• تاگەکان: ,

    ‘Jin, dayik û mamosteya civakê ye’

    9 تشرینی دووه‌م, 2022

    Vê hefteyê mêvana bernameya Ravîn a telefizyona Aryen Tv, Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zeyîneb Xoresan bû. Di vê bernameyê de bi nirxandinên xwe ên girîng bi tevahî jin û civakê re parve kir.

    Mêvana bernameya vê heftê a Ravîn, Zeyîneb Xoresan,Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di vê bernameyê de bi berfirehî qala tecrîda li ser Rêber Apo, bikar anîna Kîmasalê û her wiha berxwedan a Gerîlayan. Di heman demê de tekoşîna jinana û serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxand.

    ‘Bû raman û heqîqeta tevahî mirovan’

    Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zeyîneb Xoresan, di despêka axaftina xwe de qala tecrîda li ser Rêberê mirovahiyê, Rêber Apo kir û got: “ Tekoşîna ku Rêber Apo û gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve dide meşandin, bi tu şêwazî di cîhanê de nehatiye dîtin. Ev berxwedan û tekoşîn jî bi demê re bû malê tevahî mirovahiyê û gerdûnî bû. Ji ber ku sekna Rêber Apo seknek gerdûnî bû, hwedî derketina li Rêber Apo jî gerdûniye. Îro li her devereke cîhanê, kesê ku bi mirovahiya xwe hesiya ye, hebûna xwe tenê di nava fikir û felsefeya Rêber Apo de dibîne. Ji ber ku bîrdoziya Rêber Apo, bîrdoziyek gerdûnî, civakî, çandî, exlaqî û xwezayî ye. Ji ber vê yekê her tiştî digre nava xwe û di xwe dihewîne. Ji xwezayî ta tevahî zindiyan, di nava xwe dihewîne. Ji ber vê yekê ye ku, her kes azadiya xwe di vê bîrdoziyê de dibîne. Fikir û Ramanê Rêber Apo, bû raman û heqîqeta tevahî mirovan. Îro sekna Rêber Apo, berxwedaniya Gerîlayên azadiyê û tekoşîna gelên azadî xwaz, li himberî tecrîda heyî bersiva herî mezine.”

    ‘Li himberî Gerîla bin ket’

    Zeyîneb Xoresan Endama Desteya Rêveber a KODAR’ê di dewama nirxandinên de bikar anîna dewleta Tirk a çeka Kîmyasalê destnîşan kir û wiha dewamî da nirxandinên xwe: “ Dibêjin: ‘Dema ku mirov li ber mirin a sikratê be, dikare xwe li mar jî bigerîne.’ Vê yekê jî ji bo ku nemre pêk tîne. Hêzên deshilatdar û di nav de faşîzma AKP û MHP’ê, li ber têkçûnê ne. Li hemberî berxwedana Gerîlayan têk diçe. Dewleta Tirk a faşîst bi salane daxivin û 150 Gerîla mane, lê bi vê berxwedana Gerîlayên azadiyê re êdî tevahî cîhan û mirovahî dizane ku Gerîla tu carî naqede. Çeteyên dewleta Tirk a faşîst ji ber ku bê îrade û hêzin, êdî tiştekî ku li himberî Gerîlayan bikar bînin nemaye, ji ber vê yekê jî îro çeka kîmyasalê a qedexekirî bi awayekî hovane bikar tînin. Ev rastiya wan jî Gerîla bi berxwedan û dîmenên ku dikêşe, eşkere dike. yek ji wan dîmenan jî, dîmenê wan ê çenazeyê leşkerên xwe şewtandin e. Bi awayekî hovane vê yekê pêk tîne ta ku ew cenaze nekevin destê Gerîla û rastiya wan dernekeve holê. Ya rastir jî vê yekê dike ta ku ser binketina xwe bigre. Dewleta Tirk a Faşîst li himberî Gerîla bin ket. Tiştê ku rejîma Tirkiyê li Kurdistanê dide meşandin bê exlaqiya herî mezine.”

    ‘Jin, dayik û mamosteya civakê ye’

    Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zeyîneb Xoresan, di berdewamiya nirxandinên xwe de bi berfirehî behsa tekoşîna jinan kir û di heman demê de bi hatina 25’ê Mijdarê re hê zêdetir bi hêz bûna jinan a li himberî şîdetî û yek girtina jinan a neteweyî vegot: “ Jin bi berdel, berxwedan û tekoşînek bê hempa ve, roja 25’ê Mijdarê a li dijî şîdeta li ser jinê, qezenc kiriye û ev yek jî xwedan dîrokekê ye. Em jî baş dizanin ku her dem jin bi qirkirinê re rû bi rû hatiye. Ji serdema Sumeran ta roja me ya îro, şîdet li ser jinê tê meşandin û jin jî li himberî vê yekê tekoşîn dike. li ser jinê dest dirêjî, şîdeta fîzîkî, bê nasname kirin, bê îrade hiştin û ji tevahî qadên jiyanê hatiye dûr xistin. Jin îro di nava civakê de gihiştiye wê astê ku, heya nikare bi rehetî biken e. Jin dayik û mamosteya civakê ye. Jin her dem li himberî şîdet û êrîşên zilam salar di nava tekoşîn, berxwedan û isyanên mezin de bûye. Li ku derê û di kîjan demê de çirûskek vedaye, jin reng daye. Roja 25’ê Mijdarê ji bo me tevahî jinan rojek pir girînge, di heman demê de pêwîste ku em wek jin ne tenê rojekê, hemû rojên xwe li himberî şîdetê veguherînin rojên tekoşînê. Tevahî jin û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku niha di nava şoreşa jinê de ne, pêwîste ku di vê rojê de bi girseyeke pir mezin dakevin qadan û tekoşîna xwe bilind bikin. pêwsîte ku bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ku bûye nasnameya mirovê azad, berxwedana xwe di vê rojê de hê zêdetir geş bikin. pêwîste ku jin bi vî awayî şoreşê di jiyana xwe a heyî de bike. Jin di jiyana heyî de, pêwîste ku şoreşeke nû pêk bîne. Pêwîste ku jin bi hebûna xwe jiyan bike.”

    ‘Şoreşa xwe ew enceq bi rêxistin kirinê, biparêzin’

    Zeyîneb Xoresan, Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di dawiya nirxandinê xwe de bang li tevahî jinan û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistan kir û got: “ Pêwîste ku jin yek girtî bin. Xwe bi rêxistin bikin û li hev xwedî derkevin. Bi vî awayî em dikarin wek jin şoreşa xwe a azadiyê pêk bînin. Enceq bi rêxistin kirinê, em dikarin şoreşê biparêzin. Ji bo şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê, pêwîste ku tevahî jin û ji kesekî heft salî ta heftê salî, xwedî li vê şoreşê derkeve û xwe ji derveyî wê negre dest. Eger tevahî jin bi vî awayî tev bigerin, êdî tu kes nikare şîdetê pêk bîne. Parastina şoreşê jî ev e. Pêwîste ku em tev reh (qurm) ê vê şoreşê bi tekoşîna xwe kûr û bi hêz bikin. Eger qurmê şoreşa me ne bi hêz be, emê nikaribin şoreşê pêk bînin.” 



    KJAR