• Bibin Ya Xwe

    14 كانونی دووه‌م, 2023

    Rêber Apo

    Ez ji şehîdên me yên mezin ên jin, ji wan nirxên payabilind hîn bûm ku jin hebûneke bi nirx e. Tişta bi wan pêk hat, belkî jî bi wan eşqa welatê ji destçûyî û nasnameya civakî ya wendabûyî ji nû ve bi awayekî azad hat bidestxistin.

    ‘Wan himbêz bikim û bikim taca serê xwe’

    Ji xwe ev jî eşqeke gelekî hêja, mezin û heqîqî (rasteqîn) bû. Eşqeke welê bû ku xayîn û durûyên wê gelek bûn û bi vî awayî min jî bîranîna Mem û Zînê hem zindî kir û hem jî pêk anî. Eger mirov bixwesta li hemberî jinê bi hurmet û hevgirtî bibûya û bixwesta bi awayekî rast, baş û xweşik xwe bigihanda heskirinê, diviyabû jin bi hêz bikirina û ez bi temamî bi vê hajixwebûnê bi jinê re eleqedar dibûm, ango heta jin bi hêz nebûya eşqa wê jî wê pêk nehata. Min ji sedî sed ji rastbûna vê terîfê, bawer dikir. Ez ji xwe piştrast bûm ku, diviyabû di vê mijarê de paş ve gav nehata avêtin. Piştî ku min hêz û qabîliyeta di vî warî de bi dest xist, xebatên min ên di der barê jinê de bi nirx dibûn. Mîna ji kabûs û xeweke hezaran salan hişyar bibin, keçikan li min dinêrî û himbêz dikirin. Tevî ku ez di van mijaran de gelekî bi îhtiyat bûm jî, ez netirsiyam wan bi heskirin û hesreteke bê dawî himbêz bikim û wan bikim taca serê xwe.

    ‘Bûn pîvaneke têkûz a azadiya civakî’

    Di vê mijarê de du têgihiştinên şaş timî xwe ferz kirin: Hin kesan bi awayekî kevneşopî dixwestin bi serî bibin, bi xerîzeya cinsiyetparêziyeke çor a tu bingehê wê yê îdeolojîk, siyasî û çalakiyê tune ye, di bin navê bi hev re bûnê de her cara firsend bidîtana tevgerên rezîlane nîşan bidana. Kesên bi vî rengî têra xwe zirar didan. Li hemberî vê, sofîtiyeke hişk, ango helwestên xwe ditepisandin û bi navê wê ji bandorên cinsiyetparêziyê bibihurin, ji mezinkirina pirsgirêkê wêdetir tu encam nedidan. Xebatên li ser xeta demokratîk, azadî û wekheviyê hatin pêş de birin, bûn pîvaneke têkûz a azadiya civakî. Bûyerên pratîk, rastî, xweşikî û qenciya nêzikatiya bi pîvan piştrast kirin. Lewra min li têkiliyên fermi, weke têkiliyên bêhna desthilatdariyê ji wan tê dinêrî û dilê min li wan germ nedibû. Mîna alternatîfekê bûn ku, min ji gel dûr dikirin. Gelek dost, kes û kom hatin cem me. Em bi wan re baş eleqedar nebûn, ev hemû encama desthilatdarbûnê bûn. Fena ku ez di navbera gel û desthilatdariyê de diçûm û dihatim. Kûrfikirkirina min a li ser dualîteya desthilatdarî û demokrasiyê bi saya van têkiliyan e.

    ‘Ew objeyeke cinsî nîn in’

    Min jin weke kategoriyeke cûda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî, min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzikatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî ên çors û erzan dihatin bîra wan. Lê bi her halî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê xebatên sosyolojîk bûn. Li qada xwe, her çiqasî teng bû jî, min sîstema hiyerarşîk a li ser wan xirab dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkan hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn, parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statûyê bextewar dibûm. Her ku diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nîn in, mirovên hêja ne û bi vê yekê em serbilind dibûn. Ev nêzîkatî li heskirinê bi xwe rê vedikir. Ew cîhana heskirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê ye, yek a din nas dike lê ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bê hevta ye.

