• تاگەکان: ,

    Dema Avîtina Maska Kebîtalîs Hatiye

    14 كانونی یه‌كه‌م, 2020

    Di sala bihurî de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê de rojev zêdetirê xwe li ser korona bû. Gelek rojev jî bin siya korona da man. Lê li gel Covîd-19 rojevekî sereke yê dîn jî mijara jin bû.

    Ji aliyekê Civak bi bêkarî, birçîbûyîn, dagirkerî, talan, tehekum û ciyawazîve rûbirûye ji aliyê din yê ku herî zêde jê bandor dibe dîsa jinin.  Ziman, çand, nasnameya wê çi dibe bila bibe di hedefa êrîşandeye.  Desthilatî dixwazin li ser zayenda wê, terzê jiyanê, cil û berg û tercîhên jinê tehekum ava bike.  Ji bo wê jî jinan li malan heps dike û dixwaze civakeke zilemsalarî ava bike.  Di roja me a îro de yên ku dewletan rêvedibin bi dijminahî nêzî jin dibin.  Zilemên serdest cîhanê bi eqlê serdest ve rêvedibe û bi vî awayî jî dibin sedem ku jin bi şîdet, zext, mirin û qetlîaman re rûbirû werin û xwedî ferasetek wisane ku ew zilemên ku van sûcan dikin diparêzin. Hema bêje li her deverê cîhanê li dijî van polîtîkayên zilemsalarî îsyanên jinan çêbûne. Olgeriya ku ji aliyê sistema zilemsalarî hatî pêşxistin ji Ewropa em bigirin heta Rojhilata Navîn, ji medyayê em bigirin heta qadên perwerdeyê, em ji diyanetê bigirin heta darizandinê zimanê ku li dijî jinê tê bikaranîn şîdetê teşvîq dike. Desthilatî tevahî pratîkên xwe li ser vê helwesta dijminane xwestin derbasî jiyanê bikin.  Lê tiştê ku niha derketî holê dide nîşandan ku bi saya jinê ev polîtîkaye tam neketine meriyetê.  Jin rixmê her cûre êrîş û astengiyan jî karîbûn bên cem hev, îtîrazên xwe anîn ziman, serî netewandin û di kolanande bûn pêşengên berxwedêr.  Rastî jî hêza pêşeng a ku di sedsala 21’emîn De berxwedanî kirin jin bûn.  Misogere ku wê di vê sedsalêde serdestiya zilam hilweşe û jin serbikevin.  Di tevahî sala 2020’an de jinan ev sekna xwe a bi biryar nîşandan.   Zilamên serdest ku ji vê rewşê nerehet bûn weke her tim xwestin fatureya vê rewşa ku jiyan kirinî li jinê bibirin.  Fatureya Covid-19’e ya ku di nava salêde her ku çû belav bû dîsa li jinan hate birîn.

    Li gor amarên ku tên eşkerekirin di gîştî cîhanê de piştî vîrusa korona şîddeta li ser jinê sedî heştê zêde bûye. Sedemê vê yekê di rastiya xwe de qeyran û kirîza pergala zilamsalarî ya ku niha li ber sikratê ye. Pergalên netew dewlet yên ku bi aqlê  zilam hatiye avakirin û tê birêvebirin tê de mafê jinê nasnake û binpê dike û civakê tune dike.  Ji ber ku ev sîstem roja me ya îro de xitmandinek mezin jiyan dike û ber bi xeniqandinê ve diçe. Lê ji bo ku xwe rizgar bike dinav perpitandinekî deye, divî halî de jî qirika jinê digre û difetisîne. Vîrûsa ku îro hemû netew dewletan xistiye nav qirizekî sîyasî aborî, civakî bandorekî neyînî li ser ferdên civakê çêdike û ji rê derdixine. Civaka ku birçî tê hiştin û dinav malde tê hepis kirin hem di werê derûnî hem jî di warê fîzîkî de rûbirûyê rûxandine tê. Lê di rastiye de cihê pirsê ewe ku çima Covîd- 19 li ser cîhanê gîştî ew qas bi bandor bû?

