Bihar Rojên Keyfxweşiyêne
16 نیسان, 2020
Derya jiyan
Hefteya keheremantiyê di dîroka gelê kurd de bûye rojek ku mirov tûcarî ji bîrnake û emê tûcarî jî ji bîrnekîn. Ev roj ji mere bû dîrokek helbesata azadiyê, bû bîranînek ku emê her di hişmendiya xwe de zindî bihêlin û kêlî bi kêlî di dilê xwe de binvisînîn. Ev kêlî wê di dile me de bibin kêliyên kîn û nefretê. Em li beramberî hefteya qehremantiyê erk û berpirsyartiyê ku pêşengî ji vê qehremantiyê re kirine û bûne sembola qehremantiyê ji bo me peymaneke tekoşînê ye. Rûxmê ku derfet û îmkanê wê demê gelekî kêmbû jî wan hevalan bi sekin û helwestê xwe ji bêderfetiyê derfet ji mere avakirin. Em jî li ser vî mîrasî gihan van rojan. Ev rê hevalên me bi xweşîkbûna biharê re di bişkivîn û vedibûn. Her roj ev çand roj bi roj bi berxwedan û tekoşînê zêde di bû. Ji çar kesan gelek zêdetir ev kûlîlkek bi navê xwe gelek kulîlk zêdekirin û mezin bûn. Ev kulîlk yek ji wan navê xwe Ferhat kurtay, Necmî Oner, Mahmud Zengîn û Eşref Anyik e. Rê hevalên ku di tekoşîna azadiye de canê xwe bi rêka qehremantiyê re fedakiribûn, ew rê heval di rê ya rastî û heqîqet de hemî rastî û hemî zehmetî yên mezin didan berçavên xwe û di sala 1982 de di dema ku 12. Eylûlê de KT Dewleta faşist ya Turk ya ku digot “me êdî kurd û kurdîstan ji holê rakirin” û heta ji xwe re digotin “me kurd kûştin me kurd kirin tirbê û me li ser singa wan beton danîn, êdî ev beton qet na qelîşe” . Lêbelê dîsa pîştî gelek dem salan ji nûve rengê Baharê bi tekoşînek mûhteşem derket holê. Ev rojên kefxweşeyê di rastiya biharê de rûyê biharê her kêlî tê gûhertin di her kêliyê de bixwere gelek rastiyên nû derdixe holê.Ev rastî hem kefxweşî û hem jî zehmetî bi xwera dianî. Her wekî dîn ti zehmetî bê xweşî nabin û ti xweşî jî bê zehmetî nabin, her weha di rastiya kurd û kurdîstanê de, bi hevre du kêliyên guhertinê tên jiyankirin. Ev jî rastiya diyalektê ya ku di xwezayê de jî heye. Di her kêliyan de di rastiya gerdûnê de jî gûhertinên mezin çêdibin. Kêliyek ji wan kêliyan ji bo serxwebûn û azadiyê serdeftinê mezin tên jiyankirin. Rastiya dewleta dagirker ya faşist li beramberî gelê berxwedêr ma kengî biserketiye? Wekî ku tê zanîn ticarî dagir keriya faşîzmê, li beramberî hêzê lehengên kurd ticar bi sernakevîn û ticarî jî ewê bisernekevîn.
Ji ber ku hebûna berxwedana lehengan û Egîdên Kurd, ji bo dijmînan kelamên mezin in. Ew ticara jî nahelin ku faşîzma dagirker gavekî jî ber bi serkeftinê ve bavêjin .Di dîroka mirovahiyê heya nîha ticarî berxwedan û hêza berxwedanê zeyîf nebûye û ewê zayîf jî nebe. Ji bo vê jî ji her demekê pêşengê rastiyê û haqîqetê derdîkevîn holê û ji rasiya re pêşengî dikin.
