• Şehîdên me yên meha gulanê pêşengên tekoşîna me ne

    13 ئایار, 2017

    Gelên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, bi xwe qehremanên xwe diafrînin. Ev qehreman, bi tarzê xwe yê jiyanê, bi têkoşîn û şehadetên xwe, pêşengtiya gelê xwe dikin. Wek afrînerên bi  hêz yên tekoşîna azadiyê û hem wek nirxên manewî  ê gelan jî di dilan de nemirin. Ji ber vê jî ji bo gel û partiyên şoreşger yên ku tekoşîna azadiyê dimeşînin, saziya  şehîdiyê, ji bo bedelên azadiyê ku civak di ber azadiya xwe re dide veguheze pîvanan û jiyankirina wan weke bîranînekê, xwedî cihekê giringe. Li gorî vê wateyê şehadet, yek ji wan nirxên herî  bingehîn ê dîrokê ye.

    Ev çend pêşketina têkoşîna azadiya gelê Kurd û nirx li ser nirxan zêdekirin, ji ber şehadetan û xwedîderdketina gel a ji bo şehîdane. Bi jiyankirina her şahadetekê bi xwe re hîn bi hêztir xwedî derketina gel a ji bo tekoşînê bi xwe re aniye, li her rojekê dîrokeke pîroz barkiriye.

    Her  çiqasî di her meheke salê  de şahadet çêbûbin jî, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de meha Gulanê weke meha şehîdan hatiye pênase kirin. Di her parçeyekî Kurdistanê de Qehremanên ku pêşengtiya tekoşînê dikin, divê mehê de bûne efsane. Li her çar parçeyên Kurdistanê, tovên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku dimeşîne, li Bakurê Kurdistanê hatiye avêtin. Hakî Karer ku di damezrandina partiya pêşeng a têkoşîna azadiya gelê Kurd PKK de xwedî kedeke mezine, wekî nûnerê  şehîdên meha Gulanê hatiye bi nav kirin. Rêheval  Heqî  Karer, bi eslê xwe ji Behrareş e. Girêdayî  urf û adetên şoreşa  ciwanên Behra Reş e, bawer dike ku rêya şoreşa Tirkiyeyê ji şoreşa Kurdistanê derbaz dibe, li gorî vê rastiyê jî bê şik û guman, di têkoşîna azadiya gelê Kurd de cihê xwe digre, rêhevalekî enternasyonalîste. Heya dawiyê parastina nirxên ku pê bawere û jiyanîkirina wan nirxan, taybetmendiya herî sereke ya rêheval Heqî  ye. Li beramberî  vê  ezîm, heskirin û biryardariyê hêzên sixor û hevkarên dijmin baş ditin ku wê li hemberî vê binkevin, bi vê bonêyê, di 18 Gulana 1977an de rêheval  Heqî qetil kirin. Kesên ku rêheval Heqî qetil kirine di dîroka roja me ya îro de di sergoya dîrokê de cihê xwe digrin û navê wan jî nemaye. Rêheval Heqî hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye pêşeng û di dîrokê de rûpeleke nu vekiriye.

    Gelê Kurd ku xwedî li tekoşîna rêheval Heqî derket, di her çar parçeyan de tekoşîna azadiyê bilind kiriye. Rojhilatê Kurdistanê jî xwedî li heman kevneşopiyê derketiye û gelê me yê li vî parçeyî li hemberî  hemû êrîşên dewleta Îranê bedena xwe feda kirine û tekoşîna azadiyê bilind kirine.

    Di Rojhilatê Kurdistanê de di rêvebirina  tekoşîna azadiyê de, şehîdên meha Gulanê bûne pêşengên tekoşîna azadiyê. Li hemberî têkoşîna azadiyê tirsa dewleta Îrana faşîst û nijadperest, kir kû di  9ê Gulanê de, bi bêheqiyeke ku di dîrokê de tu carî nehatiye dîtin, Şirîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemanger û Alî Heyderiyan werin sêdarekirin. Bi sêdarekirina 4 canan dewleta faşîst a Îranê wisa zanî ku wê tekoşîna azadiya gelê Kurd ji holê rake lê li beramberî 4 canan her ku çû hinekî din biçûk bû. Li beramberî hemû êşkenceyên ku hatine kirin, sekna berxwedêrên zindana Amedê hatiye pêşkêşkirin û dewleta Îranê li beramberî berxwedanên azadiyê  di her  îşkenceyê de binketinê jiyankiriye.

