• تاگەکان: ,

    Rêjîma Îran bi peyva recûlê siyasî mafê jinan binpê dike

    29 نیسان, 2021

    Nûjîn Bêrîtan endama meclisa partiya jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê PJAK. Vê heftiyê tevlî bernameya Ravîn ya Aryen TV’î bû. Bernama vê hefteyê li ser dû xalên sereke rawestiya. Êrîşên dagirkeran li ser Kurdistan û  Îranê bi Nûjîn Bêrîtan re hat nîqaş kirin.

    Ji 23’ê Nîsanê ve êrîşên dagirkeran û bi taybetî êrîşên dagirkeriya Tirk, li ser kurdistanê zêde bûn e. Di heman demê de hêzên parastina gel HPG’e pêngavek da destpêkirin. Hûn van êrîşan û vê pêngavê çawa digrin dest?

    Nûjîn Bêrîtan: Di serî de ez rêz û silavên xwe ji bo berxwedidin Gêrîla ku li himber dagirkeriyê liberxwedidin û pêngava ku dane despêkirin re dikim. Di heman demê de Salvegera komkujiya ermeniyan bi bîr tînim û her wiha sal roja komkujiya Sine bi bîr tînim. Ji bo êrîşn li ser Gerîla Kurdistanê ango Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) pêwîste ku mirov baş dahurandin bike û girêdanbûna wê ya bi hewildanên dagirkirina Kurdistanê ve bibîne. Ji bo ku dagirker rê li ber xwe vekin ku bi giştî Kurdistnê dagir bikin êrîş dibin ser qada Behdînanê. Ger ku em çav li dîrokê bikin, emê bibînin ku salvegera komkujiya Ermeniyan û êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê di heman demê de ye, bê guman ev yek jî bi pilan tê kirin. Di roja îro de hêzên deshilatdar dewleta Tirk wekî amûrekî bikar tînin, Amerîka çirayekî kesk ji bo dewleta dagirkeriya a Tirk pêxistiye. ji ber ku ew jî yek ji endamên NATO ye. ew çiraya kesk jî dîsa 3’ê pêşengên mîna Heval Murt Qaraylan,Duran Kalkan û heval Cemîl Bayik careke din xistin rojevê de û êrîşên xwe dane despêkirin.

    Bandora tekoşîna hereketa azadî li ser Rojhilata navîn di çi astê de ye. dijminê gelê Kurd ji bo ku hereketa azadî tune bikin, di nava yekîtiyekê de ne. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi navê Sipay pastaran êrîşî hêzên we dikin. Li ser van êrîşan YRK’e daxwiyanî da. Di daxwiyaniya we de bal hatibû kişandin ser agirbesta heyî û bal hatibû kişandin ku êrîşek jî were, wê bersiv di çarçova xwe parastinê de bê kirin?

    Di resmiyetê de di navbera me û Îranê de agirbestek heye. Her wiha hêzên me ji bo parastina vê agir bestê bi dilsozî tekoşîn dikin. Ew êrîşên ku li ser hereketên kurd çêdibin, ne tenê li ser hereketên Kurd e li ser gelê kurd e. Binketina van konsept û hevpeymanên heyî ruhekî li beramberî hereketa azadî diyar dike. Ev jî li herçar perçeyên kurdistanê berçev e. Êrîşên ku çêdibin jî ji hev ne cûda ne, lê belê gelo heya çi astê Îranê vê yekê li ber çavan digre.

    Peyva Recûlê siyasî ji bo hilbijartinan pir hate û tê bikar anîn. Ev peyv ya di nava hilbijartinên serok komarî de pir hate bikaranîn wateya vê peyvê di naverok de çiye?

