• تاگەکان: ,

    Şehîdên meha gulanê pêşengê berxwedanî û serkeftinêne

    8 ئایار, 2022

    JI BU RAYA GIŞTÎ

    Li 12. Mîn salvegera tekoşer, pêşengên doza azadiya gelê me, Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Ferhad Vekîlî,Alî Heyderyan û Mêhdî Îslamyan hemû şehîdên meha gulanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Rêjîma dagirker ya Îranê bi tundî şermezar û mehkom dikin. Tekoşîn û berxwedaniya ku hevalên me bi rihekî şoreşgerî gîhandin lotkeyê, emê weke şopînerên van hevalana bi coş û heyecanekî mezin, bi rihê şoreşgeriya demê, tekoşînê mezin bikin û ber bi serkeftinêva bibin. Tekoşîna meha gulanê ji bu gelên azadîxaz, taybet ji bu gelê kurd ji destpêkê heta dawî buye tekoşînekî herî radîkal li dijî, faşîzm, dagirkerî û siyaseta qirker. Li vê mehêda bi dehan pêşengê gelan gihîştine asta şehadetê, şereşgerên Enternasyonalîst, Sosyalîst, kurd bi rihê xwenî fedayî ev meh bi xûna xwe xemilandin û bûne pêşengên ku îddaya jiyana azad diafirînin. Ji Denîz Gezmîşan heta Heqî Qeraran, ji Îbraîm Kaypakayan heta Mehmed Karasongulan, Leyla Qasiman heta Hozan Mizgînan, bi dehan şehîdên mezin bûne şervanên heqîqetê. Ev şehîdana  bu gelên xwe destkeftiyên pir mezin afirandin, li kesayetiyên xweda gelên binîdest ji nûda zîndî kirin û kirin xwedî hebûn. Ev şoreşgerana bi tekoşîn xwe, bi helwestên radîkal Çanda berxwedaniyê û rihê serkeftinê di nava gelê xwe da ava kirin.

    Ev çanda berxedaniyê  li Rojhilatê kurdistanê jî di şexsê şehîdên mey mezin yê 9, gulanê darbeya herî mezin li Rêjîma sêdarê, faşîst ya îranê xistin. pêşengên gelê kurd li Rojhilatê kurdistanê li dijî hemû cure îşkence, zilm û zordarî sekinînin û  bi rihekî fedayî çanda berxwedaniyê zindî kirin û bûn sembolên jiyana azad. Meha gulanê weke meha qehremaniyê,berxwedanî û şehîdên pêşeng ji çiyayên Rojhilatê kurdistanê ji Maku heta Ûrmye, ji Ciwanru heta Qendîl û Dalaho, Zîndan, Bajar hemû qad xistin qadên tekoşîn û berxwedaniyê; bûn milîtanên ku rihê demê fêm kirin, pêk hînan û di şexsê xweda qehremantiya jiyanekî bi wate û bi rûmet afirandin. Dewleta dagirker ya Îranê hertim  bi rêbazên dij mirovane hewil daye îrada gelan têk bibe û jiyanekî bê rûmet ser wan bisepîne, bi salane siyaseta qirkirinê li ser gelê kurd dimeşîne. hewil da bi siyaseta zîndan, îşkence û îdam pêşiya rixistin kirina gelên azadîxaz û demokrasîxaz bigre û carekî din gel bê pêşeng bihêle. Lê di şexsê berxwedaniya  şehîdên 9 gulan da siyaseta sêdarê poç bu, agirê azadî li Rojhlat geştir bu û gelê Rojhilat bi rihê şoreşgerî ra zîndî bûn û xwedî li pêşengê xwe derketin. Rihê 9, gulan bi dijminên dagirker da îspat kirin ku bi sêdarê rihê fedayi têk naçe, belkê bi xwera gelekî berxwedêr û têkoşer diafirîne.  çanda berxwedaniyê ku bı fikr û felsefa Apoyi li zîndana amedê ji Mazloman, Sarayan destpêkir û teslîmyet bixistin, di zîndana Evînda jî di şexsê Şîrîn, Ferhad,Alî û Ferzadan da gihîşte lotkeyê; gelekî ku xwedî li van pêşengana be, serî ji tu zilm û zordariyê ra natewîne. Ev hevalana bi îradeyekî berxwedêr, bi tekoşîna xwe ya bê hempa dîwarên zîndanên Rêjîma dagirker têk birin û girêdana xwe bi doza azadiyê ra dan diyar kirin.  Kesayetiyê her yek ji van heçar  hevalan, Tekoşîn, Berxwedanî, Fedayibûn û xwe bi serkeftinêva kilît kirin da îfadekirin; Heskirin, Bawerî û Eşqa jiyana azad di kesayetiyê xweda pêk hînan û bûn milîtanên ku serkeftinê misoger dikin.

