ÊRÎŞÊN DAGİRKERİYÊ Lİ SER XWEZAYA KURDİSTAN’Ê
1 تهمموز, 2019BERWAR AVENT
Hêzên dagirker roj bi roj erişên li ser xwezayê zêdetir dike. Zihnîyeta dagirkerî, hema bêje her roj bi awayekê êrîşê li ser xwezayê dike. Ev êrîş çi bi rêka şewata dar û daristanek be, çi bi rêka bombebaranek be, çi bi rêka bûyerên cûrbicûr berdewam dike. Her wiha dewletên desthilatdar ji ber ku li Kurdistanê tedbîrên pêwîst li hemberê bûyerên xwezayî wek erdhej û lehî nagire ev yêk jî dibe sedemên xerabiyên pir mezin. Dewletên dagirker li ser xerabkirina xwezaya Kurdistanê polîtîkayeke teybet didin meşandin. Sala borî li Bakûrê Kurdistanê Dersîm, Mûnzûr, Garzan, Amed, Botan, Haftanîn, Metîna û li gelek deverên din bûn hedefên êrîşên faşîst ên dewleta Tirk. îsal jî bi heman zihniyetê li Rojavayê Kurdistanê çeteyên AKP hem ji bo aborîya Rojava xerabike hem jî ji bo xwezayê Rojavayê Kurdistanê tehrîb bike, li Dêrîk, Kobanê, Hesekê, Dêra Zorê, Minbiç, Şehba, Efrîn, Raqqa’yê bi sedan hektar zeviyên geniman şewitandin û darên zeytûnan talan kirin.
Li Başûrê Kurdistanê Kerkûk, Xaneqîn, Celewle, Duz Xurmatû bi dehan hektar zevî şewitandin. Politîkayên dewletên dagirker ji bo Kurd û Kurdistan çi ji bo Bakûr be çi ji bo Başûr û Rojhilat, Rojava be bi yek zihniyetê tevdigere ew jî tunekirina xak, çand û gelê Kurd û Kurdistan’êye. Zihniyeta eqlê dagirker pêwîst dike ku têkîliya mirov û xwezayê careke din xwe nû bike û di çerçoveya têkiliyek hevdû parastinê esas were girtin. Eger ev têkîlî ava nebe dê ji hêla dagirkeriyê ve xwaza bi gelemperî ji cewherê xwe xere derxistin û viya jî dê zirerê herî mezin bide mirovatiyê. Ango êrîşên xwezayê yên ku teybet li Kurdistanê tên kirin tenê Kurdistanê neyênî bandor nake. Dibe sedem ku di serî de Kurdistan û hemû deverê ku mirov lê dijîn, bandoreke neyênî bike. Eqlê netewdewletê yê ku ji hestiyariyê dûr û tenê berjevendiyên desthilatiya xwe difikire li Kurdistanê de bi salane di bin navên cihên ewlekariyêde xwezaya Kurdistanê tê tune kirin. Lê kes nafikire ka ev xweza wexta zirar dibîne dê encamên çawa derbixe holê. Ka dê çiqas li ser mirovahî û hawîrdor bandor dike. Kiryarên ku bi zihniyeta netewdewlet û dagirkeriyê ve tene kirin wek , şewatên daristanan, qirêjiya di hewade ava dibe, çem û rûbarên tên qirêj kirinde, kaniyên ku tên zuhakirin de, çekên kimyevî yê ku tên bikar anîn de zirar digihîje xweza û mirovahiyê. Lewre, teqînekê xwezayî yê ku êdî van êrîşan qebûl nake çêdibe. Encamê êrîşên zihniyeta dagirkirinê pirsgirekekê ekolojiyê ya civak û xwezayê derdikeve holê. Pêwîste ev pirsgirêk ji bingehîn de were destgirtin. Eger bi vî awayî êrîşên xwezayî berdewam bike, pêwîste bê zanîn ku wê encamek çawa derbikeve holê.
Êdî ev pirsgirek dibe qeyran û di roja me ya îro de hewceyî mudaxaleyan heye.
