• تاگەکان: ,

    Parastina jin û xwezayê parastina jiyanê ye

    29 كانونی دووه‌م, 2022

    Kampaniya KJAR” Li dijî kuştinê jin û Qirkirina Xwezayê tekoşîn” yekane riya ji nûve avakirina civaka demokratîk û ekolojîke û tekane riya li çanda xwe ya eslî xwedî derketin e.

    MEDYA HAWAR

    Parastina jin û xwezayê

    KJAR parastina xwezayê bi qasî xweparastina Jin û civakê hewce û esas dibîne. Çawa ku bêyî xweparastinê civak nikare hebûna xwe dewam bike, bêyî xweseriya xweza, parastina erd û axê, bêyî daristan, ekolojî û kominê, civak nikare xwe xwedî bike ango nikare hebûna xwe, bi jiyanekî azad û demûkrat dewam bike. Ji bo wê jî pêwîste her kesek tekoşîn ji bo jiyanekî bi tendûrist bike.

    Jin kirdeya sereke ya jiyanê ye.   

    Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û xwezayê de serwext nebe, nikare li hestên hevbeş yên navbera jin û xwezayê de serwext bibe, ne jî dikare ji hev derxe. Ji herkîna jiyanê ku darek çawa xwe nû dike, her wiha jinek çawa ku xwe nû dike, yek ji xalên herî ber çav yên vê têkiliyê ye û têkiliyên hwd. Mêtinkarî hewil da vê têkiliyê bişkîne û hilweşîne û li cihê wê jî koletî û dijberiyê ava bike, lê belê wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, wê ew avahî di lerzeke piçûk de xira bibe û wê hilweşe. Jina azadî xwaz ku li himberî mêtinkariyê rabûne wê avahihê rûbrûyî hilweşînê hiştine. Civaka serwer a mêr, statuya jinê têra xwe biçûk xistiye û tine hesibandiye, lê ev, ji bo serwextbûna li rastiya jinê divê nebe asteng. Xwezaya jiyanê zêdetir bi jinê re têkildar e. Herçiqasî jin gelekî ji jiyana civakî hatibe dûrkirin jî, dîsa rastiya têgîna jin jiyane nikare ji holê rabe. Ya rastî, zilam bi hêza xwe ya zordar û tineker di şexsê jinê de êrîşî jiyanê dike. Xwezayê qir dike, dişewitîne, jinê qetil dike. Lê belê Têkoşîna wekhevî û azadiyê yên di navbera xweza û jin de bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye.

    Bi daristankirina dewrûber, pîroziyekî herî mezine

    Jêkirina daran, qetilkirina hin cûreyên heywanan,pirkirina kargehan û avakirina bendavên li ser çemên Kurdistanê rê li ber tevkujiyeke tam a dîrokê û felaketa ekolojîk vekirine. Xweseriya ekonomîk a destûr nade ti bendava ku ekolojiyê, erdên bi bereket û dîrokê li ber çav nagire û heta destûrê nade ku li şûna bendavên temenê xwe temam kirine yên nû bêne avakirin. Eger mumkîn be, di tesfiyekirina wan de texsîr nake. Bi ruhekî tam ê seferberiyê li dijî eraziyan û bêdaristanîbûnê ku dijminê mezin ê civak û zindiyan in, radiweste. Parastina axê û bi daristankirina dewrûberê weke cureyekî herî pîroz ê kedê îlan dike û xebatên di van qadan de têrê dike ku bêkarmayîna sedsalan ji holê rabe.

    Kapîtalîzm artêşa bêkaran dide ava kirin

    Bi kara herî zêde re li ser qada ekonomiyê teroreke dijwar tê meşandin û ev dike ku civak li aliyekî bi nanozikê bixebite û mehkûmî karkeriya bi heqdestiyê bibe, li aliyê din jî beşekî mezin ê civakê bûye artêşa bêkaran. Koletiya bi heqdestiyeke kêm û artêşa herî mezin a bêkaran, encamên xwezayî yên kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzmê ne. ji bo ku modernîteya kapîtalîst birçîbûnê di asta herî jor de ava bike, divê azadiya civakê ya li ser jiyana ekonomîk ji holê rake, mehkûmî koletiya bi heqdestê kêm bibe û ne ev bi tenê, divê beşekî mezin ji civakê bibe artêşa bêkaran û koletiya jinê ya bêheqdest an jî bi kêm heqdestî pêk bîne. Kapîtalîzm bi giştî zanistên civakî, zîvirandiye û ji civakbûnê dûr xistiye û ji bo xwe bikar tîne.