Ev rastî jî wekî 28 Adarê wekî 18 gûlanê ,bûye pirek ji xelasiya gelan re. Ev pir di pêşengti ya rê heval Mahsum Korkmaz yanî rê heval Egît de, cara yekê sala 1984 de 15 Tebaxê gûleya yekem de tirsek mezin di mejî yê nijat pereztî ya Dewleta Tîrk de teqand. Vê carê piştî demên gelek dirêj dîsa ji nûve ev deng bû dengê cesaret û ji nûve bu dengê hêviyê: Heval Egîd hêviya gelê Kurd wekî ronahiya rojê ronî kîr. Ev ronahî her çû ser leşkerê rizgarîya gelê Kurd di artêşa rizgariya Kurdîsatanê de, gêrîllayên azadiyê, rê heval Egîd bi sedan Egît avakirin. Rê heval Mahsum di kesayeta xwe de bi sedan Mahsûm avakirin. Rê heval Ferhatekî bi sedan şervanên berxwedanê avakirin. Heval Egîd bi doza gelê Kurd yê qehreman bu çaxê sedsalê ji dîroka Rojhilata Navîn re û ji dîroka mirovahiyê re. Bû dengê demên gelek dirêj û ev deng ji rê heval Zekiye, Rehşan, Ronahî, Berîvan û şeva çaran ev rastî û haqîqet yek kêliyek jî nesekînîn. Hemû jî berdewama hevdû bûn û hevdû yek kêliyê ji hev qûtnebûn. Gelo yên ku van rastiyan dibihîsin ku ev rastiyê bihêzkiri belkî jî mirovê ku me nasnedikirin ma gelo ev rastî ku li vir têne bihîstîn jî hene? Erê hene û gelek jî zêdene. Belkî jî ev rastî ku niha li vir hatîn nîvîsandin ji sedî ne pêncin jî. Em wekî gelê Kurd xwedî dijminên gelek xerab û xedarin. Li ser axa me zimanê me tê qedexekirin. Ev çiye? Ev bê edaletî li ku hatiye dîtin.? Tu çima dibêjê ez Kurdim? Tu çi bêjê, bêje, lê dema ku tu di bêjê ez Kurdim, tu qebahetekî mezin dikî, ne ku tu van gotinan ji rastiya dûr dibêjî, lê li gor dijmin wisa ye.
Di biharê de mirov dikare xeyalên xwe di derbarê xaka Kurdistanê de, di hemû hêviyên ku xweşîk bibe bibêje. Wekî tu Ji bilbilê dilê xwere bêje, bilbil ji xwe lal ma derdê xwe ji wê kêre bêje.? Em jî weke bibilê lal man emê derdê xwe ji kêre bêjin. Ev kêlî kîjan kêlîne? Demek dûr dirêj derbasbûn ku em li ser van çiyayên xweşik û delal azad dimeşiyan.
Zîndana Amedê famkirin, gelek zor û zehmete. Birastî jî gelek zehmete biqasî ku ez famdikim dikarim bêjim. Lêbelê gotinek heqîqetê heye ku pewîste em vê gotinê bînîn ziman, rastiyek heye dibêjin rastî jiyankirin û bihîstîn gelek ji hev dûre; erê rastiya zîndana Amedê de jiyankirin ewqas hesan nîne ku ez wek wan hevalan tiştên ku bi çavê xwe dîtin û jiyankirin ticarî ez nikarim wekî wan rê hevalên leheng hîsên xwe bînim ziman. Ev rastiyekê îfade dike. Her keliyekî ku van hevala di bin zor û zehmetiyê de jiyankirine bi qasî temenekî bû. Dîroka zindana Amedê ewqas zemete ku mirov gelek zehmetî dikişine, belkî çiqas jî demek dîrêj jî li ser vê rastiyê ve derebas bibe jî, ji bo me hîn ev rojên zehmet wekî bîrînekî li ser dilê me ku başne bûye û hîn ev roj di bîrame de ye ku emê ticarî van rojan ji bîrnekîn û hîn dilê mirovan ji van birîna dêşin û her wextî jî dilê mirovan ji van rojan tijîne û dema behsa van roja dikin gelek kêliyên zor derbas bûne, dilê ku mirov nikare bahsa van kêliyan bike û zehmetiyê dikişîne. Lêbelê ez dixwazim tiştekî bêjim ku ger çiqas ev rastiyên ku zor û zehmet hatine jiyankirin jî lê dîsa em mecbûrûn ku behsa van kêliyên ku hatinîn jiyankirin bînîn ziman ku em bi van rê hevalên xwe bi serkeftinên wan bi bîr tînîn. Dema ku ez behsa wan rê hevalan dikim, ez jî gelek zehmetî dijîm û hîsdikim.
Ez vê nivîsa xwe li ser şeva çara ya qehremanyê ku di 17. gûlana 1982 an de niha jî em dikevin sala 2020. Yanî ev çend sal li ser berxwedana lehengê tekoşer re derbasbû, lê her ev roj û ev meh tê wateya wan kêliyan hîn zêdetir giran bûhadibe. Li ser dîroka şeva çara sî û heştsal salên xwe temam kirin . Li ser bîranîna van rê hevalan Mazlum Doxan , rê heval ferhat kurtay, Mahmud zengîn,Necmî oner Eşref Anyik dinivsînim.
