Bİ RÊXİSTİNKİRİNA JİNÊN ROJHILAT EMÊ NETEWA DEMOKRATÎK AVA BİKİN
24 ئایار, 2020Kongreya KJAR’ê ku di duduyê nîsana 2020’an de bi kombûyîna tevahî nûnerên pêkhateyên KJAR’ê ve destpêkiriyî di çarê nîsanê ku roja rojbûna Rêber Apo’ye de kar û xebatên xwe bi serkeftî temam kiriye. Kongreya me bi coş, kelejan û berpirsiyariek mezin ve destpêkiriye û bi rojeveke berfireh ve nîqaşên girîng meşandine. Kongreya me di pêvajoyeke wisa de ku him li qada navnetewîde him jî heremêde tekoşînek mezin tê meşandin û guhertin bi awayeke lez pêktê de biryarên girîng girtinê. Kongreya me bi van biryarên ku di vê pêvajoya girîng de girtîve di şexsê jina kurd de xeta pêşketinê a tevahî jinên herêmê diyarkiriye.
Kongreya me a sêyemîn beriya her tiştî ji têzên Rêber Apo ên ku ji sedsala nûre bûye rênîşandayînek, perspektîfên ku hatîbu komkirin û pêşkêşkirin nirxand. Hat pênasekirin ku paraznameyên Rêber Apo di tevahî dîrokêde asta herî bilind, kûr, berfireh û bi pergalî ku mirovatî xwe gehandiyêye. Ev manifestoya ku wek manifestoya moderniteya demokratîk hatiye binavkirin û felsefeya wê a jiyanê, xeta wê a birdozî û siyasî, rûmet û exlaqa wê li tevahî tevgera me, jinan û bi gelê me dana fêmkirin û gehandina raya gişti a sosyalîst û demokratîk wek erkeke bingehîn dîtiyê.
Kongreya me pêşketinên siyasî û tekoşîna di Rojhilata Navînde tên jiyan kirin, di bingeha xeta moderniteya demokratîkde pir alî nirxandiye. Hat gotin ku bi destpêkirina şerê cîhanê ê seyemîn ve qada rojhilata navîin de dengeyên siyasî hatinê diyarkirin û hêzên hegemon bi vî şerî ve vê qadê li gorî berjevendiyên xwe ji nûve dizayn dikin û viya jî ne tenê li ser heremê li ser tevahî cîhanê wê bandoreke mezin bike. Kongreya me balkişand ku bi hilweşandina pergalêve êdî demê guhertin û veguhertinê destpêbûye û bi şewba koronayê ve jî viya gehiştiyê asta navnetewî. Hêzên hegemon bi şerê cîhanê ê seyemîn ve her roj dibin sedema bi hezaran mirinan û koçberiyan lê belê viya jî van hêzan tatmîn nake wek encama kapîtalîzmê, şewba korona jî li gorî berjevendiyên xwe dişixulîne. Şewbê ji bo ku împaratoriya tirsê hîn zêdetir pêşbixîne vegerandiye êrîşek biyolojîk û qirkirin kûrtirkiriye, bi pêşxistina şer ve tirs zêdetir mezin kiriye û bi vî awayî jî xwestiye mirovan bi tevda girêdayî desthilatî û dewletan bike û li beramberê tevahî pêkanînên pergalê bêdeng bike û dixwaze civakeke wisa avabikê ku tenê bikeve taya canê xwe. Di kongreya me de hate tespît kirin ku hêza pergala kapîtalîst modernitêyê têrê nake ku pirsgirekên civakî ên di roja me a îro de tên jiyan kirin çareser bike. Ev yêk jî nîşandide ku pergal êdî ber bi belavbûyînê ve diçe û werdigere xeta modernîteya demokratîk. Ev rewş çiqasî berdewam bike bila berdewam bike kîjan rêbaz bişixulînin bila bişixulînin di encama tekoşîna ku hatî kirin de wê pergaleke navnetewî ku aşitî û demokrasiya hemdem esas digirê pêk were. Di vê bingehêde ji bo ku di vê pêvajoyêde xwinrijandin û texrîbatên heyî dakeve asta herî kêm kongreya me pêwîst dît ku destpêkê jin û ciwan piştre jî tevahî gel û hêzên demokratîk bikevin tevgerê û xwe hîn zêdetir rêxistin bikin û têbikoşin.