    Yek ji van berxwedêran rêhevala me Şîrîn Elemholî bû ku ji çanda berxwedêr ku tu caran teslîm nabe ji  lêyla qasiman, Sarayan, Bêrîtan û Zîlanan îlhama tekoşînê girt û bû pêşenga jina berxwedêr. Şîrîn Elemholî zilm û zordestiya mêr qebûl nekir, bi rihê xwenî serhildêr li dijî zêhniyeta ku walat û axa wê dagirkiribu derket. Şirîn bi beşdarbûna şoreşê bersifa herî xwert da zêhniyeta mêrsalar ya ku hebûna jin dagir kiriye. bi şoreşê ra xwe nas kir, bi kedekî mezin xwe perwerde kir û di zîndanê da bi rihê xwenî berxwedêr bû sembola jina pêşeng, jina ku bu azadî û wekheviyê xwe feda kir. Şîrîn li hember her cûre îşkence sekinî, teslîm nebu û bi tekoşîna xwe darbeya herî mezin di nav dilê dujminê dagirker da. Tekoşîna Şîrîn di nav zîndana Rêjîma dagirker da bandorekî mezin li ser jinan da ava kirin, diwarên zîndanê li ber tekoşîna şîrîn bê wate bibun, ji bu wê şîrîn bu tirs û xofa herî mezin bu dujmin.  Şîrîn Elemholî  ji bu me xeta jina azade,  tekoşîna Şîrîn ji nûda afrandina îrada jina  azade di Rojhilatê kurdistan û îranê da bu. di kesayetiyê şîrîn da zîndan bû qada tekoşîn û berxwedaniyê, zîndan li ber îrada jinan bê wate buye, tekoşîna Şîrîn kete dilê her Mirovekî xwedî şerf ku dilê wan bu azadiyê lê dide. Îro di zîndanên îranê da bi sedan jin bi  rihê ku şirînan da avakirin berxwedanî dikin.  

     tekoşîna Zeyneb Celalyan berdewamiya vê çanda berxwedanyê ye ku Şîrîn û Rêhevalê wê pêş xist. Zeyneb Celalyan jî 15 sale li hember Rêjîma dagirker berxwedaniyekî bê hempa dike. tekoşîna Zeyneb buye tirsa herî mezin ya Rêjîmê, ji bu wê bi her şêwazî îşkenceyên ruhî û fîzîkî didin meşandin. Zeyneb Celalyan di Îranê da yekemîn jina ku hepsa heta hetayi jêra hatiye dawîn û ji hemû fafê însanî hatiye mehrum kirin; bi şêwazekî hovane zîndan bi zîndan gerandin û ev nêzî 700 roje ku xeberekî şênber ji rewşa wê nayê zanîn. Rêjîma dagirker ku nikarîbu îrada Zeyneb bişkîne, hewil da bi meşandina şerê taybet û bi vîrosa korona ra fîzîkî ji holê rake, zimanê kurdî ser qedexe kir û berdewam gef li melbata wê dixwen. Rêjîm bi vê şêwazê dij mirovatî întiqam ji Zeyneb Celalyan digre û dixaze tekoşîna wê bê bandur bike. lê zêyneb celalyan bi hêz û baweriya ku ji çanda berxwedaniyê ya Şirînan girtiye bi hemû şêwazî berxwe dide, siyaseta rêjîmê poç dike û buye pêşenga ku li serkeftinê da îsrar dike û îrada azad diafirîne. Îdî zeyneb îrada siyasî ya gelekî û hemu jinên ku li ser erdnigariya Îranê jiyan dikin. 

    di  dirêjahiya dîrokê da tu hêzên desthilat û dîktaturek nikarîbune rê li tekoşîna azadiyê bigrin û hêza gel têk bibin, hêza gel ya rêxstinkiriye ku dikare hemû hêzên dagirker têk bibe. Wê berxwedan û tekoşîna meşrû ya jinan û gelan dawî ji zêhniyta sêdarê ya rêjîma dîktatur bîne, eva jî dibe bersifekî herî xwert bu  şehîdên me ku bi canê xwe bedîlê mezin dan. Carekî din weke komelgeha jinên azad ya Rojhilatê kurdistan KJAR di salvegera şehîdên 9 gulan da bangî hemû jinan, ciwanan û hemo gelên azadîxaz dikin ku li dijî her cure kiryarên dij mirovane ya rêjîma îranê bê deng nemînin. hemû qadên jiyanê têxin qadên tekoşîn û berxwedanyê, ji îrada xwe, ji milîtanê xwe xwedî derkevin.  

    Koordînasyuna Komelgeha Jinên Azad ya Rojhiilatê Kurdistan.

    7-5-2022



    KJAR