• Îro ew roje ku rejîm gavê paş de bavêje

    18 كانونی دووه‌م, 2023

    Mêvana bernameya Ravîn a telefizyona Aryen Tv, vê hefteyê Endama Koordînasyona Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Heval Diyala Rojhilat bû. Di bernameyê de bi nirxandinên xwe ên girîng ve bal kişande ser rewşa Rêber Apo û şoreşa ‘Jin, Jıyan, Azadî’.

    Awer Sine

    Heval Diyala Rojhilat,Endama Koordînasyona Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), vê hefteyê bû mêvana bernameya Ravîn. Di despêka bernameyê de bi berfirehî bal kişand ser rewşa Rêber Apo a li Îmraliyê û her wiha armanc ji tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin bi berfirehî vegit. Bi hemav şêwazî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî û berxwedan gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxand.

    ‘Tirsa wan li himberî felsefeya Rêber Apo heye’

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Heval Diyala Rojhilat, di despêka axaftina xwe de qala rewşa tecrîda girankirî a li li Îmraliyê li ser Rêber Apo bi rêve diçe û got: “ her ku dem derbas dibe, rewşa tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo û her wiha girtiyên di ên li Îmraliyê, girantir dibe. Ya rast ji tecrîdê zêdetir, esaret ango dîl girtina Rêber Apo her ku diçe hê zêdetir tê şidandin. Di vê tecrîdê de tenê dewleta Tirk a faşîst bi rêve nabe, îro tevahî hêzên deshilatdar ango hêzên hegemon piştgirya dewleta Tirk dikin û bi awayekî hovane vê tecrîdê bi hev re bi rêve dibin. Ev hêzên hegemon tev jî felsefeya Rêber Apo a demokrasî û azadiyê ji bo xwe gefa herî mezin dibînin. Weke din ji xwe di nava tecrîdê de tecrîd kirin, bi rastî jî ji derveyî pîvan û exlaqê mirovahiyê ye. ev yek ne di hiquq û ne jî di mafên mirov ên di cîhanê de heye. Rêber Apo dibêje: ‘Wê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinê.’ Ev hêz tev jî ji vê yekê pir ditirsin ji ber vê yekê ye ku her diçe ji bo ku dengê Rêber Apo dernekeve, tecrîda li ser Rêber Apo bi tu awayî ranakin. Çiqas hêzên deshilatdar tecrîd giran tir dikin, bê guman li kêleka vê yekê jî her dem civaka Kurd û tevahî civakên azadî xwaz ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo li ser piya ne. Çalakî berxwedan û tekoşînek bê hempa li himberî vê hovîtiyê tê birêve birin. Di asta herî jor de girtin, bin çav kirin û her weke din her cûre tundî li ser civaka Kurd û civakên azadî xwaz tên birêve birin. Di vir de ji bo ku em bikaribin bighêjin azadiya fîzîkî a Rêber Apo û her wha em bighêjin maf û azadiya xwe pêwîste ku li her deverekê em hê zêdetir yekîtiya xwe ava bikin û tekoşîna xwe hê zêdetir bilind bikin.

    09: 28

    ‘Daxwaz û helwestê gelan yek e.’

    Endama Koordînasyona (KJAR), Heval Diyala Rojhilat di dewama nirxandinên xwe de bal kişande ser rewşa şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a ku bi pêşengtiya jinan ve ev çar mehin bê navber li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rêve diçe û wiha got: “Berxwedan û tekoşîna bê hempa a gelên azadî xwaz, çar mehên tije li peyî xwe dihêle. Di nava van çar mehan de di asta herî jor de gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li hev xwedî derketin û yekgirtina xwe bi hêz ava kirin. ev serhildan û şoreş tenê di Kurdistanê de nema, li her bajarekî Îranê belav bû û tekoşînek bê hempa hate meşandin. Tevahî xwepêşandanên ku di nava van çar mehan de çêbûn, bi rastî jî asta herî jor de yek girtî û bi rêxistin kirî hatin birêve birin, ev bi xwe jî serkeftineke gelan a li himberî rejîma Îranê ye. Gelê Kurd, Fars, Ereb, Belûc, Azar û Efxan her wha tevahî netew û baweriyên di Rojhilatê Kurdistan û îranê de bi awayekî bi heybet di nava vê şoreşê de cih girtin, ta niha cih digrin û li hev xwedî derdikevin. Bi zimanên cûr be cûr ên di nava Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi heman armancî, heman diruşim hate avêtin. Ev yek jî dide îfade kirin ku daxwaz û helwestê gelan yek e. Di vir de rejîma Îranê pêwîste ku guh bide daxwazên gelan û di zagonên xwe de guhertinên bingehîn û bi kok bide çêkirin. Rejîma Îranê ev 43’ê salin ku bê navber tiştekî ku bi serê vê gelî de nabîne nîne, îro jî ew roje ku gavê paşda bavêje û rê bide gelan ku bi awayê netewa demokratîk bi hev re jiyan bikin.”

    ‘Wê bi azadiyê pêkan bibe’

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Heval Diyala Rojhilat, di nava vê bernameyên bi nirxandinên xwe ên girîng ve pir mijar bi berfirehî nirxand û her dawiyê jî wiha bang li gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir: “Pêwîsta ku yekgirtinek di astekeke hê jordetir de were ava kirin. em enceq bi yek girtina xwe bikaribin bighêjin armanc û azadiya xwe. her wiha di vê şoreşê de li Şehîdên xwe xwedî derketin, li nirxên xwe xwedî derketin û parastine. Xwedîderketin tê jiyan kirin, lê belê pêwîste ku hê zêdetir be. Hêza tekoşîn û şoreşê ji şehîdan tê girtin. Bê guman ev şoreşa ku bi fikir û felsefeya azadiya jinê ve dest pêkir û didome, wê bi azadiyê pêkan bibe. 



    KJAR