Di kongreya me de, di Rojhilata Navînde tekoşîna li dijî dagirkeriyê tê meşandin bi berfirehî hat nirxandin. Her wiha, di îranêde li dijî xwestekên gelan ên demokratîk teybet jî ên jinan bi kûrkirina şovenîzma rejîma dagirker ve êrîşên çêbûnî hat nirxandin û polîtîkayên rejîma tirkiyê ên li ser gelên Kurd êdî qetlîam jî derbaskiriye û vegeriyayê qirkirinê. Kongreya me, sedemên dîrokî û rojanê ên ku rê li ber vê rewşê vekirî bi kûrahî lêpirsînkiriyê û daye diyarkirin ku nêzîkatiya rast û çareserker pêwîste çawa bibe. Li gorî vê tespîtê daye diyarkirin ku nêzîkatiya olperest, zayendperest, zanistperest û milliyetgirî şûna çareseriyê bêçarêserî û şîddetê di afirîne. Lewra kongreya me a sêyemîn daye diyarkirin ku li gor serdema şaristaniya demokratîkde tenê dikarin bingeha şoreşa zihni û ronakbirî de di xeta yekitî û guhertina demokratîkve pirsgirekan çareser bikin.
Di vê bingehêde kongreya me tevahî hêzên navnetewî û heremî dewet kiriyê ku hîn zêdetir baldar, çareserker, demokratîk, wekhev û li gorî mafê mirovan nêzîkatî nîşanbidin.
Kongreya me di esasîdê di kongreya 2. de faaliyetên pratîkî ku hatî meşandin û di vê bingehêde asta xebatên xwe ên ji nûde avakirinê nirxandiye. Li ser esasa rapora ku koordinasyonê pêşkêşkirîde faaliyetên sê salan bi awayeke berfirehî nîqaş kiriye. Di bingehde xebatên înşayê sala 2014’an de bi avakirina pergala KJAR’ê ve hatibû destpêkirin. Kongreya me li ser vê esasê piştî kongreya duyemîn xebatên înşayêde guhertin û pêşketinên ku çêbûnî, zor û zehmetiyên ku hatî jiyan kirin û kêmasiyên ku derketinî bi berfirehî girtiye dest. Di vê bingehêde perspektîfa, ‘jiyana azad û netewa demokratîk’ ji hêla birdozî û teorîde hatiye fêmkirin, êdî pêvajoya dema pêşiya me jî pêvajoya pêkhatineye û ji bo viya jî pêwîste kadroyê înşayê ji hêla fikir, zikir û çalakîve xwe bi afirîne û di rêxistinbûyînêde gaveke mezin bavêje. Li ser esasa ev tespîta ku hatî kirin ve şîara; ‘Bi Rêxistinkirina Jinên Rojhilat Emê Netewa Demokratîk Avabikin’ wek slogan daye diyar kirin.
Kongreya me, ji bo jinên ku dildarên azadiyêne, tê wateya bi azadî û berxwedanê ve ji nûve hevpeyman û ji nûde destpêkirinê. Tevgera me tenê tevgera rizgariya jinan nîne di heman demêdê tevgera rizgariya hemû civakêye. Ji bo ku em civakê bi nirxên azadî, wekhevî, ekolojîk, demokrasî, etik-estetîk ve ji nûve avabikin em xebat dimeşînin. Di vê wateyêde tevgera jinên azad ên Kurd KJAR, tekoşîna avakirina jiyana azad bi awayeke bê eman ve bi biryardarî, îddia û ji xwebawerve wê pêşengtiya jin û militaniya wiya bike, vê îddiaya xwe di kongreyêde dûbare kiriye.
Kongre baweriya xwe aniye ziman ku di pêşengtiya jinên ku tekoşîna azadiyê didin meşandinde mirovatî wê ji qalip, dogma, koletiya jiyana kapîtalîst modernitêyê rizgar bibe. Her wiha kongreyê soza xwe nû kiriyê ku jina ku dixwaze azad bibe wê jiyana azad biafirîne. Di vê bingehêde ji tevahî gel û jinên di nava îranê bi feraseta, ‘xwerêxistin bike, yêkbibe, têbikoşe û azad bibe’ ve ji nûve bangavazî kiriyê ku yekitiya jinan avabibe.
Kongreya me ji hêla polîtîk û pratîk de di her qadêde ji bo ku xebatan pêşbixînin biryarên berfireh girtin. Kongreya me bi nêzîkatiya ku KJAR’ê ji kêmasî, nebesî û xeletiyan xelas bike û aliyên wê ên bi hêz û xweş pêşbîxîne û mezin bike ve tevgeriyaye. Di dawiya kongreyêde desteya rêveberiyê hatiye hilbijartin û bi vî awayî ji bo ku sistema xwe bigihijînê pêşerojê bi biryar tevgeriyaye û bi vî awayî jî sonda xwe dûbare kiriye.
BİJÎ RÊBER APO!
BİJÎ CİVAKA DEMOKRATÎK EKOLOJÎK Û AZADİYA JİN!
BİJÎ RÊXİSTİNBÛYÎNA JİNAN A AZAD Û DEMOKRATÎK
BİJÎ XWÎŞK Û BİRATİYA GELAN Û YEKİTİYA AZAD A DEMOKRATÎK
25 GULAN 2020
KOORDÎNASYONA KJAR