• Weke Rojê Germ û Dijwar, Weke Zagrosan Asî û Berxwedêr

    16 ئه‌یلول, 2022

    Peyman Viyan/Endama Kordînasyona KJAR

    Di silsîleya Zagros Torosan de, di qontara çiyayên bejin bilin de, çiyayên berxwedêr ku her tim palpiştî ji bo gelê berxwedêr kirine û bûne dostên herî hêja ji bo gelên azadîxwaz. Wargehên bingehîn ku demên herî zehmet de azadîxazan berê xwe dayê, bûye dayîknîştiman, bûye dibistanên ku her tim şoreşgera xwe têda perwerde kirine. Ew qas berz û bejinbilind in ku weke ku ber bi Armancê  xwe ve her çûne jor, bi qasî  dirêjiya dîrokê berz in, tu car serî jî dagirkeran re netewandine. Bo wê serê wan dîk û xemla wan rengareng e. Tenê heskiriyê wan bi salan dikarin di hembêza wande jiyan bikin, heskiriyên xwe bi eşq hembêz dikin, dijminê xwe bi kîn di zinaran de davêjin. Ev hemû bûne dîrok di hembêza wan de hatiye veşartin. Belê van çiyana şahidî ji derketina mirovatî re kirine, şahidî bi berxwedanî û eşên gelan re kirine, ji bo wê dîrok di nav zinar û patîkayên van çiyayan de veşartiye. Wargehê xwedavendan, dost û palpişta xwedavendan, çanda hezarê salan bi eşqa xwedavendan di van çiyayan de xwe parastiye û bûye hêviya mirovatî. Welatê Nînhûrsag bûye dergûşa mirovatî û îro jî neviyên van xwedavendan mîrasa wan zindî dikin û berdewam dikin û qîr dikin dibêjên; “ey xwedavendên jiyanê! Li ser textê xwe rihet razên, neviyên we bi eşq û bawerî rêka we berdewam dikin. Bûne Zîlan, Bêrîtan û di ruhê Sarayan de bi milyonan mîrasçiyê we berdewam dikin rêka we . Bûne Armanc û xwe helandine di heqîqeta jiyanê de, rihet razên, ji ber ku xwen û xeyalên we digihîjin heqîqetê. îdî keçên Kurd ,şoreşgerên demê perde li ser desthilatiya baviksalar û desthilat rakirine û qiralên destpot rût û tazî mane.

    Her çav bi rihetî rastiyan dibîne û heqîqeta rast derdikeve. Tekoşerên serdemê ji çanda berxwedaniya xwedavendên van çiyana  hêz û tecrûbe digrin, bi felsefa RÊBER APO îrade û bawerî digrin û per digrin û ber bi bi heqîqetê ve hildikşin. Eger we peyva ‘lêgerînvanên heqîqetê’ bihîst, bizanin ku keçên Welatê Rojê ne ku hildikşin ber bi lûtêva. Bizanin ku keçên berxwedêrin ku çanda berxwedanî û fedaybûnê ya Bêrîtan û Zîlanan di şexsê xweda zindî dikin. Çiyayên azad ji Gêrîllayan ra bûne debistan ku têda fêrî îrade, heskirin, tekoşîn,ked dawîn bû azadiyê, yanê em hebûna xwe şiyar bûn, me xwe nas kir û em bûn ya xwe;ku jêra tê gûtin xwebûn. Tovên ku Sara û Zîlanan di van çiyana da çandiye îro di şexsê hezaran  gêrîllayên jin yê fedayî da zîl dide û dibe eşq û hêvî bu jiyanê. Dibe Rojda, dibe Mizgîn li kelha Maku heta kelha Kotolê  ber bi Avaşîn û Zap va dibin mizgîniya rojê. Evîna Rojda ye ku mizgînî dide xwedawandan ku rehet razin îdî zêhniyeta reş ya bi hezarê salan li ber tîlîliyên keçê berxwedêr têk diçe. Îdî mizgîniya azadî û serkeftinê nêze, îdî ewladên vê axê tu car serî ji dujminê xwen xar ra natewînin, bûne fedayî azadiyê. Yek jî rêhevala ku şopa heqîqetê ji hemo çiyayê kurdistanê gerand û xwe di nav hestên azad da sitra fermandara pêşeng şehîd Rojda bu. Rojda weke navê xwe germahiya jiyanê dibexşî, ji Rojhilat heta Zap û Metîna  heta qûntara Zagrosan bu pêşenga tekoşîn û berxwedaniyê. Kotol çiqas serberze ku ewladê weke Rojda di hembêza xweda mezin kiriye û dengê kotol, zap, avaşîn û metîna gîhandiye hev. Kotol xwedî ewladê weke Sema ye ku teslîmyet red kir û xwe di çiyayên codî da avît û bu şopdarekî rasteqînyê  Bêrîtan.  

