• تاگەکان: , ,

    Li Kurdîstanê Qirkirina Sistematik û Femînîsîd

    15 تشرینی یه‌كه‌م, 2020

    Zext, tunehesibandin û qirkirina li ser jinên ku ji nivî zêdetirê civakê avadikin derewyî pergala kapîtalîst ya desthilatdariya zilam nikare were pênasekirin. Di bindestkirina jinan de pergala desthilatdariya zilam hertim buye xwedî berjewendî. Di civak û dewletên ku ji dîrokê heya niha ji aliyê hişmendiya desthilatdariya zilam ve hatine rêvebirin de jin bûne qurbanên ego’yên wan û qirkirina civak û jin hatine kirin. Herçiqas qirkirina jinan bi şewazên cûrbecûr were kirin jî, piraniye xwe heya roja me ya îro wek rêbazekî bingehin ên şerên ku berhema hişmendiya zilam e tê domandin.

     

     

    Di şeran de êrîşên herî bedbext û hovane êrîşên ku li dijî jinan têne bikaranîn e. Li her derê cîhanê heman rewş derbasdare. Reng, ziman û çanda jin herçiqas ji hevdu cûda be jî, kiryarên li dijî jinan di cewhera xwe de bi heman awayê ne. Jin ji dîrokê heya niha bûne qurbanên şerên ku wek berhama zilam derketine holê. Di hin şeran de ev qurban rastî lêdanê tê û bi erdê ve tê xişikandin. Di hin şeran de jî di nav tezahuratên tirsinak de rastî şalake û işkencê tê. Di hîn cihan de jî ev qurban tê şewitandin, laşê wê tê perçekirin, dest û lingê wê tên jêkirin. Di hin şerên din de jî bi xweliya asfaltê ve tê şewitandin an jî bi darekê ve tê daliqandin û perçe perçe dikin. Lê belê di hemu şeran de rêbazê bingehin a li dijî qurbaniyê jin yekin; revandin, dîl girtin û bi tecawuz û işkencekirinê kuştin e. Zilam di temaşekirina wê hovîtiya li hemberî jinan de ku wek qirkirinek jin pêktînin gelek bi keyfin. Carna ew rewşa ku tê kirin wek tiştekî pir asayi ye ji aliyê bi dehan kesan ve tê temaşekirin.

     

    Ew rêbazên hovane rêbazên şerê taybet in. Û ev rêbazên şerê taybet belkî jî ji dîrokê heta niha di hemu cîhanê de qirkirina jin ango bi navekî din femînîsîda ku tê berdewamkirin û li tevahî erdnîgariya Kurdîstanê hatiye jiyankirin û têjiyankirin e.

     

    Li Kurdîstana ku li rojhilata navîn ji aliyê dewletên wek İrak, İran, Tirkiye û Surî ve ji çar parçe re hatiye dabeşkirin û mêtingerkirin de, polîtikayên qirkirina jin li hemberî jinên Kurd mêtingeriya wan çar netew dewletan dihewine. Jinên Kurd ji aliyê nasnameya netewî û zayendî ve li her çar perçeyan de ji du aliyan de rastî êrîşa hêzên mêtinger tên.

    Ger em li sed salên dawiyê ya li Kurdîstanê binêrin wê demê emê femînîsîd e ku tênê kirin pir baş bibînin.

     

    Koçgirî

     

    Koçgiri, nav, û cîhe destpêkirina polîtîkayên qirkirinê ya dewleta Osmaniyan li dijî gelan û bi taybet jî li dijî Kurdan bu.

     

    Ber bi sala 1919’ve Nurettîn Paşayê Sakallı ku pêkenêrê leşkerî ya wê polîtîkayê bû, qala komkujiya Ermeniyan dikir û digot; “me işê ku digotin ‘Zo’ qedand, niha dor hatiye ewên ku dibêjin ‘Lo’.  

