• تاگەکان: ,

    Di Kurdistanê de Egîdbûyîn û Egîdiya ji dest çûyî

    24 كانونی دووه‌م, 2021

    Peyman viyan

    Gelê Kurd gelekî xwedî kokekî kevnare, gelekî xwedî erdnîgariyeke dewlemende, dewlemendiya erdnîgariya Kurdan jî destek daye gelê Kurd yê afrîner, ji bo ku çandeke dewlemend li ser erdnîgariya Kurdan, Kurdistanê ava bikin. Ger mirov bêje gelê Kurd bi ava kirina çanda ku dan avakirin, heqê erdnîgariya welatê xwe danê wê ne şaş be. Erdnîgariya Kurdistanê bi çanda ku gelê Kurdistanê pêşkêşî wê kir serfiraz bû û bi gelê xwe re di nava hembêzekê de bû. Kurdistan bi erdnîgariya xwe ya dewlemend û çanda ku bi destê afirîneran hatibû afirandin xwe dixemiland. Gelê Kurdistanê bi welatê xwe Kurdistanê re di nav evînekê de jiyan dikirin. Jin dibû jiyan, jiyan jî dibû xweza, wekhev, azad, edalet, xweşik, exlaq û wisa civaka azad ya exlaqî û polîtîk bi jin û xortên canmêr, Egîd, Mêrxaz, Star û Amargiyan ve pêk dihat. Di vegotina dîroka rast de kêm be jî tu bi hestên Egîdî yê, Mêrxaziyê, bi jin û jiyanê re diherikî. Çiyayên bilind yên ku tu car serê xwe neditewand, bi şev û roj bilindahî û heybeta wê ya muhteşem li ber çavê Kurdistaniyan bû. Kurdistanî fêrî serî ne tewandinê dikir. Çiyayên Kurdistanê, Kurdistanî tu carî fêrî rihetî nedikir, fêrî zehmetiyê jiyanê dikir û nîşan dida ku jiyan bi ked xweşike. Ked jiyana mirovan diafirîne, afirîneriya jiyanê jî herî zêde bi dilnizmî û kedkarî ve xweşik dibe, û wisa jî derwêşbûyîn di Kurdistanê de dibû çand.

     Çawa ku însan di roja me ya îro de wekî xwezaya dûyemîn tê bi nav kirin, Di Kurdistanê de însan wekî xwezaya dûyemîn bi xwezaya yekemîn re jiyaneke hevpar ava kiribûn. Ji ber ku hevpar jiyan dikirin, ewqas tirsa xwe parastinê jî ji hev du nebûn. Ne bi çavê hov, wehş û cinawirî bi çavê xwezayê bi hev du re azad jiyan dikirin pêwistiyên hev pêk dianîn. Gerdûn bi ava kirina xwezaya yekmîn û dûyemîn re di nava serbilindiyê de bû, bi xwe. Çiyayên Kurdistanê jî wekî serbilindiya gerdûnê li Kurdistanê bi jiyana civakî re serfiraz dibû. Xêr û bêra axa Kurdistanê Kurdistanî fêrî çav tengî nedikirin, di Kurdistaniyan de hevparbûyîn û alîkarî bi  pêş dixist. Ji ber vê jî gelê Kurd li ser axa Kurdistanê bi gelek gelên cûda re jiyan kiriye. Ji bo ku dostane cîranbûyînekê jiyan bikin bi dost û cîranê xwe re di nava rêz dayînekê de bûn. Gotina Rêber APO ya ku dibêje “jiyana bi heybet û  balkêş li vir hilat li Kurdistanê jin û jiyan pêk hat” pir dîrokî, kûr û bi wateye.