    Bêgûman wê encamên Covid-19 ên sosyo-polîtîk û sosyo-aborî-çandî  hebin.  Piştî vîrûsa korona di nava jiyanêde hîn elimandin, sembol, refdar bicih bûne. Qedexeyên derketina derve, mesafeya civakî, zarûriyeta meske ji vana yên herî derketinî pêşin.  Rastî jî vane di encama bûyera xwezayîde wek pêwîstiyên mecbûrî pêşketine an jî di bin viya de hesap û kitabên hêzên global ên wek venêrîna civakê heye û ew cihê pirsêye.  Şewbeyek bi vî rengî çima vegeriya pandemiyek global? Weke viya gelek pirs hene.  Virûsa korona di dawiya sala 2019’de li bajarê Çîn’ê hanê derketibû holê û her ku çû belavî tevahî cîhanê bû.  Di derbarê vê vîrûsê de bi şev û roj analîz û nîqaş tên kirin.   Di nava çend mehande şewb bû rojevek herî bingehîn.  Ev şewbe cara yek pêşnakeve.  Di tevahî dîrokêde weke ta cizzam, taon pir nexweşiyên ku belav dibin derketine holê.  Lê belê di vê astêde bandoreke global çênekiriye.  Başe, tişta ku vîrûsa korona bi vê awayê teybet kirî çiye? Bersiva vê pirsê him girêdayî têkiliya nexweşiyê a bi sîstemêre heye him jî girêdayîna wê bi polîtîka û helwesta ku hêzên kapîtalîst esas girtîve heye.  Virûsa korona cara yêk dernakeve holê.  Nexweşiya AİDS û Bovin spongiform ensefalopati  (dînbûna manga) ji salên 2000’î û pêve şewba beraz, şewba çûkan nexweşiyên Kirim-Kongo Hemorajik û SARS-CoV li pêşiya Covid-19 derketine holê.  Mirov dikare vê nexweşiyê wek berdewamiya van nexweşiyan jî bigire dest.  Yêk jî aliyê fêmkirina vîrûsa korona jî eve. Ev nexweşiyane di van sîh salên dawîde derketine holê û du aliyê van nexweşiyan derdikevin pêş.  Ya yekemîn girêdayî teybetmendiya moderniteya kapîtalîst a sosyo-polîtîk û sosyo-aborîye.  Ya duyemîn jî ewe ku şewba duyemîn ji a yekemîn kujertir û bi bandortir e.  Ji nihade tê pêşdîtin  ku wê şewbek din derbikeve û ji Covid-19 hîn kujertir bibe.  Eger mirov rewşa van sih salên dawî meyzebike mirov wê bibîne ku tiştên ku pêşde tên dîtin qet ji rêzê nînin.   Him ortama ku ji vîrûsêre tê çêkirin him jî di asta globalde  belavbûyîna wê  bê mêzekirin wê were dîtin çavkaniya vîrûsa korona moderniteya kapîtalîst bixweye.  A yekemîn moderniteya kapîtalîst dijî civakêye.  Jiyana herî bi tendurust bi civakbûyînêre pêk tê.  Lê belê  avabûyîna moderniteya kapîtalîst civakekê bê tendurust avakiriye.  Kapîtalîzm bi xwe dij zanista civakêye û nexweşiya herî mezin e.   Eger em hin teybet meyzebikin sistema endustriyalîzm ku di sedsala 18. De pêşket bi aliyên xwe ê din ve rê li ber vîrûsa korona vekiriye.  Heremên bejahî hatine vala kirin,  bajêrên ku bi deh milyon zêdetir nufûs digirin nava xwede hatine ava kirin.  Çawa ku zanistgerayî di endustrîyalîzmêde hate şixulandin şûnde,  texrîbata herî mezin di sistema xwezayêde derkete holê.  Qirêjiya hewa, av, axê rê li ber guhertina avhewayê vekiriye.  Qutên ku bi genetika wan hatiye lîstin jiyan adeta tê jehr kirin.  Ev diyardeye hemû ji bo çêbûyîna vîrûsê û belavbûyîna vîrûsê nêvengek avakiriye.  Ji ber ku di bajarên mezin de hewa zêdetir qirêje, şewbe jî di van bajaran de zêdetir belav bû.  Pêwîste em qasî ku sedema nexweşiyê fêm bikin,  ewqasî jî nêzîkatiyên hêzên kapîtalîst ên polîtîk yên him li pêşiya şewbê him jî piştî şewbê fêm bikin.  Berpirsiyariya van hêzan qasî di derketina vê nexweşiyêde heyî ewqas jî di belavbûyîn û encamên wek mirin de jî  van hêzane xwedî rolên esasîne.   Şewba korona ji ber ku çavkaniya xwe ji sistemê digire nexweşiyek polîtîke.  Ji hêla encamde jî di wê astêdeye ku dikare rê li ber guhertinên polîtîk veke.  Ji bo wê jî pêwîste destgirtina wê jî polîtîk be.  Di vê wateyêde mirov meyzeyê  pozisyona hêzên kapîtalîst ên li pêşiya vîrûsa korona bike wê bi feyde be. Şerê cîhanê ê sêyemîn di rojhilata navînde hîn zêdetir kûr bûye.  Hêzên moderniteya kapîtalîst ev şerê ku bi şerê kendavê ê yekemîn ve danî destpêkirin bi encam nekirine, qrîza moderniteya kapîtalîst hîn zêdetir mezin kirine. Hêzên moderniteya kapîtalîst li İdlib, Behra Spî û li Bakûrê Surîyê hatine li beramberê hev.  Teybet di İdlîbêde rewşek wisa çêbûye ku hêz hatine beramberê hevdu û di rewşeke pevçûnêdene. Di şexsê pratîk û kiryaren NATO’yê de peyman an jî ittîfaqa Atlantîkê bûye mijara nîqaşê.  Almanya û Fransa,  DYA tawambar kirine ku bi tena serê xwe  tevdigere û avakirina artêşa  Ewropa  xistine rojeva xwede.  DYA bi sûikasta Qasim Suleymanîve xwest şerê cîhanê ê sêyemîn ber bi kendavêve bibe.  Şerê hegemonyayê ê di navbera DYA-Çîn, DYA-Rusya leztir bûye.  Bi şewba vîrûsa korona ve ev nakokî û pevçûn hatine cemidandin.  Bi belavbûyîna vîrûsa koronave hêzên moderniteya kapîtalîst derbasî pozîsyonek nû bûn.  Her çiqasî hêzên esasî li ser medyayê bêjin ku ew bê amadekarîbûn lê rastî hîn cudatir e.  Tişta tê xuyakirin ewe ku hêzên moderniteya kapîtalîst polîtîkayek wisa diyarkirine ku ew li pêşiya vê şewbê nagirin.  Him raporên ji hêla istihbaratê him jî raporên saziyên fikir ku bi milyon dolaran tên fînansekirin û rojane gelek mijarên cudade rapor têne
    hazirkirin dema em bigirin dest ne mumkune ku pêşbîniyek di derbarê xeteriya Covid-19’de neyê kirin.  Ji xwe derkete holê ku, di vî mijarê de polîtîkayek taybet hatiye esas girtin.  Ev yek belgeya ku li İngiltere bi dizîve hatî weşandinde jî eşkere hat dîtin.  Her çiqasî di dewletên din de viya derneketibe derve jî pêşketinên heyî dide nîşandan ku polîtîkayek bi vî rengî hatiye meşandin.  Zemîna birdozî û sosyolojik ku ev polîtîkaye xwe dispêre Malthusgerayî û Darwinizm ku di bingehê wê de birdoziya libêralîzm û netew-dewlet heye ye.

