• تاگەکان: , ,

    ZAYÎNA 4.NÎSANÊ ŞANAZIYA MIROVAHÎ Û KURDÎSTANA ROJHILATA NAVÎN E

    6 نیسان, 2021

    Nûjiyan Amed

    Heqîqeta zayîn û çêbûnên ku bi civakbûne, di zanista civaka xwezayî de veşartî ne.   Dema mirov ber bi şopên heqîqeta jiyana dayikên ku ji zarok û civaka xwe re xwedawendî û xwedatî kirine, mirov dibîne ku li ser vê Axa Rojhelata Navîn çiqas Tovên bi kok di demsala Bihara jiyana civakan de hatiye çandin. Di her serdemek de mîna Şitlên Azadiyê di hewza mejûyê=dîroka mirovahiyê de çiqas xwadan meznahiyek bi heybet in.

     Ev zayîn carna  di hebûna gerdûna  dayîkek navdar a afrîner, an jî di hebûna zarokê girêdayî çanda civaka xwezayî de bi ruhê  mirovahiyê ve,  xwe bi wate dike.  Ev zayîn carna jî weke hebûna zarokek ango ewladê bixêr, ji bo civakan dibe mizgîniya jiyana azad. Li  gor zanista  civaka xwezayî mirov dibîne ku di pêşengiya kesayetên navdar de şoreşên civakî di zikhev de şêwazek jiyana hevpar û pêkhatiye. Zayîna biyolojîk û zayîna exlaq û polîtîk jiyana  mirovan li ser van kokan bi sazûmaniya xwe  watetir dibe.  Her wiha dema xeterî, li ser jiyana jin û civakê çêdibe, ruhê azad di kesayetên navdar de  parazvanî xwe dide der.

    Weke tê zanîn bi serdema şaristaniya navendî de, ji milê hêzên çîna jor de ewlehiya jiyana jin û civakê ketiye  bin zor û zilmê. Di van serdeman de li dijî zilma heye, zayînên kesayetên navdar bi navê jinên zanyar û parazvan mohra xwe li dîroka berxwedaniyê dane. Her wiha gelek kesên ku evîndarê zanistê an jî, pêxember derketine hole. Ev zayîn jî di nava hewza mejûyê, jinên zanyar de weke zarokên çanda dayîkê bi ruhê civakparêziyê bûne xwedî nasname. Li beranberî nebaşî, neheqî û newşikiyan weke çanda parastina xwebûnê, bûne pêşengê dîroka mirovahiyê.  Bi dehan zayînên di vê serdema şaristaniya navedî de jî xwe bi ruhê civakaparêziyê  kirine ronahî jiyana exla û polîtîk. Li ser van esasan, her  zayînên di van serdeman de  gelek bi qedir=qîmet û  bi wate ne.

      Bê guman her zayîn an çêbûnek di hewza mejiyê mirovahiyê de nabe zayîn an jî çêbûna avabûna Ronahiya Rojê. Hin çêbûn derketin di nava rûpelê mêjûyê morovhiyê de weke  (cenawir= wahşên heft serî)  Dînezorên  ku Agir ji devê wan difûre û  dora xwe tinekirine jî deketine pêberî civakê. Mînak,  di serpêhatiyên xwedawendan de ku  ji civakê re xwedatiyê  kirine de Mardûk, Enkî=Enkîdo,  di  serdema navîn de li Kurdîstanê de Dehak û  îro jî, Dehakê nûjen= ên mîna Bexdadî, Mesût Berzanî û Erdogan hwd,nin. Ji  roja zayîna bê xêr a şaristaniya navedî û heta îro, hin tovên xirabe, weke  ewladê bê xêr bûne bela serê  jin û civakên.