    Jiyana azad berovajî kirin tişta herî zêde ku mirovatî li hember têkoşîn kiriye. Gerdûnê mirovên ku wekî temsîliyeta xwe li cîhanê da ava kirin. Mirovên desthilatdar îxanet li gerdûn û civaka xwe kirin û xwestin tevahî nirxên civakî tenê ji bo wan bin. Tevahî civak wekî koleyan ji bo berjewendiyên xwe yê deshilatdariyê dida xebitandin. Di wê demê de jî însan li hember zihniyeta zilamê qurnaz kete nav têkoşînekê. Zilamên xapînok êrîşê xwe yê li ser civakê dan meşandin. Herî zêde jî yê ku dibû armanca van êrîşan jin bûn. Êrîşên zilamên desthilatdar bi taybet li ser Kurdistanê pir zêde pêk hatin. Gelê Kurd ji bo ku xwe ji wê zihniyetê biparêze her tim xwe spartibûn çiyayan. Bi wan êrîşan re jî parçebûyîna gelê Kurd destpê kir. Her çiqas gelê Kurd xwe sipartibe çiya jî, lê belê qismên ku li deştan bûn dikete bin bandoriya desthilatdariyê û kolebûyîn qebûl kiribû. çiqas em behsa serhildan û isyanên Kurdan yên li hember desthilatdariyê bikin jî wê têra xwe bi nirx û bi wate be. Ji ber ku di destpêka ava kirina zihniyeta zilam salarî de, gelê ku bê navber li hember zihniyeta zilam salarî şer kiriye, têkoşîn kiriye û li berxwedaye. Lê ji ber bê rêbaz û bê rêxistin serî hildidan, ew jî dibû sedema parçebûyîna Kurdan. Parçebûyîn jî li pêşiya serkeftinê dibû astengiya herî mezin. Bi taybet jî hevpeymana qesrî şêrîn ya ku Kurdistan kirin du parçe re û bi hevpeymana lozanê ya ku Kurdistan kirin çar parçe re, armanca Kurdan ya ji bo jiyaneke azad careke din bi dest xistin ve vediguhere dewleteke Kurdî ava kirin. Bê gûman ji jiyana azad veguherandina dewletekî Kurdî ji ber Kurd her tim di nav desthilatdariya desthilatên netewên cûda de mane, ji bo ku ji bin desthilatdariya  wan derkevin çareserî bi ava kirina dewletekî dîtine. Piştî parçekirina Kurdistanê jî Kurdistan azad kirin na parçê Kurdistanê Bakûr, Başûr û Rojhilat azad kirin bû esas. Ji ber di Rojava parçê biçûk yê Kurdstanê de tu serhildan ango pêşeng derneketin, tu kesî behsa Rojavayê Kurdistanê jî nedikir. Ew jî bi xwe re zihniyeteke parçeyî û kesayeteke parçeyî di nav Kurdan de ava dikir. Gotina parçê Kurdistanê bi xwe îfadeya parçebûyînê dike.

    Dîroka malbata Barzanî, di dîroka Kurdistanê de li ser pelên reş hatiye nivîsandin. Malbata Barzanî gelek bela aniye serê Kurdan. Li hember rizgarî û azadiya Kurdistanê, ji dagirker û mêtingeran bêhtir PDK’ê bûye asteng û dibe asteng. Gelê Kurd di dîrokê de her tim pêşengên egîd ji xwe re hilbijartin e. Zarokê Kurdan ku zarokên agir û rojê ne, her tim ji cîhanê re pêşengtiya civak û jiyana azad ya exlaqî û polîtîk kirine. Ji ber vê jî hêzên bavik salar kapîtalîst, her tim Kurd li hember pêkanîna berjewendiyên desthiltdariya xwe wekî tehlîkeya herî mezin didîtin. Lê belê malbata Barzanî ku ji kurdeyatî û egîdbûyîna Kurdan tu tiştî fêm nake. PDK’ê ji bo Kurdan bi destê Kurdan tune kirin bû firsetek ji dewletên hegemonîk, mêtingeh û dagirker re ku PDK’ê wekî amûrekî asîmîlasyon, qirkirn û tune kirina Kurdan bi kar bînin. Mirov dikare bêje ku PDK’ê ji derveyî asîmîlasyon, qirkirn û tune kirina Kurdan tu tişt bi Kurdan nedaye qezenc kirin. Dîrokê rola egîdiyê daye gelê Kurd, Ji ber vê jî Kurd dema egîdbûyînê ji dest didin, berî her tiştî nasnameya xwe ya kûrdbûyînê ji dest didin. Mêtingerên ku her roj zarokên Kurd bi tecawuz, komkujî, kuştin, qirkirn û HWD de rû bi rû dihêlin çûyîna malbata Barzanî ya li gel wan, bi wan re silav dayîn û hevdîtin kirin, ji derveyî planameyên tune kirina Kurdan tu tiştekî cûda nîne.

