• Hebûna xwezayê, hebûna Insan îfade dike

    31 تشرینی یه‌كه‌م, 2023

    Denîz Derya

    Dema em behsa Ekolojî dikin, em behsa sahaya jiyanê dikin. Em mêzebikin sîstema mêrserwer ya cinsiyet perest û kapîtalîst qada jiyanê a ku mirov bikaribin tê de bijîn nehêştin e. Ji ber ku mirov di nava vê sîstemê de her roj dibin xeteriyek mezin de ye. Pir caran di xwezayê de felaketên mezin çêdibin ev felaket ne felaketên xwezayin e. Sîstema global ya sermayedar-texrîbatên Modernîteya Kapîtalîst di xwezayê de çêkiriye dibe ser sedem da ku felaketên mezin çêbibin. Sîstema tenê li pey karê- qazancê be, li pey sermaye be, ji bo Ekolojî xeteriya herî mezin e.  Ji bo vê jî, em nikarin bibêjin ev felaketên çêdibin xwezayine! Berevajî wê  mudahale û texrîbatên pir mezin li ser xwezayê tên çêkirin.  Ev texrîbat bi xwe re jiyanê qetil dikin. Mînak li Bakurê Kurdistanê, Turkî, Sûriyê û li Rojhilatê Kurdistanê li pir deverên din  yên cîhanê jî erdhej çêbûn û çê jî dibin. Bi Hezaran,  Milyonan Insandimirin,  bi milyonan Insanbê cih û bê war dimînin. Ji ber vê yekê jî berê xwe didin bajarên dîtir,  ne ku ew bajarên dîtir pir bi ewlene, ji bo mirov tu ciyek bi ewlehî nemaye. Mirov biçin kuderê jî, heman Sîstem, Zihniyet, Qirêjî û bi heman qetilaman re rû bi rûne. Ji bo wê jî sîstema îro xwe li ser Ekolojî ferz dike.  Xwezayê qetil dike, tu misogeriya jiyana mirov têde nîne.  Ewqas koçberî çêdibin, Insancih û warên xwe ber didin. Dema ev koçberî çêdibin di van koçberiyan de jî pir tiştên xwe winda dikin. Nimûne kesekî bi Kurdî dipeyve û ji xwe re di nava sîstema heyî de qadek jiyanê çêkiriye, lê dema diçe bajarekî din yan jî, ji axa xwe tê dûrxistin zimanê xwe jibîr dikin, ji çanda xwe ya xwezayi dûr dikevin, ji têkiliyên xwe ên cîrantî dûr dikevin. Bajarî bûyin ji ekolojî dûrbun pêşdixe, em dikarin bibêjin bajêr cihê civatên ku hevdu nasnakin bi xwe re xerîb bûn avadike. Ya ku mirov dixe mirov têkiliya mirov a civakbûyina Insan bi zimanê Insan e. Lê sîstema bajar li ser têkiliyê takekesî yên sermayê hatin e bi rêxistin kirin. Ev sîstema Modernîteya kapîtalîst qada jiyanê li mirovan teng dike,  di her alî de mirov muhtacî xwe dike û dixe nava sîstema xwe, ev jî felaketekî ekolojîk e. Em lê mêzebikin xweza mirov perwerde dike,  bo nimûne dema mirov malekî li ber qerexa avê çêke ew av rabe wê malê  xerap bike, careke din ji bo mirov dibe tecrûbe, da ku mal- xanî li  ber qeraxên avê çênekê. An jî kes naçe di devê dolekî de xanû çênake, Bexçe çênake. Ji ber ku xwezayê carekî şewazê xwe yê xwezayi daye nîşandan. Ev ji bo mirov perwerdaya herî mezin e.  Xwezayê ev perwede daye mirov, ji bo ku mirov rast bikar bîne, ne ku êrîşî xwezayê bike. Ya ku qeyranan- felaketan çêdike ne xwezaye. Sîstema kapîtalîst yanî modernîteya sermayedarî ya ku li dij jiyana hevbeş a domokratîk e.

    “Jin Hebûneke Ekolojîk e”

