• تاگەکان: ,

    EMÊ Jİ BÎR NEKİN, BÊ SEROK JİYAN NABE!!!

    18 تشرینی دووه‌م, 2020

    Di dirokê de gelek kesayetiyên navdar û bi hêz derketine ku mohra xwe li serdemekî dane. Carna wek Lîlîtan serî netewandine li hember xwedayan û çanda serhildêriyê afirandine, caran mîna Îbrahîman li hember Nemrûdan rabûne, caran wek Zerdeştan bi felsefeya pîroz bi ax û nirxê xwe ve hatine girêdan. Bûne Spartakûs li hember koletiyê serî hildane û caran jî mîna Che Guevarayan li deşt û çiyayan destanan nivîsandine. Geh bûne Nietzche wek zanyarên mirovahiyê geh jî bûne Îsa ku ji bo armanca xwe bi çarmîxan ve hatine girêdan. Ango dîrok ji gelek merdan, egîdan û şêrejinan re şahidiyê kiriye. Her çiqas di wateya temam de negihiştibin armancên xwe jî, li pey xwe nirxên pir mezin hiştine ku mirovahî li ser wana xwe û rûmeta xwe parastiye…

                    Ango ti caran mirovahî ji şexsiyetên xwedî şexsiyet bêpar nemaye. Çawa ku her serdemekî mirovên xwe diafirîne, di dîroka Kurdistanê de jî di her serdemekî de egîd derketine û dawa serxwebûna Kurdistanê kirine. Lê mixabin her carê bi heman çarenusê re rûbirû mane. Ango hatiye xwestin bê bandor werin hêştin. Belkî jî ji ber van yekan bû ku pêwîst bû pêşengek  derketiba, ji encama hemûyan dersan derxista û  pelek nû di Diroka Kurdistanê de vekira. Hetta bi vê nemaya û ji hemû cihanê re bibûya îlhama kelecan û şoreşê. Belkî jî jiber vana divîya Rêbertiyek wek Rêber APO derketiba û ne tenê gelê kurd hemû Rojhilata Navîn heta cihanê bigihanda astek dîtir. Rêbertiya ku şopdarê Zerdeşt, Manî û Mahîran bû. Yê ku “zarokê serdema dayik-xwedavend bû” ku dara hişk bûyî ji nûve şîn bikira…

                    Belê lîberalîzma ku îdeolojiya kapîtalizmêye, gelek caran bi gotinên cûrbecûr tê ser ziman û tê nirxandin. Lê bê ku ketina ferqê çêbibe pir caran di nêrîn û nirxandinên şoreşgeran û alîgirên şoreşê de jî bandora lîberalizmê xwe nerasterast nîşan dide. Gelek caran nirxandinên wek  “li Rojhilata Navîn şer heye. Şerê Fîlistîn û İsrailêye. Yê DYE û İranê ye, şerê cîhanê yê sêyemîn ji ber dewlemendiyên Rojhilata Navînin” û hwd tên gotin. Vana hemû rastin. Lê ya grîng dema mirov rastîyan tîne ser ziman divê mirov ji rastiyên dîtir zêdetir ya herî esas bîne ser ziman. “şerê cîhanê yê sêyemîn” pênseyeke ku Rêber APO gotiye û piştre belav bûye ye. Dîsa paradigma û felsefa Rêbertiya me paradigmayeke ku li tevahiya cihanê û di tevahiya dîrokê de cuda ye û ji hemû pergala heyî re maydan dixwîne. Ango serûbinbûna pergalên heyî ye û ev jî têkçûna kapîtalizmê ye. Vaye ji bo wê jî divê mirov bêyî dûdilî û bêyî fikrandin bêje ku “raste bandor pirin lê sedema ku şerê cîhanê li Rojhilata Navîn dimeşe hebûna Rêber APO ye” jixwe kapîtalizm bi beralî kirina mijaran xapandinan çêdike û hertim mijaran tevlîhev dike da ku tiştên esas û yên dûvre tên ji hev neyên derxistin…

                    Di felsefe û paradigmaya Rêbertî de îsrar di azadî û sosyalizmê de îsrar e. Di terz û tempoya Rêbertî de îsrar di serkeftin û zaferê de îsrar e. Zafer û serkeftin bi pêkanîna fikir û felsefeya Rêbertî gengaze. Pêkanîna fikir û nêrînên Rêbertî bi serbestî û azad xebat kirina Rêbertî dibe. Ev jî bi îsrar û bi îsrar jibo serbestiya Rêbertî 24 saet karkirinê pêkane. Ango erka Edûl û Derwêşên zaferê yên serdemê serbestiya Mirovê Azad e, Prometeûsê serdemê pêkanîn û ji tehtên ku Zeûsê kehpe wî pêve girêdaye rizgar kirine.

                    Çi ilmî çi hestî, girêdana bi Rêbertî girêdan bi jiyana azad ve ye û di vê oxirê de her tiştê pêwîste wê were kirin, berdêl çi dibe bila bibe wê were dayîn û ji canê me wêdetir tu tişteke me nîne wê ew jî di vê riyê de were feda kirin… Elimandina dîl girtina Rêbertî, elimandina koletiyê ye û her roj wê tekoşîna herî mezin li hember xiyaneta herî mezin ji bîr kirinê were dayîn… Emê ti carî ji bîr nekin BÊ SEROK JİYAN NABE!!!

    Dicle Amara

     



    KJAR