînda de avêt. Piştre belavî dinyayê bû. Dema em sekna Rojhilata Navîn û yê cîhanê tînin gel hev, dibînin ku manewiyata Rojhilata Navîn derdikeve pêş, lê welatên kapîtalîzmê li ser bingehê madiyatê derdikeve peş. Ji bo wê jî heya niha jî em nikarin bêjin ku kapîtalîzim xwe di Rojhilata Navîn de bi cih kiriye. Ji ber ku hîna jî çanda dayikê, ya ku manewiyatê jiyan dike ye. Lê belê di Rojhilata Navîn de bandora ol li ser civakê pir heye.

    Pergala serdest jî ji bo gelan li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne ,milê gel yê baweriyê li gor xwe diguherîne. Di nava Rojhilata Navîn de Kurdistan cihekî xwe yê girîng heye. Em welatekî ku ji bo berjewendiyên metîngeran hatiye çar parçe kirin de jiyan dikin. Ji bo ku Kurd li ser axa xwe azad jiyan bikin û li gor nasnameye xwe tevbigerin, li Kurdistanê serhildanên pir mezin çêbûn. Hêzên serdest, her dem raperînên ku çêbûn bi qirkirinên mezin re tepisandin. beşekî Kurdistanê jî di nava Dewleta Îranê de ye. Beşê di di nav Tirkiyê, yên din di nav Iraq, beşê din jî di nava Sûriyê de ye. Qirkirinên ku li ser gelê Kurd tên meşandin pir aliye. Îran jî beşek wê ava dike.”

    ‘Şoreşa gel li himberî gel zîvirandin’

    “Dewleta Îran dewletekî ji kevin ve hatiye avakirin. 2570 salin ku bê navber li ser lingaye û li ser feraseta pergala zilamê serdest hatiye avakirin. Gelên di nava Îranê de jiyan dikin her dem bi baweriye xwe re jiyan dikin. Ev ne tenê bi Îslamiyetê re destpêkir, ji berê de jî çandekî baweriyê ya pir kûr heye û ji pir kêliyên dîrokî re şahidî kiriye. Li hemberî gelên cûda yên di Îranê de jiyan dikin, her tim politîkayên Îranê yên taybet hene. Dibe ku qirkirinekî fîzîkî nebe, lê belê qirkirina siyasî heya dawî bikar tîne û bi darve kirina ve dixwaze civakê bitirsîne. Ji derveyî xwe tu kesî nas nake û qebûl nake. Serdema ku şah li ser desthilatiya Îranê bû, li gel Amerîka û hêzên emperyalîst hevkarî dikir. Gelên Îranê wî qebûl nekirin. Bi taybet jî demokrat û sosyalîstên Îranê li hemberî wî derket û tekoşînek dan meşandin. Şoreşek civakî pêk hat, lê belê bi carekê re ew şoreş veguherî “şoreşa îslamî”. Ev şoreş ne şoreşekî civakî bû, berovajî vê yekê bi destê civakê li dijî civakê şoreşek pêkanîn. Piştî Şoreşa Îranê girtîbûnek destpê kir. Her tişt ji bo civakê hat qedexe kirin û beşê civakê yên demokrat û sosyalîst hatin îdam kirin.”

    Di bin navê Îslamiyetê de jinê dixin û bê îrade dikin

    “Gelên Îranê piraniya xwe ji rehê Aryenî ne. Ji ber wê jî di serî da Rojhilatê Kurdistanê ,di pir deverên Îranê de hîn jî bi taybetmendiyên civaka dayiksalarî jiyan dikirin. Dema Şoreşa Îslamî pêk hat taybet berê xwe dan jinê. Ji ber ku rola jinê di civakê de pir bandorkere. Politîkayên ku li ser jinan tê meşandin li ser civakê jî tên meşandin. Ji ber ku çiqas jin were bê çare hiştin, ewqas jî civak tê bêçare kirin. Îran her ku diçe êrîşên xwe dijwartir dike. Di bin navê Îslamiyetê de jinê dixin û bê îrade dikin. Qanûnên Şerî’atê li ser her beşên civakê ferz dike. Niha di nava gelên Îranê da jin kefî (hîcab) didin serê xwe û di nava çarşefan de xwe dipêçin. Jin heram ango guneh tê dîtin û lanet lê tê kirin. Ji mêr re her maf tê dayîn, lê belê ji jinê re tu mafê jiyanê nehiştine. Qadên jiyanê ji bo jinê digrin û jinê di mal de sînordar dihêlin. Keçan di temenekî pir biçûk de dizewicînin ango bi pênaseyek rastir difroşin. Her zilamek dikare bi çend jinan ra bizewice. Li kêleka vê yekê jî di nava civaka Rojhilatê Kurdistanê de çanda sîxe heye. Zilamek dikare ji bo çend sa’etan ,an bi rojan an jî bi mehan bi jinekê ra bizewice. Kengî dixwaze jî dikare jinê berde. Ev çanda sîxe Sûmeran ava kiriye. Sûmeran teşeyê xwe guhertin, lê belê bîrdoziya xwe neguhertin.”

