• تاگەکان: ,

    ‘Exlaq û berxwedan, hêvanê civakê ye’

    1 ئازار, 2023

    Zeyneb Xoresan, Endema Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), vê hefteyê bû mêvana bernameya Ravîn a telefizyona Aryen Tv. Di vê bernameyê de bi berfirehî li ser tecrîda girankî a li ser Rêber Apo, her wiha geşedanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di heman demê de mijarên di rojevê de hatin guftûgo kirin.

    Zeyneb Xoresan, Endema Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), di bernameya vê hefteyê a Ravîn de bi nirxandinên xwe ên girîng ve di despêkê de tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo û her wiha şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û her wiha bi nêzbûna 8’ê Adarê ve tekoşîna jinan nirxand.

    ‘Tekoşîn û berxwedanek mezin tê meşandin’

    Endema Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Zeyneb Xoresan, di despêka axaftina xwe de tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo wiha nirxand: “ ji bo me wek Kurd, gelên azadîxwaz û jin, meha Sibatê meheke reşe. Di heman demê de meheke pir bi êş e. li himberî vê êş û reşatiyê, şoreşger û fedayiyên azadiyê bi meşeleyên azadiyê ve, bi bedena xwe a bi agir ve, roja 15’ê Sibatê şermezar kirin û li himberî wê têkoşiyan. Di serî de me tevahiya wan şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Xewn û xeyalê wan azadiya fîzîkî a Rêber Apo bû, ji bo wê emê bi bilind kirina tekoşînê ve vî xeyalî pêk bînin. Xwedî derketina li Rêber Apo îro ji Kurdistan û Rojhilata Navîn derketiye û cîhanî bûye. Komploya Navnetewî di di 15’ê Sibatê te neqediya û heya niha ev 24 salin berdewam dike. Li himberî vê yekê jî berxwedan û tekoşînek bê hempa hate meşandin. Berxwedan û sekna Rêber Apo, îrade û hebûna mirovê azad temsîl kir. Îro her kes li ser fikir û felsefeya Rêber Apo meşa azadiyê berdewam dike. Em îsal derbasî sala komplo a 25’an bûn. gotina vê hevokê ango vê hejmara salan bi xwe him di hindirê me de êşeke mezin dide avakirin û him jî erkên hê mezintir dideyîne pêşiya me. Raste ji hef salî ta heftê salî ev 25 salin li himberî vê yekê gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo tekoşîn û berxwedanek mezin didin meşandin. Lê belê di roja îro de pêwîste ku em vê yekê hê mezintir û berfirehtir bikin.”

    ‘Wê gavê şûn de navêjin’

    Endema Desteya Rêveber a (KODAR), Zeyneb Xoresan di berdewamiya nirxandinên xwe de qala şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kir û wiha got: “Berxwedan û tekoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê cihê silav û rêz dayînê ye. Ev berxwedan û tekoşîn, ev şeş mehin bê navber û rawestan diome û berfireh dibe. Gelên Azadî xwaz di vê tekoşîn û berxwedana xwe de dan diyar kirin ku, wê gavê şûn de navêjin. Li himberî vê yekê rejîma Îranê dem bi dem politîkayên xwe li himberî gel diguherîne, ta ku vê şoreşê bitepisîn e. di despêkê de bi tundiyeke mezin êrîşî gel kir. Di asta herî jor de girtin û sêdare pêk anî, lê li himberî vê yekê rêflêksên gel jî bi hêz bûn. Ruxmî her tiştî gel ji daxwazên xwe gav ber bi paş ve mavêt û têkoşiya. Gel di nava vê şoreşê de ket vê ferqê de ku dewlet xizmeta civakê nake û li dijî civakê ye. Ev yek ne tenê li ji bo rejîma Îranê, ji bo tevahî dewletan bi heman rengiye. Li himberî vê yekê jî xwesteka gel, sekn û gotina gel eve û dibêjin: ‘Em vê dewletê naxwazin.’ Gelê vê yekê bi awayekî vekirî tîne ziman. Gelên azadîxwaz di nava vê şoreşê de ketin ferqa hêz û hebûna xwe. Bi dehan şoreş û serhildan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk hatine, lê belê şoreşa ku îro tê jiyan kirin di asta herî jor de bîrdoziye. Ev fikir û felsefe jî ya Rêber Apo ye û di salvegera 15’ê Sibatê de jî ev yek bi awayekî zelal derket pêş. Gel di vê şoreşê de di fikir û felsefeya Rêber Apo de h zêdetir xwe kûr kir, nas kir û di heman demê de fam kir. Ji ber vê yekê pêwîste ku gelê me hê zêdetir li himberî politîkayên deshilatdariyê hişyar be û berxwedana xwe a ji bo azadiyê hê zêdtir bilind bike.”

    ‘Ji bo me hê zêdetir bi wate bû’ 

    Endema Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Zeyneb Xoresan, di dawiya nirxandinên xwe ên girîng de, qala rol û tekoşîna jinan a di nava şoreşê de kir û her wiha di nava nirxandinê xwe de nêzîkbûna 8’ê Adarê roja tekoşîna jinan a cîhanê jî bi bîr xist û got: “ Roja 8’ê Adarê roja tekoşîn, berxwedan û xwedî li xwe derketina jine. ji ber ku ev roj bi xwînê hat bi dest xistin. Jin ji bo vê rojê bi dehan sal tekoşîn kir û di oxira vê rojê de, di ber daxwazên mafên xwe de hatin şewtandin û qetil kirin. li Amerîkaya di oxira bi dest xistina vê rojê de , 129 jin ji aliyê hêzên deshilatdar ve hatin şetandin. Bi sedan jin, ji bo ku vê roja 8’ê Adarê bi dest bixin, tekoşînek bê hempa dan meşandin û di oxira wê de canê xwe dan. Em jî wek jinên Kurd bi saya Rêber Apo ve me ev roj, dîrok û girîngiya wê nas kir. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ve, ev roj hêzêdet bi wate kir. Di sala 1998’an de, di 8’ê Adarê de 5 rêgezên azadiya jin, diyarî tevahî jinên cîhanê kir. Rêber Apo di vê rojê de ji bo tevahî jinan da diyar kirin ku jin, bê fikir, felsfe û paradîgmaya azadî û demokrasî nabe. Ji ber vê yekê ji bo me wek jinên Kurd, ev roj hê zêdetir bi wate bû. Ji ber vê yekê hêviya me ew e ku di vê rojê de, tevahiya jinan, her yek bi rengê xwe ve derkeveû tekoşîna xwe bilind bike. Ji ber ku 8’ê Adarê roja bilind kirina tekoşînê ye. di vê rojê de pêwîste ku em wek jin ne tenê ji dewletê, ji zihniyeta zilam salar hesabê bixwazin.” 

    Awyer Botan



    KJAR