• تاگەکان: ,

    JI ÇIYAYÊ AZAD SLAVEK JI BO HEMÛ JINÊN TÊKOŞER

    16 ئازار, 2020

                                     Yezda Hêvi

                Em berbi 8 adara sala 2020 an de dinava şer, kuştin, koçberî, xizantî û dagirkirina jin ve diçin. Saleke ku ji her salê din bêtir bi zor û zehmetî jin 8 adarê li kolana pêşwazî dikin.

    8 adarê çîrokek ji çîrokên jinane, lê cûdahiya vê çîrokê ji çîrokên din ji alyê jinên navdar Clara Zetkîn û Rosa Luxembûrg ku hate deşifre kirin tê zanîn. Wekî vê bi hezaran çîrokên nayên zanîn hene û di bin axê de riziyane. Tu hemû çîrokan derxe holê wê her roj bibe çîrokek, wekî çarenûsa çîroka heştê adarê. Di hemû çîrokan de nav derxe, naverok yeke.Çima? Ji ber ku hedef xweşikbûna nirxê jiyana azadî, wekhevî, biratî û aşitî ya jine.

           Di sala 1857 an de li bajarê New- York ê li febrîqakek tekstîlê jinên kedkar bi taleba ji bo şert û mercên xweyî xerab hinekî baş bikin, ji seetê karê zêde re ucreta kêm û ji newekheviyê re wekhevî, ji kedxwariyê re mafê kedê, ji perçiqandina cinsê jin  re mafê cins dest bi greva birçîbûnê dikin. Lê xwedyê kar ji bo ev deng dinava karkera de bela û bandor nebe,  klît li derî dixin û 129 jin zindî, zindî dişewitînin. Belê 129 jin, 129 ruh, 129 gul dinava şewta agir de difirin dinya ya din. Ji roja heştê adarê heta îro sal guherîn, serdem qulipîn û çerx zîvirîn, lê ji bo jinê berevajî tûndiya 8 adarê çiqas çû ziravtir bû, kûrtir bû. Ji ber tûndiya 8 adarê berhema zîhnîyeta desthilatdariyê ye. Di vê wateyê de berhemê tûndiya desthilatdariyê bi pergala Modernîta kapîtalîzmê re  li ser jinê hîn hat pergalîkirin. Jin di pergala modernîta Kapîtalîzmê de bûye amûrekî ku herî zêde tê bikaranîn û xisti ye bin xizmeta xwe de.  Roja ku jin neyê kuştin, wenda nebe, tecawiz nebe, lêdanê xwe, neyê revandin û hwd nîne. Ji ber vê yekê îro li hemberî zîhnîyeta desthilatdariyê jiyan bi jinê re berxwe di de û bi tekoşînê hebûna xwe diparêze. Roja 8 adarê jî roja tekoşîn û berxwedanê ye. Lê di serdema modernîta Kapîtalîzmê de jiyan li jinê bi riya şer, aborî dilê wê bi kul û êş birînkirine. Sedemê serêrakirina 8 adarê ev rastî ye. Rexmê çiqas bi êşbe jî li kêleka wê kêfxweşî, bi berxwedanî, bixwebûn û her bi jiyanê re keniya.

         Belê em li sere çîya xebatên 8 adarê li kolana dişopînin.  Me jî dixwest bihevre li kolana Cizîra Botan, Nisêbîn û Sûrê pîroz bikin.  Dibe ku em weke fîzîkî ne di nava we de bin, lê dile me, hestê me û kelecana me bi were lê dixe.  Em jî li çîyayê azad dinava gul û çîçekên biharê de bi eynî hest û kelecanê 8 adarê  pîroz dikin.  Li çîya de dibe, li bajaran dibe, li gunda dibe, ya grîng jinek li ku hebe li wê de li hemberî zîhnîyeta kûjerên jin têbikoşe û serî rake. Ji ber jana dile jin bi sala dinava çar dîwara de tene maye û herikî ye hundir. Desthilatdarî çawa gotiye ‘destpêkê li jinê xin’   birêz Abdûllah Ocalan jî li hemberî vê rastiyê got ‘destpêkê jinê xelaskin` û ‘jin welateke ku divê were rizgarkirin’ û jina ku bûye perçakî ji namûsê û bê zilam derneketiye deve derî bi xeyalê azad kirinê kişand sere çîyayê azad. Jinê li sere çîya enerjiya xwe bi dilê xwe re kir yek, mejiyê xwe bi felsefe û zanîsta jiyanê re kir yek  û têkoşa û hîn jî têdikoşe. Jina li ku de pirsgirêkek jiyan bikiraya xwe ji wê pirsgirêkê berpirsyar dît.  Jina ku li serê çîya azad têdikoşe dilê jinê yê ku bi kul û êş birîndar bûye  bi hîskirina hest û xeyalê wê dimeşe.  Ji bo vê yekê birêz Abdûllah Ocalan got ‘tevgera azadiya jinê tola jinane’ pênasekir û xwedî li mirata jin derket. Di qelîşoka dîrokê de gelek tevgerên Femînîst  û berxwedanê şexsî derketine, lê hemû ji alyê desthilatdariyê ve hatine perçiqandin û bêbandorkirin. Di alyê din de tu şoreşa wekî şoreşa 17 cotmehê, Kûba, Vîyetnam, Çîn û gelek tevgerên şoreşgerî pirsgirêka jin wekî pirsgirêkek civakî, sîyasî û cinsî negirtin dest. Rexmê ku Lenîn bixwe dibêje “îsyatîfa şoreşê di destê jin de bû” çareseriyek ji pirsgirêkê jin re avanekirin. Heta digotin “destpêkê şoreş paşê mafê jinê”, lê birêz Abdûllah Ocalan got “dinava şoreşê de şoreşa jin” bi artêşbûn, partîbûn û bîrdoziya jin destpêkir.

       Di vê wateyê de îro tecrîta kul i ser birêz Abdûllah Ocalan tê meşandin, tecrîtkirina jinane. Ji bo proja nîvcemayî temam nebe, tecrîtê hîn girantir dikin. Sedemê li dijî zîhnîyeta 8 adarê tekoşînkirin, bi zîhnîyeta tecrîtê re tekoşînkirine. Azadkirina birêz Abûllah Ocalan Azadkirina jinê ye. Em bi hêvî û baweriya jina azad cîhana azade 8 adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.       

     



    KJAR