    ‘tecawiz kirina jinan wekî qanûnên xweda didin nîşandan’

    “Jin bi taybet li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de bê zanebûn tên hiştin. Tiştên ku jiyan dikin ,wekî qeder didin xuya kirin vê yekê jî pêk tînin ta ku di jinê de bi kûrahî bidin qebûl kirin. Li gor qanûnên Şerî’atê jin tên recim kirin. lê belê zilam çi jî kiribe zû bi zû nayên recim kirin. Ji ber ku jin çavkaniya xirabiyê tê dîtin har pêkanîn li ser wê rawa dibînin. Her dem zilam mirovê herî baş tê dîtin û berovajî wê jinê ya ku zilam tehrîk dike û xirabe jin tê dîtin. Çima zilam li ser her tiştî tehrîk dibe, her tiştî dike lê belê çima jin tenê tên recm kirin? Qanûnên ji mere tên ferz kirin, ji her milê xwe ve dûrî rastiyê ne. Jin dema tên bi darvekirin, eger ku bi pênaseya wan keç be destpêke ji aliyê zilamên dewletê ve tê tecawiz kirin. Ruxmî ku di îslamiyetê da keç pîrozin û pênaseya Ezra’i ji wan re tê kirin ev jî tê wateya xwedan ruhê paqij. Lê dewleta Îslamî ya Îranê di bin navê Îslamê de tiştên herî xirap li hember jinan pêk tînin wê pir biçûk dibîne û tecawiz kirina jinan wekî qanûnên xweda didin nîşandan. Deriyekî jî ji bo azadiya jin, nahêle û pergala ku niha avakirine li gor rastiyan nîne û bêhna herî qirêj jê tê.”

    Lêgerînên Rêber Apo yê heft salî de her ku çû kûrtir bû

    Wekî HPJ em kî ne? Ji bo çi li serê van çiyayan tekoşîn didin meşandin? Pir zelale. Bi hezaran keçên Kurd li ser wan çiyayan li çi digerin û li hemberî çi şer dikin? Pirsên ku di serê pir jinan de tên avakirin. Armanca jinên têkoşer famkirin, ji bo heqîqetê gava herî mezin avetine. Rêber APO hîn di zarokatiya xwe de van têkiliyên şaş ferq dike û nakokiyên pir kûr jiyan dike. Tekiliya bi dayika xwe re û zewcandina xwşkên xwe tu car qebûl nake. Koletiya ku hatiye avakirin her dem hîs dike. Hê di heft saliya xwe de, dest bi tekoşînekê mezin dike. Lêgerînên Rêber Apo yê heft salî de her ku çû kûrtir bû. Dema Rêbertî di temenê xwe de mezin bû jî tu carî neket peyî têkiliyên koletiyê. Ji ber ku baş dizanî ku pergal bi destê jinê di nava malbatê de tê avakirin, mirovên kole ava dike û jiyanekî bê rûmet ferz dike. Ji bo dayika xwe dibêje”Qêrîna dawiyê ya xwedanwendiyê bû, bi dengê pir kêm û ciliz bû.” Rêbertî xwe li hember vê qêrînê berpisyar dibîne. Ji ber vê yekê jî dema ku em li jiyana Rêbertî meyîze dikin tu carî têkiliya kole nabînin berovajî vê yekê her dem têkiliyek li ser bingehê tekoşînê tê dîtin.

    “Jin çiqas azad be, civak ewqas azad e.”

    Her yek ji me di zarokatiyê xwe de di nava nakokiyan re derbas dibin. Lê belê zû dev ji nakokiyên xwe berdidin. Jiyana ku pergala zilamê serdest qebûl dikin û têkiliya koletî asayî dibînin. Tişta ku Rêbertî cûda dike jî eve. Rêbertî tu caran dev ji nakokiyên xwe bernade û nakokiyên xwe kir bingeha azadiyê û li peyî azadiyê ket. Dema Tevgera Azadiyê ava dike, cih dide jinê. Di heman demê de li kêleka xebatên rizgar kirina welat, xebata azadiya jinê jî destpê dike. Famkirin nêzîkatî û heskirina Rêber APO ji jinê re, girînge. Ji ber ku Rêber APO ji nava heqîqeta veşartî, jin derxist holê. Ev heqîqet her ku çû mezintir bû, jin ji bo azadiye wekî tîrêjan berê xwe dan Rêber APO. Ji ber ku di Rêbertî de ronahiyek dîtin ku di  nav de bikaribin ji nava wê tarîtiya ku pê hatine mehkûm kirin derkevin. Rêbertî di salên 88’an de dest bi  dahurandinên jin dike. Ji bo jin ji nû de vegere cewhera xwe û bibe ya xwe, kedek mezin da. Sîstema li dij jin got “Destpêkê jinê bixînin”. Rêber APO jî got: “Destpekê jinê xilas bikin”. Ji ber ku civak destpêkê di şexsê jinê de hat xistin. Ji ber vê yekê jî xilasbûyîna civakê, bi destê jinê ye. Rêber APO got: “Jin çiqas azad be, civak ewqas azad e.”

