• تاگەکان: ,

    TOLA ROJDA WÊ Bİ DEHHEZARAN TEVLÎBÛYÎN BE

    16 ئازار, 2020

    Zeyineb garzan

    Hîn bûyer çêdibin ku mirov nikare bi tu şêwazan binav bike.  Tenê dicemide.  Ji ber ku bûyer ewqas ji derveyî mirovatiyêye ku mejiyê te qebûl nake.   Lê ev hêste di kesên ku xwedî wijdan û exlaqde tên hîskirin.  Gelo eger ev kes an jî hêz ji exlaq ji huqûq ji qûralên mirovatiyê nesîbê xwe negirtibin wê çibe­ ?  Teybet jî eger rewş rewşa şerê germ be ev hêza bê exlaq wê çi bike?   Eger dewletek xwedî dîrok be, xwedî rabirdûyekê be  rewş çi dibe bila bibe wê di şerde hîn qûralan berçav bigire.  Lê eger ev hêz ji komên çeteyan pêk hatibin wê demê tu qural û qaideyan nasnake.  Dewleta tirk ji wan dewletan an jî rêxistina çeteyan yêke ku di şerde tu exlaq nasnakeye.  Şerê ku bi tevgera azadiya Kurdistanê re dike de pir caran gerîllayan azadiyê bi rêbazên derveyî mirovatiyêve hatin qetilkirin.  Di rojên dawîde rewşek qewimî ku ne rih ne mejî ne dil, ne wijdan ne jî exlaqa mirovatiyê ev rewşe qebûl nekir û heta dawî lenet kir.  Gerîlla Rojda Cûdî di encama operasyonek li Amedê hatî lidarxistin de hat şehitkirin.  Lê piştre tiştên ku derketinî holê qirêjiya dewleta tirk careke din datîna holê.   Dewleta tirk a faşîst careke din rûyê xwe ê vehşî derxistibû holê.  Gerîlla Rojda bi awayek ku serê wê hatî jêkirin hatibû kefenkirin û ji bo ku neyê fêmkirin jî bî laylonên reşve cihê serî hatibû tujekirin. 

    Rojda bi porê xwe ê ku heta şûtikê dirêj û reş, bi rûyê xwe ê xweşik ve di mejiyê mirovatiyê de cih kir.  Rojda ji bo geleke ku dixwestin ji dîrokê sîl bikin, tune bikin tekoşîn dikir. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo azadiya tevahî mirovatiyê şer dikir.  Ji bo dîroka jinan a windabûyî têdikoşiya. Ji bo ku ji ciwanan re pêşerojek baş bi afirîne şer dikir.  Ji milê din  dewleta faşist dagirker  a tirk ku destpêkê li ser Kurdên azadîxwaz piştre jî li ser tevahî gelên azadîxwaz her cûre şerê bê exlaq dimeşîne,  ji bo ku ciwanên Kurd jehr bike her cûre lîstokan dilîze,  rola jin a pêşengtî re tehemûl nake û ji bo ku bikeve pêşiya viya her cûre hewldanan dide heye.  Pêkanînên li ser Rojda hatî kirin ji hêla ciwanên Kurd ve nayê  ji bîrkirin.  Îro bi hezaran keç û xortên ku van rewşan qebûl nakin û li dijî pergala heyî derdikevin û riya azadiyê hildibijêrin hene. 

     Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, wê hesaba pêkanînên li ser gerîllayên azadiya kurdistanê ku di tu ol, netew, wicdan, exlaqande cihê wê tineye teqez bide.  Çawa ku bersiva pêkanînên li ser gerîlla Ekin Wan wek bi dehhezaran tevlîbûyîn hatibe dayîn wê bersiva pêkanînên li ser gerîlla Rojda jî bi dehhezar tevlîbûyîna ciwanên ku bi hêrsa tolrakirina rojda ve tijine çêbibe.  Wê li her çar perçeyên kurdistanêde li dijî viya li ser yêk xalê hevbeşbûyîn çêbibe.  Li dijî vê vehşetê bêdeng nemayîn. 

           

        

     



    KJAR