     Li dij vê çanda tecawizkar her çiqas hin zayînên bi wate şopên xwe hiştin bin jî, bê guman bi demê re ji hêla van hêzên tûndrew de ev, zayîn bê encam û bê bandor hatine hiştin. Ji sedsla 18,19 û heta bi sedsala 20,an çêbûnên weke Şêx Ubeydulah= Şêx Seyît =  Besê=Seyît Riza = Zarîfe= Elî Şêran û heta bi Mîne =Qadî Mihemedan em xwedan serhildêrên navdarin.  Di milê wêje û hurnerî de em xwedan zayînên destanên nermir ên weke Mem=Zîn, Edûl= Derwişanin, Şêrîn û Ferhatan in.  Her serdemek bi ked û xwînê çêbûnek di hembêza axa Kurdîstana  Rojhelata Navîn de şopek ji bo bibe malê civaka mirovahiyê li dû xwe hiştine. Her zayînek li ser van axan di nava êş,azar û hestyariyek de şîn dibe. Bê guman her zayîn bê êş û azar ava nebûye.

    Belê zayîna Evdillahê biçûk, li ser axa bajarê Pêxemberan di gerdûna dayê Uwiş de bi êşa hezar salan ve, çavê xwe li vê gerestêrka bê dad ve dike. Her wiha nefesa yekem ji hawayê gundê Amara, ji bajarê Rihayê distîne. Bê guman ji zû ve, hawa welatê me, ji milê deshildarê Kurdîstanê ve hatibû gemar kirin. Êdî tu zarokên li ser axan bi tenduristî mezin nab in.  Welatê zarokê vê axê weke laşê mirov di milê ruh û beden de bi çar milan ve hatiye perçekirin.  Her çar perçe jî li ser xwe didin belav kirin.  Li ser vê axê gelek çîrok û serpêhatiyên dil bi êş tên nivîsandin.  Li milek heqîqt li milek jî derewên mezin di nava zimanan de ji nifşên pêşerojê re têne hiştin. Ji milê serdestan de heqeqeta jiyana bi rûmet tê berûvaj kirin. Êdî çîrokên şevên zarokî vî welatî dibin çîrokên du cihanên li dij heve. Ji bo çîna jor buhuşt, ji bo jin û civaka hêjar  jî dojeh an jî şeytan=teror têne ziman.   Jin = jiyan  û welatê zarokê vê axê ji ev hatiye îrnkarkirin.  Lewre her zayînek bi xwe re êş û azarê civakê zêdetir dike û jin û civaka xwezayî di bin aşê sîstema bê wêjdan de tê hêrandin. Di nava şert û mercek bi vî rengî de  zayîna yeke di 4, Nîsanê de hilma yekem dikşîne nava dilê xwe.  Zayîna 4, Nîsanê çêbûna di nava  xirbeyên çanda xwedawendan û pêxembaran de bi ruhê çanda civaka xwezayî nefes sendiye.  Lewre  zayîna 4, Nîsanê xwedan wateya evîna azadiyê ya sedan sala ye. Di gerdûna yadê UWIŞ de zayîna 4, Nîsana 1948 an de di derguşa hafiza  çemê Dîjle = Firatê de çêbûnek, ji çêbûnê pîroz û tolahildana hezaran sala ye. Di wateya siyasî,civakî û exlaqî de ji bo daw û doza mirovahiyê û bi taybet doza gelê Kurdistanê gelek bi nirxe. Ev zarok‘ zarokê serdema pêşeroj û paşeroja hebûna gerdûna tevahî zindiya ye. Mêzgîna hevsengiya qiliştokên ku di nava zihniyeta mirov û bi mirov, her wiha mirov û xwezayê ye.