     

    Ev, alamet êdî dor hatina Kurdan nişandida. Gund hatin şewitandin û hilweşandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin. Navê fermandara jin ku berxwedaniya Kurdan birêxistin dikir Zarîfe bû. Zarîfeya ku yek jî fermandarên jin a destpêkê ya Kurdîstanê bû, bi saxî ji komkujiyê xilas bû û berxwedanê birêxistinkir. Di sala 1938’de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

     

    Keçên winda yên Dersîmê

     

    Yek ji cîhên ku polîtikayên qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hat pêkanîn jî Dersîm bû. Gava ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên topyekun li dijî Dersîm’ê ku bi hezaran salan bi çand û baweriya xwe jiyan dikir destpêkir, pelên dîrokê sala 1937 nîşan didan.

     

    Cîhê wê qirkirinê ku di encama wê de 70 hezar mirov hatin qetilkirin û di dîrokê de numuneyên xwe kêmin Dersîm bû. Bi hezaran jin, ji bo ku xwe ji tecawuzên leşkerên Tirk xilas bikin, xwe ji kendalan avêtin.

     

    Keçên ku  hêjmara wan edî bi hezaran ve tên ziman jî, di encama polîtikaya qirkirinê sistematik de ji malbatên xwe hatin veqetandin û dane malbatên Tirk.

     

    Piştî salan, Nezahat Gündoğan bi çêkirna bi kurtefîlma ya bi navê “keçên winda ya Dersîmê”

    karî bu ku xwe bigîhîne çend ji wan keçan. Hêjmara zarokên keç ku li Dersîmê ji malbatên xwe hatin veqetandin bi rengekî zelal naye zanîn, lê tê gotin ku hejmara wan bi sedan derbas dike… îro bi wan çîrokên zarokan ku derketine holê ve ev kiryarên derveyî mîrovahî hatine belgekirin.

     

    Ne rasthatineke ku yek ji damezrînerên PKK ku li sala 1978 ji bo têkoşîna azadiya Kurdîstanê hate avakirin Sakîne Cansız jî ji Dersîmê bû. Ew bu nunerê demara berxwedêr ya jinên Kurdîstanê.

     

    Geliyê Zîlan

     

    Cihek din ku li dijî Kurdan qirkirinek civakî a sistematik hatiye pêkanîn jî Zîlan bû. Di qirkirina Zîlan kû herî kêm ji 15 hezar kesan re bu goristan, bi sedan jinên ciwan hatin tecawûz û qetilkirin. Bi sedan ji wan jî erebeyan suarkirin ku heta niha jî ti kes aqubet û hêjmara wan jinên ku ji aliye leşkerên Tirk ve hatin revandin, nayê zanîn.

     

    Di derbarê qirkirina Geliyê Zîlan û tiştên ku piştre hatine jiyankirin de heta niha belgeyên xurt derneketine holê. Ruxmê wê jî tiştên ku nav gel de tê axaftin û hîn ispatên ku gihiştine ber dest encama tiştên ku hatine jiyankirin pir eşkere radixe berçavan. Û bi şahîd û lêkolînên heyî a dema komkojiyê de jinên ku zikê wan hatibu dirandin û zarokên wan hatibu kuştin êdi piştrast dibin.

     

    Enfal

     

    Pêkanînên hovane yên herî kambax dibe ku di ên di navbera salên 1986 û 1988’an de hatine jiyan kirin bin. Komkujiya Halepçe ku li İraqê bi talîmata Saddam Huseyîn ve hate pêkanîn û di encama wê de heft hezar Kurd hatin qetilkirin beşek ji tevgera qirkirinê ya Enfalê  bû ku di encama wê de bi giştî nêzî 182 hezar Kurd bi çekên kîmyewî ve bi carekî de hatin qetilkirin.

     

    Di nav tevgera qirkirinê ya enfalê de sucên mirovahî ya li dijî jinan heya niha wek mijarek cidî ne hatiye destgirtin. Hîn jî aqubeta sedan jinên ku di encama enfalê de ji malbata xwe hatine veqetandin naye zanîn.