    Nerînên û hewildanên me di rastî de ne tenê yê meye, daxwazên gela ne û bi taybetî yê gelê Kurdistanê ye. li Îranê mirov nikare bêje ku hilbijartineke demokratîk nîne ji ber ku di rastî de ev yek zelalr ku tiştekî bi navê hilbijartin nîne. peyva recûlê siyasî, yek ji wan sîlaha ye ku di destpêka avabûna rêjîma Îslamî û hatina wê ya li ser hûkim de hatiye bikaranîn. Di heman demê de ev peyv ango gotin di dema hilbijartinan de tê kirin ji bo sêberekê li ser jin bide çêkirin û di heman demê de ev peyîv li ser pirsgirêkên jin wekî sîberekê pir mezin hatiye dayîn. Ev yek weke şerekî pir taybete û bi nermî bi rêve diçe. Bi taybet li ser jinên aktîvîst û maf xwaz bandor kiriye. Bi zelalî(xeyîrî musteqîm) mijara jin baykot dike û bê ku behsa mafên jin di hêla Aborî û pêşketinên siyasî de hewildana jibîrkirina van mafan dike. Jin di Îranê de rastî tecawiz, tacîz û jidest kişandia mafên wan yê siyasî de tê û bê ku behsa van mijaran were kirin gotina recûlê siyasî dixe rojevê de û bi vî awayî pêkanînên ku li ser jinê tên kirin biştguh dike û die bin sîberekê de. Bi vî awayî nahêle ku dengê nerazîbûna jin di vê derbarê de derkeve. Ji bo me derketina jin li ser ragihandina azad û gihandina dengê xwe di heman demê de pêşxistina xebatên jin ji tevlîbûna hilbijartinan girîngtire heya ji bûyîna serok komar jî  hê girîngtire. Ji ber ku helwest û yek girtina jinan di hinek xebatên civakî de ku jiyan bi hebûna jin pênaseyekê bigre, bi nêrîna min ev xebatên bi vî rengî hê bi hêztirin û bi nirxtirin ku jin beşdarî hilbijartin bibin an na. Ji ber ku di rastî de çareserkirina pirsgirêkên jin hê girîngtre û di heman demê de her kes dizane ku recul tê wateya zilam û reculê siyasî ewe ku kesekî eslê xwe Îranî be û mezhebê wî Şîa be û tecrubeya wî di meclisê de hebe ew jî zilam in. Di heman demê de sûretekê ji Quranê derdixin pêş ku gotina recûl di wir de bi wateya mirov hatoye bikar anîn derdixin pêş û Şûrayê Nîgahban nû vê yekê hindekî derdixe pêş û dibêje gelo di vir de ev gotin bi mebesta zilam an jine, ev jî bê guman tenê ji bo tevlihevkirina mêjiyê mirov tê kirin û ji bo jinan nayê tu wateyek din. Niha hinek jin di Îranê de li himber van ferasetan li ber xwe didin û dixweazin rêyekê ji bo jin vekin ez wan silav dikim, lê ya rast hêviya me ji wan heya ku hev bigrin ji ber ku pir bi tenê dimînin ev him yên di Îran de û him jî yên derveyî Îranê pêwîste xwe bi rêxistin bikin.

    Jin di civakê de dikare nerînek wisa bide ku em we qebûl nakin(serok komarî zilam). An jî bi şêwazekî rolê jin di nava civakê de bughere?

    Yek ji şaştiyên herî mezin ewe ku, behsa qebûl kirin û ne qebûlkirina jinê tê kirin. Kesên ku nûnertiya min neke di nava fikir û bawerî de. Yesaya yekemîn ewe ku mezhebê wê diyar bin, netewê wê diyar bin. Girêdayî wilayetî feqî be, Girêdayî qanûnê rêgez perestî be. Kes nikare nerîna xwe li ser min ferz bike, ji bo qebûl kirin an jî ne qebûl kirinê. Yek ji qanûnên esasî ku wî kiriye nûnerê min, ewe ku wekî netew li dijî min e.

    Di qonaxa ku di Îran û Rojhilatê kurdistanê de heye, ji milê aborî û hemû pirsgirêkên civakî yên ku hene. Peyama we ji bo jinan çiye û pêwîste helwesta wan çawa be û çawa tekoşîn û berxwedan bikin?

    Pêwîste jin ji nava wê şêlûbûnê derkevin û ew derew û xapandinên ku rejîma dagirker ya Îran dike û bibîne ji ber ku her kes dikare vê teqez bike. Mînak niha bi vî awayî gel dixapînin û dixwazin dengê wan jî bo berjewendinên xwe bikar bînin, gel dawetî ser sendûqan dikin û dibêjin, kesên ku deng bidin, emê aşiya korona li wan bidin. Di heman demê de kesên ku dengê xwe didin Şûreyan divê deng bidin serok komar jî. Vê yekê dikin ji bo ku mayîna xwe ya li ser hukum rewa bikin û deshilata xwe bi zorê bidin qebûlkirin. Di van hilbijartinan de rewabûna meclisa wan jî bi vî awayî kete jêr pirs de ji bo vê yekê niha tenê bi hejmar be jî dixwzin rewabûna xwe careke din qezenc bikin. ji bo vê yekê pêwîste berya her kesî jin li himberî vê yekê bi biryar bin û berpirsyariya li himber fen û fîtên wan rabin û xwe bi rêxistin bikin û yekgirtî bin. Vê yekê ji mal ve dest pê bikin heya ku derkevin qadan û daxwaz mafên xwe bikin û bi taybetî bê ehlqiya rêjîma Îranî ya li himberî jin bi zelalî raxin ber çavan.



    KJAR