     Li gorî polîtîkaya Malthus a di bin navê qontrola bergir, ji bo ku dengeya di navbera zêdebûyîna nufûsê û çavkaniyên hilberînê pêk were, pêwîste mirinên di encama nexweşî û birçîbûyînê û  zewac û nufûsêve  di bin kontrolêde bigirin. Li gorî Darwîn jî jiyan qadeke şer e û di vî şerîde yê ku bi hêze,  mafê wî ê jiyankirinê heye.  Hêzên moderniteya kapîtalîst ji ber krîza ku jiyan dikin ji bo ku di tevde winda nekin zirerên aborî jî digirin ber çav û polîtîkayek bi vî rengî dimeşînin.  Şewbeyê ji bo ku sistema xwe sererast bikin dişixulînin.  Di her polîtîkayên emperyalîstde hîn remz hene.  Bi meseleya Covid-19’ve  sembola, ‘maske-rupoş’ ji civakêre tê ferz kirin.  Viya balkêşe.  Dîsa li vegera Maske-Rûpoşê remza birdozîk û polîtîk a merheleya  nû a kapîtalîst modernîteyê. Maske-Rûpoş ne tenê perçeyek paçe ku dev û pozê mirov digireye.  Wateyek xwe ê birdozî û polîtîk heye.  Bi maske û rûpoşê ve li ser  jiyana kapîtalîst moderniteyê a nexweş digirin.  Li pişt perdeya Maske-Rûpoşê  sistemê ji nûve dizayîn dikin.  Maske/rûpoş  paçeke ji rêzê nîne.  Him sembol him jî amûra  birdoziya dewletparêz-desthilatparêz e.  Him ji bo ku sistem ji nûve were avakirin de roleke girîng dilîzê him jî rûyê sîstemê ê rast vedişêre û bala civakê dikişîne aliyên cuda cuda.