    xwedî  kesayetiyê weke Ş.Jîne ku bi roqmî birînên kur pes nekir, di Zagrosan da bedena  xwe hemo kir bombe di nav dilê dujmin da teqand. Kotol xwedî çandekî kewnar û berxwedaniyê ye, deriyê xwe hertim ji azadîxazan ra vekiriye, xwedî rihê netewiye. Ji bu wê  xwedî zarokên ku xwe bi eşqa azadiyê sitrane û pey xeyalê xweda dibazin, xwedî ewladên serhildêre. Heval Rojda yek ji wan hevala bu ku tu car wastandin nas ne dikir,kelecana jiyanê di çavê Rojda da zindî bu ; Rojda yanê heskirin, tekoşîn, qaynaxa heyecana serkeftinê  ku  di waxtê da dibu çalakî. Rojda yek ji wan milîtanan bu ku bi zanistekî kur dixwest fikir, zikir, çalekî di şexsê xwe da pêk bîne, Xwedî gûtin û çalekî bu.  Rojda weke zagrosan asî û dîk bu, weke çanda kewnar ya Kotolê dil nizm lê xwe bawer bu. Heval Rojda bi xwe heyecan û senerjiya jiyanê bu, bi leza xwe bi zeman ra di nava pêşbirkê dabu, xwedî wateya navê xwe bu. Weke rojê di hedefa serkeftinê da pak û zelal bu,  cewherê xweşikbûna jina ku di dil û mêjiyê xweda buy bu. Rojda  bi eşq û heskirin ber bi warê qehremaniyêva bi rêket, warê ku dujminê hov perîşan kirine; warê ku lehengê fedayî her roj destanên qehremantiyê dinvîsin. Azewerî û cesareta  heval Rojda di Avaşîn û Zap da bu mîrasê azadiyê bu Roihilat. Heval Rojda di temenekî gênc da sîstema baviksalar û dagirker ya Rêjîma Îranê red kir û kete nav lêgerînên azadiyê, di sala 2007 da beşdarî hereketa azadiyê bu. di zagrosan da xwe bi fikr û felsefa Rêber Apo perwerde kir û bu pêşengekî herî xwert ku li hemo qadên kurdistanê da tekoşîn da meşandin.

    Rojda xwedî kedekî mezine, cîhê ku heval Rojda lê buya li wir tekoşîn û ked bu azadiyê hebu. Hember dujmin pir bi hêrs bu, ji bu wê hertim di qadên herî dijwar yê tekoşînê da cîh girt; çiqas bi hêrs bu ewqas tekoşîna wê jî weke bayê payîzî sert û dijwar bu, ji ber ku di serkeftinêva kilît kirîbu. Heval Rojda di Rojhilatê kurdistan da xwedî kedekî mezine, li her qadê da bi îdayekî mezin tekoşîn kir û bu xwedî seknekî pêşeng. hêrs û kîna heval li hember Rêjîma dagirker ya Îranê dibu tekoşîn ku çawa her jinekê li jêr desthilatiya baviksalar ya  destpot rizgar bike. Heval Rojda yek ji wan pêşangan bu ku êşa gelê xwe, êşa ku jin dikşînin ji dil hîs dikir û bi hêrs û kînekî mezin dijî dujmin şer dikir. Heval Rojda di asta fermandariya HPJ  da pêşengtî kir, perwerde kirin, rêxistin û parastina jinan hedefên esasî yên heval bu. Ji bu her jinek bibe xwedî parastina xwe, keda heval di Rojhilat û Îranê da bê dawîye. Li wê bawer bu ku dema jin hûşyar û zana bibe, xwedî îrada serbixwe û  xwedî parastin be, dikare hebûna xwe biparêze û bibe ya xwe. Ev eşq û zanista heval Rojda sedan keç li sîstema desthilat rizgar kir û bi heyecana xwe dibu îlhama tekoşînê.  

     Ji wê bawer bu ku îdî sinêrên ku dujminê dagirker bu her ferdekî kurd diyar kiriye têk çûye, îdî sinir bê wate bûne. Ewladên gelê berxwedêr bi xûna xwe ev sinir ji holê rakirin û bûne şoreşgerên netewî, şoreşgerên Kurdistanî. Ji bu wê  muhabad bi hewara qamişlo diçe, bîngol dighêje hewreman, tîlîliyên Mizgîn û Rojdayan ji maku û kotol dighêje Zap û Avaşîn; bi yek dengî qîrîna azadiyê ji hemu walatê me belav dibe. îdî dujminê dagirker li ber Eşq û zanista azadiyê ya cengawerên serdemê têk çûye, îdî mizgîniya Adalet, Wekhevî, Azadî hemo mirovatî ra tê ragihandin. Şehîdê me rêyê me ronî dikin, eşqa me ya azadiyê watedar dikin û îddayê mey serkeftinê mezintir û mezintir dikin. Emê bi tekoşîna xwe xwen û xeyalê Fermandara pêşeng Rojda li ser walatekî azad pêk bînin. Yek jî xeyalê heval Rojda ji Maku heta Kêrmanşan meşa azadiyê ya jinan pêş bixe û dengê tîlîliyê jinan bighîne Amed û Qamişlo û Silêmanî. Rojda ev xeyal di kesayetiya xwe da kir heqîqet, çiqas bawer kir ewqas tekoşîna xwe xwertir kir. weke hereketa jin ya Rojhilat, weke hevrêyên heval Rojda  emê bi tekoşîna xwe xeyalên Rojda û bi hezaran şehîdê şoreşê li ser cîhanekî azad û wekhev misorger bikin. emê bi îddaya ku tu jinek bê rêxistin û bê parastin nemîne tekoşînê bighînin hemû qadê jiyanê. Emê bi xwen û xeyalê Rojdayan şoreşa Rojhilat û Îranê bi pêşengtiya jinan misoger kirin. 



    KJAR