     

    Rojnameya Azadiya Welat di 21 Mijdara 2010’de belgeyek pir girîng weşand. Di wê belgeya ku ji aliye çavkaniyên leşkerî ya İraqê ji Serokwezîrê Dewleta İrak’ê re bi gotina ‘veşartî’ hatiye nivîsandin de, tê gotin ku jinên ku anîne kampên komî, ji bo bi karanîna karê fuhuşê şandine welatên Ereba. Di wê belgeya ku behsa wê tê kirin de lîsteyek ya navan jî hebu û dihat eşkerekirin ku wan jinan jî şandine Mısırê.

     

    Ev belge jî îşareta wê yekê dike ku tevgerek a qirkirinê  peşketiye û wekî ku di hemû pêkanînên din de jî tê dîtin ev qirkirin li derdorê a qirkirina jin ango femînîsîd de peşketiye.

     

    Jin di encama şer ango tevgerên qirkirinan de wek xanîmet tên dest girtin. Peyva Enfal jî di zimanê Erabî de tê wateya “xanîmetê şer”  û bi rastî jî derdikeve holê ku jin di nava wê tevgera qirkirinê de wek xanîmetê hatine bikar anîn.

     

    Tenê aliyêk rûye rastî tê dîtin

     

    Agahiyên li jorê hatine dayîn, tenê encama şerên ya pergala zilamsalarî yên 100 salan e. Bêguman ev agahiyên ku tenê aliyêk ya rastiyê nişan didin, heya astekî bi raya giştî re hatine parvekirin û hatine piştrastkirin in.  Rastiyan derxistina holê û sucên şer ispatkirin hertim gelekî zehmet buye.

     

    Di heman demê de di şerên dagirkeriye de hejmara jinen ku ji cîh û warê hatin kirin û hatine bazarkirin bi rengekî zelal ne hatîye zanîn. Ji aliyek din de hovîtiya ku di şeran de ji aliyên dagirkeran li dijî jinan hatiye pêkanîn jî, bi giştî bê bersiv dimîne. Sedemên bingehîn ku ew suc bêhesap bimînin jî lewaziya peymanên navnetewî ku mafên jinan dixin bin mîsogeriyê û zehmetiya îspatkirina rewşên ku hatine jiyîn e.

     

    Cara yekem pêkanînên dijmirovahîyê ya li hemberî jinan ji aliyê dadgeha navnetewî ya şer a ku sala 2002’de hatibu damezrandin li Bosna û Ruanda hate dest girtin.

     

    Di heman demê de pêkanînên li dijî jinan jî li her du welatan de  wek “sucên qirkirinê” hatin naskirin. Lê belê ew her du mînak heya niha wek îstîsnayek li pêşiya me disekine û ew rewş tenê têra eşkerekirina dilopek ya rastiya hovîtiya  ku di dirêjahiya dîrokê de hatiye jiyankir dike.

     

    Rewşa di şerê seyemîn a cîhanê de

     

    Di roja me ya îro de li gor gelek otorîteyan şerê cihanê ya sêyemin tê jiyankirin. Îşarete destpêkirina vî şerê, wek şerê  navxweyî ya li Surî tê destnişankirin ku ev şer jî  dewletên hegemon ên zilamsalar piştê sed sala cardin ji bo Rojhilata Navîn parvebikin dane destpêkirin. Di heman demê de bi şerên vekaletê(farsi te wateya niyabeti) re hêzên paramiliter jî kêşandin nave qadên şer û bi wî yekê jî cîh çarçoveya şeran jî hate guhertin.

