• تاگەکان: , ,

    Dijî Şîdetê yek bigirîn, têbikoşîn û azad bibîn

    27 ته‌مموز, 2019

    Ji Bo Raya Giştî

    Dijî Şîdetê yek bigirîn, têbikoşîn û azad bibîn

    Kapîtalîzm kûrtirîn sîstema koletiyê di civakê de ava kiriye. Di nava siyaseta qirkirinê de dorpêç kiriye û fetisandiye. Di sedsala 21’emîn de mirovahî, jîngeh, civak, çand û exlaq di rewşeke xirab de ye û di nava lepên kapîtalîzmê de dinalin. Rojhilata Navîn jî di navenda vê qirkirin û komkujiyan de ye. Jin jî qurbana sereke ya siyaseta kapîtalîzmê ye. Yek ji lingê vê sîstema kapîtalîst dewlet neteweye ku pêşî li gelek komkujiyan vekiriye.

    Îran jî yek ji welatên kapîstalîste. Herçend bi nav îslam jî be, di kiryar û qada pratîkî de kapîtalîste. Îran bi siyasta cinsiyetperest, olperest, nijadperest xwe li ser civakê ferz dike. Zêhniyeta mêrsalar nifûsê hemû saziyên civakê kiriye û nirxên manewî yên civakê di hilweşîne. Li hember vê yekê pêwîstî bi hişyarbûna wijdanan heye.

    Mirov hebûneke civakî ye û civakek demokratîk jî bi çanda xwe tê nasîn. Civaka Îranê jî civakeke pir reng û mûzeyeke zindî a gelane. Lê rejîma Îranê di qirkirin û helandina çand û netewan de israr dike. Ji ber qutbûna ji ziman qutbûna ji çande. Sîstema perwerdeya Îranê qir dike. Ger zarokên Kurd anjî zarokên ji neteweyek din Farisî nezanin, wan kêm dibînin. Ev jî asta zêhniyeta qirker a Îranê dide nîşan. Li dijî eqliyeta ku rengiyan tûne dike û yek rengiyê ser civakê ferz dike, pêwîstî bi guhertineke demokratîk ku hemû civakê hembêz bike heye.

    Rejîma Îranê bi eqliyeta zayendperest a di hemû warên jiyanê de ava kiriye, hebûna jinan a di qadên siyaset, aborî, civakî, hiqûq, perwerde û hunerê de ji nedîtîve tê û nîvê civakê tune hesap dike. Li dijî vê zêhniyeta qirker xwe rêxistin û avakirina eniyên demokratîk ên hevbeş, ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin e.

    Qeyranên aborî zexteke mezin li ser civakê û li ser jinan çêdike. Ev jî dibe sedema xwekuştin, kuştin, laşfiroşî, bikaranîna madeyên hişber, cewaca di temen biçûk û zewaca bi zorê, zewaca spî (sîxe) û hwd. Ev siyaseta çewt a rejîmê dibe sedem ku jin di nava rewşeke dijwar a xirab de bijî. Li dijî vêya pêwîstî bi siyaseteke perwerdeya civakî ya li ser hîme siyaseta demokratîk heye. Ji bo guhertin û azadiyê jî têkoşîn rêya yeganeye.

    Li dijî hemû yasayên darvekirin, êşkence, qirkirina xwezayê û girtina çalakvanên jîngehparêz û jinan rewa dike, têkoşîn û hewlesteke hevbeş wê rê ji înşaya civakek demokratîk û azad re veke.

    Di sedsala 21'an de şîdeta ser jinan di asta gerdûnî cîhanî de ye û ev di îranê de bi awayekî vekirî dibin navê yasayên îslamî de birêve diçe. Lê têkoşîna jinan a cîhanî di asteke jor de ye. Jin ew çarenûsa ku ji wan bi destê mêr hatiye nivîsandin red dikin. Her lêgerîna heqîqetê li dijî ne heqiyan destpê dike. Eger ev lêgerîn xwe rêxistin bike wê demê pêkane ku serbikeve.

    Em weke jinên Kurd xwedî dîrokek bi ezmûnin, ji bo vegerin dîroka ku jin bidestê xwe nivîsandiye. Em şopdarên ew fikir û feslêya azadiyêne ku di kesayeta ş. Şîrîn Elemhûlî de xeta teslîmiyetê bi bin xistin. Di şexsê hevala Viyan Peyman de jî xeta yekîtiya jinan hate avakirin.

    Eger jin xwe bi çeka zanabûn û rêxistinbûnê, îradeya azad bixemilînin, pênaseya xwe ya azadiyê bi hinek daxwazên biçûk ve sînordar nekin, ewê bikarin di civakê de jî zemînên demokratîkbûn û wekheviyê ava bikin.Eger jin bixwaze bibe ya xwe, divê xwe ji dogma û tabûyên hezarî salan ên ji aliyê sîstema zilamsalar ve hatine pêşxistin, xilas bike.

    Em wek KJAR bi bawerî û bi îrade û fikrek azad a jinan pêngaveke civakî ya bi dirûşma, “Dijî Şîdetê yek bigirîn, têbikoşîn û azad bibîn” radigihînin. Emê bi hêza çandî, zêhnî, rûhî ya jinê û civakê li dijî her cûre dagirkeriyên zêhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê derdikevin û ji her cûre dagirkeriyek re dibêjin, “NA”.

    Li ser vê esasê bang li hemû jinên Îranê (Fars, Kurd, Ereb, Belûc, Azerî, Mazenî, Gîlekî û Lor) dikin, li dijî hişmendiya jinkujiyê rabin ser piyan, xwedî li hebûna xwe derkevin û tevlî kampanyayê bibin. Divê em ji bo çareseriya êşên jinan û pirsgirêkên hevbeş, rêxistin û eniyên hevbeş ava bikin.

    Divê em vê pêngavê ji şexsê xwe bidin destpêkirin û li gel xwe jî civakê azad bikin. Ji ber heya jin azad nebe, civak jî azad nabe.

     

    Komelgeha jinên azad a rojhilatê kurdistan ـ KJAR

    28/07/2019

     



    KJAR