• تاگەکان: ,

    Stêrka Rojê

    19 حوزه‌یران, 2020

     

    Kurdistan Maku

    Agirê bedena zîlanê gerim kir, ew dilê ku bi hezaran mirovan hatibû cemidandin. Erê Zîlanê bi agirê bedena xwe bi hezaran mirovahî hembêz kir. Ma dibe were jibîr kirin Zîlanê. Keçên bedew bûn şopdarê Zîlanê, Zîlana bedew bi xemil û xweza Rêber Apo bû lênûs û pênûsa di destê mirovên dîrok zan de. Neviya Şêx Seîd ji dergoşa mirovahiya bidest re bû mizgîniya kêliyên azadiyê ku tu caran nayê jibîr kirin. Erê fermandara min te me fêrî heskirina mirovahiyê kir, îro jî bi hezaran keçên Rêber Apo nîvîsandin nasnameya teya heqîqetê. Keça lehenga çiya yê Dersima berxwedêr bedewbûna te kene li ser lêvê zarokên rojê, te hertim xwe kir di nav dilê kênê zarokên rojê çiqas hestekê bedewe dema mirov bibe manifestoya dilê rojê Rêber Apo.

    Keça rêberê rêberan, te xwe bi xweşikbûna dilê mezin yê Rêber Apo ala rengîn li xwe pêça û te got; “ bijî Serok Apo bijî jina azadî xwaz”. Dîroka ku bi hezaran salane nasnameya jinê wida kiribûn îro jî Zîlanê bi hezaran yên mîna Zîlanê dîroka jinê  bi tîpên zêrîn nivîdandibûn. Dema ew li hember mêrê desthilatdar  ru bi ru tên, ew dizanin çiqas dîroka me, zimanê me, çanda me û nasnameya me hatiye dizîn, lê rê heval û fermandara mezin Zîlan got; ey jinên bindest werin dîroka tevahî jinan emê ancax bi destê xwe binivîsînin bila ew nebin dilê dîroka desthilatdaran. Îro heval Zîlan dîroka heqîqetê bi dilê xweyê bedew careke din dîroka me ji bar kir got êdî hun pêwîste xwedî li dîroka xwe derbikevin. Zîlan eşqe, Zîlan dîrok zana rojhilata navîne, Zîlan zanista dîroka jina kurde, û Zîlan berhemê çanda xwedawenda dayîk a hîlala zêrîne. Zîlan bîr û baweriya tevahî jina ne. Zîlan şikand komploya nav neteweyî ma wê Zîlan çawa were jî bîr kirin. Belê ji bo ku mirov Zîlanê nasbike heskirina mirov pêwîste ji mirovahiyê û ji jiyanê re bibe taca zêrîn ya heqîqeta Zîlanê.

    Zîlan ji bo tevahî jinan bûye sembola serkeftinê. Ji berk u Zîlan  çalakiya xwe ji nû de avakirinê kir û banga azadiyê kir. Di rêça Zîlanê de ji bo ku serkeftinê mîsoger bikin têkoşîn û berxwedaniya wê didin meşandin.



    KJAR