• Jinan carekî din îsbat kirin kû tû hêz nikare deng ê wan bibire

    12 ئازار, 2017

    Salekî din ser 8 adare ra derbaz bu jinen iranî çawa pêşwaziya roja jinên kedkar kirin .li jêr sistema baviksalar û zayendîparêz da çawa daxaza mafê xwe kirin ,bi sedan jinên kû ti carî îrada xwe teslîmî zêhniyeta rêjîma îranê nekirin  di girtîgeha da li jêr zext û îşkenceyan da ev roj pêşwazî kirin , carekê din  xwestin dengê berxwedaniyê li zindanan da bighinin gûhê jinên cîhanê ew jinana gûnehbarin ji ber kû mafê xwe yê insan bûwînê diparêzin gûnehbarin ji ber kû îrada xwe ya siyasî diparêzin ji bu wê tû carî serî danaynin mezintirin bedel ji bu jiyanekî azad dane berçav xwe eve rihê berxwedaniya 8 ê adarê , ev sal jî weke her sal bi sedan jinên kedkar di kolana da li ser kartona li ber sir u seqemê  8ê adarê pêşwazî kirin ew jinana afrînerê kedêne lê ji keda xwe bêparin xwediyê jiyanêne lê tenê kartonek heqê wê dikeve kû ser şeva xwe derbaz bike eve zalimên kû jinan li mafê siyasî,civakî ,aburî qût dikin  dixazin hêza jinana di xizmeta diktatoriya xweda bikar bînin,her sal derbaz dıbe  zexta ser jina pir zêde dibe jin şerê jiyan kirinê didin meşadin her saat ji bu kû weke xwe jiyan bikin berxwedanî dikin ,di demekî  wisa da jinên îranî pêşwazî li 8 adarê kirin ku hatin qetilkirin,  rastî dest dirêjî hatin, li ber zêhniyeta baviksakarî dawî li jiyana xwe anîn ,hijmara zarokên mûtad kû taze tên dinyayê zede bûn, jinan zarokên zikê xwe da firtûn ji bu kû dabara jiyana xwe bikin,bi vê zêhniyetê  rêjîma desthîlat dixaze îrada jinan têxe jêr kuntrola xwe ,asîda kû bûye tehdîd hember hîcaba jinan bi vê tirsê dixazin fikir û îrada jinan li malda heps bikin ji bû wê  sîxorên rêjîmê her roj asîdê davêjin çavê yek jinê, hefta 8 adar bu kû carekî din bi renkekî hovane li mahşehra xozêstanê  ya îranê 2, jin kû yek jî wan dû canî bû rastî vê êrîşa ji exlaqê insanyetiyê dur hatin , ber pirsê polêsê wir dibêjin bila gel bizane kû kesê kû ev kara kirine wê cezayê xw bikşinin ,lê ka ew kesê kû li bajarê êsfehane û bajarên din asîd rijandin rûyê jinan we çi li wan kir,pir rûniye kû hemû jî serbest digerin heta ji ber kû gûrî qanûna îranê hereket kirine hatine xelat kirine , ev kesana kîne dervayi sixorên zêhniyeta îranê ya jin koj kes nîne ,lê rêjîm baş dizane ne bi asîd ne bi kûştin ne jî bi kirtin avîtina zindana îşkence kirin tu car nikare îrada jina teslîm werbigre ne jî dikare dengê jinan bibre,eve tirsa zêhniyeta faşîst ya kû hember hêza jin jiyan dike ,lê carekî din bi rihê baharê ra Bi pêşengtiya jinên rojhilatê kurdistanê  jinan di vê 8 adarê da dan diyar kirin kû tû hêz nikare pêşî li îrada jin ya ser bi xwe bigre ,li jêr hemû  zor u zexta ya rêjîma îranê da jinan carekê din îrada berxwedêr derxistin holê ,îsbat kirin kû çiqasî zext hebin jî nikare deng û rengê jinên berxwedêr bibire,wê jin her cihî têxin cihê berxwedanî û jiyanê, Di serî da li sine ,mûhabat kêrmanşah û îlamê di bajarê din yê rojhilat da bi bûneya 8ê, adarê  jinan dengê xwe gihandin dawîkên kû mil bi milê şervanan li hember zêhniyeta dagirker li sengera da berxwedanî dikin ,  yanê em  dikarin bêjin bi deng û rengê jinên rojhilatî  8ê, adarê agirê berxwedaniyê ya newrozê di hewreman da bûhara nû silav kir ,eve peyama berxwedanî û di jiyana azad da îsrar kirin , ev jî dide diyar kirin ku çawa kû di parçê din yê kurdistanê da wek rojava u bakur da jin pêşengtiya şoreş u jiyanekî wekhev dikin ,wê di rojhilat û îranê da jî hêz û îrada  jinan dawî ji zêhniyeta dîktator bîne û wê jin pêşengtiya jiyana azad û wekhev bikin, rêjîm vê hêzê dibîne ji bû wê van salê dawîda di her milîda zextê ser jin pir zêde kiriye ,siyasetekî taybet ser jin birêva dibe taybetî  hedefa wan ewe rêkên bê exlaqî di şexsê jinan da  di nav civaka rojhilat da kûr bikin, taybetî ser mûtat kirina jin û ciwana radiwestin ,bi vê siyasetê dixazin hestê netewî, îrada ser bixwe di jin û ciwana da bişkînin,dema ser neketin bin navê cûda cûda digrin davêjin zindanan weke kû tembîh bikin îşkencê rohî û fîzîkî ser wan didin meşandin ,lê zindana  da tenê dikarin fîzîkî wan li wir rabigrin ,fikir û îrada wan tû car nikarn ,em bawerin bi vî rihî bi pêşengiya jinan li ser ta serê rojhilat agirê berxweaniyê di newrozê da were pêxistin,

     



    KJAR