• PARASTINA REWA

    22 تشرینی یه‌كه‌م, 2015

    Parastin qanûneke xwezayiye ku di hemû zindiyan de heye ji bo jiyankirinê. Ji bo ku jiyan bike parastin pêwîste. Parastin di her zindiyekî de bi şêweyeke cûdaye. Parastin bixwe qanûneke xwezayiye. Ji ber vê yekê di nav xwezayê de pir zindî hene hevdû dixwin, bi vî awayî jiyana xwe didomînin. Tûndûtîjî beriya pêşketina zanist û civak ne têgîne û tenê ji bo xweparastin ji êrîşên derve û ji bo jiyankirinê tê ser lê dan. Her zindiyekî bi qasî pêdiviya xwe tûndûtîjî pêk tîne. Jixwe her zindiyek xwedî mekanîzmayeke xweparastinêye. Jiyana hemû zindiyên heyî; giya, ajal û mirov ser sê bingehan ava dibe: xwe têrkirin, zêdekirin, parastin di nav xwezayê de. Beriya ku civakbûn û zanist pêş bikevin di mirov de jî ev her sê pêdivî mîna ya ajalan bi rêya hîs, bertek (refleks), xweveşartin û êrîşkirin û awayên hîn cûdatir bûye. Xweparastin ji felaketên xwezayî, Egerma û serma, ba û baran pêş dikeve. Eger parastin nebe ew bixwe tune dibe. Hin ajal û giyayên ku berê hebûne niha nemane ji ber ku parastina xwe nekarîne bikin.
    Ji bo civaka mirovahî jî ev wisaye; Eger tu xwe neparêzî tuyê tune bibî.
    Piştî ku bi hîlegeriyê zilam ê ji bo bidestxistina berhema zêdeya jin desthilatdarî pêş ket û pergala jin hilweşiya amûrên şer pêş ketin, serdest-bindest û kole-koledar çê bûn, tûndûtîjî, talan û zordarî dest pê kir. Bi vî awayî hevsengiya di nav civakê de radibe; êdî ne tenê jin, zilam jî dibe kole. Civak dibe civaka çînî û zayendperest ku êdî ber bi dewletbûnêve diçe. Bi avabûna dewletê re jî artêş, teknîkên şer û amûrên zext û qirkirinê ser civakê tê meşadin. Jê şunde jixwe şerê dagîrkerî û zordariyê dest pê dike û di vî şerî de aliyên mafdar û neheq derdikevin holê.
    Şerê mafdar ango Şerê Parastina Rewa şerê xweparastinêye, şereke pîroze ji ber ku bi armanca parastina hebûnê tê meşandin. Her mirov ango gelek xwedî nirx û rûmete; nirx û rûmeta ku hebûna wê/î diyar dike mîna çand, ziman, dîrok, al, ax û hwd. Evna dibin nasnama vê civak û takekesê. Şerê patastina van nirxan dibe şerê heqîqetê. Lewre pîroze. Eger ew şer neyê kirin jiyan jiyan û nasname wê tune bibin. Gelan di dîrokê de ji bo ku xwe ji tunebûna dasepayî biparêzin neçarî rûbirûyî bi desthilatdaran re mane. Lê belê hêzên desthilatdar dagir û talankirin û ji bo vaya jî şer ji xwe re kirine armanc. Parastina desthilatdariyê xwe di kuştina mirovan û civakan de dîtine û dibûnin.
    Eger zanabûn nebe xweparastin jî pêş nakeve. Eger mirov, gel ango civakek di ferqa hebûna xwe de nebe dema êrîşek ser were kirin wê zû radest bibe û bê tunekirin. Wê nekaribe li ber xwe bide. Lewre parastina rewa zanist dixwaze. Çand û dîroka civakê pêwîste were zanîn ji bo ku bê parastin. Ji bo ku mirov di parastina nirxên vê civakî de ser bikeve yek ji mijarên sereke baweriye. Bawerî yek ji lîngên sereke ya civakêye. Bawerkirin ji hêza xwe di heman demê de ji civak û gel bawerkirine.
    Gel tim neçar mane ji bo xweparastin ji polîtîkayên tunekirin, îradeşikênandin û bênasnamekirinê serlêdana şerê bikin. Bêguman ji bo vê yekê jî zanabûn, vîn, naskirina dîroka xwe, bawerkirin ji hêz û doza xwe û yekîtî pêwîste.
    Ji bo hemû civakan xweparastin ne tenê mafeke, erkeke ku pêwîste bê pêkanîn. Cihekî ku êrîş lê hebe divê parastin jî hebe, hele Eger ev êrîş li ser jiyana mirovan be parastina wê hîn cûdatir dibe ji ber ku di mirov de xerîza jiyankirinê ji hemû xerîzeyan pêşdetire.