Dema ku ez bahsa van kêlîyên berxwedana Amedê dikim , ez zehmetiyên mezin dikişînim.
Ji ber ku van rê hevalan ji ber doza Kurd û Kurdistanê rastî danîne holê û ji gelê Kurd jî wekî hemî gelên di Rojhilata Navîn de gelekî xwe dî çand, ziman û nasname ye. Van rê hevlan hem êş, zehmetî û tu rengê îşkencê nema ku li ser van qehremanê azadiyê de li zîndana Amedê de nehatin kirin. Girtîgeha Amedê ji 38 qawîşan pêk dihat çar hezar sempatîzan, welatparêz û kadroyên pêşeng yê PKK’ê li sî û pênc kaxûşa hatibûn bi cîhkirin. Di hatin bicî kirin û bi zanebûna ji hev qûtkirina van hevalan û îşkenceya ku bi zanebûn li zîndana Amedê dihat kirin, di xetên ku ev rastiya li berxwedidin û ev heqîqeta ku heyî ji tarî bûn ronî nedikir û nedikarîn pêşî li bexwedana van rê hevalan bigrin. Her rengê îşkencê didan meşandin heta ku Şahîn Donmêz li ser girtiyên Azadiyê teslîmyet îtirafçîtî û hemî rêk û rê bazên gelek xerab bi kar dinîn. Di zîndana Amedê de dehşete ku dihat pêşxistin. Bi hezaran mirov birîndarkirin û gelek şoreşgeran jiyana xwe ji dest dan . Li zîndana Amedê sucê ku ne hatibû kirin dîsa li ser van rê hevalan dihatin ferskirin. Sûcê miravahiyê li ser van hevalên girtî di hat pêşxistin ji ber ku ev rastiyên ku li van zîndana dihatin kirin ji bo ku li berxwe nedîn û ew nebêjin em Kurdin û ji bo Kurdîbûnê li berxwe didin. Ev îşkence û bê hûrmetî li beram berî van hevalan bê maftî li kuderê hatiye dîtin. Ev bê ehlaqiya ku li ser van ciwanên wekî kulîlkên biharê hîn ji nûve di bişkivin û hîn nu ketibûn despêka emrê xwe de ciwantiya van rê hevala wekî emrê pepûleyekê bûn. Pepûle emrê xwe yek hefteyeke zû mezin dibin û zû jî xatirê xwe ji jiyanê xwazin..
Her çiqas dijminê dagirker dixwest di rastiya berxwedanê de rê hevalên me di kefçiyek av de bi fetisinin, lêbelê dîsa di kêliyekê de van rê hevalan dixwestin dikêliyê de nefesê ji bo serdeftinê bi dest bixin. Di her kêliyê zehmet de li gel hev bin ji bo ji hev hêz bigrin bi hev ra bigihijin lûtkeya azadiyê, ya ku rê heval Mazlûm Doxan dabû nişandan. Lê mixabin dîsa ji bo tenê yek xeberekê bigrin ewqas ked didan û dixwestin ku bighin hevalan ka heval çidikin û reweşa hevalan çawaye. ji ber ku dijminê faşîst dîwarê di navbera hevalan de ewqas mezin kiribûn ku heval yek xeberekê ji hev negrin. Dema ku heval ji hev agahdar dibin ji hev moral û manevyat digrin û dikevîn nava hewldanên çalekiyan. Ji xwe çar rê hevalên leheng rêka xwe keşif kiribûn û armanca van her çar rê hevalan jî, xwe derxistibû firsatê de ku kêliyekî jî bibînîn ewê firsatê ne din dijminê dagirker.
Şeva 17-18 gûlanê ku dikeve 18 gûlanê, rê heval Ferhat, Necmî, Mahmûd û rê heval Eşref, saat çarê sibêhê destên xwe dan hev û wekî ku ewê di dilanê bigrin de dîlana azadiyê van rê hevalan ji bo tariya şevê bi çirînin û bighin berbanga sibehê, di berbanga sibehê de bi Agirê bedena xwe şeva tarî ronahîkirin, di şeva tarî de sitranê Azadiyê gotin. ji bo rojên zemet xwestin kêliyên rizgariyê û kêfxweşiyê bidin avakirin û li ber Agirê bedena xwe dan ber pêlên Agir. Tariya şevê de li ber Ronahiya Agirê xwe sitranê cesaretê û qehremaniyê digotin “Hevalno ger ku hun ji me hesdikin hûnê agirê bedena me netefînin. Em di xwazin ji agirê bedena xwe sitranê azadiyê û serkeftinê ji werê bibêjin û em roja ronahiyê avabikin. Edî em kêfxweşîn ku em niha nezî rê heval Mazlûm di bin. Ji 12 Aadarê heya 18 gûlanê ji, 18 gûlanê dîsa pirên di nav dilê şoreşgeran de derketibûn holê di hefteya qehremantiyê de tevahî van rê hevalan ji rastiya jiyanê pêlê ji agir bi qasî çiyayên bilind di nav dilê lehengê dilmezin de hem cesaretekî bilind hem manewatekî gelek xurt dabû avakirin. Ev rastî di zindana Amedê de derket holê ku ev rastî jî wekî xelekê zincîran bihev re girê danekî pir xurt da takekesiya rê hevlên me yên şehîdê serxwebûn û azadiye de derket holê. Ev rastî doza şoreşgertî hîn zedertîr bi watetir kiribû û wateya van qehermenan di dîroka PKK de mertebeyekî ku ji dijmin re bûye dersekî gelek mezin, ji tirsa mirinê jiyana azad û bi wate derxist holê.