    ‘Ew qehremanên rastî bûn’

    Her çiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xirab bikin jî gelek jinên hêja û gelek bi kalîte derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bê nav, ew qehremanên rastî bûn. Eger jiyaneke civakî ya mirov pê rabe hebe, bi tenê bi dilsoziya bi bîranînên wan û bi meşa li ber ronahiya wan a rênîşaner re dibe. Jiyaneke bi jinê re, bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Jiyanên din ku li ser nivînên ji perîkên çivîkan derbas bibin jî, li gorî min ji perpitîna di çalekê de tu cûdahiya xwe tune ye. Bi kurtî ez gihîştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! Pir hindik be jî, me ji vê jiyanê para xwe girt. Me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim em jiyan, dixwazim diyar bikim ku, felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê vê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê pênase bike.

    ‘Min hewil da ku bi rêbaza analîzan bersivê bidim’

    Çi li derve çi jî li hundir, çi di zikê dayikê de, çi di dem û mekanekî li ezman de, jiyana mirov bi tenê bi azadî, wekhevî (bi cihêrengiyan) û demokrasiyê dibe. Ji derveyî van şêweyên jiyanê, ji rêderketî ne ango bi nexweşî ne. Ji bo jiyan bikeve ser riyeke rast û têkûz bibe, şoreş jî di navê de divê bi gotin û çalakiyên cihêreng ên civakî têkoşîn bê kirin. Ji bo vê jî îrade û zihniyeta etîk, estetîk, felsefî û zanistî bê pêkanîn. Jinên ciwan, her ku diçû di nava refên me de zêde dibûn û vê jî dikir ku em bersiveke bi kok bidin pirsgirêka azadiya jinê. Min di derbarê jinê de cara pêşî di Adara 1987’an de dest bi analîzan kir. Belaya bi riya jinê anîbûn serê min ango anîbûn serê tevgerê, min heya bi mejiyê hestiyê xwe hîs kiribû. Li hemberî helwestên ku hevrêyên min dîn û har kiribûn. Min cara pêşî bi rêbazeke nû, bi rêbaza analîzan hewl da bersivê bidim. Di serî de Ayşe Akarsu ya Pazarciqî, Saîme Aşkin a ji Dersimê û Ayten a ji Nisêbînê ku bi kuştinê hatibûn cezakirin, di vê gav avêtina min a analîzan de xwedî par in. Ji ber ku min cezakirina van jinan tu carî nikarîbû qebûl bikim. Pirsgirêka jinê her ku diçû cidî û giran dibû. Di her dewreyeke perwerdeyê de min analîzên di der barê vê mijarê de gaveke din pêş de dibir û kûr dikir. Jinên ciwan her ku diçû di nava refên me de zêde dibûn û vê jî dikir ku em bersiveke bi kok bidin pirsgirêka azadiya jinê. Lê belaya bêrehm a bi navê Kesîreyê li ser serê min di vê xebata min de, bi rola sereke radibû. Kuştina wê ne rast bû, lê ewqasî bê îmkan kiribû ku mirov nikarîbû saetekê jî bi wê re bimîne. Hêmaneke gelekî zîrek bû.

