• تاگەکان: , ,

    DEM DEMA JINA NE

    13 حوزه‌یران, 2020

    Bahar Irmak

    Kongreya KJAR a 3’emîn di 4 ê  Nîsanê roja dayîkbûna Rêber Apo bi coşekî mezin hat li darxistin. Kongre bi  beşdarbûyîna gelek gêrîlayan bi nîqaşên berfireh bi serkeftî bi encambû. Ez jî bi vê vesîleyê, 3. Kongreya KJAR’ê di despêkê li Rêber Apo ,tevahî jinên Rojhilat û Îranê bi dil û can pîroz dikim.

    Ev kongreya me, moral û haycana ku dayî avakirin û biryardariya ku derxistî holê di asta herî jorde bû. Kongreya me ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê şoreşa civakî, zîhnî, siyasî ava bike, berpirsyartiya dîrokî girtiye li ser milê xwe. di kongreya mede bi eqlê kolektif a jinê ve nîqaş hatin meşandin. Pênaseyên ku hatîn kirin ne li gor desthilatdariya eqlê zilam ne jî li gorî pênaseya civaka zayendperest û klasik  ne hatine kirin. Pênaseyên ku hatin kirin de serdestiya zilam ya ku li ser jin û li ser civakê xwe zal dike mehkum kir. Bi bîr û baweriya Rêber Apo nûda vejîna jinê hat nîqaş kirin. Wê Pêwîstiya vejina jinê ji her demê zêdetir heye. Ev vejîn wê bixwere jiyanekî nû a civaka azad pêşbêxîne. Elbet ev vejîn wê bixwere hêviyê nû bi afirîne.

     

    Di her civakê de yê ku pêşengtiya wê civakê dikin derdikevin. Pêşengbûyîn jixwe ve çênabe kesên ku civaka xwe difikere xwe ji ezezî xilaskiriye amadeye bibe fedayî yê gelê xwe dikare bibe pêşeng. Di tevgera Apo yî de bi fikir û felsefeya Rêber apo pêşengtiyek hatiye avakirin. Ev pêşengên gel dibin ronahiya Rêber Apo de  destpêkê sozdane jinan û hemu gelên bindest ji bo ku wana bigihînin azadiyê. Di vê kongrê de nîqaşê ku li ser erk û rista pêşengtî pêşket jî li ser vê esasê bû ku heya niha me li gor pêwîst erkê xweyên pêşengtî bi cîh ne aniye, ji ber vê yeke rexne dayîn pêşketiye.

     

    Mijarek din yê ku bû rojeva nîqaşên me pêxirtengiya sîstema kapîtalîst modernîte yê  bû. Çawa ku di giştî cihanê de krîzên kur tên jiyan kirin li Îran û li Rojhilatê Kurdistanê de jî ev kriz bi awayekî kur tê jiyan kirin. Ev krîzên û pêxirtengiya kur a ku tê jiyan kirin pêşeroja mirovan jî , bi her awayî dixe di nava metirsiyekî mezin de.  Ev metirsî tenê ji bo jiyana fîzîkî nîne polîtîkayên qirker yên rejîma Îranê çiqas qirkirina însanan dike hedef ew qas jî qirkirin talankirina jîngeh avhewa yê jî dike hedefa xwe. Modernîteya kapîtalîst tavahî civakan xistiniye nava bêçarekê mezin de. Li beramberî van polîtîkayên qirker pêwîstiya bi yek dengî û bi yek rihê têkoşîn û yekgirtina jinan heye.  

    Mînaka vê a herî şênber jî vîrusa korona  a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatî hilberandin de bûye belaya serê tavahî mirovahiyê û bivê ve  kaosên ku tên jiyan kirin çiqas rê li ber felaketên civakî vekirine û dubare şîdeta ku li ser jinê, çanda tecavuzê û em bi qirkirina jinê re  ru bi ru tên hiştin. Li ser vê esasê dibin ronahiya Rêber Apo de di kongreya me de nîqaşên kur ên ku hatîn birêve birin de kaos û krîzên ku tên jiyan kirin de bi zekaya jinê wê tekoşînekî çawa bêkirin li ser van xususane bû.  

     

    Di vê wateyê de di kongreya me de mijara ku herî zêde li ser hatiye sekinandin erkê meyê înşayê bû û tespîtên giring hatine kirin . Di nava sîstema zilamsalar de jiyana tu jinan ne dinava ewlehiyê de ye û em nikarin behasa îradeya wê ya azad jî bikin. Roja meya îro de hem sîstema dewlet hem jî civak bi eqlê desthilatdariya zilam rê ve diçe. Ev desthilatdarî jî herî zêde zerer dide jinê mînaka wê ya herî şênber Romînaya 13 salî ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirine. Qanun û yasayên Îranê bi her awayî pişgirî dide zilam û ji ber qetilkirina jinek ango zarokek zilam yan jî bab tewanbar nabîne ji  bo vê jî bab yan jî zilam pir bi hêsanî di bin navê “qetlê namusî” de hevjînên xwe, keçên xwe, dayîkên xwe dikarin qetil bikin. Tenê ev bûyera hov ya ku hatî jiyan kirin jî ji bo piştrast kirina  tespîtên kongreya me bese. Li hemberî vê ne edaletiyê tundutijiya zilam, zilamên kujer pêwîste êdî jin bêdeng neminin xwe rêxistin bikin û têkoşîn bikin. KJAR jî bi felsefeya Rêber Apo dibin sîwana xwe de hemu jinan kom dike û li hemberî van kiryar û zîhniyetan têkoşîn dike.

     

    Wek KJAR banga me ji bo jinên Kurd, Fars, Ereb, Beluç, Azer ewe ku em ji bo mefê jiyana xwe yekitiya xwe çêbikin. Wek jin dibe ku em ji netewên cuda bin lê di rastiyê de em hemu ayîdê yek netewê ne ew jî netewa jine. Pirsgirêkên me yekin, êşên me yekin, daxwazên me yekin ji bo em ji van êş û azaran xilas bin ji bo daxwazên xwe pêkbînin  pêwîste em mil bidin milê hevdu dest bidin destê hevdu sengerên têkoşînên xwe bilind bikin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Êdî dem dema jina ne.    

     



    KJAR