• تاگەکان: ,

    ROJNAMEGERÊN KURD Lİ ÇİYÊ XETA BERXWEDÊRİYÊ PÊŞXİSTİN

    22 نیسان, 2021

    Komîteya Ragahandina KJAR

    22’yê nîsanê her sal weke Roja Rojnamegeriya Kurd tê pîrozkirin. Rojnamegeriya kurd bi rojnameya Kurdistanê ku di 22’yê nîsana 1898’an de li Qahîreyê hatiyê çapkirin dest bi rêwîtiya xwe dike. Di vê rêwîtiya 123 salan de rastî gelek zext û zordariye hatine. Gelek caran dengê wan hatiye çewisandin lê her carê weke teyrê Sîmurgê jinûve xwe ji xweliya xwe afirandiye. Rojnamegeriya kurd ku bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir û heta pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê her tim xwe dispart hin hêzan û bi vî rengî weşana xwe didomand. Lê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ev rewş guherî û rojnamegeriya kurd bi hêza xwe bi awayekî azad xebatên xwe dimeşîne.

    Di dîroka Kurdistanê de çawa ku bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re serdemeke nû dest pê kir, ev yek ji bo çapemeniya kurd jî derbasdar e. Bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çapemeniya kurd her çû eniya xwe berfireh kir. Li her çar aliyen Kurdistanê, li dîaspora û li her cihê kurd lê dijîn xwe bi rêxistin kir. Xwe li ser çanda berxwedêriyê avakir û tu caran serê xwe netewand û her çû mezintir bû. Çapemeniya kurd li bajarên Kurdistanê bûn hedefa hêzên dagirker. Bi dehan rojnameger hatin qetilkirin, bi dehan kes hatin girtin û rastî îşkenceyê hatin û bi dehan weşan hatin qedexekirin. Her wiha gelek rojnamegerên kurd ku li hemberî zext û zordariya hêzên dagirker derketin çiyayên Kurdistanê û tevlî karwanê pakrawanan bûn. Rojnamegeriya azad ji bilî bajaran li çiyayên Kurdistanê jî bi awayekê çalek hate meşandin.

    ŞEHÎDÊ YEKEM MAZLÛM DOGAN

    Bi Tevgere Azadiya Kurdistanê re çiyayên Kurdistanê bûn qadeke bingehîn a çapemeniyê. Xebatên çapemeniyê li çiyayên Kurdistanê û di eniyên şer de hat meşandin. Di encama van xebatên rojnamegeriya li çiyayên Kurdistanê ji aliyê hêzên dagirker ve zêdetirî 80 rojnamegerên ku li çiyê xebatên çapemeniyê dimeşandin tevli karwanê pakrawanan bûn. Ev çanda berxwedêriyê di sala 1978’an de bi rojnama Serxwebûnê ku bi şîara “Ji Serxwebûn û Azadiyê Bi Rûmettir Tiştek Nîne” dest bi weşanê kiri bû destpê kir. Rojnama Serxwebûn bi Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto) dest bi weşanê kir, destpêkê weke broşûr li Kurdistan û Rojhilata Navîn hat çapkirin û belavkirin. Piştre di çileya 1982’yan de bi formatê rojnameya mehane li Ewropayê bi awayekî fermî dest bi weşana xwe kir. Mazlûm Doxan gerînendeyê giştî yê Serxwebûnê a dest pê kê ye. Mazlûm Doxan di Newroza 1982’yan de li zindana Amedê bi şîara ‘Berxwedan Jiyan e’ bû şehîdê yekem ê çapemeniya Tevgera Azadiya Kurdistanê. Ev meşaleya bi şîara ‘Berxwedan Jiyan e’ û kevneşopiya bi Mazlûm Doxan hate dest pê kirin û li çiyayên Kurdistanê jî di destê rojnamegerên kurd de bilind dibe. Di encama vê berxwedêriyê heta niha tine li çiyayê kurdisanê zêdetirî 80 rojnamegerên kurd bi berxwedaniyeke bêhempa tevli karwanê pakrawanan bûne.