    Sîstema kapîtalîst modernite bi serweriya birdozî ve zihniyeta ku avakirîve rastiya xwe perdepoş kiriye.   

    Dibe ku wek xweda-qralan bi awayeke şênber maske-rûpoş bikarneanîne.  Lê belê bi serweriya birdozîk ve ber bi meskekirinek bibandortirve çûne.   Netew-dewlet, endûstriyalizm, mesrefgerayî, ferdperestî, zayendperestî, parlamentarizm, endustriyalîzma çandî û hwd. Pir xûsûsên ku em dikarin li ser zêde bikin şêwazên kapîtalîst moderniteyê ên herî bi bandor ên rûpoşkirinêne. 

    Pirsgirekê weke nexweşiyek ji rêzê didin nîşandan.  Teybet jî li ser medyayê di vê alîde propagandayek pir kûr ê birdozî û polîtîk tê kirin.  Medya di vê alîde amûrê herî xurt ê vegera polîtîkaya maske-rûpoşkirinêye.  Bi medyayê ve him li ser civakê tirsek didin ava kirin him jî dil û mejiyê civakê tê felç kirin. Tînin rewşek wisa ku nikare êdî bifikire û çawa dixwazin berê civakê didin wê derê û  civak tê arastekirin.  Teybet jî gotina ku, ‘pêwîste ku em bi maske-rûpoş jiyan bikin’ şîfreya dema nû a bi sêhre.  Di vê bingehêde dixwazin civakê ji dema nûre amade bikin.

     Ev tespîta Rêber Apo sedema maskekirina zêde datîne holê; ‘eleqeyeke nêz di navbera meske-rûpoşkirina zêde û  ji rêderxistina feraseta insan de heye.  Ji xwe ku cara yêk dema despot derdikevin xwe weke xweda qral pênasekirina wan vê yekê pir baş îzah dike. Piştre jî  gotinên xwe wek hukmê qanûnê û wek heqîqeta rast pêşkêş kirin rewşeke ku di dîrokêde gelek car hatî dîtin e.’

     Di vê tespîtêde xulaseya rewşa ku tê jiyan kirin tê gotin.  Maske-rûpoşa qral xwedêyan şeklê xwe guhertiye, di çalakî û gotinên hêzên moderniteya kapîtalîst de rih dîtiye.  Di vê bingehêde hêzên moderniteya kapîtalîst him zihniyeta civakê ji rê derdixînin him jî gotinên xwe dikin qanûn  ku teqez pêwîste riayet lê were kirin. Bi vî awayî rewşa ku ketî têde dixwaze li pêşiya hin tiştan bigire. 

    Bi teybetmendiyên xwe ên dij civakê ve moderniteya kapîtalîst zihniyeta civakê û jiyana rêxistinkirî belav dike. bi vî awayî berxwedana civakê ango ‘sistema immunoloji’ tê texrîp kirin û ji her cûre bandorên hilweşîner û nexweşiyanre vekirî hatiye hiştin. Tendurustiya civakê mirov nikare tenê daxe bedenê, her wiha diyardeya ‘immunoloji’ jî tenê mirov nikare daxe bedenê.  Ji hêla civakîde nîşaneya tendurustbûyîna herî baş jiyana zihnî û rêxistiniye.  Di şewba Covid-19’de sedî nod pênç zêdetir kesên ku jiyana xwe ji destdayînî beşên ku hatine çewisandin.   Dema ku zihniyeta civakê û jiyana rêxistinî hate perçekirin û anîn rewşa bindestî wê demê ew civak wê ji her cûre girtina nexweşiyêre vekirîbe.  Ji xwe civakên ku ji hêla zihnî û rêxistinîve di bin bindestî û dagirkeriyêde nebin nikarin wê civakê ji şert û mercên nexweşiyêre mehkûm bikin. Tam jî ji bo viya antîkora (mekanizmaya parastina laş) herî mezin zihniyeta jiyanê a azad û rêxistinkiriye. 