    Di her qadê de, ji roja ku şer destpêkir û şûn de dagirkeriya çeteyên ku ji aliyê hêzên hegemon ve  hatibun “perwerde û amadekirin” bi navê Arteşa Azad ya Surî piştre ku navêxwe kir ‘arteşa milî ya Surî’,  ku nêzî 30 komên din yên çeteyên jî di nav xwe de dihewandin,  bi ketina xweye cîheki re dagirkerî-mêtingerî li ser bedena jin di hat destpêkirin. Sucên li dijî jinan ji aliyê dewleta Surî û  komanên çete ve hatine kirin bi awayekî wahşetnak tê ziman. Li welata ku tê de hîn şer diqewime amarê sucên li dijî jinan hatine kirn tespît kirina wî pir ne gengaz e. Pevçunên ku di 15 Adar’a 2011’de li Dera’ya ku başurê welate destpêkirin li seranserê welat belavbun. Sucên şer yên rejima Surî û ya komên çeteyên paramiliter roj bi roj zêde dibin.

     

    Li gor rapora Netewên Yekbuyî (NY) ku li sala 2018’de hate eşkerekirin ku di şerê navxweyî a Suriye de ku heya naha jî didome de, bi hezaran jin û zarokên keç hatine tecawuzkirin.

     

    Mala Çavderî ya Mafên Mirovan a Surî ku bi navenda wî li Brîtanya ye, ji adara 2018’an şun ve mirina 353 hezar û 900 kesan ku ji wan 106 hezar sîvîl bûn tatine tomarkirin.

     

    56 hezar û 900 kesên ku tê payîn windane ango mirine ne di nav wan hêjmaran de nîne. Saziya mala çavderî texmîn dike ku mirina 100 hezar kesan  ji nehatiye belgekirin.

     

    Herwiha tê diyarkirin ku %40 ji wan jin û zarokin.

     

    6,1 mîlyon welatiyên Surî ji ber şer ji mala xwe bûn, 5,6 mîlyon kes jî reviyan derwayî welat.

     

    Nêvî ji welatiyên Surî ku rewşa penaberî jiyan dikin jin in. Jinen ku çunê welatên wek Tirkiye, Lubnan û Urdûnê tê zanîn ku jin ji bo fuhuşê û di berdêla pere de wek hevser têne firotin.

     

    Şengal/YJŞ

     

    Qirkirina Kurdan ku di rojhilata navîn de bi sed salane tê jiyankirin ji aliyê DAİŞ û piştî wî ji aliyê komên Cîhadî bi piştgîriya dewleta Tirk ve tê berdewamkirin.

     

    Li hemberî tevgera tûnekirinê ya bi sîstematîk jinên Kurd berxwedaniyekê birêxistinkirî û bi sîstematîk dimeşînin. Jinên Kurd li hemberî femînîsîd ya ku ji aliyê netewî, zayendî û bawerî de tê meşandin hêza parastina cewherî avadikin.

     

    DAİŞ’ê ku wek pêkenînerê rasterast a pergala zilamsalar û yê ku ji aliyê dewletên emperyalîst ve tê xwedîkirin, di Tirmeha 2014’de Musul’ê dagirkir. Piştî wê jî Şengal’a ku yek ji baweriyên qedîm a mezopotamyayê ye ku Kurdên Êzidî lê jiyan dikin hate dagirkirin.

     

    Di 3 Têbax’a 2014’de li deme DAİŞ êrişê xelkê şengal’ê kir wê deme  hêzên  PDK wek berpirse parastinê li şengal bû. Lê di dema êrişê de hêzên PDK revîyan şengalê jî ji dagirkeran re hîştin. Di encam de  gund bi gund şenglal hate dagirkirin zilaman dan ber guleyan, zarokên keç û jin jî dîl hatin girtin. Amarên ku ji

    aliyê platforma têkoşîna ji bo jinên ku hatine dîl girtin ve hatibu eşkerekirinde; 7000 jin û zarokên keç ji hêla DAİŞ’ê ve hatin revandin û aqubeta gelek ji wan jinan jî hîn nayê zanîn ango ne diyar e.