    XEBATÊN DI SALÊN 90’Î DE

    Li çiyayên Kurdistanê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re xebatên çapemeniyê weke du serdeman derdikeve pêşberî me. Serdema yekemîn ji weşana Serxwebûnê dest pê dike heta konaxa  Kongreya PKK’ê a 7’emîn dest pê dike. Serdema Duyemîn jî ji Kongreya 7’emîn dest pê dike heta roja me ya  îro tê. Di serdema yekemîn de di pêvajoya grûba îdeolojîk de kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê rû bi rû bi gel re xebatên çapemeniyê dimeşandin. Piştê ku 15’ê Tebaxa 1984’an şerê çekdarî destpêkir pê de jî li tevahiya Kurdistanê şer gur bû û ev yek girîngiya xebatên çapemeniya azad hîn zêdetir bi xwe re anîbû. Xebatên çapemeniyê di nava şerên giran de li gorî şer hatibû meşandin. Heta salên 2000’î gelek şehîdên çapemeniyê çêbûn. Di van salan de Jiyan (Zeynep Erdem), Sabrî, Yusuf, Şexo Dirlik, Mazlûm (Hasan Kiziler), Ronahi (Bedriye Taş), Proleter Celal (Hasan Agdaş), Ciwan (Levent Çelîk), Sînan (Sinan Cemgîl Kahraman), Selçuk (Enver Polat), Mine (Emel Çelebi), Sedat (Zekeriya Yuce), Zafer (Halîl Gunder), Fahrettîn Dulçek, Mehmet Şenol, Nihat Yakut, Engîn Kîşîn, Behzat Eraslan, Gurbetellî Ersoz û gelek kesên em navên wan nizanin tevli karwanê pakrawaniya çapemeniyê bûn. Ji van Gurbetellî Ersoz di 8’ê cotmeha 1997’an de li Garê di encama operasyona pêşmergeyên KDP’ê û ArtêşaTirk de jiyana xwe ji dest da. Gurbetellî Ersoz Gerînendetiya Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kiribû û li Tirkiyeyê cara yekem jinek bûbû Gerînendeyê Giştî yê rojnameyekê. Îro li çiyayên Kurdistanê li ser navê Gurbetellî Ersoz Akademiya Çapemeniyê heye ku her sal bi dehan rojnameger jê mezûn dibin.

    SERDEMEKE NÛ

    Ji salên 2000’î pêde li çiyayên Kurdistanê bi awayekî pratîk dest bi xebatên çapemeniyê hate kirin. Di encama vê yekê de YRD (Yekitiya Ragihandina Demokratîk) hate avakirin. Lê ji ber êrîşên dewleta Tirk û Îranê bi dehan rojnameger şehîd ketin. Hin ji wan bi êrîşên hewayî, hin ji wan dema ji bo xebatekê rojnamegerî yê diçûn qadeke din û hin ji wan jî di eniya şer de ku karên rojnamegeriyê dikirin jiyana xwe ji dest dane.

    ŞÎLAN, XELÎL, DENÎZ…

    Şîlan Aras (Ayfer Serçe) yek ji wan hevalane ku dixwest lêkolîn li ser kuştinên jinan ên li rojhilatê Kurdistanê bike di êrîşa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da. Heval Şîlan yek ji wan jinan bû ku xwediye xeyala ku rojek ragihandina jinan a xweser were avakirin bû. Îro li çiyayên Kurdistanê RAJIN vê xeyala waye pêk tîne. Yek ji wan jinên bi werek jî Denîz Firat bû. Denîz Firat li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê di eniya herî pêş de xebatên çapemeniyê da meşandin û dema xebatên rojnamegeriyê dikir li mexmurê jiyana xwe ji dest da. Xelîl Uysal ku ji bo rojnemegeri û sînemageriya Kurd taybetji li çiyayen Kurdistanê de bo deryayekî, renas û mamosteyek dema  ji bo projeyekê berê xwe da bakurê Kurdistanê di encama kêmîna dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.  

    Disa endamên ragahandina PJAK’ê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a bi ser Qendîlê de 1 gulana 2008 de Raman Cavid, Argeş Bawer, Armanc Merîwan, Hêriş û Firat Çelê tevli karwanê pakrawanan bûn.

    LI ŞENGAL Û ROJAVA DE DI ENIYA PÊŞ DE NE

    Ala rojnamegeriyê ya berxwedêriyê ku ji destê Mazlûm Doxan ve hat wergirtin îro li qadên şer rojnamegerên kurd wê alê bê ku yek deqiqe rawestin bilind dikin. Rojnamegerên kurd ne tinê li çiyayê Kurdistanê îro li Kobanê, Şengalê, Efrinê û Gire Sipi  di eniyên herî pêş de xebatên rojnamegeriyê dikin. Di vê berxwedana bi rûmet de li Rojavayê Kurdistanê gelek rojnamegerên kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi ked û bedelên giranbuha yên van rojnamegeran îro stêrka rojnamegeriya kurd li her derê diçirûse.

