XEYALÊ ZAROKAN KUŞTİN NE REWAYE
11 حوزهیران, 2020
nalin bêrıvan
Dema ku mirov zarok be,cîhana mirov weke deryayekê ye, ji hemû tiştan re baş û qenci tameşe dike.Tenê tişteka ku xeyal dike,tenê zaroktiya xwe jiyan bike û leyîstokên xwe yên zaroktiyê bi dilê xwe bileyîze .Tiştek pir zehmet ji tu kesê naxwaze û hestên ku tenê dixwaze şabibe. Çavên xwe çawa li dinyayê vedike,dibin qurbanê civaka ku desthilatan gorî xwe şikil danê,hemû hêza xwe danê û tenê zarokan bike qurbanÎ û serîde ji zarokên keçin. li Rojhilata Navîn bi taybet ji îro li Îran û Rojhilatê kurdistanê zarokên keç tên qetil kirin. Desthiladaran ji bo kurdan çikir û taybet ji bo jin çikir û îro heqê xwe dibîne ku hemû heqaretan layîqê wan bibîne. Mînak li Gîlan(yek ji bajarên îranê) keçika 14 Salî bi navê Romîna,li Îlam zaroka 12 Sali bi navê Zeynep û dohunê ji kurek 11 Sali li Kirmaşanê. Her roj li hemû deverên kurdistanê,bi zihnîyeta mêrsalarî û bi destê dewleta faşist hatine kuştin. Kuştina jin an ji zarokên keç heman demê bi zanebûn têne kirin bi destê desthilatdaran.Civak wisa lê kirine,tu caran bi hêvî jiyan nekin û jiyan li wan teng dike û tenê ji bo xwe kuştin weke rizgarî dibînin. Kuştin rêya herî hêsane,jiyan kirin ji rêya herî zehmete, zilamsalarî dizane çawa derbeyan li wan bide, bi hejarî û zewac di temenê biçûk û evane hemû dihêle ku zarokên keç rastî deruniyên pir xirab werin. Sînorên jîyan kirinê, ji bo wan teng kirine tenê ji bo wan alternetîf mirin hiştine. Dewlete ji xwe serkêşiya kuştina wan dike û bê hesab kuştina jinan û zarokan dikin.Van salên dawî de kuştina keçikên biçûk ne tişteke bê zanabûne .Bi şaşî ev tişt nayê kirin û hemû deman bi zanist ev kara tê kirin. Ew zarokên keç jî dibin qurbanê zihniyeta zilamê serdest. Minak heke keça wî ye dikare bikuje, heke hevjîna wîye dikare gorî dilê xwe nêzik bibe û lê tu caran guh neda ku ew keçika ku xwe dikuje an ji tê kuştin çi daxwaz dike. Hemû deman kêlî bi kêlî xeyalên wan têne firotin di nava bazarê de li ser marqê wêneyê jin heye û ji bo wê rolê herî mezin ya moderniteya kaptalizimê heye. Îro ji berhemê wan kuştina zarokên keç û jinane nava kolanan têne kirin. Mirin ewqas rewa kirine,reflêksên civakê ewqas lewaz kirine,ev ji politikayên ku dewletê ne ku li ser jin her roj diperçiqine. Heke ku tu keç bî û bi destê zilamsalarî weri kuştin, wêya weke serkeftinê dibine û ji ber ku dibêje jin kêrî tu karan nayê û tenê kêrî karê malê tê û dibêjî qey tenê jin ji bo zilam hatiye dinê. Xetariyên herî mezin ji bo dewletê jine û ji ber ku gelek ji jin ditirse. Dema ku mirov li dîrokê ji temaşe dike, kengê jin serê xwe rakirîye,hatiye kuştin û an ji hatiye winda kirin û an ji nava civakê de reş kirine. Jinên ku bi berxwedani hember zilamsalarî ber xwe dayîn hene û têne naskirin.Tişta ku modernîteya kapîtalîzim dixwest tiştek bin navê civak nehêle. Serîde jin anîye leyîstokê. Ji bo wê her derfet de zarokên keç tên kuştin û hê dixwazin tiştkê bi navê çand nehêlin .Di Şepolên jiyan kirinê de, ewqas jiyan kirin tuj dibe, tu hêvî namîne ku jiyan bike û nava wê pergalê de zehmetî dikişin zarokên keç. Her roj dibin qurbanê berjewendiyên zihniyeta civaka zayendparêz.Di dadgehande,di nava malê de,di nava kolana de tu edalet ji bo jin û zarokên keç nehatiye naskirin. Ji ber ku pêwistî nabînin ew zarok çawa mezin bibe û xwedi çi deruniyê ye. Ji bo wê îro zarokên keç çavên xwe li dinyayê vedikin rasti hemû zext û kuştina bi destê bavê xwe û dewlet tên kirin. Bin navê namusê de ebayeke reş dike ser mejiyê zarokên keç de û dibêje min zarokên keç parast. Pir balkêşe axa welatê te nava xwinê de avjenî dikî, tu welat naparêzî û tuyê çawa bikarî zarokan biparêzî.Heke tu nekarî axa biparêzî û tu nikarî keça xwe ji biparêzi û heke tu nekarî keça xwe ji biparêzî tu nikarî axa xwe jî biparêzî. Lê divê neyê pejirandin,serî rakirin hemberî van kuştinan û tenê têkoşin kirin û ji bo îro li Bakurê Îranê bav keça xwe nekuje nebe ferasteke nava civakê de. Dibe ku bedelên pir giran ji em bidin, bila em nebin şirîkê van kuştanên zarokan û bila axaftineke me hebe û şerê me hebe li hemberî pergala ji hemû tiştan mehrûm hiştî . Ji bo li cewherê xwe zivirandin bi maneviyet , pîvan,exlaq ew dikarin xilas bibin ji kuştinê. Bi şîyar tevgerîn, tu dikarî parastina xwe bikî.