    Rêber Apo dema ku pênaseya hegemonyayê dike dibêje ku, ‘pêwîste ku  hegemonya her tim xwe mezin tir û berfirehtir bike , ger berfirehbûyînê  bide sekinandin wî demê wê paşde çûyînek çêbe.’ Em dikarin bibêjin ku hegemonyaya kapîtalîst modernîte niha sekiniye.  Ji bo wêye ku nîqaş û pevçûnên di nava sistemêde dane destpêkirin. Di nava DYA û YE de di navbera beşên globalist û netewperest de nîqaşên mezin ku hevdû tawambar dikin  derketiye holê.  Dîsa di nava pramîda hegemonyaya globalda reqabetek mezin heye.  Hin kes hene ku rêzebendiya piramîdê na ecibînin û telep dikin ku piramîd dîsa were ava kirin. Tevahî ev xûsûsene dide nîşandan ku di nava sistemêde kaosek mezin tê jiyan kirin.  Piştî şerê cîhanê ê duyemîn şûnde sistema kapîtalîst moderniteyê di hêla global de sistemek sê qatman avakir.  Ji viyare piramîda sistema moderniteya kapîtalîst jî tê gotin.  Di qatmana yekemînde DYA cih digire.  Di qatmana duyemînde G-7, London, Paris û zirveyên wek Davos ku bi yasayên cîhanê qontrol dikin, dîsa hin netew-dewletên wek Almanya, Fransa û İngiltere hene. Di qatmana sêyemînde jî şîrketên kapîtalîst ên mezin ku li gel herdu qatmanên destpêkê di navhevdene hene.  Her sê qatmanên destpêkê di nava hevde û di nava dengeyek diyarkerde hegemonyaya moderniteya kapîtalîst dimeşînin.  Wek kûrîka her sê qatmanên destpêkê Turkiye, Misir, Brezilya û netew dewletên hwd. Jêrê piramîdê de cih digirin.  Esak yê ku di asta globalde dihêle ku sermaye, teknolojî, nufûs, şer û xerckirin zêdebibe û viya qontrol dike her sê qatmanên destpêkêne. Piştî şerê sar û heta roja me a îro ew hêzên ku pîramîda hegemonîk a kapîtalîst moderniteyê rêvedibin hîn mudaxale kirine.  Bi viya ve di heman demêde starta şerê cîhanê ê sêyemîn jî hatiye dayîn.  Şerê cîhanê ê sêyemîn ku bi şerê kendavê ê yêkemîn ve hat destpêkirin hedefên xwe ên wek, girtina cihên ji hêla leşkerîde girîngiya xwe a stratejik heyî, ji nûve dizaynkirina netew-dewletên ku ji aliyê pere, teknolojî, nufûs û xerckirin ve nahêlin herikbarî çêbibe û wana ji rewşa nûre amadekirin û herî dawî jî di warê globalde moderniteya kapîtalîst xurtkirin û berdewamiya wê pêkanîn hene.  Lê belê berxwedayîna gelên ku derveyî piramîdê dimînin nehiştiye ku ev hedefene pêk werin.  Di encama viyade şerê cîhanê ê sêyemîn belavî sîh salan bûye.  Di van sîh salande malîyetên pir giran çêbûne û viya jî qrîza moderniteya kapîtalîst hîn zêdetir kûr kiriye.  Ji bo viya jî nîqaş û nakokiyên ji nûve vesazkirina pîramîdê derketine holê.  Wisa tê xuyakirin ku serdema DYA ya ku li ser piramîdê cih digirt bi dawî dibe.  Ji ber ku malîyeta wê her ku diçe zêdetir dibe êdi naxwaze bi tena serê xwe jî vî yekê bigire ser milê xwe. Ji aliyê din pêşengtiya İngiltere, Fransa û Almanya de pevçûnên di navbera netewperest û globalande zêde bûne.  Dîsa Almanya û Fransa dixwaze di nava piramîdêde bibandortir bibe.  Rusya, Çin, Hindistan jî dixwaze mudaxîlê vesaziya nû bibe û di nava hegemonyade xwedî gotin be. 

    Ev hêze êdî di nava hegemonyade naxwazin wek endamekê bêbandor bimînin. Ji qutbek cuda avakirinê zêdetir dixwazin di nava sîstema pîramîdêde di nava qatmana sêyemînde cih bigirin ku bikaribin di nav hegemonyaya heyîde bibandor bibin.  

