• تاگەکان: , ,

    DÎLAN CÛDÎ: “ÊRÎŞÊN Lİ SER JİN Û JİNGEHÊ, Lİ SER CİVAKÊ NE”

    13 حوزه‌یران, 2019

     

    WARAN HEWREMAN/ROJNEWS

    Endama  Koordînasyona KJAR’ê Dîlan Cûdî tevlî bernameya Rawîn ya vê heftê bû û pirsên rojnamevan Marya Penahî bersivandin.   Bernameya Rawîn yê vê heftê de êrîşên rejîma İranê yên li ser civakê wekî;  qetlîamên li ser jinê, êrîşên li ser Jîngeh û êrîşên li ser zîndaniyan hate dest girtin. 

    Dîlan Cûdî da diyar kirin ku pergala dagirker di Rojhilata Navîn de teybet jî di Kurdistan’ê de pirsgirekan kûr dike. Rêjîma îran jî bi rêka kuştinên jin, şewitandinên xwezayê û hwd. dixwaze civakê  mijûl bike û civakê ji rastiye dûr bixe.  

    Dîlan Cûdî wiha  domand; “di nava civakan de qrîzên mezin tên jiyandin.  Netew dewlet nikare ji bo gelan bibe hêza çareseriyê.  Xitimandinekê dijîn û her diçe pirsgirek kûr dike.  Teybet jî di Kurdistan’ê de viya kûrtir dikin ji ber ku dixwazen pergala xwe di Rojhilata Navîn’de mayînde bikin.  Hêzin dagirker naxwazin civak mafên xwe yên wekî hebûn, azadî bi dest bixin  û ji bo viya têbikoşin. Ev yek pir bi zanebûyîn tê kirin.” 

    Dîlan Cûdî di berdewamiya axaftinên xwe de da diyar kirin ku ew pirsgirekên civakî di nava dewleta İranê de hîn berbiçavtir derdikevin pêş û wiha berdewam kir.  “Îro êrîşên rejîma Îranê yên mezin li ser civakê hene.  Wek qetliamên jin, êrîşên li ser Jingeh û  zindaniyan.   Êrîşên rejîmê gehiştiye wê astê ku kî ji bo mafê xwe yê xwezayî serî radike rejîm wê digire û dixe zindanê.  Lê belê gel  ji bo ku mafê xwe yê herî xwezayî biparêze,  jiyana xwe bixwe pergalekêde ruxmê hemû tiştê tekoşîn dike. Xwezaya ku têde jiyan dike roj bi roj tê şewidandin,  tunedibe.  Ji bo ku li hember viya derkeve bertek dide nîşandan. Êrîşên ku li ser jinge tên kirin tê wateya êrîşê tevahî civakê kirine û ev planeke bi zanebûne.” 

    Dîlan Cûdî her wiha got ku rejîma Îranê dixwaze dengê nerazîbuna civakê bêdeng bike.  Dîlan Cûdî wiha pêda çû; “kesên ku li dijî êrîşên rejîma Îranê derdikevin tên girtin.  Ji ber ku dixwazin ew dengên ku derveyî zimanê pergalê bilind dibe bêdeng bikin.  Rejîm tehemmula civakê nake.  Mirovekê li dijî êrîşên li ser jingehê nerazîbûnê xwe nîşan bide yekser têxe zindanê.  Bi vî awiyî civakê dixe di nava qefesekê de û dixwaze di nava wê qefesêde civakê bifetisîne.  Lî Rojhilatê Kurdistan’ê Li hemberê deng derxistina civakê êrîşek mezin heye. Em rojane şahidiya vê tiştê dikin.”