    Salên ku tekoşîna azadî destpê kir tu kes bi jinê bawerî nedikir. Nêzîkatiya “Jin tenê dikare di mala xwe de li zaroka meyîze bike û xizmeta zilamê xwe bike” di asta herî jor de bû. Di nava civaka Kurd de ew feraset pir kûr bû. Heya niha di nava Kurdan de pir jinên tekoşer derkevin, tekoşînek mezin dan. Lê belê di çiya de, jin û mêr bi hevre şer nekiribûn, jin û zilam bi tena serê xwe mayîn, di nava civaka Kurd de nebû. Ji bona wê jî tekoşîn û fedakariyên pir mezin pewîst bû. Ji bo azadiyê hem di warê leşkerî de û hem jî îdeolojîk tekoşînek destpê kir. Bedelên pir giran hatin dayîn. Jin li ser çiyayên Kurdistanê çek girtin ser milê xwe û dest bi tekoşîneke mezin kirin.

    ‘Bêrîtanan bangewaziyên teslîmiyetê qebûl nekir’

    Eger em behsa dîroka artêşbûna jin bikin, ji xwe meha Cotmehê meha ku artêşbûna jin hat îlan kirin e. Di sala 1992’an de hem hêzên hevkar yê PDK’ê hem jî Dagirkeriya Tirk ji bo ku li ser tevgera azadiyê teslîmiyetê ferz bike êrîşî gerîlayan kirin. Di her çar alî de êrîş li ser tevgera azadiyê hebû. Wekî tê zanîn keçên Kurd tu car teslîmiyet qebûl nekirin û xwe ji kendalan avêtin. Li ser çiyayên Xakûrkê jî jineke Kurd a bi navê Berîtan, li hemberî bangawaziyên teslîmiyetê heya dawiyê şer kir. Serî li hemberî mêtîngeran netewand. Berovajî vê yekê li hemberî bangawaziyên teslîmiyetê bi çeka xwe re bersiv dida. Dema diçe li ser kendala pêşmergeyên PDK’ê bangawazî dikin ku teslîm bibe.

    Heval Bêrîtan li hemberî van bangawaziyan bi qêrîna “BÎJÎ SEROK APO” bersiv dide û xwe ji kendalên Xakûrkê davêje. Di wan salan de hem  jinên Kurd û hem jî ji netewên cûda jin berê xwe didan tevgera azadiyê û ji bo azadiya civaka xwe şer kirin. Rêber APO bersivekî ji bo xwedawendên çiyayên Toros-Zagrosan bide, artêşbûyîna jin damezrand.Tekoşîna azadiyê bi Sarayan destpê kir, bi Bêrîtanan, Zîlanan, Semayan, Viyanan re berdewam kir. Niha li çar aliyên Kurdistanê tekoşînekî mezin tê jiyan kirin. Li Çiyayên Kurdistanê de YJA-STAR, Rojavayê Kurdistanê YPJ, li Şengalê YJŞ, dîsa li Bakurê Kurdistan YPS-JIN hatin damezrandin. Bi hezaran jin ji bo tekoşîna azadiyê xwîna xwe rijandin. Di pêşengtiya jinan de şoreşên mezin pêk hatin.

    ‘Bi avabûna artêşbûna jinê re, di cîhanê de guhertin çêbûn’

    Di cîhanê de cara yekem bû ku artêşbûn û partîbûna jinê pêk dihat. Pir kes derketin li ser artêşbûnê tewrî avakirin, lê belê ne dikarîn piratîk wê bikin. Jin dema dikevin nava arteşên dewletan de jî, wekî cewhera xwe na, li gor cewhera zilam tevdigerin. Bi artêşbûna jin re di serî de li Kurdistanê, di hemû Rojhilata Navîn de guhertinên pir girîng çêbûn. Niha di Kurdistanê de arteşa jin ne tenê ji jinên Kurd pêk tên, jinên cîhanê jî dixwazin di nava vê artêşê de cihê xwe bigrin û digrin. Bi vî rengî temsîliyeta jinên cîhanê tê kirin. Di cewhera her zindiyekî de parastin heye. Wekî jin jî parastina xwe avakirin pir girîng e. Ji ber ku ji bo jinê qadekî jiyanê nehiştin. Destkeftiyên ku niha tevgera azadî bi dest xistiye beşek xwe yê mezin, li ser bingehê tekoşîna çekdarî ye. Jin bi tekoşîna çekdarî ve destkeftiyên ku di sed salan da qezenç bike , di nava çend salan de qezenc kir.