    Abdulah Ocalan ango Rêber APO deyîndariya xwe ya li beranberî êş û azarê yadê Uwiş û di kesayeta yadê Uwiş de ji bo tevahî dayikên êşkêş, bi dozek xwebûnê û şoreşa civakbûnê zayîna xwe mezin kir. Li beranberî deyînê dayikê peymanek bi jinê re, li ser bingeha  rêzdariyek û hezkirinek bi têkoşînek serdemê dide pêkanîn. Ji bo vejîna îradeya azad û evîna bê sînor ji nû ve, di nava dil û hewza gerdûna jin û zilam de ji bo ku bighije heqîqeta xwe  li ser rêgeza  berdana bê dawî şoreşa civakî  dest pê dike. Doza dayikan, keçên biçûk û giştî jinên azadîxwaz bi lêgera evîna azadiyê ya mezin ev tam 79,sale li beran berî xwedayên ser erd şerk ji şerê PREWMETÛSAN  hilbijart. Bê guman berdila vî şerî jî îro li girava Îmraliyê di nava zindanek tarî de her roj di nava işkenceyek bê sînor de hiştine. Xwedayên ser erd tola xwe bi vî şêwazê distînin. Lê divê neyê jibîr kirin ku Abdulah Ocalan  dibêje:“min îxanetê li xeyalê zarokatiya xwe nekir“. Ev tê vê wateyê doza xeyalan pêkanîn bê berdêl pêkanyê. Ev doza evîna  mezin a azadiyê, heta niha dora 50,î hezar Şehîd, civaka gelê Kurd serî ji bo doza azadiya xwe û netewên bindest dane. Ev rêka evîna  mezin a azadiyê  rêyek ji riyên di mirovbûnê de israr e, û riya ji doza xwe nevegere. Ji bo wê jî Rêberê gelê Kurd û her wiha Rêberê  giştê mirovahiyê di nava xendeqa girava Îmraliyê de bê nefes tê hiştin. Bê guman bê nefesiya Rêber APO, bê nefesiya her ferdek xwedan biexlaq û xwedan wijdane.

    Heqeîqeta Rêberê gelê Kurd di dîroka ruhê mirovbûnê de veşartiye.  heke ji hêla xwedayên ser erdê ve, (Erdogan û hevkarên xwe) dest dirêjahiyek li ser jiyana Rêberê gelê Kurd were kirin, jina Kurd û gelê Kurd û her wiha civakên azadîxwaz wê,  Erd û Ezman bi serê  wan de were barandin. Ji ber ku Rêberê APO, ne tenê kesayetek e. Rêberê Apo ruhê avakar ê zarokan, jinan,ciwanan, civakên bindest her wiha avakarê sazûmaniya giştî netewên bindestin. Gefên destdirêjahiyê gevên li ser zayîna ruhê mirovahiyê ye. Lewre 4, Nîsanê girêdana xweya bi daw û doza hebûna gelê Kurd a  siyasî,bîrdozî û çandî heye. 

    Zayîna 4, Nîsanê di hebûna Rêber APO de ji bo jin û civakên hêjar, bangewaziya  hezar salan a dilşadiya serdema nû ye.

    Zayîna 4, Nîsanê  xwebûnê ya vegera heqîqeta peymana çanda dayikê ye.

    Zayîna 4,Nîsanê tê wateya heqeqeta hevrêbûna azad û ber bi şoreşa jin û civakê de ye.

    Zayîna 4, Nîsanê li dij zilm û neheqiya hezaran salan dengê dilê jin û ciwana ye.

    Zayîna 4, Nîsanê li dij civaka zayendperstî,zanistperestî,olperstî û nîjadperstiye têkoşîne.

    Zayîna 4, Nîsanê  qêrîna şoreşa çanda çand û ziman e.

    Zayîna 4, Nîsanê  ji bo jin û civaka Netewên bidndest çareseriya hemdemiye.

    Zayîna 4, Nîsanê helbes û sitrana xwebûnê ye.

    Bi vê boneyê salvegera jidayikbûna Rêber APO, di serî de li zarokên Rojê, li Ciwanên pêşeroja me, li  jina azad, gelê Kurd û giştî civakên bidndest pîroz be.

             

            



    KJAR