    Dema em behsa Civaka Ekolojîk, Demokratîk û Azadiya Jin dikin, em behsa jiyana azad a xwedî zihniyeta azade dikin. Ew jiyana Komînal ya ku civak bûyinê çêdike, fikrê azad temsîl dike, xwe ji zihniyeta qirker ya mêrserwer qut dike. Civaka domokratîk, Civaka Exlaqî û Polîtîke ku xwebûnê îfade dike. Xwebûyin di heman demê de ekolojî bûyîne û zihniyeta azad e.  Ekolojî dayika mirov ya yekemîn e. Çawa ku dema  dayik zarok tîne dinyayê û hemû pêwîstiyê wan pêktîne, di heman demê de  xweza jî,  dayika insan hemûyane ku pêwîstiyê  mirov û hemû zindîweran pêktîn e. Hebûna xwezayê, hebûna Insan îfade dike. Mirov nikare ekolojiyê ji Insanqut bigre dest. Dema em behsa ekolojî dikin, hem wext em behsa Insanbûyinê jî dikin. Ji ber yê ku  Insanfêrî jiyanê dike Xwezaye. Çewa ku em dibêjin xweza yekemîn bûyîn girîng e, ji ber ku hemû fêrbûyinê xwe yê yekemîn ji xwezaye fêrdibe.  Ji bo ku mirov bijî ji xwezaye istîfade dike, hemû pêwîstiyê Insanxweza dide. Insan jî li gorî aqlê xwe û behreyên xwe bi kar tîne. Insan nikare xwe ji dervayi  xwezayê, xwezayê jî ji dervayî xwe bigre dest. Weke du xweza bi hevra dijîn.  Di Xwezayê de hebûna herî zeyif mirov e, ya ku mirov diparêze Xweza ye.  Ji ber ku xweza dide te tu jî, wî ji bo xwe digrî û li gorî pêwîstiyên xwe jê sûdmend dibî. Ji ber ku Insanhebûnek çandiye dixuliqîne, bi kevirekî çaqo çêke, xanî çêke û bi şîrê Pez mast çêdike, bi hiriya Pez cil û bi postê pez pêlav çêdike û hwd….

    Di nava mirovan de zayenda herî zêde li gel xwezayê  peywendî çêkiriye, xweza weke xwe zindî dîtiye Jin e. Ji bo vê jî jin hebûnek nerm ya ku xwezayê di xwe de dihewînê ye. Çawa ku jin-dayîk xwedî li zaroka xwe derdikeve di heman demê de, xwedî li xwezayê jî derdikeve. Yê ku zimanê xwezayê dizane û li ser vê esasê di nava xwezayê de civak bûyinê çêdike jî jin e. Jin hebûneke Ekolojîk e.  Ji bo wê jî di roja me ya îro de, êrîşa herî giran li  ser jin çêdibe. Di şexsê jinê de dixwazin civakê belav bikin û civakeke ji nirx ketî çêbikin. Em mêze bikin dagirkerî kiryarên bê exlaqane dij mirov, civak û xwezayê dimeşîne; xwezaya ku mirov dide jîn dibin êrîşên pir qirêjdene hemû çekên kîmyesal li ser xwezaya mirov û li ser cîhanê tên bikaranîn, ev şerekî qirêj ê herî dijware li hemberî ekolojî tê meşandin. Bi hezaran zindîwar yên di nava gerûnê de ji ber bikaranîna sîlahên kimyewî tine dibin. Tune bûna zindiyên di nava vê gerdûnê de xeteriya herî mezin e. Ji ber ku her hebûnek di xwezayê de dengeya gerdûnê çêdike, dema ev tune dibin dengeya gerdûnê jî xerab dibe. Dibe sedemê felaketên cûr bi cûr em mêzebikin ew avên ku masî têde dijîn, tên qirêjkirin rojane bi milyonan masî dimirin. Mirina van masiyan di nava avê de,  dibe sedem zindiyên din yê di nava avê de zerar bibînin. Di van avan de mikrobên cur bi cur çêdibin, zindiyên ji derveyî avê dijîn jî bandor dikin, bi  xwere nexweşiyên curbicur tînin,  dibe ser sedema mirina bi hezaran zindiyan, mirin û nexweşiyên însanan. Sîstema sermayedariyê bi hezaran fabriqayên qezencê  çêkirine, çêkirina van fabriqeyan bi xwere pirsgirêkên civakî kûrtir kirin e. Hem mirovan bê kar dihêlin, hem jî zirarên ji van fabrîqeya bi xwere nexweşiyên civakî û fîzîkî yê bê çare tîne. Dûmana van fabrîqeyan atmosfera heyî qirêj dikin ev qirêjî jî, li hemberî cîhana heyi şerekî herî mezin e. Ji ber ku ew dûmana fabrîqeya bi xwe re zindîbûna xwezayê dikuje; em temaşe bikin her ku diçe, daristan zindî bûyîna xwe winda dikin, yan jî hinek tine dibin, hinek berhemên wan kêm dibin.  Evana hemû jî ew dûyê qirêj ya ku li ser rûyê erdê kom dibe bi xwere xwezayê dişewitîne.

    Wê çawa bikaribe Xwezayê – Ekolojiyê weke xwe zindî bibîne û biparêze?