     

    Yên ku destpêkê ji bo jinên Êzidî rizgar bikin hatin Şengalê gerîlayên YJA-Star û HPG bûn. Bi deh hezaran jinên ku ji destê cîhadiyan reviyabûn ji aliyê gerîlayên YJA-Star’ê ve li çiyayên Şengalê hatin parastin. Jinên Êzidî ku xwe bi gerîlayên YJA-Star’ê ve birêxistinkirin parastina xwe ya cewherî avakirin. Jinên Êzidî bi rêya berxwedaniya hêzên xwe yên parastina çekdarî ku di bin sîvana YJŞ (Yêkîtiya Jinên Şengalê) de li sala 2015 hatibu avakirin, Şengalê ji DAİŞ’ê rizgarkirin. Gelek jinên ku ji aliyê DAİŞ’ê ve dîl hatibun girtin ji aliyê YJŞ hatin rizgarkirin.   

     

    Rojava/YPJ

     

    Gelê li Rojavayê Kurdîstanê ku di dema şerê navxweyî ya Surî de şuna ku di navbera hêzên derwa û rejima antî demokratîk ya Surî de yekî hilbijêrin, di çarçoveya paradîgmaya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de ‘xweseriya demokratîk’ û ‘netewa demokratîk’ ya rêya sêyemin ji bo xwe esas girtin û di sala 2012’de şoreşa Rojava lidarxistin. Gelê ku  xwesriya xwe îlan kir û dest bi xwe rêvebirine kir şunde jî gav bi gav rejima Surî ji bajarên xwe derxist.

    Hêzên parastina jin ku ji aliyê jinan ve bi navê Yêkineyên Parastina Jin (YPJ)  hate avakirin di 4 Nîsan’a 2013’an de damezrandina xwe îlankir.

    DAİŞ’ê ku bi şerê navxweyî a Surî re derxistin pêş di cotmeha 2014’de êrîşê yek ji kantonên Rojavaye Kurdistanê Kobanê kir. YPJ wek hêzekê parastinê a birêxistinkirî di parastina Kobanê de cîhê xwe girt. Dema Kobanê hate rizgarkirin ji yek ji alên ku destpêke li Kobenê hatê dalikandin a YPJ bû.

    YPJ’ya ku bi hezaran hêzên parastina cewherî ya jinan di nava xwe de dihewîne, di şerê li dijî DAİŞ’ê û rizgarkirina Minbic, Tebqa û Rêqqa de rolekê aktîf leyst?

     

    Efrîn

     

    Tê zanîn ku Tirkiye di rewşa heyî de yek ji fînansman û piştevanê herî mezin ya şerê navxweyi a Surî ye. Pêwendiyên petrolê ku derketine holê û pêwendiyên îdeolojî bi cîhadiyan re di gelek belgeyên navnetewî de tên piştrastkirin ango cî digrin. Hevkariya dewleta Tirk bi komên paramîlîter ku li Surî de dide şerkirin bi rengekî eşkere û herî baş êrîşên li ser esasê dagirkirina Êfrînê de derketiye holê.

    Dewleta Tirk bi erêkirina hêzên hegemon ve di 20 Çile’ya 2018’de êrîşê kantona Êfrînê ya Rojava kir. Di wê êrîşê de nêzî 25 komên cîhadî ku bi navê arteşa azad a surî û herwiha DAİŞ cîhê xwe digirt.

     

    Êrîşa dewletek ku bi rêbazên aqlê mirov dicemidîne li hemberî bajarek piçuk pêkhat lê hemû cîhan tenê wek temaşevan ma.

     

    Hêrsa dewleta Tirk û komên girêdayî wê ya li dijî jinê ku xwe birêxistin dike û diparêze dema dîmenên îşkenceya li ser cenazeya şervanê YPJ Barîn Kobanê de hatibû kişandin ji xwe dida der. 