    “Li  Dijii Qetliama Jingeh,  Tekoşînek Zanistî Pêwîste”

    Endama Koordinasyona KJAR’ê Dîlan Cûdî,  bal kişand ku li hemberê van pêkanînên rejîma İranê pêwîste helwest were xurt kirin, tekoşîn were mezin kirin.  Dîlan Cûdî wiha domand; “Ji bo tekoşîn û helwestek di cih de pêwîstî  bi zanebûyîn tevgerîn heye.  Eger bi zanistî nebe mirov dê çawa li hemberê pergalê tekoşîn bike.  Civak tê perçiqandin.  Jingeh tê tune kirin.  Derdor tê şewitandin.  Pêwîste li dijî vana bertekên bi zanistî û rêxistinî bên kirin.”  Dîlan Cûdî bal kişand ku şewitandina Jîngeh şewitandina civakê ye û wiha domand; “Bi şewitandina Jingeh ve ya rastî hebûna civakê, nirxên civakê tene şewitandin.  Nasname û dîroka civakê tê tune kirin.  Ji bo wê jî li dijî viya pêwîste wijdan û exlaqê civakê bikeve tevgerê.   Ango tekoşîn û berxwedan pêwîste bikeve dewreyêde.  Li dijî viya serî rakirin û bertek pêwîste.”

    “Nikarin İradeya Jin Radest Bigirin”

    Dîlan Cûdî her wiha di derheqê êrîşên li ser parêzerên girtiyê Zindanî Zeynep Celaliyan jî wiha axafî; “Yên ku herî zêde mafê mirovan di parêzin,  ji bo wijdana civakê tevdigerin, tekoşini dikin, nirxên civakê di parêzin parêzerin.   Ji aliyê rejîma İranê ve li ser parêzeran êriş hene.  Wana bêdeng kirin heye.  Yê ku bi fikreke azad ji bo gel tekoşîn dike îro zindanî bûye.  Yê ku civakê di parêze parêzerin ew jî hatine girtin û 30 sal ceza lê hatiye birîn.  Bi viya ve dixwazin civakê bêdeng bikin û nahêlin civak xwedî li mafê xwe derbikeve.  Ji ber ku ev parêzer rastiya rejîma Îranê radixin berçavan.  Lê her çiqasî êrîşen dijmin hene jî li dijî viya berteken civakê jî xurt derdikevin.   Viya di mînaka girtiyên zindanê Zeynep Celaliyan, Nergîz Mihemed û Nesrîn de derkete holê.  Herî zêde jî li dijî girtiyên jin êrîş hene.  Ji ber ku dixwazin îradeya jin teslim bigirin.  Lê berxwedayîn di asta jor de derdikeve.  Me mînaka berbiçav di şexsê Leyla Guven de careke dîn dît.  Ev rastî dide nîşandan ku tucarî nikarin îradeya jin radest bigirin.  Berovajiya viya berxwedan li Îranê de jî li Rojhilat’ê Kurdistanê û her sê perçeyên Kurdistan’ê teybet li bakûrê Kurdistan’ê de jî gehişte asteke hîn bilinttir.  Ango berxwedan ji hevdu qut nîne.  Yên ku di zindana İranê de têkoşîn dike yê ku di zindana bakûrê Kurdistan’ê de jî tekoşîn dike bi yêk dil û rihî ve tevdigerin.  Pergal nikare vî rihî, dilî teslîm bigire.   Di berê de tekoşîn herî zêde ji aliyê jin ve hatiye kirin û niha jî ev kevneşopî didome.  Pergal jî viya naxwaze.  Ya din jî tirseke mezin li dijî viya heye.  Ji bo wê jî êrîşê li ser parêzeran dike.   Devlet bi van êrîşan ve huqûqa xwe jî binpê dikin.  Di milekêde dibêje; ‘ez xwezayê diparêzim, mirovan diparêzim.’ Lê di rastiye de wiha nîne.  Pratîkde hîn zêdetir zindanî kirin, bêdeng kirin, êrîş kirin heye.”