    Şewba Covid-19 tam jî di dema ku ev rewşên ku me li jorî anî ziman de derkete holê. Tişta ku tê xuyakirin ewe ku hêzên moderniteya kapîtalîst ev şewbe vegerandine fersendekê û xwestine ji qrîza di nava sistemêre bersiv bidin û sistemê ji nûve dizayîn bikin.  Ji nihade nîqaşek heye ku kijan dewlet an jî şirket wê di nava pîramîdêde bibandortir bibin.   Hîn saziyên fikrî ên Thîng-Thong dibêjin ku wê bi şîrketên DYA, Almanya, Japonya û Çinê ve pêşî lê were girtin.  Tê zanîn ku analîzên bi vî rengî ji bo ku di  hişmendiyekê bidin ava kirin tên kirin.  Vesazkirina pîramîdek wisa wê çiqasî encam bide nede viya mijarek cudaye.  Lê belê tişta ku tê xuyakirin ewe ku nîqaş û lêgerînên ku ji pîramîda moderniteya kapîtalîst em bigirin heta dizaynkirina tevahî sîstemê hatiye kûrkirin. Di vê mijarêde fêmkirina polîtîkayên bi şewba Covid-19’ve têne rêvebirin wê bi feyde be.

     Ji hêla moderniteya kapîtalîst ve pêvajoya ku hatî jiyankirin ve mirov dikare bêje, ‘merheleya pandemî.’  Çavkaniya pandemiyê, kapîtalîst moderniteye.  Di vê merheleyêde di hindirde tekoşîna hegemonyayê li dervede jî berxwedan û tekoşîna gelan sistem bi xetimandinek cîdîve rûbirû aniye.  Hêzên moderniteya kapîtalîst vegerek ji bo ‘serdema xwedayên bi meske’ kirine û bi maske û rûpoş ve hem xwestine rûyê xwe ê rast perdepoş bikin him jî bi polîtîkayên Malthûs û Darwînist ve pandemiyê wek çekekê,  her wiha  ji bo dizaynkirina sistemê jî wek amûrekê  bişixûlîne.  Teybet jî di civakêde dixwaze tirs, ji xwebêbawerî û nediyariyekê avabike û li gorî rewşa nû xwe bide qebûlkirin.  Bi viya ve jî herî kêm dixwaze sîstemê ji nûve dizayn bike.  Dema ku Rêber Apo qrîza moderniteya kapitalist digire dest binya du xûsûsan xîz dike.  Ya yekemîn qrîz ji xweber bi şoreşêve encam nabe.  Qrîz ji bo şoreşê rewşekê avadike lê yê ku encamê diyardike tekoşîna gelane û bersiva ku hêzên moderniteya kapîtalîst didin an jî dayîne.  Hêzên moderniteya kapîtalîst ji bo bersivdayîna qrîzan xwedî ezmûnin.  Ji nebesiyên gelan ên ji bo înşakirina jiyaneke alternatîf jî feyde digirin û ji qrîzên kapîtalîstre bersiv didin û emrê xwe dirêj dikin.  ya duyemîn jî di dema qrîzande rolên entellektuel, exlaqî û polîtîk her ku diçe zêdetir dibe.  Pêwîste teybet jî dînamîkên şoreşger her sê erkan bînin cih û maskeyên hêzên kapîtalîst modernîte bixin,  ronakbûyîn, rêxistinbûyîn û înşakirina jiyana alternatîf avakirin de têkevin tevgerê. 

       Di dema kapîtalîst moderniteyê a pandemîde ji hêla entellektuel, exlaqî û polîtîkde beşa herî amade hêzên moderniteya demokratîk in.  Ev hêze bê ku bikevin nava tirs, ji xwe bê bawerî û rewşa nediyariyêve xebatên xwe ên sîstema alternatîf pêwîste bi leztir bikin.  ji bo tendurustiya civakê ji pandemiyêre bersiva herî mezin wê bi vî rengî bibe.

    Tevgera azadiyê jî ji vê pêvajoyêre ji cepheya moderniteya demokratîkde, bi hemleyên ‘besê ji tecrîd, faşizm û işxalêre; dema bi destxistina azadiyêye, li dijî qirkirina jin,  dema parastina jina azad û civakêye’  re bersiv dide û bangavazî li  tevahî mirovatiyê dike da ku li dijî êrîşên moderniteya kapîtalîst di bin yêk sîwanêde kom bibin û tekoşîn bikin.   

    Êdî dem hatiye ku şûna civak û xwezayek nexweşî avadike, bê tendurust, lewaz,  mirî; pêwîste ferasetek civak û xwezaya bi tendurust, bi hêz, azad, wekhev û zindî were pêşxistin. 

    Ciwana Sine

     



    KJAR