Serok Ocalan di vê derbarê de wiha dibêje:
“Mezinbûna kuna di tebeqeya Ozonê de, germahîya gerdûnî tevî av û axê zêdebûna qirêjiya hewayê derbarê pêşerojê de zengilên hawarê dide lêxistin. Tê zanîn ku pêwîstiyên zêde dibin, ên nifûsa ku zêde dibe bi xerckirineke bi awayekî dîn û har wê piştî demeke din neyê bicîanîn. Bi qasî bêhesabiya di xerckirinê de pêşketina endustriyel a ku derdorê qirêj dike û tehrîb dike bi heman awa û nêzikahiyê berdewamkirin ger neyê sererastkirin rastiyek e ku felaketên tirsnak li hêviya dinyaya me û herwiha hebûna mirove. Bêguman ji van hemû encaman zîhniyeta desthilatparêz û dewletparêz a ku pênc hezar sal in bi pêş dikeve berpirsiyar in.”
Belê ev demên dawî de giştî Kurdistan teybet jî li rojhilatê Kurdistanê de şewata erazî, daristan û kiştukal zêde bûye. Li rojhilatê Kurdistanê de zeviyên gundiyan bi awayeke hovanê tên şewitandin. Herî dawî li Kirmanşah, Xoy, Merîvanû hwd. erazîde şewat derket û bi sedan hektar pûç bû. Her wiha rojên borî de cihên wek Loristan, Kirmanşan û hwd. Lehî û erdhejên ku çêbûyî zirarek mezin da gel û xwezayê. Bi sedan kesan jiyana xwe dest dan. Texrîbatek mezin gehişte xwezayê. ya rastî bi viya ve dixwazin ji hêlekêve wek şereke teybet di Kurdistanê de xwezayê xerab bikin ji aliyê din ve jî dixwazin gelê kurd hewceyî dewletê bikin nahêlin ku berhemên xwe bi destê xwe bi afirînin. An jî di cih û warê xwe de di nava aramiyekê de bijîn. Ango politikaya birçî hiştin û bi xweve girêdayîn. Lê gelê Rojhilatê Kurdistanê bi tu awayî êrîşkariyên rejîma dagirkeriya İranê qebûl nakin. Li dijî van êrîşan her tim di nava çalakiyan dene. Lê rejîma dagirker tehemmula van çalakiyan jî nakin û êrîşê li ser gel zêde dikin. Gelê Rojhilatê Kurdistanê di rojên borîde ji ber êrîşên rejîma İranê çalakî lidar xistibûn. Lê rejîma îranê li ser gel gulle barandin û di encamde 4 welatî jiyana xwe dest dabûn. Mejiyê netewdewlet zirara herî mezin dide mirovahiyê ji bo wê jî pêwîste mirovahî bi her cûre xwe parastinekê esas bigire. 2016 li Sine û Merîvan şewata dar û daristanan çêbû. Parêzvanên xweza çûn ku bitefîni çend kes mirin çend kes rakirin nexweşxaneyê. Par li merîvan çend kes çûn ku agir bitefînin yêk kes jiyana xwe ji dest da.
Par li araziyê Merîvan kurm rijandin. Hinek kulî jî demê ku lehî hat zirarek mezin da kiştukal. Par teybet kurm rijandibûn. Bendavê Daryan çêbû itlaat viya çêkirin beşek gundê dîrokê çû bin av. Li mintiqeyek din de weke gundeke nû çêkirin. Pir tiştên dîrokî li ber av çû. Di vê derbarê de pêwîste tevgerên xwezaparêz ên Rojhilatê Kurdistanê bikevin tevgerêû bertekên ciddî nîşan bidin. Lê wekî her sal îsal jî rixmê ku li sedan cihan şewat hat derxistin jî tu tevgeran deng dernexistineû herkes bêdenge. Halbukî rêxistinên xwezaparêz pêwîste tu ferqû cudahiyê nexin nava cih deû li ku derê zirer were dayîn pêwîste ji bo wê derê çalakî werin kirin deng were derxistin. Dara ku li Mêrîvan tê şewitandin wê bandora herî zêde li ser Tahran’ê bide ava kirin. Her wiha bandora xwe ya neyênî dê li ser hemû cîhanê bide çêkirin. Di vê derbarê de roleke mezin dikeve ser tevgerên ekolojîk. Ev yêk berpirsiyariyek exlaqî û wijdanîye. Rêber Ocalan di vê derbarê de dibêje ku ‘li kurdistanê parastin pêşxistin û xurtikirina çavkaniyên binerd û ser erd erkê bingehîn ê endamên civakêye.