    “Bila Herkes Xwedî Li Nameya Zeynep Derbikeve”

    Cûdî di berdewamiya gotinên xwe de da diyar kirin ku pêwîste herkes xwedî li nameya Heval Zeynep derbikeve û li dijî siyaseta tunekirinê têkoşîn bike.  Dîlan Cûdî got; “Heval Zeynep Celaliyan ji bo parêzerên xwe nameyek nivîsî.  Bila herkes xwedî li vê nameyê derbikeve û alîkar bibe.  Heval Zeynep tenê kesayetek nîne.  Berxwedana wê dengê civakê,  wijdana civakê ye.  Ji bo ku parêzerên Zeynep Celaliyan, dengê xwe bigihijînin civakê, raya giştî têkoşîn dane meşandin.  Yên ku dibêje; ‘ez xwedî wijdana civakê derdikevim û civakê di parêzim’ teqez pêwîste xwedî li parêzerên Heval Zeynep derbikeve.  Mirovên ku ji bo Heval Zeynep imza kom kirin hatin ceza kirin.  Têkoşîna li dijî viya pêwîst û girîng e.  Ev tekoşîn ne tenê ji bo kesekê, parêzerekê an jî girtiyekê ye.  Ji bo netewekê, ji bo azadiyekêye, ji bo hebûna civakekêye.  Yên ku dibin dengê civakê yêk jî parêzerin.  Ji bo wê jî bila herkes xwedî li banga Heval Zeynep derbikevin.”

    “Rejîm Jina Berxwedêr Wek Xeterî Dibîne”

    Dîlan Cûdî di dirêjeya axaftinên xwede bal kişand li ser kuştinên jinan yên li civaka İran û Rojhilatê Kurdistan’ê de û got ku  êrîşên li ser jinê di heman demê de li ser civakê ne û ji bo bêdengkirina civakê destpêkê dewlet li ser jinê de diçe.  Dîlan Cûdî wiha domand; “Him Rojhilat’ê Kurdistan’ê de him jî li Îran’ê kuştinên jinan roj bi roj zêdetir dibe.  Dengê azadîxwazan çiqas bilind dibe êrîş jî ewqas mezin dibin.  Ji ber ku li hemberê dengî azad tirsek mezin çêdibe.  Rejîma Îranê bi hêza jin hate ava kirin.  Lê niha êrîşên herî mezin li ser jin tên kirin.  Ji ber ku rejîma İranê hêza jin ji boy xwe wek xeteriyekê dibîne û dixwaze bi êrîşan ve encam bigire.”

    Cûdî di berdewamiya axaftinên xwede got ku pergala İranê çiqasî êriş li ser jin bike dê ewqas lewaz bibe û wiha domand; “Rejîma İranê dibêje qey çiqasî êrîşî li ser jin bike,  wana bêdeng bike dê ewqas pergala xwe xurt bike an jî baş bide rûnişkandin.  Lê  di rastî de bi van êrîşan ve zirerek mezin dide xwe.  Ji ber ku di nava civaka de êrîşên li ser jin tê wê wateyê ku di wî welatî de mafê jinan,  mirovatiyê, jingeh, demokrasiyê tineye.  Ev yek asta wê dewletê jî dixe.”

    Dîlan Cûdî di heman demê de got ku pergala desthilat dixwaze kuştinên jinan normal bike.  Cûdî got; “Kuştinên jin him di destê dewletê him bi destê malbatê  tê kirin.  Lê ya xetertir dixwaze vê rewşê normal bide nîşandan.  Ango wek pirsgirekên malbatî bide nîşandan û ser bigire.  Lê di rastî de viya pirsgirekek siyasî û civakiye.  Pêwîste li ser vê esasê were destgirtin û nîqaş kirin.   Ji ber ku yê ku jinê qetl dike zihniyeta dewletê ye.  Her jinekê ku tê kuştin ve di bingeh de civak tê qetil kirin,  perçiqandin.  Bandora xwe li ser zarok, ciwanan jî dike.  Nahêle tekoşînek mezintir pêş bikeve.  Ji bo wê jî pêwîste teqez di nava civakê de li dijî viya bertekên xurt derbikevin.  Li cihekê ku jin tekoşîna xwe bilind dikin encamên xurt jî derdikevin û bandora xwe li ser tevahî civakê jî dike.”

