• تاگەکان:

    Raya Giştî Re

    22 كانونی دووه‌م, 2018

    Îttîfaka faşîst AKP-MHP bi êrîş kirina Efrinê dixwazin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Di êrîşan de herî zêde mirovên sîvîl hatin hedef girtin û hatine qetil kirin. Ev êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê berdewama konsepta înkar û îmhaya gelê Kurde. Artêşa dagirker a Tirk a ku raste rast di bin xizmeta Erdoxan de ye bi dagir kirina Efrin’ê dixwazin pergela demokratîk a gel têk bibin. Hûkûmeta Erdoxan ji bo çeteyên DAIŞ’ê Kobanê bidestbixin her tişt kir, îro jî bi êrîş kirina Efrîn’ê dixwazin destkeftiyên demokratîk a gelê Kurd û Suriyê bidin sekinandin.

    Êrîşa Êfrînê ji bo gelê Kurd careke din wê da nîşandan ku, dewleta Erdoxan-AKP dijminê herî mezin a Kurdaye. Hîtlerê sedsala 21. Erdoxan bi gotina Kurdê herî baş Kurdê miriyê, tu cihêke cîhanê de Kurd azad bin û jiyaneke demokratîk jîyan bikin tehemmûl nake. Li kuderê derfet bibinê weke mîneke bê serî li kuderê biteqe ne diyarê. Li Başurê Kurdistanê dixwaze dagir bike, li Bakurê Kurdistanê her roj qetil dike,bi teyyareyên şer Asosê çîyayê ku li ser sinorên Rojhilatê Kurdistanêye bombê baran kir û ger ku derfet hebe dixwaze Rojhilatê Kurdistanê jî dagir bike. Ji bo jiyana demokratîk a Rojavayê Kurdistanê xelas bikin, bandora ku li ser gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn ava kiriye bişkinin êrîşê Efrînê dikin. Bi êrîşa Efrînê hemu gelê Kurd û Kurdistanê hedef kirine. Li hemberî van êrîşan helwestê Rusyayê a ku piştevanî dide Erdoxan, ne rehetiya ku Kurd di Rojhilata Navînda ji bo xetta seyemîn a çareseriya pêşengiyê dike ye. Hişmendiya desthiladar a Rus polîtîkaya di sala 1946 de tasfiya kirina Komara Mahabadê de jî daniyê holê. Gelê Kurd li hemberî van polîtîkayan her tim baldar be,ne yê ji bîr kirin ku tene çareseri înşa kirina netewa demokratîke.

    Dijminê Kurda, wê careke din dîtin ku têkoşîna azadiya Kurdan xelas kirin vala ye. Bi êrîş kirina Efrînê dewleta Erdoxan-AKP ê dawiya xwe amade dikin û bi wê plangeriye wê xwe bi xwe tasfiye bibin. Bi êrîş kirina Efrînê caredin gelê Kurd li hemberî faşîzmê, bun yek vûcut û ketin nava berxwedaneke mezin. Êriş kirina artêşa dagirker a dewleta Tirk li hemberî Efrînê, rastî berxwadana şerwanên YPG-YPJ a bi qehremanî hat û windahiyên mezin dan. Artêşa dagirker a Tirk bê çare maye. Erdoxan fêm kir ku li hemberî têkoşîna azadiya gelê Kurd wê bin bikeve ji ber wê jî erîşî her cihê dike. Çawa ku berxwedana Kobanî dawîya DAIŞ ê anî,berxwedana Efrînê jî wê dawîya Erdoxan-AKP bine.

    Kurd bi vîna xwe û hêza xwe ye cewherî berxwedidin. Kurdistan û her cihên ku Kurd lê jiyan dikin di nava berxwedanê de ne. Tegez ev tekoşîn hîn behtir wê bi hêz bibe, pêwîste yekîtiya netewî li her dewerê Kurdistanê were rûnişkandin. Roj roja bi rihê yekîtiya neteweyî ji bo Kurdistaneke azad, ji bo demokratîk û azad kirina Rojhilata Navîn tekoşîn kirinêye.

    Gelê Rojhilatê Kurdistanê, li kî deverê Kurdistanê êrîş çebuye her tim bi hişmendiya netewî tevgeryane. Dema dagirkir kirina Kobanê de jî herî zede gelê Rojhilatê Kurdistanê bertek nîşan da. Îro jî pêwîste gelê me ye Rojhilatê Kurdistanê li hemberî wê hişmendiya faşîst a dagirkeriyê bisekine û li hemberî wê tekoşin bike. Pêwîste bi şîara Efrîn û berxwedana Efrînê ne tenêne tevbigerin. Pêwîstê neyê ji bîr kirin ku ew hîşmendîya îro dixwazin Efrîn’a dagir bikin, di sala 1946 de Komara Kurd a Mahamadê bi qetlîam hilweşamdin weke hevdu ye. Ji ber wê yeke jî hewceyê gelê Rojhilatê Kurdistanê li hemberî wê faşîzme careke din di şexse Efrîn’ê de xwedî li Kurdistanê der bikeve. Li ser wê bingehê banga me despeke ji bo jinan û hemu gelê me ye Rojhilatê Kurdistanê li hemberî hêzên ku dijminê Kurdane tekoşîn bikin.

     

     

     

    KOORDîNASYONA KJAR ‘Ê

    23.1.2018

    @page { margin: 2cm }
    p { margin-bottom: 0.25cm; direction: ltr; line-height: 120%; text-align: left; orphans: 2; widows: 2 }
    p.western { so-language: tr-TR }

     



    KJAR