• تاگەکان: ,

    EM Dİ XETA ZÎLANAN DE TEKOŞÎNÊ BİLİNTİR DİKİN

    29 حوزه‌یران, 2019

    Pergala navendî ya dagirker di dîrokê de heta niha li dijî destkeftiyên gelên Kurd û Kurdistan’ê di nava hewldanên tunekirinêdebûne.  Li dijî vê dagirkeriyê berxwedayîn û tekoşîn her tim berdewam kiriye.  Di merheleya tekoşîna azadiya Kurdistan’ê de jî li dijî polîtîkayên tunekirinê  berxwedan û serhildan di asta lûtkeyê de meşiyaye. 

    Dem hene ku  qomployên dagirkeriyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd û Kurdistan’ê şênber derketine holê.  Ji bo vala derxistina van qomployan  gerîllayên azadiya Kurdistan’ê bersivên ku dijmin bihejîne û mohra xwe di dîrokê bixe çêbûne.  Sala 1996 jî demeke wusa bû ku li dijî Rêbertiya me hewldana qomployekê tunekirinê çêbibû.  Li dijî vê helwesta dijmin ya bêbext rêheval Ş. Zîlan li Dersîmê çalakiyek bibandor kiribû.   Vê çalakiye him êrîşên li ser Rêbertiya me vala derxistibû him jî di dijmin de hejandinek ava kiribû. 

    Merhele hene ku  meşandina dîrokê diguherînin û tevahî polîtîkayên tunekirinê binguhê hevdû dixin.  Çalakiya Zeynep Kınacı jî di vê astêdebû.  Ango di merheleya heyî de guhertin û veguhertinên mezin ava kirin.  Zilan wek xeta birdozî ya azadiya jin hate diyar kirin û li ser wê xetê bi hezaran Zilan vejiyan.  30’ê Hezîran di guhertina çarenûsa gelekêde yêk ji bûyerên dîrokiye.  30’ê Hezîran vejîna gelekêye. 

    Li her çar perçeyên Kurdistan’ê de bi sedan keçên Kurdan navê xwe kirin Zîlan û di  li dijî qomployên li ser Rêbertî û gelê Kurd xwe kirin mertal.  Xwe di dilê dijmin de teqandin.   Di pêvajoya Kobanêde Arîn Mîrkan,  di pêvajoya Efrînê de Avesta Xabûr bûn Zîlan û xwe di dilê dijmin de teqandin. 

    Rojhilatê Kurdistan’ê de jî teybet di dema qomploya navnetewî heta niha tekoşîna azadiya Kurdistan’ê bi Zîlanan ve berztir bû.  Bi çalakiya Ş. Zîlan ve bi hezaran keçên Rojhilat’ê Kurdistan’ê di şopa Ş. Zîlan de meşiyan,  navê xwe kirin Zîlan û beşdarî tekoşîna azadiya Kurdistan’ê bûn.  Zîlan Gabar û Zîlan Pepûle jî  ji wan jinên berxwedêr bûn ku  di dil û mejiyê rejîma dagirker ya İranê de bû tirs û xofa mirinê.   Zîlan Pepûle 30’ê Hezîran’a 2006’de ji aliyê rejîma dagirker ya İranê ve hate şehit kirin.  Li dijî viya jî bersiva herî bi wate jinên Kurd bi tevlîbûyîna refên azadiyê dan.  Bi  sedan jinên Kurd,  li hember hêzên komploger bûn Zîlan.  Tekoşîna Azadiya Kurd û Kurdistan’ê gehandin lûtkeyê.  Ew jinên dilwêrek dijberî pergala dagirker,  bi vîn,  çalakî û tekoşînên xwe ve pergala înkar, imha û tunekirina gelê Kurd vegerandin meşa adaziyê û bi vî meşa xwe ve dîrok nivîsandin.   

    İiro jî wekî her sê perçeyên din yên Kurdistan’ê li Rojhilatê Kurdistan’ê jî bi hezaran jinên ku şopdarê Zîlanan li dijî êrîşên li ser Rêbertî û gelên Kurdistan’ê bi tekoşîn û berxwedayîna xwe ve dîrokê diguherînin. 

    Gelê me yê welatparêz û azadîxwaz tu carî li dijî dagirkeriyê serî netewandiye.  Niha jî li dijî dagirkeriyê bilindkirina tekoşîn û çalakiyan ji her demê zêdetir pêwîste.  Gelê Kurd yê berxwedêr wekî her demî dê xwedî li mîrata şehîdên xwe derbikeve û li dijî dagirkeriyê bi yêk dengî û seknî dê tevbigere. 

    Di vê çerçeveyê de em wekî hêzên KJAR em soza xwe ya Rêberek Azad, Kurdistanek Azad, netewek demokratik heya em pêk bînin emê tekoşîna xwe bidomînin. Di şexsê Ş. Zîlan (Zeynep Kınacı), Zîlan Pepûle, Zîlan Gabar   em carek din tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistan’ê bibîrtînin û bejna xwe li beramberî tekoşîna wan ditewînin.  Emê şopdara riya wan qehremanan bibin.  Em  bang li hemû jinên azadîxwaz dikin ku li hemberê dagirkeriyê tu caran bêdeng nemînin.   Ji bo jiyanek azad,  nasnameyek azad, welatek azad li ser riya Zîlanan tekoşîn bikin. 

    Koordînasiyona KJAR 

    29.06.2019

     



    KJAR