Xwedawenda Azadiyê
7 كانونی دووهم, 2020Ew berdewamiya wê helqeya xwedawendiyê ye.
Ne yek, ne du bi hezaran destan xemiland.
Wê şer kir jiyan û îsyankir.
Wekî navê xwe keça Apo û xwedawenda jiyanê ye.
Rêwiya rêhevaltî û pepuleya azadiyê ye.
Eşqa jiyan û dildara pakiyê ye.
Wê xwe gihand rastiya jiyanê.
Ji bo wê famkir û jiyan kir.
Ew netenê jiyaneke, ew nasname û dîroke.
Çawa di çiyayên Dersimê de Besêyan bi çil hurî û periyan re bûn bukên axretê.
Heman keçên Zagrosan ku îro xêz dikin heqîqeta jiyanê.
Ma ne ewin heval û dildarê Sakîneyan.
Ji bo wê îro bi hezaran keç şîn didin di nava xaka Mezopotamya de.
Ewin neviyê Înnana û Îştaran.
Ewin şervanê heqîqetê.
Îro ew bûye xwedawenda çiyayên Zagrosan.
Ji bo wê got: ‘’jiyana herî bedew û qenc bi erdemyetê xwe gihandina wateya azadiyê ye.’’
Ew bû evîndara zarokê welatê xwe.
Wê navenda jiyana xwe bi evîna çiyan xemiland.
Dîcle Amara Maku