28’ ê Adarê roja şehadeta rê heval Egît pêşket. Rê heval Egît çawa di gava xweya yekemîn de bi werektî bi lehegî û bi Qehremaniyek gelek mezin van rojan di demek gelek nêz de bidest xist û xwe kire dilê hemî rê hevalên xwe de. Di rastiya rê heval Egîd de bûyîna wê de gelê Kurd kete nava hewldanên mezin. Hem di milê hijmar de zedebûyîn Çêbû. Hem jî di asta çalekiyên gerila de jî gelek pêşketînên mezin û gûhertinên cidî di asta leşkerî debû. Hêzên gerilla çiyayên pîroz de, doza gelê Kurd da avakirin. Di serleşkeriya rê heval Egîd de gelê kurd ji heft heta heftê salî mirov ketîn nava hewldanên rizgari ya gelê xwe de û hemî mirov ketin nava hewil danên yekîtiyê de ji bo rizgarkirina xaka Kurdîstanê. Erê heval Egît; tû heval bu, tu leşker bu û tû serleşkerek hêja bû . Rê heval Egît bila dilê te rehetbe. Tû ji nav dilê Batmanê de Egîdekî tenê derketî şoreşê. Lê tû di dilê şoreşê de bûyî sed û bûyî hezaran. Te di dilê tevahî van rê hevalan de lehengiyekî xurt hişt. Ev ji bo me bese ku em rêka we bi şopîn in.Cesaretên ku we di heqîqeta ciwanên Kurd de dayî avakirin ji bo me bes e. Sekna ku we raber kir bese ku dijmin tu caran ser xwe ve neyê. Ev tirs heya ebedî ku tu caran ji dilê dijmin de dernekeve. Tirsnektiya dijmin hertim wekî eyneyekî hole ye. Ev jî bi sekna we derket holê. Erê rê heval Egît em ji bo çalekiya te û fedekarî ya teya bê dawî çi bêjin jî kême . ji ber ku tu qehramanê gelê me yî.
Hevalê Mahsûm Korkmaz ango Egît hîn di emrê biçûk de fikarandina ku ezê bibim çi û li vir sekna xwe dida nîşadan ku hîn di emrê biçûk de bi hedefên mezin difikirî .Bi hedef nêzî xwe dibe. Yekem diçê libnanê.
Rê Heval Egîd Tebaxa 1984 an de li gel komek hevalên xwe , wekî fermandarê erkê çalikiyê destpê dike û pêşiya şerê çekdarî vedike. Û rê heval Egîd dibe tirsa dilê dewleta Tirk û kezeba eskerê Tirk di qetîne. Rê heval Egîd didemek kur de heviyek mezin di dilê gelê xwe de avadike û heval Egîd dibe qehremanê gelê xwe. heval Egîd bi lehengî û qehremanî dikeve dîroka hereketa azadiyê û dikeve dîlê gelê xwe.Yekemîn femandariya hereketê de pêş dikeve û di asta şer de serkeftîbû, di şerekî de li Gabarê di sala 1986 an de 28’ê Adarê de di şerekî de bi lehengî cihê xwe di nav kerwanên azadiyê de digre û digihije asta şehadetê.
Rêberê me Rêber APO, dibejê “rê heval Egît mirov vî rê hevalî nasbike ev rê heval hêja bû û rê heval rêber bû , serokê artêşa rizgari ya Kurdistan de em soz û peyman didin te çi ji me xwestibe emê di vê rêkê de em jî wek te soz û peyîman didin ku em jî di vê rêkê de bimeşin. Û doza te bîgîhîiîn lûtkeya azadiyê.