    Me ava kir wan xirab kirin

    Civaka kurd, civakeke ku çandinî keşif kiriye û mirovatî xwedî kiriye. Îroj Modîrnîte wê ji bo xwe kiriye armanc û xistiye wê rewşê de ku Îroj çandinî kêm zêde jibîr kiriye. Mixabin Civaka kurd serdestiya xwe û tercîha xwe ya azad ji dest daye, bi temamî ketiye kontrola cinawirê modernîteyê û Bi nanozikê dixebite. Civakeke ku jinên wê, ewin yên ku ekonomî ava kirine bi temamî bêkar in, û xwediyê kedeke bêqîmet in. Civakeke ku mêrên wê ji bo qaşo malbatê li çar aliyê dinyayê belav bûne. Civakekî ku ji bo bustek axa xwe, cîranê xwe dikuje, îroj ketiyê wê rewşê de ku ji ber bêkariyê, dev ji mala xwe, gundê xwe û axa xwe berdaye û li dinyayê ji bo pêdakirina nanê zikê xwe koçber bûye. Ev Eşkere nîşan dide ku armanca modîrnîteyê civakê ji civakbûnê derxîne û civakekî hilweşiyayî li ortê bihêle.

    Careke din vegera li erd û zeviyan

    li cem neteweya demokratîk jî xebatên ji bo daristanan, erd û zeviyan qadên herî pîroz in ku xebatên di vî warî de tevahiya dîrokê û civakê li ser piyan girtine. Bêyî kapîtalîzm û îndustriyalîzmê civak dikarin jiyana xwe dewam bikin; lê erd û daristan nebin jiyana civakî nikare dewam bike. Kapîtalîzmê civak ji erd, gund û daristanan qut kir û di bingehê bêkariyê de ev heye. Hêza kar a erzan û kewara bêkaran ji bo kara herî zêde ya kapîtalîzmê her hewce bûn. Careke din vegera li erd û zeviyan, li daristanan, bi kurtî vegera li jiyana ekolojîk wê bi tenê bêkariyê ji holê raneke; di heman demê de wê civakê ji penceşêra bajaran jî rizgar bike. Bi vî awayî wê bajêr jî rizgar bike. Bajarê weke gir û girêkekê mezin dibe nexweşiyeke penceşêrê ye. Jixwe penceşêrên ferdî jî weke gelek nexweşiyên din berhemên jiyana bajêr in. Ango vegera li erd û axê, li xebatên ji bo daristanan, cotkarî û xwarinên ekolojîk ne bi tenê ji bo bêkariyê çare ne; panjehra(dermana) tevahiya nexweşiyên modernîteyê û bajêr in.

    Herêmekî bixêr û bereket

    Mezobotamiya ji şaristaniyan re dergûşî kiriye, lê mixabin di civakbûna wê de îroj hilweşîn gelekî di asta jor de pêk hatiye. Li vê cografyayê gelek qad bêdaristan hatin hiştin û ev gelekî bi awayekî berfireh hatiye meşandin. Ev herêma ku demekê buhişta nebat û heywanan bû, niha dibe cehennema wan. Herêm di rewşeke welê de ye ku herî zêde pêdiviya wê bi jiyana ekolojîk heye. Kampaniya KJAR pêdiviya civakê û xwezayê bicî tîne û bi temamî dikare herêmê ji nû ve bigihîne wê rewşa wê ya bixêr û bi bereket. Kampaniya KJAR  avabûna civakê bi awayekî azad, wekhev û karibe domdar bibe ji nû ve mumkîn dike.

    KJAR çareseriyê pêşkêş dike

    KJAR bi kampaniya xwe ya “li dijî kuştina Jin û Qirkirina Xwezayê Tekoşîn” îroj riya çareseriyê û dîsa ji nûve avakirin û parastina jin û xwezayê berçav dike û diyar dike ku tek riya parastina jin û xwezayê, bi tekoşînê misoger dibe. Bi tevahî girseyên mirovan, girseyên jin û kesên ji mafê kar hatine dûr xistin dikarin di birêxistinkirina ekonomiya ekolojîk û kominal de, cihê xwe bigrin, welatê berê cennet bû dikare li ser riya şaristaniya demokratîk weke neteweya demokratîk ji nû ve ava bibe. Ji bo rûmet û eşqa ji bo jiyaneke li welatê azad û civaka demokratîk û wekhev hebe, tekane rê tekoşîne.



    KJAR