• تاگەکان: , ,

    HEVAL DENIZ FIRAD BI EZMÛNÊN XWE BÛ DENGÊ JINAN

    8 ئاب, 2021

    Hewlêr Şahîn

    Her keçek Kurd serpêhatiyekî xwe yê jiyanê heye, gelo ev çîrok yan jî jiyan bi çi rengî derbasbû. Hevala Deniz Firad li Elbakê çavê xwe li jiyanê vedikê, hin di temenek biçûk de dayîka wê ji ber nexweşiyek giran çavê xwe li jiyanê digirê û diçê li ser dilovaniya xwe. Hevala Deniz di malbatek welatparêze mezin dibê, malbat ji ber zexitên dewleta tirk neçar diminin berê xwe didin Rojilatê Kurdistanê li wir jî, ji ber zexitên rêjîma Îranê berê xwe didin çiyayê Kurdistanê. Lê belê di van pêlên penabertiyê de temenê Hevala Deniz pir biçûkbû. Lê dema ku malbat li qadên çiya diminê di Hevala Deniz de daxweza mayîna çiya pêş dikevê. Tê tiştê herî zêde li ser bandor dikê tekoşina jina ya di çiya de ye, çawa di her alî de li hinberî dijmin şer dikê. Lê tiştê herî zêde li ser Hevala Deniz bandor dikê, sekin û bejdarbûna Hevala Bêrîtan ya bi nav( Gulnaz Karataş) bû ev yek bû sedem ku daxweza wê ya çiya hin bêhitir pêş bikevê û di hevala Deniz de bandrek mezin didê ava kirin. Ji xwe berî heval Denzi bejdar bibê,  xwşika wê Heval Binevîş wek Bineviş doşkevan di nava hevalê xwe de dihat nas kirin bejdar bûbû yek jî li ser wê bandor kirbû. Min di serî de jî dabû diyar kirin, ku hevala Deniz di temenek biçûk de bejdarî tevgera azadiyê dibe li gelel cihan digerê, hema bêje hevala Deniz di çiya de mezin dibê. Salên dirêj gêrillatî dikê her roja derbas dibê di wê de ezmunên mezin tê ava kirin. Dure derbasî akademiya Gurbet Elîersoz dibê, paşê dest bi xebatên rojnemavantiyê dikê. Di her alî de xwe xurd dikê bejdarî xebatê dibê. Heval Deniz di çiya de gelek xebatên rojmevantiyê didê meşandin bi teybet derbarê pêşketinên tevgera azadiya jinê de. Hema bêje heval Deniz di hemû riyên çiya de meş. Lê belê bi tu awayî zehmetî nas ne dikir, di derbarê her rê hevalê xwe de xebat daye meşandin, ev yek ji bo wê moralek mezin bû. Di got tiştê herî xweşik û giranbiha ku mirov, xebat di derbarê tekoşîna jinê de ya di van çiyan bidê meşandin. Di got dema ku ez encamên xebatên xwe dibinim ez moralek mezin jê digirim, ev yek di min de hin zêdetir daxweza kar kirinê pêş dikevê. Dure vesaziya hevala Deniz ji bo xebatên Rojnema Rojev ya Mexmûrê çê dibe, lê belê ne tenê bi Rojnemê re eleqedar dibê, her weha gelek ciwanên Mexmûrê di vê xebatê de perwerd dikê. Lê tiştê herî balkêş hêjmarek zêde zarokên wergehê li derdorê xwe kom dikê, wek belavkarên Rojnemê wan perwerde dikê û wane bejdarî xebatê dikê. Hevala Deniz ne tenê wek rojnemevanekê kar dikê her weha perwerda zarokan jî, ji xwe wek erkekê dibinê û bi wan re eleqadar dibê. Hema bêje hevala Deniz li Mexmûrê derbasî her malekê bûye, li serpêhatiyên dayîkan gehdar kirye. Vê ger û geşta xwe bi pênus kamere û wênekêşa xwe, gelek xebatên di derbarê pêşketin û êşên azarên jinên wergehê de ji raga giştî re parve kirye. Heval Deniz wek rojnemvake jin her dem li pey rastiyê bû, di xeta heqiqetê de bi israr bû. Di 6 tebaxa 2014 çeteyên daîş bi hovane êrişî wergaha penaberan a Mexmûrê kirin, ku ev gel ji ber êriş û zextên dewleta tirk û pdk ê 8 war li pey xwe giştibûn. Hevala Deniz her kêlî van êrişan di şopand bi raya giştî re parve dikir, di wê germahiya miha tebatê de dej erkên xwe berneda û li kêleka gel û şervan li wan singaran bû. 8 ê tebatê de dema ku hevala Deniz van êrişan di şopand, ji aliyê çeteyên daîş ê ve tê hedef girtin, giranî birînar dibê ruxmî hemû hewldana hevala Deniz Şehîd dibê. Hevala Deniz, ji bo rastî bi raya giştî re parve bikê heya henasa xwe ya dawiyê xebatê xwe da maşandin. Heval Deniz di temenê xwe de wek gêrillayekê û rojnemevanekê bê ku zehmetî bizanibe, her gav û seat xwe bi meşandina xebatê derbas kir. Di Hevala Deniz de ezmunên pir mezin hatibûn ava kirin, ji ber zaroktî ciwantiya xwe hemu li çiya bi hevalên xwe re derbas kirbû, van çiyan ji xwe re wek stargiha herî mezin didît û di got, ger jiyanek hebê divê li van çiyan bê. Ji ber mirovahî li van çiyan dest bi jiyanê kirine, her dem çiya ji bo Kurdan bûye cihê xwe paristinê. Gelek rê hevalên wek heval Deniz di vê xebatê de cihê xwe girtin, heya henasa xwe ya dawiyê xebatên dan maşandin. Lê her yek ji van hevalan, ji rê hevalên xwe re vê yekê, li pey xwe hiştin ku heya ku xwîn di demarê canê me de hebê, emê riya van hevalan bişopinin em bibin şopdarê riya wan. Soza ev emê lî xeyal û tekoşîna wan xwedî derketine.



    KJAR