• 11 ته‌مموز, 2022

    ?Kî dikare vê pêta azadiyê, bitefîne

    Denîz Şiyar

    Di nav PKK’ê de an jî PKK bûyînê de, her kêliyek jiyanê dîroke. Her peyîvek ji peyîvên kesayetên berxwedêr û şoreşger, dibe çîrok û efsane. Her kesayetek PKK’yî dibe kesayetek pêşeng. Weka Kemal, Xeyrî, Mazlûm û Sakîne, dibin pêşengên dîroka berxwedan û rumeta gelê ku li peyî heqîqetê ne. Di dîrokê de gelek berxwedan hatiye jiyîn, gelek mîrate ji bo pêşerojê hatine hiştin. Dema ku em li mîrasa 14’ê Tîrmehê temaşe bikin, di nav de li himberî zordaran jiyanek azad û berxwedêr heye. Ji bo ku Jiyana azad were qezenc kirin, di nava tekoşîna rast de li himberî faşîzimê berxwedan û serkeftinek bê pênase heye. Ew berxwedêr jî, berxwedêrên zinadana Amedê ne.

    Gelo Jiyana rast çiye? Jiyan dema ku tê gotin di nava xwe de wijdan, exlaq û heqîqat afrandine. Pêre girêdayî bi nasnameya xwe ve azad jiyan kirin û di xaka pîroz de, bi serfirazî jiyan kirine. Dema ku em li dîroka Kurdistanê rast temaşe bikin, her dem gelê çiyayî ango gelê Kurd rastî dizek û barbaran hatiye. Nasnameya azad ji gelê Kurd hatiye dizîn. Gelê Kurd di dîrokê de hatiye perçiqandin û her dem tune hatiye hesibandin. Neyarên Kurd li ser kêlên tirban “Me Kurdistan li Agirî bin beton kiriye” nivîsandine. Ev zilm û zorderî li ser gelê Kurd, her berdewam hatiya meşandin. Bi nasname, îrade, hebûn,nan û azadî hatiye hêştin. Bi kurtasî bê cih û war hatiye hiştin. Li himberî ewqas hovîtiyan, li paytexta Tirkiye ango li Enqerayê, ciwanek bi navê Ebdullah Ocalan bi gotina “Kurdistan mêtînger e” gelê Kurd û gerdûn hejand. Ev hejandin hişt ku, di nav betonan de gelê Kurd ji nû ve zîl bide û bi kokên xwirt şîn bibe.

    Komek ciwan li Enqere, dema ku biryara tekoşîn xurt kirinê didin, her di despêkê de rastî zextên nijad perestan tên. Di 18’ê Gulanê de, pêşengek ji komê ango Heqî Qerar di esmanên reş û tarî de bû stêrkek. Ev stêrk bû sedema ronahî û rê nîşanerê vegera li cewherê xwe. Ev stêrk bû sedema gav avêtina jiyana bi rûmet. Bû Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê. Bu deng û qêrîna ku berê nedhat bihîstin, ev tê wateya ku bû qêrîna gelên bindest. Bû tîrêjek ji bo tovên di nav axa pîroz de ku, hîn hê çirûskek ji ronahiyê nedîtibûn. Ev stêrk her roja ku derbas bû hê zêdetir çirisî û xweşiktir bû. Neyar bi darbeya 12’ê Îlonê vî, xwestin ku stêrka delal û bedew bitefîne. Lê stêrk veguherî agirê pêtal (Meşale). Pêtal bi girbûna xwe, her ku çû geştir bû. Berya ku ew pêtal geştir bibe, kesek hov û çav sor ê bi navê Esat Oktay xwest ku di kesayeta Xeyrî, Mazlum, Kemal, Alî Çîçek û her weke din bi hezaran ciwanan de dîsa gelê Kurd bixe nava dojehê de. Li ser wan ciwanên ku ji tîrênjên Heqî Qeraran ava bibûn, her cûre îşkence da meşandin. Çiqas bê ehlaqî hebe, bê sînor pêk anî.

    Gelo Esat Oktay ji kur ew hêz tanî ku ewqas êrîşî wan ciwanan dikir? Bersiva wî zelale. Ew ne hêz bû ew tirs bû. Ew kes ango Esat, ji kesayet û felsefeya APO’yî zirav qetî bibû. Wî baş dizanî ku kesayetên Apoyî di jiyanê de cih nadin mirovên hov û zilim kar. Ji bo ku van mirovên berxwedêr tune bike, her cûre hovîtî dida meşandin û di vir de xwe bi dewletê pişt rast dikir.

    Gelo ew dewlet kî bû? Ew dewleta ku tê gotin, her dem faşîzim dide pêş û ji mirovahiyê re henase nade standin, dewleta Tirkiyê ye. Li himberî vê dewleta hov tu carî wan ciwanan stûyên xwe xwar nekirin. Gotina Şehîd Mihemet Xeyrî Dûrmûş “ Em dest bi rojiya mirinê dikin.” Bû felsefeya jiyana azad. Her wiha gotina wî a ku dibêje: “Ez deyîndarê gelê xwe me.” bû tirs û xof û kete dilê wan hovan de. Girtîgeha hejmar 5, ji bo dewleta Tirk bû warê stûxwarkirina wan. Îro jî ew pêtal bû agireke bê dawî û li çiyayên Kurdistanê ji neyaran re bû dojeh. Ev agir neyarên mirovahiyê disotîne.

