• تاگەکان: ,

    DÎROKA ŞARİSTANİYÊ HEMAN DEMÊ DE DÎROKA TÊKÇÛN Û WENDAKİRİNA JİNÊ YE

    9 ئایار, 2021

    Ji dema derketina hiyarerşiyê îdeolojiya desthilatdariyê mane li cinsiyetparêziyê bar kiriye. Ji nêz ve têkiliya xwe bi desthilatdarbûn û çînîbûnê re heye. Bi tevahî çavdêrî û lêkolînên rojane û yên arkeolojîk, antropolojîk nîşan didin ku demên jin bûye çavkaniya otorîteyê hene û demên behsa wan têne kirin demeke dirêj qudandine. Otorîteya jinê ya navbihurî li ser otorîteya desthilatdarî û berhemê zêde nehatiye avakirin, berevajî çavkaniya xwe ji berhemdarî û zayînê digire. Ji lewra otorîteyek e ku hebûna civakî bi hêz dike. Mejiyê hisî yê li cem jinê bandora xwe zêde ye, bi vê hebûnê re têkiliyên xwe gelekî bi hêz hene. Di şerên desthilatdariyê yên li ser desteserkirina berhemê zêde de hatine kirin jin zêde diyar nîne û ev jî rewşa wê bi şêwazê wê yê hebûna civakî re pêwendîdar e.

    Di pêşketina desthilatdariya girêdayî nîzamê dewlet û hiyarerşiyê de mêr bi rola pêşeng rabûye, çavdêriyên rojane û daneyên dîrokî vê yekê eşkere nîşan didin. Ji bo vê jî otorîteya jinê ya heta qonaxa dawî ya civaka neolîtîkê jî pêşketîbû diviyabû bihata şikandin û li dawiyê bihata hiştin. Dîsa çavdêriyên rojane û daneyên dîrokî der barê vê de têkoşînên mezin ên cûrbicûr û yên dema wan dirêj piştrast dikin. Nexasim mîtolojiya Sumer hema hema weke hafiza xwezaya civakî û dîrokê têra xwe mirov rohnî dike.

    Dîroka şaristaniyê di heman demê de dîroka têkçûn û wendakirina jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe, bi hukimdar û tebaên xwe, bi ekonomî, zanist û hunerê xwe, kesayeta mêrê serwer bi hêz kiriye. Ji lewra têkçûn û wendabûna jinê, li ser navê civakê ketin û wendakirineke mezin e. Civaka cinsiyetparêz encama vê ketin û wendakirinê ye. Mêrê cinsiyetparêz, dema ku li ser jinê hakimiyeta xwe ya civakî ava dike ewçend dilbijok û bi mehd e, her cure destdan û têkiliya xwezayî vediguherîne xwenîşandaneke serweriyê. Li diyardeyeke biyolojîk a mîna têkiliya cinsî timê têkiliya desthilatdariyê bar kiriye. Mêr ti car ji bîr nake ku mîna serketin bi dets xistibe têkiliya cinsî bi jinê re datîne. Di vî warî de gelekî zêde hîn bûyî ye. Di vî warî de jî gelek gotin çêkirine: “Min ew temam kir”, “Min karê wê qedand”, “dêlik”, “Divê tu ço ji ser serê wê, daşik ji zikê wê kêm neke!” (Lê bixin bi tîran aş bikin bi qîran), “fahîşe, orûsipî”, “kurikê mîna keçikan”, “Eger tu qîza xwe serbest berde yan wê biçe daholvan an jî zirnevan” (Serê keçan bernedin), “Divê mirov wê zû bi mêrekî ve girê bide”. Gelek çîrok û gotinên pêşiyan ên bi vî rengî têne gotin. Gelekî eşkere ye ku têkiliya cinsî û desthilatdarî di nava civakê de çiqasî bi bandor e. Di roja me ya îro de jî her mêr ‘mafê kuştina’ jinê jî di navê de xwedî gelek heq û mafan e, û ev jî rastiyeke sosyolojîk e. Ev ‘heq’ her roj têne bi cih anîn. Bi giranî karektera têkiliyan bi awayê tacîz û tecawizê ye.

    Di çarçoveya vê civakbûnê de malbat weke dewleta piçûk a mêr hatiye avakirin. Di dîroka şaristaniyê de saziya jêre malbat tê gotin bi şêwazê xwe yê heyî her çûye bi bandor bûye û ev jî bi sedema hêza mezin a daye amûrên desthilatdarî û dewletê ye. Yekemîn, malbatê li dora mêr desthilatdar dikin û bi vî awayî wê dikin şaneya civaka dewletê. Duyemîn, xebata jinê ya bêberdêl û bê sînor tê misogerkirin. Sêyemîn, zarokan mezin dike û bi vî awayî pêdiviya bi şêniyan tedarik dike. Çaremîn, weke modela rolê koletî û çilektiya cinsî li tevahiya civakê belav dike. Bi awayekî bingehîn malbat bi vê naveroka xwe îdeolojiyek e. Ew sazî ye ku têde îdeolojiya xanedaniyê fonksiyonel dibe. Her mêr di nava malbatê de xwe weke xwediyê xanekê his dike. Mirov weke rastiyeke gelekî girîng bi malbatê dihise û ev jî ji îdeolojiya xanedaniyê ye ku gelekî bi bandor di binê wê de heye. Malbat çiqasî zarok û jinên xwe hebin, mêr jî ewqasî ewlehî û anorê bi dest dixe. Gelekî girîng e ku mirov malbatê bi rewşa wê ya heyî jî weke saziyeke îdeolojîk binirxîne. Eger hûn jin û malbatê bi rewşa wan a heyî jî ji bin sîstema şaristaniyê, desthilatdarî û dewletê bikişînin, li dawiyê zêde tiştek bi navê nîzamê namîne. Lê berdêla vê şêwazê, rewşa jinê ya di nava şerekî dewam yê asta navîn de ye ku ev şêwazê hebûneke têkçûyî, piçûkketî, feqîr û bi êş e. Mîna ku yekdestdariyên sermayeyê tevahiya dîroka şaristaniyê çawa ya li ser civakê dewam kirin, mîna wê bi awayekî parelel duyemîn yekdestdariyeke zincîrwarî li ser dinya jinê weke ‘yekdestdariya mêr’ ava kirine. Hem jî weke yekdestdariya herî kevin a berê. Eger mirov hebûna jinê weke cîhana mêtingeh a herî kevin bigire dest, dibe ku me bibe encamên rastî. Belkî jî mirov ji bo jinan bibêje, gelê mêtingeha herî kevin a nebûye millet, rastir e

    ÇAVKANÎ; “ PARİZNAMEYA RÊBER APO A SOSYOLOJİYA AZADÎ BEŞA PİRSGİRÊKA CİNSİYETPARÊZİYA CİVAKÎ, MALBAT, JİN Û ŞÊNİYAN”



    KJAR