    Êfrîn di 18 Adar’ê de ji aliyê dewleta Tirk û komên Cîhadî ve hate dagirkirin. Wekî ku li herderê tê jiyankirin armanca dagirkeriyê destpêke jin bûn. Li Êfrînê tevî ku hêjmarên zelal nayê zanin jî bi hejmarek mezin zarokên keç hatine revandin. Jin rastî tecawuzê hatin. Li bajêr heya niha jî her roj bûyerekî nû a femînîsîde tê jiyankirin.

     

    Rêxistina mafên mirovan ya Êfrînê daxuyakirin ku %30 ya bin pêkirinê mafê mirovan li dijî jinan e û piraniya wan jî zarokên keç in. Di raporê de tê gotin ku 50 jin bi şewazên cur be cur hatine qetilkirin û 60 jin jî rastî êrişa cinsî hatine.

     

    Li gor raporê; Aqubeta bi hezaran jinên ku ji aliyê qaşo ‘polîsên leşkerî’ ku girêdayî dewleta Tirk’in hatine revandin naye zanîn û gelek ji wan jinên ku hatine revandin jî tenê bi berdelê pere dikarin werin serbest berdan.

     

    Serêkaniyê/Girê Spî

     

    ‘Arteşa Milî a Surî’ ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji bermahiyen DAİŞ ve hatiye avakirin, 9 Cotmeha 2019’de êrişên xwe yên dagirkirinê li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ya Rojava dabu destpêkirin.

     

    Ka em çend ji wan sucên şer ya dewleta Tirk û komên çete a girêdayî wî ku li hemberî sedan jin hatiye pêkanîn bînin bîra xwe.

     

    Dîsa jin di hedefa destpêkê a dagirkeranda bun. Di 12 cotmehê de hevseroka Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 ji erebeya xwe hate daxistin û hate qetilkirin. Cîhadî wê sucê xwe ya dij mirovahiyê ji bê ku şerimbikin hesabên xwe tevna civakî de parvekirin.

     

    Herwiha bedena şervanê YPJ Amara Rênas ku di 26’ê cotmehê de ji aliyê komên cîhadî yên girêdayî dewleta Tirk ve dihat îşkence kirin teyîsî kamerayan wan û di heman demê de jî di hesabên xwe yên tevna civakî de jî parvekirin.

     

    Ji bajarên ku hatine dagirkirin her roj agahiyêkî nû ên sucên şer li dijî jinan tên.

     

    Li gor agahiyên ku gihiştiye destê komeleya mafê mirovan a herêma Cîzrê ji gundên girêdayî Girê Spî gelek jin hatine revandin. Herwiha agahî hatiye girtin ku li bajêr bi darê zorê çarşafên reş li jinan hatiye kirin. Li Serêkaniye jî; tenê sê mehên dawî de, 5 jinen çeçen, 2 jinen kurd, 23 jinen Erep ji aliye çeteyen dewlete dagirker ên Tirk ve hatine revandin. 

     

    Divê çi were kirin?

     

    Mirov dikare vî lîsteyê hîn zêdetir kûr û dirêjtir bike. Jixwe her roj sucên dijmirovahî li dijî jinan qat bi qat zêdetir dibin û tên domandin. Heya ku şerên ku bi hişmendiya zilamê desthilatdar ve têne meşandin werin domandin wê jin bi berdewamî bibin qurbanên wan şeran. Ji bo ku mirov bikaribe li dijî wê bisekine berî her tiştî divê mirov bi zanebûna ku her femînîsîda ku tê jiyankirin di cewhera xwe de qirkirina civakî ye. Divê di serî de jinê li hemberî wan polîtîkayên qirker jiyana xwe li ser esasê azadiya jin ku bingeha pêşketina azadiya civakê ye avabike. Ji bo ku di şer û pevçunan de jin neyên qirkirin divê bi zanebuna parastina cewherî ve berxwedaniya xwe bike pêşbixin û bi rêxistinkirina jiyanek azad ve wê belevê hemu mirovahî bikin.

    Çınûr Mûhemedî

     

     

     

     

     

     

     

     



    KJAR