    Di dîroka de berxwedana 14’ê Tîrmehê li qadên azad û di nav çar dîwarên cemidî de jî berdewam dike. Di pêvajoyeke ewqas dijwar û berxwedaniyek ewqas bi wate de tê jiyîn. Ne tenê li çiyayan, rêhevalên me di nav çar dîwarên cemidî ên zindanê de jî, bi germahiya berxwedanê tekoşîn dikin. Di milê din de jî li qadên azad şer û berxwedaniyek bê hempa tê meşandin. Bi qasê vê berxwedanê, li qadan jî dayikên me ên ku germa, serma, êrîşên neyaran nas nakin û her roj di nav berxwedaniyê de ne.

    Gelê Kurd ji dîrokê ve heya niha, bi pêşengtiya dayikan, her dem li ser lingan ma û kasên ku çand û exlaq fêrî zarokên xwe kirin dîsa dayikin. Zarokên xwe fêrî berxwedaniyê kirin, ji ber vê yekê jî perxwedan her ku çû mezintir bû. Dayikên me li ber xwe didin, pewîste tenê nemînin. Çiqas neyar  derdora dayikên me dorpêç bikin, pewîste ku em jî weka gelê Kurd bi tevahî, derdora neyarên xwe dorpêç bikin. Destên ku li hemberî dayikên me radibim, pêwîste ku em bişkînin. Êdî dem hatiye ku xewin û xeyalên Serokatiya xwe, şehîdên xwe, hevalên xwe ên di girtîgehan de û dayikên xwe bi cih bînin. Li qadên azad Zap, Avaşîn û Metîna, ji bo ku xewin, xeyal û soza me dayî pêk were, berxwedaniyek pir mezin tên dayîn.

    Bi boneya vê rojê, ez bi taybet bang li ciwanan dikim û dibêjin ku, bersiva herî rast xwedî li berxwedana 14’ê Tîrmehê û dayikên me, derketine. Xwedî li şoreşgerên nemir ên azadiyê derketine. Gelo êdî heta kengî em werin kuştin û wê bi kuştinên me re deshilatdar politîkayên xwe berdewam bikin. Raste deshilatdar ji bo me dibêjin terorîst, lê em jî baş dizanin terorîst kîne. Terorîst şerê azadî, wekhevî, demokrasî û azadîxwaziya zayendî nakin. Em baş bînin bîra xwe di salên 90’î de, çawa bi hezaran welatparêz uqûbeta wan ne diyar hatine hiştin. Doh bi veşartî JÎTEM dikir, îro jî MÎT bi vekirî dikin. Gelek berdelên giran hatin dayîn. Doh gund şewitandin, îro ne tenê gundan, dixwazin dîroka mirovahiyê bişewitînin. Her darek, jiyanêke û ewqas jî dîrokeke. Lê rejîma faşîst ewqas bi barbarî êrîşî xwezaya Kurdistanê dike. Her roj di nava civakê de girtin û binçavkirin, li ser qadên azad erîşên çekên kîmyawî pêk tê. Her roj êrîşên cûr bi cûr pêk tînin. Serokatiya me dibêje “Di warê nan de, bê nan hêştine.” Belê îro ev warê pîroz bê nan tê hiştin. Ev axa pîroz ya me ye, ne ya neyara ne ku bikaribin li ser vê deshilatdariyên xwe bidin meşandin. Di vaqas êrîşand de tişta herî metirsîdar ewe ku, em ji Serokatiya xwe agahî nagirin. Dema ku ji Serokatiya xwe em agahî negrin, pewîste ku em li himberî wan hovan rabûnên pir dijwar û bê dawî bikin. Êdî di nav 23 salan de, seatek jî ji girtina Serokatî ji bo me zêde ye. Gelo êdî tiştekê em winda bikin ma ye? Dayikên me vî tiştî baş dizanin, ji ber wê bi hemû xwe li ber xwe didin. Li ber deriyên edlîyê ku qaşo bi navê edaletê daxivin li ber xwe didin, li kêleka wê di nav dorpçên barbaran de bi rihê 14’ê Tîrmehê tekoşîn dikin.

    Ruxmî ewqas êrîşan, dîsa jî dema li dîroka zinadana Amed’ê û dîroka niha em temaşe bikin, ew dewleta hov her ku çûye rûxiyaye. Îro felsefe û mîrasê 14’ê Tîrmehê, li Zagrosan heya Amanosan her ku diçe xurtir dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê jî di kesyeta Zeyneb Celaliyan de, hê şênber dibe. Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdîstanê, bi hezaran dîl girtiyên azadiyê bi mîrateya 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û xwe xurtir dikin. Li Rojavayê Kurdistanê, xweserî hîn mezintir tê himbêz kirin. li Başûrê Kurdistanê xiyanet bin dikeve. Li Şengalê bi berxwedan û xwe parastinê, dawiya li fermanan hatiye. Eve dîrok, berxwedan û kesyeta Apocî û PKK’yî ye.

    Gelo êdî kî dikare vî pêta azadiyê bitefîne?



    KJAR