    Endama Koordînasyona KJAR’ê di berdewamiya axaftinên xwe de got ku ew jinên di nava pergalê de kar dikin jî bi mejiyê desthilatan ve tevdigerin û di ferqa zayendiya xwe de nînin.   Dîlan Cûdî wiha domand; “Jinên di nava dewleta İranê de kar dikin ji bo azadiya jin, mafê jin tu tekoşînê nadin.  Berovajiya wiya bi zihniyeta dewlet ve tevdigiren.  Tenê armancê wan ewe ku; ‘ka ezê çawa ji bo dewletê xizmet bikim.’ Ji ber ku ev jine ji aliyê pergalê ve hatine perverde kirin,  tenê xizmeta pergalê dikin.  Di zanistiya xwede nînin.  Ya rastî ev xizmeta qetilkirina jin dikin.  Riya viya vedikin.  Kuştinên jin ji rêzê dikin.” 

    “Jin Dengê Xwe Bi Hevre Bilind Dikin”

    Dîlan Cûdî li ser pirsa rojnamevan Marya Penahî ya ‘li ser çi esasê wê û tevgerên jin a Afganistanê bi hevre daxuyanî da’ wiha bersiv da: “Tekoşîna me bi giştî bi tevgerên jin yên li Afganistanê ve îro bi belavokekê ve an jî bi daxuyaniyekê ve destpênekiriye.  Berê jî têkîliyen me hebû û kar kirina me bi hevre li dijî faşîzme dihate kirin.  Armanca me ew bû ku   em hêza jin bigihijînin hevdu û bi hevre tekoşîn bidin meşandin.  Netewa jin, zimanê jin, rengê jin di giştî cihanê de yêk e.  Hêzekê perçe buyî nikare tevahî jinan bigire nav xwede û encamên xurt derxîne holê.  Ji ber ku êrîşên li ser jin tenê di parçeyekê an jî di nava netewekêde nayê kirin.  Îro li tevahî cîhanê li ser netewa jin êrîşên mezin hene.  Li Afganîstanê jî, li İranê jî, li Kurdistanê jî, li Iraqê jî li Turkiyê jî di bin navê namûsê de qetlên jin tên kirin.  Zilem be tirs jinê dikuje, dewlet wê dikuje, pergal wê dikuje.  Ji bo wê jî me pêwistî dît ku em dengê xwe bi hevre bilind bikin.  Pêwîste hemû jin hêza xwe bike yêk û li dijî faşîzmê têkoşîn bide meşandin.   Berê jî ev hevbeşî hebû lê îro me aniye asteke hîn xurttir.  Têkoşînên bi rêxistinkirî encamên xurttir derdixîne holê.  Wek jinên Kurd û Afgan pêwîste em tekoşîn û xebatên xwe mezintir bikin. 

    Endama Koordinasyona KJAR’ê Dîlan Cûdî di dawîya axaftinên xwe de got ku ji bo ku beramberên pirsgirekên di nava civakê de têkoşînek baş were kirin beriya her tiştî hewceyî yekitiyek xurt heye.  Dîlan Cûdî axaftinên xwe bi bangavaziya raya giştî ve dawî lê anî: “Ji bo tekoşîna li dijî şiddata li ser jin pêwîste hemû hêz bibe yêk û di nava yêk çemîde biherike. Ji bo êrîşên li ser civakê pêwîste hemû kesên ku mafê mirovan di parêzin hîn zêdetir deng derxin û êrîşên li ser wijdanê civakê rawestînin.  Xwedî li berxwedayîna zindaniyan derbikevin.  Pergala ku dixwaze xwe li ser bedena jin mezin bike wê demê dê vala derbikeve û bê encam bimîne.”

     

     

     

     



    KJAR