• تاگەکان: ,

    DENG Û RENGÊ GULANÊ

    6 ئایار, 2020

    Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de wateya şehîd cuda ye. Her şehadet guhertinek, her şehadet avabûnek e. Her şehadet di wateya kûantûmîk de bandora xwe li ser tevahî tevgerê dike. Her wiha ne şîn (yan jî trajedî) ne jî şahî ye şehadet. Ne şîn e ji ber ku mirineke ji rêzê nîn e, di heman demê de bêmirînî ye. Bi xwe re bêdawîbûnê tîne.   Ji hevrê û gelê xwe re jiyan ava dike, jiyaneke azad, bi wate.

    Ne cihê xemgîniyê, cihê şanaziyê ye. Mirov hevrêyên şehîdên wisa be ku ji bo armancên bilind giyanê pîroz feda kirine, cihê şanaziyê ev e.

    Ne cihê şahiyê ye. Ji ber ku şehîd jixwe ji bo mirinan bidawî bike xwe feda kiriye. Cihê ku mirinên bi destê dijmin lê tune bin ew der bixwe şahî ye.   

    Pêkhatina însan di zeman û mekan de çêdibe. Şehîd piştî ku di mekanê xwe de bû wate êdî dibe aydî tevahî deman û mekanan. Wateya ku gihîştiyê wê/wî ber bi pêşerojê ve dibe. Dibe nirx û jiyan diafirîne. Jiyana ku ji mirovahiyê hatiye dizîn… Jiyana ku hatiye bêwatekirin… jiyana ku her kêlî jinê dikuje!

    Ancax jin dikare ji ariyên xwe, xwe ji nû ve bike wate, bike jiyan. Di şexsê xwe de mirovahiyê bigihîne nirxên wê yên esasîn. Di vê wateyê de jina di nav refên Tevgera Azadiyê de rêxistinkirî, şer dike, têdikoşe û li ber xwe dide di heman demê de mirovahiyê jî digihîne nirxên wê yên esasîn. Ji ber ku azad dibe, XWEBÛNa xwe bi dest dixe. Azadî nirxa mirovahiyê ya sereke û bingehîn e. Mirov ancax dema ku ji qeyd û bendên koletiyê rizgar bibe mirov e. Her wiha jina ku şer dike û azad dibe digihîje kokên xwe yên mirovahiyê yên esasîn.

    Azadiya ku bi hezarê salan e di xeyalê jinan de hîç winda nebûye, di şexsê gerîlayên jin de bi goşt û hestî dibe (bi gewde dibe), şênber dibe. Dibe ronî, dibe sembol, dibe pîvan, dibe hêvî…

    Jina ku nikare (nahêlin, asteng dikin) derkeve derveyî mala xwe, sînorên jêre hatî diyarkirin, li ser çiyan şer dike. Dibe şervan, dibe milîtan, dibe fermandar. Şer dimeşîne, taktîk diyar dike, derbên kujer li dijmin dide û qadên azadiyê vedike.

    Bi hezaran gerîlayên jin ku di van pêvajoyan de jiyan kirine, jiyan dikin hene. Dema ku fermandariya gerîlayên jin tê gotin yekem hevala ku tê bîra şopdarên heqîqetê Şehîd Mizgîn e. Fermandar Mizgîn e, Ozan Mizgîn e.

    Weke yekem fermandara gerîla ya jin Şehîd Mizgîn a rastî sembola, nîşaneya tevahî nirxên jinê ye. Nirxên ku bi hezarê salan e kom bûne, hatine dizîn, hatine biçûkxistin. Di şexsê xwe de temsîla wan dike. Mêrên ku heta doh jinê tenê weke mal û mulkê xwe, xizmetkara xwe ya bêdawî û bêheq dibînin, êdî di bin Fermandariya jinek de şer dikin. Nermbûn, zelalî, enerjiya herikbar a aqil û ruhê jinê esas tê girtin. Serfirazî û serkeftin di vî aqlî de ye. Bê deshilatî, bi wekhevî, bi dadperwerî, bi hestiyarî, bi ziravî, bi hezkirin û wêrekî.     

    Rêber Apo di Şehîd Mizgîn de vê cewhera jinê dibîne. Cewhera pêşengtiyê. Lewma jî bi girîngiyeke mezin Şehîd Mizgîn perwerde dike û bi baweriyeke bilind Wê erkdar dike. Şêwazê Rêber Apo yê ku cewhera însan dibîne, têde kesayeta sîstemê hildiweşîne, perwerde dike û baweriya xwe bi xwe dide di şexsê Şehîd Mizgîn de encama xwe digire.

    Dema ku jinek dibe Fermandareke şer, ev ji bo tevahî jinan dibe cihê moral, hêvî û baweriyê. Her jina ku dibihîse jinek bûye Fermandara azadiyê, di xwe de jî hestên azadiyê pênase dike. Hêza ku têde veşartiye, yan jî têde tê hepskirin dikeve hereketê. Dibêje ez jî dikarim û ez jî heyî me. Rêya XWEBÛNê ji vê derê dest pê dike.

    Şehîd Mizgîn bi kesayeta xwe ya rêxistinkirî ya di hedefa xwe de zelal, bi cidiyeta xwe, bi afirînerî, bi biryardarî, înad û wêrekiya xwe rêya jinên Kurd vekir. Rêya AZADIYÊ! Weke navê xwe Mizgîniya Azadiyê da jinan, Kurdan. Bi dengê xwe yê şîrîn û xweş hunera şoreşê ava kir. Şoreşa ku jiyaneke nû, azad wad dike. Hem êş û kederên gelê xwe anî ziman hem jî hêvî û baweriya serkeftinê da avakirin. Her wiha ji bo me tevajî jinan bû pêşenga azadiyê. Eger ku em îro dikarin ji bo tevahî jinên cîhanê pêşengtiyê bikin ev bi saya derketina dîrokî ya Şehîd Mizgîn e. Ked û fedakariya Şehîd Mizgîn îro di komunên Rojava, di şerkeriya YPJê, di berxwedaniya HPJê de jiyan dike, berdewam dike, encam digire.  

     

    Sema Delîl Amed

     

     

     

     



    KJAR