• تاگەکان: ,

    BERXWEDANA JİNÊ RENGÊ SERHiLDANANE

    30 كانونی دووه‌م, 2020

     YEZDA HAVÎN

    Jin û serhildan, serhildan û jin di dîrokê de bûne bedenek. Berxwedana jin ji vee bedenê teşe girtiye. Ev beden bi xwîna kolanan û kevirên berxwedanê şaxê xwe berdaye nava hemû rehên jiyanê.  Ji ber vê yekê  kuçên serhildanan, kolanên serhildanan bi dilopên xwînê sorbûne, bi dengê şiaran hejîyane û bi avêtina keviran bertekên dilan bihêz bûne.  Li ku derê zilm û zordariya desthilatdariya zilam hebe, li wê derê serhildanên jin jî derdikeve.

      Îro li Rojhilata navîn tu welatê ku serhildan lê nebe tuneye. Ev serhildan di bin navê cûda cûda wekî; “bihara Ereban” ku  tên bi navkirin jî, di cehwerde di pêşengiya jinên azadîxwaz  de tê pêşxistin. Li hemû welatan Mîna Lubnan, Tûnûs, Lîbya, Îrak, Fîlîstîn, Sûrî, Rojava û hwd di roja me de jî li Îranê jin ne tenê ji bo mafê xwe dadikevin kolanan. Ya rastî her serhildan ji bo jinê teqînek şoreşa civakî îfade dike.  Welatek ji van welatan jî Îran’e.  Tê zanîn li erdnîgariyê Îranê’de, çanda xwendawendan, çanda Zerdeştî hîna jî li ser Rojhilata navîn dîyarkere. Bi teybetî jî çanda xwendawendên Zerduşt Mîtra, Vera û Îndra hîna jî  zindî ye. Mîtra tê wateya; ‘tava rojê’ ku tav roniya jiyanêye û bi germahiya xwe felsefa jiyanê di afirîne.  Armanca xwendawendên Zerdeşt jiyanek wekhevî, biratî û azadî avakirine. Lê dewleta Îranê di bin navê Îslamî de,  zagon û qanûnên ku  derxistine çanda xwendawend Zerdeşt binpêkiriye.   Îslam di sala 1642’an de derbasî Îran’ê dibe û bandora xwe li ser Îranê dike. Lê pergala dewleta Îranê kî bûye rêveber li gor zîhnîyeta xwe guhertiye.  1979’ an şoreşa ku li dijî şah Mûhamed Pehlewî derket di pêşengiya jin de çêbû.  Hedefa jin ew bû ku şah ji holê rake û rêveberiyek demokratîk û wekhevî bi de avakirin.  Bi serhildanên kûr û dem dirêj şah ji text tînîn xwarê.  Li şûna şah  Xumeynî tînin ser rêveberiyê. Heta şah ji text dadixin tekoşîn û berxwedanek bêhempa tê meşandin. Gelek jin û ciwan jiyana xwe ji dest didin. Di vê wateyê de Xumeynî li ser berxwedan û xwîna civakê bi xeyal û hêviyê mezin tê ser rêveberiyê. Lê piştî Xumeynî tê, bi kiryarên li ser jin û civakê ew hêvî û xeyalê demokratîk di demek kinde ber bi avê  diçe. Xumeynî di bin navê zagon û qanûnê Îslamî de şêwazê tûnd û hişk li ser civakê dide meşandin. Ji bo mafê jinê ti tiştî nake, berovajî bedena jinê digire û dişîne malê. Heta rojekê li hemberî van kiryaran grûbek keçên xwendevan wexta ji dibistanê derdikevin, meşeke xwezayî  li dardixin, hêzên Xumeynî bê fikar hema gulebaran dikin û di encam de kesên ku tevlî meşêbûne bi şêwazê hovane qetildikin. 

    Piştî şerê cîhanê yê duyemîn pergala netew dewlet wekî modelekê nû li Rojhilata navîn û bi teybetî jî li ser gelê Ereb ferz dikin.  Modela Netew dewletê li dijî civakê û bi temamî li gor berjewendiyê desthilatdariyê hatiye avakirin; bi riya zagon û  hûqûqê civakê derveyî pergalê dihêlin û bi zor birêve dibin.  Di hemû dewletên Ereban de zîhnîyetek  zilamsalarî  li ser jin û civakê ferzkirine.   Kî ev pergal bingeha xwe ji zîhnîyeta Îslamîyeta desthilatdariyê digire, di hemû zagon û qanûnan de ji cil û bergên jin bigrin heta zewicandina wê dest avêtinê. Hîna jî zilam li ser her tiştî tê girtin û jin tê binpêkirin.  Di vê wateyê de di nava vê gergalê de vîna gel, hebûna gel, mafê gel, nasnama gel û civak bi her awayî tune dihesibîne û bi gelek kiryarên cûda  rûbi rû dihêle.  Jinek divê xwe binixumîne û tena serê xwe dernekeve. Dayikek pêncî salî  tena serê xwe derkeve qedexeye, lê kurekî ya da nebiyekî heft salî pêrebe ne qedexeye. Di vê wateyê de jin wek hebûnekî xetere nîşandide. Tenê mekanê jiyana jinê di nava çar dîwaran de, xistiye bin xizmeta mal, zarok û zilam de. Di nava qanûnan de qanûna ku mirov gelekî di êşîne jî; keçek  zarok  ji aliyê bavê wê ve dikare bi pera demkî, hefteyekê ya jî deh rojan bê firotin.  Ev mafê bav di qanûnên de heye. Tu eleqeya vê qanûnê bi olê îslamî ve nîne û bi zîhnîyeta bavik salarî ve girêdayiye. Bi teybetî jî di civaka Rojhilatanavîn’de  ya herî bê maf hatiye hiştin  û ji aliyê  zîhnîyeta desthilatdar û zilamê malê ve tê perçiqandin jine.  Hebûna jin di nava civaka Rojhilata navîn de tune tê hesibandin.