    Sîstema kapîtalîst ya sermayedar bi cewherê xwezayê dilîze;  ji bo nimûne di fabrîqayan- labaratuaran de bi cewherê tiştên xwezayi dilîzin û tu zêde nikarî tovê van berheman bigrî. Ji ber ku ji bo rojane diafirîne sîstemekî mesrefger çêdike. Bendavên tên çêkirin bi xwere hişk bûyina erdê çêdike, ev hem dibe sedem ku koçberî çêbibin, hem jî dibe sedemê mirina zindiyan hem jî, bi xwere tozên jehrewî çêdikin. Ev toz belav dibin, hem dibe sedema mirina însanan hem jî dibe sedema mirina xwezayê. Li ser keskayi û daristanan bi van tozan dişewtin. Sîstema sermayedarî, modernîteya kapîtalîzm civakan felc dike. Civakek felcbûyî wê çawa bikaribe xwedî li ekolojiyê derbikeve. Ev Însanê ku di nava zihniyeta qirêj ya modernîteya sermayedarî de xeniq ye, aîdbûna xwe ya bi xwezayê re winda kiriye wê çawa bikaribe xwezayê- ekolojiyê weke xwe zindî bibîne û biparêze?  Ji xwe ev Insan êdî nikare xwedî li xwe jî derbikeve. Rêber Apo behsa sîstema qanserê dike;  bêguman sîstema an jî civaka xwezayi ji rastiya xwe hatibe dûr xistin, tenê ev qanser encex hebûnan tine bike. Ev jî mirina herî mezine ku Insan ji rastiya jiyana heqîqî dûr ketibe, Jiyaneke ji dervayi rastiya xwe bijî. Niha sîstema heyi bê jiyaniyê li ser mirovahiyê dide ferzkirin. Ev mirina rûhî ye, Insan ji cewherê xwe derdixe,  weke qalikek vala dike.  Di sîstema desthilatdarî de exlaq nîne, ciyê exlaq lê nebe qetil, talan, birçîbûyin, koçberî bê edaletî, koletî, bêkarî çêdibe. Ev hemû bi xwe re qirêjiyan kûr dikin û civakîbûnê ji holê radikin. Êdî Insan ji kedê tên dûr xistin teknîk di cihê Insan de dikeve dewrê û kar dike. Bo nimûne berî bi dehan- sedan însana komînel bi hevre di karekî de cî digirtin, niha li cihê vana makîne hatine çêkirin. Ev  jî Insan hem ji Komînbûyînê, hem jî ji kar dûr xistinê, ev  kiryar civak bûyînê qetil dike,  rûhê hevbeş, helwestê hevbeş, fikrê hevbeş, zanista hevbeş ji holê radike, ev kiryar hemû qetilamên  ekolojîkin. Ji ber ku ekolojî bi fikrê hevbeş , zanista hevbeş, aqlê hevbeş, exlaqê hevbeş û bi kolektîfiyê  çêdibe. Êrîşa sîstemê ji bo van rastiya ji holê rake hemû wan qirêjiyan pêktîne. Îro ji ber kîmyasalên heyî, ji ber şerên heyî mirov û ekolojî tê qetilkirin. Rojê bi hezaran Insan ji ber şer dimirin, bê war dimînin, gund têne valakirin, coxrafya tên guhertin, dar û daristan tên jêkirin û şewitandin. Sedemên van qetilaman desthilatdarî tenê ji bo; desthilatdarya xwe li ser piyan bigre, nahêle hilweşe hemû kiryarên xweyî qirêj li ser xwezayê dimeşîne. Her hebûnekî di nava xwezayê de, di heman demê de, azadîya wê jî îfade dike. Êrîşa li ser azadiya Insan, li ser azadiya xwezayê ye.  Ji ber ku xweza xwe di Insan de tîne ziman. Insan zimanê xwazayê ye tu zimanê xwezayê jê bistînê, tu wê tine dikî. Ev jî bê exlaqiya herî mezin e.  Sîstema sermayedarî ewaqas tiştên fizulî çêdike, dibe sersedema çopek (aşqal) mezin çêbibe.  Ev jî tên avêtin û xwezayê qirej dike. Nimûne petê avê, laylon gelek tiştên din jî ku di nava axê de nayên helandin, cihê lê dikevin nahêlin di axê de zindîbûyin çêbibe. Ev hemû jî sedemên xweza kuştinê ne. Şerekî qirêj yê ku li hemberî xwezayê û mirov tê bikaranîn. Em meyze bikin di cîhanê de ewqas zelzele- erdhej çêdibin, sedema van zelzeleyan nehiştin û têkdayîna xwezayine. Sedema herî mezin ew e ku bi xwezayê tê lîstin. Ger bi destê deshilatdaran ewqas bendav, ewaqas boriyan di bin erdê de bi cihbikin, ewqas sîlahên qedexe- kîmyayî di bin erdê de werin teqandin, bê guman ewê bibe sedema erdhejên mezin û bibe sedema mirin qetilaman. Çawa li Bakurê Kurdistanê her kesî ku  derket ser ekranê got, erdhej nakuje, iqtîdar dikuje, rastî jî ev e. Tu ji bo desthilatdariya, xwe ji bo sermaye û karê xwe tiştên sexte çêke û li  ser keda gel xwe bidî  jiyîn , ev qetila herî mezin e. Bêguman ya ku civakê ji van qirêjiyan rizgar bike fikir û felsefeya Rêber APO ya jiyana azad Modernîteya Demokratîke. Îro em dibînin ev fikir û felsefeya bi şiyara Jin Jiyan Azadî cihanî dibe û dibe xwedî li derketina keda bi hezaran salan ya ku jinê bi fikir, Raman û keda xwe ji bo mirovahiyê çêkiriye.



    KJAR