    ‘’Yên ku di mejî  de li hember dijmin sernekevin, li hemberî dijmin nikarin çalakiyên serkeftî li dar bixin!’’ rêhevalên ku di mejiyê xwe de dewleta Îranê binxistine di tekoşîna azadiyê de bûne abîde. Keça îsyankar ya Araratê Şirîn Elemhulî ku di 9ê Gulanê de hatî sêdarekirin, li hemberî dijmin bi qasî  Araratê  asî sekiniye. Li beramberî  hemû zextên teslîmiyetê ‘’ weke Kurdekê min tiştek nekiriyê ku ez teslîm bibim,ji derveyî daxwaza jiyana jineke azad.’’ û bi vê gotinê berxwedana xwe berdewam dike. Weke jineke têkoşer a ji bo azadiyê, erê, Şirîn Elemhulî hate sêdarekirin lê belê li beramberî dijmin berxwedaye û teslîm nebûye. Dewleta Îranê li beramberî jineke Kurd binketiye. Ji ber ku Şirîn, bûye herikîna jina Kurd a ji bo  tekoşîna azadiyê. Bi sedan jinên Kurd, tekoşîna Şîrîn a azadiyê dewr girtine û meşandine. Di meha Gulanê a ku tekoşîna sengerên herî germ de bûye Nûpelda, bûye Axîn, Berçem, Zozan û Kawenda, bi tarzê xwe yên têkoşînê û bi şehadetên xwe, rola pêşengayetiyê pêk anîne.

    Ferzad, Ferhat û Alî Hayderiyan ne tenê bi şahadetên xwe, bi aşq girêdanbûnên xwe yên bi têkoşînê, di nav dilê gel de jî cihê xwe girtin. Li ser vî feraseta ku dibêje  ‘’ Jiyankirina rojeke azad ji bo  Gelê Kurd ji jiyankirina koledariya sedsalan hêjatire.’’ hemû jiyana xwe dane tekoşîna azadiyê. Di  bin şertên zîndana Îranê de, li beramberî  hemû îşkenceyên psîkolojîk û bedenî  jî berxwedan û rûmeta azadiyê parastine, di zîndanan de ji bo rêhevalên xwe yên girtiyên azadiyê bûne pêşeng.

    Gelê Kurd di 9 Gulana sala 2010an de, li her devera dinyayê, bi berxwedanên xwe xwedî li van abîdeyên xwe yên azadiyê derketiye. Li hemberî ev cure êrîşên dewleta Îranê ya ji bo têkoşîna azadiyê, sekn û helwesta xwe ya bi biryar nîşan dane.  Tirsa dewleta Îranê ya ji bo vê sekna bi qerer a gel, kir ku cenazeyên şehîdan jî nedin malbatên wan. Ji ruhê îsyankar a bedenên  nezindî tirsiyan. Bi vê halê heyî jî tirsiyan  ku  pêşengtiya gel bikin. Niha jî di her salvegera qehremanên meha Gulanê de heman tirsî jiyan dikin. Di zanin ku gelê Kurd tu carî şehîdên meha gulanê jibîr nake û ditirsin ku agirê azadiyê di vê mehê de wê geştir bibe.

    Gelê Kurd di tekoşîna xwe ya azadiyê de, bi xwedî derketina li şehîdên xwe, tekoşînê pêşxistiye. Îro, roj ji roja ku ji her demî zêdetir xwedî derketina li şehîdan û bilindkirina tekoşînê ye. Xwedîderketina xeyalên nîvcomîyî yên şehîdên me, ji bilindkirina têkoşîna azadiyê derbas dibe. Bi vê zanebûnê ez şehîdên me yên ku rêya me ronî dikin, bibîr tînim.



    KJAR