    Di sed sala 21. Mîn de li cîhanê û bi teybetî jî li Rojhilata navîn li dijî pergala netew dewlet ku xitimîye û êdî civakêre nabe bersiv, dibe sedemê nakokî û nerazîbûnên mezin. Ev nakokî û nerazîbûn dibe sedemê serhildanan.  Her serhildanek bi sedemekê dikele û bi derketina kolanan diteqe.  Her serhildanek  teqînek sîyasî, aborî û civakî ye. Her serhildanek ku  bi sedemek cûda derdikeve di cehwer de hemû li dijî desthilatdariyê, zordariyê, tûndiyê û pergala netew dewletê derketineke. Hejmara jin ji ya zilam zêdetir bû ye.  Jin bi vê zanîstî, enerjî û hejmara xwe ristekî sereke di asta pêşengiyê de dilîze.  Li hemberî vê rastiyê gelek derketinên jin  şexsî jî çêbûne. Heta jinek rojnameger li dadê pêş çavê herkesî agir bi canê xwe dixe û çalakiya xwe şewitandinê dike. Mîna wê jî gelek jinên din bi heman çarenûsê çalakî kirine. Her çalakiyek şexsî bi serê xwe serîrakirineke. Jin li Îranê hem wekî cins û hem jî wekî jin û malbatê êş û jan dikişîne.  Wexta em îro li xwepêşandanên Îranê dinêrin, ruxmê darvekirin, kuştin û girtinê jî jin di nav dene. Jin pêşengiyê ji çalakiyanre dike. Di  serhildana kevirên destê dayikan kevirê qewitandina zilm û zorê ye. Di hembêza her dayikê de çar pênc kevir hene, hêza xwe heta dawiyê dişixulîne ku kevirekî li desthilatdariyê bixe. Zarok çavê xwe bi kevirê di destê dayikên xwe vedikin, wexta dayik kevira di avêjin, zarokên wan jî ji wanre kevira kom dikin.  Belê di vê pêvajoya dawiyê de serhildanên ku li Îranê di pêşengiya jin de çêbûne û hîna jî  berdewame,  bi serê xwe şoreşeke.  Di van serhildana de nêzî 300 mirovî hatin kuştin û cenazê wan hat wendakirin. Ev serhildan li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çêbûne. Lê yê ku herî zêde hatine kuştin Kurdin. Dijminatiya Îranê li hemberî pêkhateyê cûda û bi teybetî jî Kurd tê zanîn. Rexmê kuştin, îşkence, tûndî, girtin û kuştinê jî gel dev ji serhildana bernedane û roj bi roj pijiqî (belavî) gelek bajarên din.  Di van serhildanan de jinên Sînê, Bokan, Ûrmiye, Kirmaşan û gelek bajarên din pêşengiya jin baldikişand. Sedem tenê ne bihabûna madên sûtemeniyê ne, ew serhildan bi armanca demokratîkbûnê û li dijî pergala deshilatdar û faşîzmê serîrakirine.  Herî dawiyê serhildanên ku li Îranê, Irakê, Rojava û gelek welatên din de derdikevin bi şerê Cîhanê yê sêyemîn ve girêdayî pêşdikevin. Bingeha nakokiyê şerê cîhanê yê sêyemîn wêrankirin, dagirkirin û desteserkirina nirxê civaka Rojhilatanavîne. Îro şerê cîhanê yê sêyemîn ku li Rojavayê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê û Iraqê  tê meşandin; bingeha şoreşa civaka Rojhilata navîn raber dike. Di bingeha sedemê van serhildanan de zîhnîyeta ferasetên nijadperestî, cinsîyetperestî, desthilatdarî heye. Di vê wateyê  de şerê ku bi şaristaniya navendî destpêkiriye, wê bi serkeftina şerê şaristaniya demokratîk bi encam bibe. Wê ev jî di pêşengiya jina azad û demokratîk de bi serkeve.  Di sed sala 21.  de jin bi zanistiya xwe, bi enerjiya xwe wê bi hêvî û baweriyek mezin ji civakê re pêşengiyê bike. Serhildan encax bi jina azad û avakirina civakek demokratîk bi dawî bibin.

     

                                                     

     

     

     



    KJAR