    Di vê serdemê de divê mafên bindestan weke reh û bingeha têkoşîna parastina rewa lê bê nêrîn. Her tak û civakek pêwîste bixwe pergala ewlekariya xwe damezrîne. Jixwe bi avabûna dewletê re di bin navê parastin û ewlekariya civakê de ewqas artêşên mezin çê bûn û şerê mîlîtarîstî pêş ketin lê di rastiyê de êrîş, şer, talan, zordarî, tûndûtîjî, qirkirin û bêexlaqî pêş xistin û heta hestên mirovhezî kor kirin. Parastina rewa weke mafeke sereke di huquq û danezanên hemû welatan de heye. Dema hiqûq neyê bicihanîn parastina rewa wê têkeve dewrê. Di heman demê de Eger êrîşek li ser ferd an civakê çê bibe parastina wê rewaye, pêwîste were parastin. Mixabin ji dîroka desthilatdariyê şunve jiyana tû ferd û civakekî di rewşeke asayî de derbaz nebûye. Sedema van jî ev pergale. Avabûna pergaleke weha ne parastine, qirkirine. Lewre Eger civak ango gelek parastin û ewlekariya xwe bispêre destî pergeleke weha dagîrker û dewletî ev tê wateya mirin û serî tewandina wê ji dijminê xwe re û pejirandina koletiyê. Lewre têkoşîneke cewherî û xweyî ji bo xweparastin ji zilmê erkeke jênevEger û seretayiye. Jixwe Eger heta niha civak kariye xwe bimeşîne û hebûna xwe biparêze sedem ewe ku têkoşîna Parastina Rewa bi derfetên herî kêm jî heta niha bi awayê herî xûrt meşandiye.
    Mebest ji şerê talan û qirkirinê ne tenê xirakirin û xwînrijandine; aliyê qirkirina çandî jî pir girînge. Şêwaza polîtîkaya vê serdemê asîmilasyona çandîye. Texrîbkirina hafizeya dîrokî û civakî, biyanîkirin ji rastiya xwe û ji cewhera xwe dane revandin beşeke vê polîtîkayêye ku tê wateya îşxal û dagîrkirina rih û mêjiya civak û takekes. Heya niha pir komkujî çê bûn, mirov di hêla fîzîkî de bûn kole û heta ji bo bidestxistina naneke rojê ku pê bijîn ewqas zehmetî kişandine. Civak bi bibîranîna her trajediyeke jiyana xwe hewl daye ku hafizeya xwe zindî bihêle û ji têkçûnê biparêze. Lewre pergala serdest û zordar nekariye têkeve mêjî û rihê civakê û wê îşxal bike.
    Îro jî pergala modernîteya sermayedarî bi polîtîkayê parçekirinê hema bêje ketiye hemû hûcreyên civakê. Ev pergal bi bîrdoziya xweya lîberalîstî azadiya ferd dide pêş û jiyana taybet û ferdî pêşkeşî civakê dike. Bi reng, şêwe û modan civakê dixin bin bandora xwe, mirov ji mirovbûnê derxistine û bi kalîteya ku bixwe jêre diyar dikin wê/î dimeşînin. Lewre tu serdemeke dirokê bi qasî serdema sermayedî mirov ji naverok vala nekiriye. Li hember hemû êrîşên sermayedariyê yê birçîkirin, koçberkirin, kuştin û bêcewherkirinê jî civak her hewl dide bi xweparastinê hebûna xwe bidomîne.
    Civaka Kurdistan û taybet jî gelê Kurd hem di dîrokê de, hem jî îro di mijara xweparastina rewa de mînaka herî berçave. Di dîrokê de her dem an bi koçberiyê re rûbirû mane an jî ji boy xwe ji tunebûnê rizgar bikin xwe dane cihên bilind û çiyayan. Tevî ku tu artêşeke fermî ya wan nebûye jî tucar xwe ji dijminan re bernedane. Neheq jî qet êrîşî tu kesî nekirine, tu welatê îşxal nekirine, tu gelekî ji ser axa xwe koçber nekirine, çand û zimanê xwe ser tu civakekî nesepandine.
    Niha li hember asîmîlasyon û helandin, qirkirin û înkarên pergala sermayedarî tenê bi çek xweparastin têrê nake; pêdiviya here sereke RÊXISTINKIRINe yanî yekîtiya xwe pêkanîn. Ev bi zanabûneke xûrt çê dibe. Eger têgihîştin û watedan nebe ne yekîtî, ne rêxistin û ne jî parastin çê dibe. Li hember hemû cur polîtîkayên helandin, înkar û tunekirinê divê di hemû qadên civakî, çandî, aborî, dîplomasî, siyasî, bîrdozî, huquqî û hwd de ji takekes heta tevahî beşên civakê bên birêxistinkirin. Heta takek bêrêxistin bimîne wê pirsgirêk hebe. Ji ber ku parastina tak û civak bi hevve girêdayiye, hele ji bo me Kurdan parastin beriya her tiştî pêwîste.