    RAGAHANDİNA AZAD BÛ DENGÊ GELÊN KU QET NEHATİYE BİHİ̂STİN

    Ragahandina azad roja ku ava bûye heya rojameyê îro bûye denge ku rejîmen dagirkeran xwestine tûne bikin. Ji bo vî jî di her demê û her dere de bunê hedefên hêzên dagirkerên Kurdistanê. Li Tirkiye û tevahî Kurdistanê de di salên 90’î de buyerên gund şewitandin, qetilkirinên ku kujerên wan ne diyar, înfaz, tiştên ku JİTEM’ê kirine, di salên 2000’î de jî qetilkirinên ku Tîma Xençer kirî, Qetilkirina Ceylan Onkol û Ugur Kaymaz, buyerên Peyanîs, Roboskî, Bodrumên Cizîrê, qetilkirina Şahîn Oner, Kemal Kurt û komkujiya Şengalê, berxwedana Kobanê, dagirkirina Efrînê, azadkirina Rekkayê û bi dehan bûyerên wiha ku dewletan çavdêriya wan dikirin Ragihandina Azad wan bûyeran kişand, nivîsî û nîşanê hemû cîhanê de. Di hemû bûyeran de Ragahandina Azad bû dengê gelên ku qet dengê wan nehatiye bihîstin û hatiye çawisandin ê wek gelê Kurd, Ermen, Çerkez, Asûri, Kildani Tirkmen û Bellucan.

    Rojame yê iro de Ragihandina Azad gihiştiye asta ku ji çapemiya cîhanê re bibe çavkanî û vî heza xwe jî ji rabirduya xwe ya 123 salan bi taybet jî ji şehîdên ku di nava van 40 salanên dawi de, li herçar parçeyên Kurdistanê di uxurê rêyê heqiqetê de canê xwe dane de digire. Ji ber ku yên rê nîşan didin ewin. Ragahandina Azad hêza xwe ji generalên biçûk ên ku di sala 90’an de li Amedê belavkarî dikir digre. Hêza xwe ji Apê Mûsa yê 72 salî ku di 1992’an de li kolanên Amedê hatî qetilkirin digre. Ji Gurbetelî Ersoz a ku jineki serhildêrê Bakurê Kurdistanê bû li Başûrê Kurdistanê şehîd bûyî digre.  Ji Nûjiyan Erhan û Agir Banê ya ku li Şengalê şehîd bûne digre. Ji Şilan Aras a ku li Rojhilat şehîd bûyî, ji Rizgar Denîz, Fîras Dax, Mustefa Mihemed, Dilîşan, Xerîp Welat’ê li Rojava şehîd bûyî digre. ji Denîz Firat a li Mexmûrê şehîd bûyî, ji Wedat Hisên Elî yê ku li Başûr şehîd bûyî û ji dehan şehîdên ku li ser şopa heqîqetê dimeşiyan  û ji bo rastî werin ronîkirin bedel dan digire. Ji bo rasti werin bihîstin û dîtin endamê Ragahandina Azad di her aliye Kurdistanê li çeperên herî pêş de berxwedaniya ku li hemberê  dagirkeran, êrîşkaran, kujeran dihatê meşandin de cih girtin. Ev rojnameger bi şopandina rêya rastî û azadiyê bûn rêmzê Ragahandinê Azad.

    Li çiyaye Kurdistanê di salên cuda û li qadên cuda hin rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Avaşîn Bîngol, Çekdar Beytuşebab, Armanc Kerboran, Aso Baran, Berfîn Mêrdîn, Brûsk Mêrdîn, Cesûr Roboskî, Ciwan Kaya, Dogan, Ekîn Sanem, Dr. Mahîr, Hebûn Azad, Karer Amed, Leyla Avaşîn, Manî Kiyakser, Ozgur Ronî, Qadir Usta, Rojînda, Sarya Onur, Sînan Şahîn, Şîlan Kobanê, Yildiz Demirdag, Zerdeşt, Zagros Bêrîtan, Rêbîn, Sîrwan Narî, Şaho Dîcle, Mazlûm Erencî, Arjîn Amed,  Şevin Bingol, Serbest Kirmanşan, Cîgerxwûn Şaho, Şiyar Amanos, Zagros Mani, Şevger Çiya, Militan Cûdi Delila Çiya, û gelek kesên din.



    KJAR