    Rastî û heqîqeta gelê Kurd, di nav tarîtiyê de hatibû veşartin. Heqîqeta gelê Kurd ya ku di her gund, çiya û bajarên Kurdistanê de diteyîsî ji jiyana kapîtalîzmê her cûdabûna xwe diparast. Cûdabûyîna gelê Kurd jî ew heqîqeta veşartî bû. Xwesteka H.Z Zerdeşt ya gund û cotkariyê ku heqîqet, rastî û çanda Kurdan ya di dîrokê de temsîl dikir. Di her dera Kurdistanê de hê jî dihat jiyan kirin. çanda ku di gundên Kurdistanê dihate jiyan kirin, paşverûtiya jin û desthilatdariya zilam, civaka feodal û bi derveyî zimanê Kurdî zimanekî cûda xwendin dema dihatin gel hev du, pir bi nakok bûn. Mirov dema li dîroka Kurdan tamaşe dike, mirov dibîne ku Kurdan di sê demên cûda de pêşengtiyên herî mezin kirine. Ji ber vê ger mirov bêje dîrokê sê erk ji bo Kurdan daye wê ne şaş be; neolîtîk, Med û Apocî. Bi nivîsandin ango xwendina civaka beriya desthilatiyê re mirov bi fikirandinê re dikeve nava xeyalan û bi wan xeyalan re kûr difire. Di wê demê de yekemîn pirsa ku em ji xwe dikin ewe; gelo jiyaneke bi vî awayî rast hatiye jiyan kirin? pirsa dûyemîn ew tê bîra me jiyaneke bi wî awayî careke din pêkane? Her çawa ku di serdema neolîtîkê de ji bo ku civak û jiyanê ji desthilatdaran biparêzin ketin nava berxwedaniyeke pir mezin, împratoriya med li hemberî dehaqan derket, Rêber APO jî li hember zihniyeta desthilatdar û paşverû derket. Şaristaniya kapîtalîst tu car ewqas bi binketina xwe re rû bi rû nehatiye. Her çawa ku me di jorê de jî anî ziman rastî û heqîqet tu carî di tarîtiyê de namîne. Rêber APO jî agir û ronahiya ku ji mirovahiyê hatibû dizîn careke din ji desthilatdaran stand, û bi paradîgmaya netewa demokratîk, ekolojîk û azadîxweziya jin ji civakê re zîvirand. Di destpêka nivîsa xwe de me behsa çand, jiyan, exlaq û xwe rêvebirina civaka xwezayî kiribû, paradîgmaya Rêber APO jî ji nû ve zindî kirina ew civakê ye. çawa ku ji bo kurdan dibêjin zarokê agir û rojê Rêber APO jî ku li ser axa neolîtîkê axa bawerî û evînê hate dinyayê, agir û roj careke din ji cîhanê re zîvirand. Ji ber ku Rêber APO civakiye û zanista civakê ji civakê re da nasîn û zîvirand, ji ber vê jî pêkanîna pardîgmaya Rêber APO ya modernîteya demokratîk, li hemberî modernîteya kapîtalîst di nav tevahî cîhanê de belav bûye. Her kesê li dijî kapîtalîzm ji fikir û felseya R.APO bawer dikin û wekî çareserî altarnatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst dibînin. Mînaka herî şênber jî ku fikir û felsefeya Rêber APO lê hatiye pratîze kirin Rojavayê Kurdistanê ye. Di Rojavayê Kurdistanê de rûxmî tevahî dewletên hegemonîk, dagirker û mêtinger li ser Rojavayê Kudistanê ango Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şerê xwe yê taybet û çekdarî didin meşandin jî, lê belê gel bi hêza xwe ya cewherî bawer dike, li ber xwe dide, jin jî dîsa bi cewherê xwe yê pêşengtiya şoreş û civakbûyînê radibe. Her netew bi zimanê xwe perwerdeya xwe dibîne, jiyana komînal esas û bingehe.

    Rêber APO ji bo welat û netewa demokratîk wiha tîne ser ziman. “neteweya demokratîk welat bi nirx û hêja qebûl dike, ji ber ku ji bo çand û zihniyeta netewe derfeteke mezine; çand û zîhniyeteke di bîra wê de nebe nîne. Lê divê mirov ji bîr neke ku  têgîna welat-niştîman a modernîneta kapîtalîst fetîşe kiriye û xistiye pêşiya civakê bi aramnca karê ye. Dîsa girînge ku mirov welat zêde mezin neke, nenepixîne. Têgihiştina “her tişt ji bo welat” çavkaniya xwe têghiştineke neteweya faşîste. Ya manedartir ewe, mirov her tiştî ji bo civakeke azad û neteweyekî demokratîk bike“.

     Ji ber vê jî ji bo ku em karibin welatê xwe azad û rizgar bikin, beriya her tiştî pêwîste em kesayeta xwe azad bikin. Ji ber ku bi kesayeta paşverû û desthilatdar, em nikarin li hemberî desthilatdarî û paşverûtî şer bikin. Ji bo ku em karibin şerê xwe bi ser bixin welatê xwe azad bikin, beriya her tiştî bi kesayeta xwe guhertin û veguhertinê re pêkane. Sîstema kapîtalîst ji bo ku tevahî jin û ciwanên Kurd dûrî çand û kesayeta star, egîdiyê, mêrxaziyê, canmêrî, agir û rojê bixin her cûre lîstokê qirêj li ser jin û ciwanên Kurd didin meşandin. ji bo ku em bikaribin careke din li kesayet û taybetmendiyên xwe yê cewherî xwedî derkevin, pêwîste em berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bibin. Ji ber ku gerîlabûyîn di roja me ya îro de egîdiya herî mezine. Bi egîdbûyîna gerîlayetiyê em dikarin kesayeta azadbûyî, civaka azadbûyî û welatê azadbûyî ava bikin. Bibin Egîd, Bêrîtan û Zîlanên Kurdistanê

     

     

     



    KJAR