    Niha li ser erdnîgariya welatê me Kurdistan bi rêya çêkirina bendavan, şewitandina daristanan û qutkirina daran, qirêj û ziwakirina çavkaniyên av, xirakirina ciyên dîrokî û dizîna tiştên kevin a arkeolojiyê û hebiskirina wan di muzeyên ciyên derveyî Kurdistanê de awayeke din ê êrîşên çandî û dîrokî dimeşe. Ev jî îşxal û talane. Ji bilî vaya, bi mezinkirina bajêran re gundan vala dikin û bala gel, taybet jî ciwanan dikşînin ser jiyana maddîya bajêran ku îro bûne navenda helandinê. Bi vî awayî jiyanê li gel zehmet dikin. Asîmîlasyon gihîştiye astekî ku êdî zarok zimanê xwe zimanê biyanî fêr dibe û bi vî awayî her ji destpêkê ve dûrî çanda xwe mezin dibe. Evya tê wateya bênasnamebûn ji ber ku nirxên mirov nasnama wêne.
    Eger civak xwe bi rêxistin bike hîngî hêza xwe derxistiye zanabûnê û kifş kiriye. Naxwe dikare xwe biparêze. Wê demê tu pêdiviyek bi dewletbûn ango dewlet-artêşbûnê tuneye. Ji ber ku êdî têkuz temînata ewlekariya wê di destê wê bixwe deye. Civakekî ku hatibe birêxistinkirin dikare bi derfet û navgînên herî kêm û lewaz jî heta serkeftinê li hember êrîşên herî mezin li ber xwe bide. Îro Kobanê’ya ku nêzî dû mehe di dorpêça herî dijwar a dîrokê deye û bi berxwedana xwe DAÎŞ û hemû hêzên emperyalîst ê afirînerên DAÎŞê xistiye şoqê de. Ev nîşan dide ku geleke rêxistinkirî û xwedî bîrdoziyeke azadîxwaz wê karibe berxwedaneke rêxistinkirî jî bimeşîne.
    Parastina rewa li ser reha siyaseteke demokratîk a gelan rêve diçe. Di vê serdemê de li gorî prensîpa siyaseta demokratîk ji bo ku civak were zana û amadekirin divê her der bê rêxistinkirin û bibe qada perwedehî û weke akademiyê rol bilîze. Bi vî awayî gel dibe xwedî rêveberî û pergala xweya xweser û ji çavdêriya dewletê derdikeve.
    Di tekoşîna siyaseta demokratîk de xweparastin bi awayê çalakiyên mîna serhildan, mîtîng, mêhrîcan, neçûna dibistanên dewletê, neçûna leşkeriyê, nexebitandina zimanê fermî û navendên dewletî, perwerdeyên di malan de, vekirina navendên çandî, damezrandina kooperatîf (teavonî) û aboriya hevpar û hwd jî dikare bê pêkanîn. Lê eger “hebûn” mijara nîqaşê be pêwîst bike gel bi tevahî hember êrîşên tunekirinê ku tê ser, ji bo parastina hebûna xwe wê li ber xwe bide û çek jî rake, şer jî bike. Ev berteka xweparastina cewheriye û mafê rewa û erka exlaqî û dîrokiya her mirovekiye. Di vir de êdî gel destur nade ku tu dewlet ango hêzeke dagîrker bi navê parastina wan, wan têxe bin dagirkeriyê xwe de. Herweha destur nade ku hêzên noker jî bi navê parastina wan ji bo berjewendiyên xwe wan bifroşin û pêşkeş bikin ji dijminan re. Di pir demên dîrokî ya aloz de gel bi hêza xweya cewherî heta dawî li ber xwe dane û nehêştine wek berxikan bikevin ber şûrê tu qesabekî.
    Bêguman civakeke birêxistinbûyî şansa jiyankirina wê zêdetire. Xwe birêxistinkirin yekane rêya xweparastin ji metirsiyan û çareseriya pirsgirêka gelane. Eger bi vî awayî be misoger wê pergala dêmokratîka gelan ser bikeve û pergala dewletparêz li hember wê bin bikeve. Mafê xweparastin tenê bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin wê ser keve. Pêşeroja gelê Kurd, gelên Kurdistanî û Rojhilata Navînî û hemû gelên azadîxwaza cîhanê di vir de veşartiye. Xwebûn eve



    KJAR