    Girêdanbûna jin ya bi axê re, li gor mêr pir cûda ye. Ji ber ku têkiliya jin her tim bi axê ra heye. Di tekoşîna azadiyê de jî ji bo axa xwe û civaka xwe tekoşînek bi vî awayî kirin, tiştekî bi heyîbete. Bi taybet tekoşîna me li hemberî sîstema zayend pereste. Ji ber ku nakokiya cins ya ku mirovahiyê di nava xitmandinê de dihêle. Aloziyên ku niha jî di nava civakê de tên jiyan kirin bingeha xwe ji vê yekê digre.

    ‘Jin ne çavkaniya xirabiyê ye, jin çavkaniya jiyanê ye’

    Him di Rojhilatê Kurdistanê de û him jî di Îranê de, ji bo ku jiyanekî azad were afirandin me di sala 2004’an de wekî HPJ’ê bi ramanên Rêber Apo çûn rêxistinbûnekê. Di her çar aliyê Îran û Rojhilatê Kurdistanê de belav bûn û tundiya ku li hemberî jinan tê kirin de bûn Hêza Parastina Jin (HPJ). HPJ li hemberî her cûre tundî, tacîz, tecawiz, recm, îdam hwd, wek hêza parastinê li her derê tekoşîn didin meşandin. Dibin ya xwe û xwe digihînin xwebûnê. Qadên ku ji destê me hatin dizîn me wek HPJ’ê dîsa girt û li ser çiyayên azad jiyan kin. Jin ne çavkaniya xirabiyê ye, jin çavkaniya jiyanê ye. Di nava şaş, deh salan de me pir Rêhevalên xwe yên heja jî şehîd dan. Heval Şêrîn (Ronahî) li hemberî dagirkeriya Îran derket çiya. Bi ramanên Rêber APO, tekoşîna azadiyê nas kir. Demekê dirêj xebat dide meşandin, piştra dîl ket destê dijmin. Rejîma Îran îşkenceyên giran li ser kir, lê Heval Şêrîn tu carî teslîm nebû û îxanet ji doza xwe re nekir. Xwedî li mîrasa ku Heval Bêrîtan hiştiye derket. Xeta teslîmiyetê na xeta berxwedanê hilbijart. Dema dagirkeran dîtin ku serî natewîne wê demê Heval Şêrîn sêdare kirin. Dema ku bi darve dikin jî Heval Şêrîn dikene. Ji ber ku ew jî ber bi rojê ve diçû.

    ‘HPJ vegera cewhera xwe ye’

    Niha jî li ser şopa Şêrînan di zindanên dagirkeriya Îranê da rêheval Zeyneb Celaliyan dîl girtiye. Li hemberî îşkenceyan, Hevala Zeyneb li berxwedide û serî netewandiye. Dema Rejîma Dagirker ya Îranê xwestin ku wê îdam bikin, di aliyê jinên cîhanê ve xwedî derketinekî pir mezin çêbû. Dagirker tirsiyan ku wê îdamê pêk bînin. Cezayê muebet lê birîn, lê dîsa jê Heval Zeyneb dev ji berxwedana xwe berneda. Xwedî li Heval Zeyneb derketin, xwedî li jinên berxwedêr derketine.  

    Wekî HPJ’ê jî me îlhama xwe ji tevgera azadiyê girt. Bi ramanên Rêber APO di Rojhilatê Kurdistanê de tekoşînek da destpêkirin. Li hemberî siyaseta ku li ser civak û jinan wek tevgera azadiyê me erka pêşengtiyê girt ser milê xwe. Ji ber ku jiyana wek qeder li ser me ferz dikin, jiyanek sexteye. Nirxê ku wekî jin me avakiriye ,dikin yê xwe û jinê jî ji cewhera  ango xwebûna wê dûr dixin. HPJ vegera cewhera xwe ye. Li dijî siyaseta qirêj tekoşîna rûmetê ye. Em wekî HPJ’ê di xeta Bêrîtan, Zîlan Pepûleyan, Şîrînan, Kawendayan de û Rêwanan de tekoşîna xwe bilind dikin.



    KJAR