    ‘Ger armanca jinê bi qasî rojê zelal be wê rêbaza xwe bibîne’

    Çawa ku hevrê Mahsûm Korkmaz bû şehîd, gotinên wê kirî nîşan didin ka çiqasî zîrek e û çiqasî rast rêxistinê dişopîn e. Gotinê wê ev bûn: “Kesê ku tu herî zêde jê piştrast û pê ewle Mahsum Korkmaz jî çû, niha tu yê çi bikî?” Mîna ku bixwaze ez paş ve gavê bavêjim û teslîmî wê bibim. Bi hêrs û êşa ji ber helwestên bi vî rengî, min pêngava 1987’an avêt. Ger armanca jinê bi qasî rojê zelal be wê rêbaza xwe bibîne. Azweriya wê ya azadiyê xurt be, wê her rê û rêbaz werin dîtin. Di mijara azadiyê de, divê mirov devlok û zimanbaz nebe. Di serê we de fikrên serwer ên mêr hebin, hûn ê bibin şeytan. Ez gelek hêrs dibim ku gilî û gazinan dikin, dibêjin “Em ê çawa bikin, pêşiya me dixitimînin”. Ez nefretê ji wan kesan dikim ku dibêjin “Pêşiya min vekin”. Bi vê gotinê hûn ji mêr alîkariyê dixwazin. Çi cûdahiya te ji jina ku xwe avêt stariya hevserê xwe? Ji hinekên din alîkariyê nexwazin. Destpêkê tu ji çiyayê Qafê bibhure, dil û mêjiyê xwe bi pêş ve bibe. Rêhevala te ya herî mezin, azweriya azadiyê ye. Dil û mêjiyê xwe hîn bike, lê rêhevalên baş pêwîst in. Zarok digirîn. Weke zarokan negirîn. Bi aqil, xwe bidin jiyankirin, pêş bixin. Ji bîr nekin, hûn li çarmîxekî ji min xerabtir hatine xistin.

    ‘Azadî ji bo min namûs e’

    Yên xwe azad zan dikin (dizanin) nikarin bibin tu tiştekî. Ger hûn fêm bikin ku hûn li çarmîxê ne, bi qasî serê derziyê be jî, hûn ê qîmeta azadiyê bizanibin. “Bila dewlet, bav tiştan bidin min” ev îfadeya bêçaretiyê ye. Ger tu azadiyê pir bixwazî, xwe bigihîne. Bi qasî hêza xwe kar bike. Wisa be bê îda nebin. Di vê mijarê de vekirî bin. Lê bi qasî hêza xwe rake, wiha her tiştî bike, tu yê sînor û pîvana xwe baş bizanibî. Çarenûs û rewşa xwe nîqaş bikin. Divê tu baş bizanibî xwe bi kar bînî, bixebitînî, tu baş nexebitînî tu yê biqedî. Azadî ji bo min namûs e. Mêr, pir xasûk e, di vê pêvajoyê de jin jî pir xasûk bû ye. Lê mêr serwer e. Derbaskirina vê îrade û hêz dixwaze. Ji bo vê dikarin xebateke demokratîk bikin. Di platformên weke partiyên siyasî de divê tekoşîn were dayîn. Pêwîst e tekoşîna demokratîk, were dayîn. Hûn divê despêkê bibin ya xwe. Viya bikin weke nameyek. Ji bo girtîgehan, jinan û kovarê bişînin. Ez hestên xwe ên ji bo wan nikarim bi peyvan bînim ziman. Min xwest him di mêjî û hem jî di jiyanê de bibim heval. Min hevaltiya bi fikir û îradeya xwe rast danî holê. Ya min tenê dibe hevaltî. Di vê rewşê de tiştekî din nabe. Nameyên tên hêja û watedarin. Di van şert û mecan de, mirov dikare tenê silav bişîn e. Bi van êşên dikişînin, jiyana herî xweş heq dikin. Ev xebatên min bersiva hesretên wan in. Ez ji bo ji hesretên wan re bersiv bidim, dixebitim. Ji bo jinê hinek fikrên min hene, gelek tiştên bên kirin hene. Di demên pêş de ez dikarim name û pirtûk binivîsim, li ser vê mijarê bixebtim. Ez bîranîn û xeta Bêrîtan dibêjim. Em divê jiyana şehîd Bêrîtan bikin xet.



    KJAR